Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in

  • rojane
  • 10:13 15 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fînala “Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji baskên Qers û Wanê hatibû destpêkirin îro dê li Amarayê bê kirin. Rêwiyên Azadiyê ku ev 15 roj in bajar bi bajar digerin û daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd dikin, ji ber Amarayê bi kelecan in. 
 
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatibûn destpêkirin gihişt Rihayê. Rêwiyên Azadiyê yên derbasî navçeya Sêweregê bûn, ji ewil çûn serdana gora siyasetmedarê kurd Îbrahîm Ayhan ku di sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê krîza dil derbas kiribû û jiyana xwe ji dest dabû û Ayhan bi bîr anîn. Meşvan, li goristanê ji hêla malbata Ayhan ve hatin pêşwazîkirin. Ji vir jî çûn serdana gora Mahmût Zengîn ku di dema darbeya 12’ê Îlonê de li Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê li dijî îşkenceyê bedena xwe dabû ber agir û bi bîr anîn. 
 
Meşvan, piştre jî derbasî navenda navçeya Sêweregê bûn û tevî barîna barana zêde jî ji hêla gel ve bi dirûşman hatin pêşwazîkirin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên di meşê de cih digirtin, bi gel re dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” , “Bijî berxwedanan Îmraliyê”  û “Bijî azadî, bomre koledarî” berz kirin û meş li dar xistin. 
 
PITIKA XWE BI BETANIYÊ PÊÇA Û MEŞ TEMAŞE KIR
 
Pîştî meş û daxuyanîyê, Rêwiyên Azadiyê berê xwe dan Curnê Reş. Li vir jî bi dahol, zirne û çîçekan hatin pêşwazîkirin. Meşvan, tevî xelkê navçeyê heta Gora Bîrdariyê meşiyan. Di tevahiya meşê de beşdaran dirûşmên “Bijî serok Apo”, “Bijî azadî, bimre koledarî” û “Şehîd namirin” berz kirin. Li cihê meşvan gihiştinê pankarta bi gotina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a “Me welatparêziya welatekî ku tu kesî nedikariya navê wî jî bilêv bike kir” hate vekirin. 
 
Li Gora Bîrdariyê kadroyên pêşeng ên PKK’ê Salih Kandal û hevalên wî hatin bibîranîn. Malbata Kandal jî tev li bîranînê bû. Di dema bîranînê de xwişka Kandal zemar gotin û got: “Birayê min lê binêre lê binêre vaye rêhevalên te hatin.” Rêwiyên Azadiyê li heman goristanê çûn serdana kadroyên PKK’ê Halîl Çavgun û Cûma Tak jî û qurnefîl danîn ser gorên wan. 
 
LI RIHAYÊ BI DOVÎZAN HATIN PÊŞWAZÎKIRIN
 
Rêwiyên Azadiyê piştre jî derbasî navenda Rihayê bûn. Di ketina bajar de bi dahol û zirneyan hatin pêşwazîkirin û girse derbasî pêşiya Navenda Kar a Ahmet Bahçivan. Girseya ku li vir disekinî, Rêwiyên Azadiyê bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û bi dovîz û lolîpopên “Dawî li tecrîdê bîne”, “Bila girtîgeha nebin malên mirinê”, “Dawî li tecrîdê bîne, rêya aştiyê heye” û “Jin, jiyan, azadî” pêşwzî kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Rihaya ku weke bajarê pêxemberan tê zanîn bang li gel kir û ev tişt anî ziman: “Bi sedsalaye li Kurdistanê li dijî Fîrewnan, nûnerên xelkên mazlum Îbrahîm hene. Yê ku îro îbrahîman diparêze jî birêz Ocalan e. Me ji ber vê yekê dest bi vê meşê kir. Me ev meş ji bo wî da destpêkirin. Çawa ku Îbrahîm li dijî Fîrewn û Nemrûdan serî netewandibe, dê îro jî serî neyê tewandin. Dê ev meşa me teqez bi ser keve.” 
 
Piştre jî Rêwiyên Azadiyê xwestin tevî gel meşê li dar bixin lê ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin û destûra meşê nehat dayîn. Parlamenteran ev sepana derhiqûqî qebûl nekirin û rê li trafîkê girtin. Parlamenteran bi megafonên di destê xwe de armanca meşa xwe ji gel re vegotin. 
 
‘DITIRSIN’
 
Welatiyekî bi gotina “Ditirsin” bertek nîşanî dorpêça li ser parlamenteran da. Yekî jî bi gotina “Em dixwazin weke mirovan bijîn” piştgirî da parlamenteran. 
 
Rêwiyên Azadiyê tevî dorpêça polîsan û baranê jî bi saetan dev ji meşa xwe bernedan û di encama biryardariya wan de polîs neçar man ku paşvegavê biavêjin. Rêwiyên Azadiyê ber bi avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Bajar ve meşiyan. Rêwiyên Azadiyê ji ber ku dê îro ber bi Amarayê ve bimeşin, ketine nava kelecaneke mezin. Rêwiyên Azadiyê ji 1’ê sibatê ve bajar bi bajar, navçe bi navçe digerin û gelek tiştên ku welatiyan di dema rêwîtiyê de ji bo Abdullah Ocalan dabûn wan jî dê radestî malbata Abdullah Ocalan bikin. 
 
MA / Berîvan Altan - Emrûllah Acar 
 

Sernavên din

17/02/2024
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN
16/02/2024
21:27 Li PE’yê bang kirin: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
21:09 Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir
21:03 Şanoya 'Qral û Travîs' berî bê lîstin bi saetekê hat qedexekirin
19:47 Namzetên hevşaredariya Xirvat a Colemêrgê diyar bûn
19:15 Rojnamevanên hatin binçavkirin hatin berdan
18:46 Li Amedê panela 'Wêje û Ziman'
17:14 Nobeta Edaletê: Têkoşîna me ya ji bo azadiya Ocalan dê bidome
17:06 Namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê serdana esnafan kirin
16:53 Li Edîrneyê jinek ji hêla polîsekî ve hate qetilkirin
15:56 Wergirtina îfadeyên rojnamevanan dest pê kir
15:56 Siyasetmedarê muxalîf ê rûs Navalnî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da
14:59 Girtiya nexweş Karaguzel ji dil emeliyat bû
14:57 Endama SGDF’ê Polat hate binçavkirin
14:39 Li Stenbolê panela 21’ê sibatê dê bê lidarxistin
14:38 Baroya Stenbolê giliyê Mûrat Kûrûm kir
14:07 4 roj in nekarîn xwe bigihînin karkeran
14:00 11 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:27 Dozger ji bo rojnamevanên îfadeyên wan negirtin daxwaza girtinê kir
12:12 Sêyemîn Konferansa Kurd bi dawî bû: Em ê têkiliyên dîplomatîk têxin nava tevgerê
11:42 Rêveberê JMO’yê Alan li dijî karesata hawîrdorê ya dê bi salan bidome hişyar kir
11:40 Hunermendan ji bo 17’ê Sibatê bang kirin
11:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
11:24 Rojnamegerên binçavkirî sewqî edliyeyê hatin kirin
11:23 Daxwaza bajar bi bajar, navçe bi navçe olan da: Ji Abdullah Ocalan re azadî
11:22 Bernameya DEM Partiyê ya 21'ê Sibatê aşkere bû
10:39 DEM Partî dê di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê de dakeve kolanan
09:41 Tosûn ê AKP’î ku şaredarî veguherand şîrketa malbatê dîsa namzet e
09:36 30 meh in kurê xwe yê li ber lêhiyê ketiye digere
09:15 Girtiyê 30 salan Şahîn: Divê azadiya Serokatiyê bêhtir bibe rojev
09:14 Greva birçîbûnê di roja 82’yan de berdewam dike
09:12 Ji rojnameger Silêman Ehmed 115 roj in tu agahî nayên girtin
09:04 Parêzer Sarsilmaz: Şert û mercên berdana bişert ên Abdullah Ocalan çêbûne
09:01 Namzeta hevşaredariyê ya jinên koçer: Dem dema serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 16’Ê SIBATA 2024’AN
08:39 Nûçeyên rojnamevanên di bin çavan de ji wan hate pirsîn
15/02/2024
23:12 Li Zappîonayê daxwaza 'Xelata Nobelê bidin Abdullah Ocalan'
22:15 Rojnamevan Kaygûsûz hat berdan
20:41 Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn
20:37 Kesên li Sêrt û navçayên wê hatinbûn binçavkirin hatin berdan
20:05 Dest bi îfadeya rojnamevanan hat kirin
19:18 Endamê Meclisa Partiyê ya DEM Partiyê Karadag hat girtin
18:23 Nûçegihana Pîrhayê Atmaca hat berdan
18:21 Hevseroka DEM Partiyê ya Hatayê hat berdan
17:15 Şaredarekî din ê AKP’î ku namzet nehate nîşandan îstîfa kir
17:10 Di Nobeta Edaletê de komploya navneteweyî hat protestokirin
16:40 Çalakiyên Roja Reş: Di çaryeka sedsalê de Abdullah Ocalan û fikrên wî bi ser ketin
16:17 DFG ji bo rojnamevanan xebatên hashtagê dide destpêkirin
15:09 4 HDP’î û DBP’î hatin berdan
15:02 Dê îfadeyên rojnamegeran îşev bên girtin
14:49 Meşvanên Azadiyê ber bi Amarayê ve ketin rê: Ev meş meşa milyonan e
14:15 Dema ku di parastina xwe de qala komployê kir, SEGBÎS qut bû
14:14 Sendîkaya Basin Îş’ê: Rojnamegeran demildest berdin
13:49 Ji parlamenterên DEM Partiyê pêşnûmeya tecrîdê
13:48 Namzetê DEM’ê yê Dîlovasiyê Avci: Ji bo serbikevim bi rê dikevim
12:45 Bi deh hezaran kes komploya navneteweyî protesto dikin
12:42 Ji AYM’ê biryara Komkujiya Madimakê
12:33 TJA: Ne komplo ne jî tecrîd nikare têkiliya me ya bi Ocalan re qut bike
12:10 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
11:49 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘Roja Reş’ tê şermezarkirin
11:32 Karkerên di bin axê de ev 3 roj in hêj nehatine dîtin
11:15 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:58 Meşvanên Azadiyê gaveke din nêzî Amarayê bûn
10:30 Li gelek bajaran bi ser malan de girtin
10:13 Rêwiyên Azadiyê ji ber meşa Amarayê bi kelecan in
09:53 Li Colemêrgê ji ber berfê rojek navber dan perwerdeyê
09:36 Li Marmarayê keştiya kargoyê noqî avê bû
09:24 Greva birçîbûnê di roja 81’an de berdewam dike
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 114 roj in tu agahî nayên girtin
09:05 Rojnamevan Dîcle: Abdullah Ocalan bi paradîgmaya xwe komplogeran têk bir
09:04 Dozger ji parêzerên ku der barê wan de biryara girtinê tune ye re got, 'em ê tiştekî bibînin'
09:03 Xizmên windayan li dijî biryara ‘demboriyê’ bi bertek in: Em ê çawa ji bîr bikin?
09:01 Hevdîrektorê MLSA'yê Ok: Ber bi hilbijartinê ve çapemeniya kurd cardin bûye hedef
09:00 Dayikên cizîrî: Li dijî tecrîdê rabin
09:00 Mehmet Ocalan: Birayê min li Girava Îmraliyê ye yan na?
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2024'AN
08:49 Li Yozgatê otobûsa rêwiyan wergeriya: 19 kes birîndar bûn
08:46 Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir
08:12 Zem li benzînê hat kirin
14/02/2024
21:21 Banga meşa Kolnê ya ji bo Abdullah Ocalan
19:14 Di Doza Kobanê de grevên birçîbûnê hatin silavkirin
17:03 Texsîvanên li Wanê qeyûm protesto kirin
16:32 Nobeta Edaletê: Em komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin
16:26 Şêniyên gundê ku karesata madenê lê çêbû: Em bi tenê ne û bêparastin in
16:23 Giliyê berpirsyarên karesata Licikê hate kirin
16:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Em ê serî li ber zextan netewînin
15:44 Erdogan bi Sîsiyê ku jê re digot ‘kujer’ û ‘darbekar’ re ye
15:37 Hatîmogûllari li cihê karesatê ye: Em ê hesaba wê bipirsin!
15:29 DEM Partiyê ji bo Licikê pêşniyaznameya lêkolînê pêşkeş kir
15:22 Meşvanên Azadiyê li Rihayê ne
15:12 Dadgeha Bilind got ‘sûc nîne’: Dozên KCD’ê têk çûn
14:47 DEM Partiyê namzetên xwe yên hevşaredariyê yên Semsûrê eşkere kir
14:36 Li 22 bajaran 179 kes hatin binçavkirin
14:33 TMMOB: Divê kana madenê were girtin
14:01 Li Stenbolê 25’ê sibatê dê ‘Mitînga Azadiyê’ bê lidarxistin
13:59 Li Hezexê 2 kes hatin binçavkirin