TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye

  • rojane
  • 12:11 17 Sibat 2024
  • |

AMED - TJA’yê belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê bên lidarxistin, eşkere kir. TJA’yê diyar kir ku divê paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê bikeve meriyetê û wiha got: “Em ê dîsa vê yekê nîşan bidin ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê yekane rêya felat û xilasiyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê û xwezayê, bi taybetî jî ji bo jinan.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) belgeya xwe ya helwestê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku dê di 31’ê adarê de bên lidarxistin, li Sûr a Amedê eşkere kir. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, namzetên hevşaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û gelek jin tev li daxuyaniyê bûn. Li cihê daxuyaniyê pankarta “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” hatibû vekirin. Li ser navê TJA’yê Nûrcan Delî daxuyanî xwend. 
 
‘HEWLDANA TECRÎDKIRINA CIVAKÊ BI PÊNGAVA DEMOKRASIYA RADÎKAL TÊK ÇÛN’
 
Belgeya helwestê ya TJA’yê ya ji hêla Delî ve hatiye xwendin wiha ye: 
 
“Di encama pêşhilbijartinan de ku me bi gelheyeke herî berfireh, rêxistinkirî û civakî pêk anî, me namzetên xwe yên hevşaredariyê û namzetên endamên meclisan diyar kirine. Di vê pêvajoyê de navendên tehekûmê yên ku li hemberî têkoşîna jinên kurd a azadî, wekhevî û demokrasiyê hewl didin hemû hucreyên civakê bikin bin tecrîdekê, bi pêngava demokrasiya radîkal a tevgera me ya ji bo rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz careke din têk çûn.
 
PÊŞHILBIJARTIN JI BO ME BÛ ÇAVKANIYA MORALÊ 
 
Ev pêngava demokrasiya radîkal a bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad hatî kirin, di tevahiya pêvajoyê û encamên wê de ji bo me hemûyan bû çavkaniyeke mezin a motîvasyonê. Ev beşdariya xurt a rêhevalên me yên jin a hem li pêvajoyên namzetiyê hem jî li xebatên pêşhilbijartinê li hemberî xeyala pergala serdest a siyaseteke ji jinan xalî, bûye helwesteke siyasî. Lê belê, vê pêvajoyê tiştekî wiha jî nîşanî me daye ku nêzîkatiya me ya etîk û estetîkê ku yek ji prensîbên me yên azadiya jinan e û pîvanên me yên welatparêziyê, di tetbîqkirina van her du xalên navborî de qelsbûnek heye. Ji bo jinên kurd ev ne tenê zêdebûna hejmarê ye, lê jinên kurd divê her di nav wê hewilê de bin ku paradîgmaya ku xwe spartinê û hişmendiya xwe jî di hemû warên jiyanê û têkoşînê de bikin esasî.
 
DIVÊ MOTÎVASYONA ME YA HEYÎ VEGUHERE HÊZEKÊ 
 
Bê guman, şoreş pêvajoyek jîndar û zindî ye. Tevgera me ya ku di demên herî dijwar de ji demokrasiya radîkal tawîz nedaye, bi rêhevaltiyeke xurt, bi mekanîzmayên rexnekirin-xwerexnekirinê û bi xurtkirina bîrdozî û wêrekiya ku tu carî ji xwe kêm nekiriye, dê li kêmasiyên heyî bikole û çareser bike û avakirina şoreşê bidomîne. Divê motîvasyona me ya heyî veguhere hêzekê ku dê têkoşîna me bi nirxên jinên azad û pîvanên welatparêziyê re bê şert û merc bike yek. Em sedî sed piştrast in ku di serî de namzetên me, lê pê re jî hemû rêhevalên me yên jin ên ku dê xebatên xwe yên hilbijartinê bidomînin wê bi vê baweriyê têkoşîna xwe berdewam bikin.
 
RÊVEBERIYA GELPARÊZ Û DEMOKRATÎK
 
Avakirina jiyaneke azad ku sedema têkoşîna me ye, rêvebirineke gelparêz û demokratîk a rêveberiyên xwecihî ji xwe re wek bingehekê dibîne; û ev binhehgirtin jî berpirsyariyê dide ser milên hemû aliyên civakê. Di rêveberiyên xwecihî de xwe birêvebirin ku yek ji pêwîstiyên civakeke ehlaqî û siyasî ye, bi rêya tetbîqkirina demokrasiyeke radîkal dikare bikeve meriyetê. Çawa ku hişmendiya rêveberiyên xwecihî alternatîfa herî xurt e li dijî rêveberineke yeknavendî, pêkanîna vê alternatîfê jî, tekane bi rêya felsefeya demokratîk û ekolojîk pêkan e ku azadiya jinan diparêze. Perspektîfa me ya azadiya jinan têdikoşe ku hevsengiya ekolojîk biparêze, bihêle ku çand û nasname xwe bi awayekî azad îfade bikin, kedê civakî bike û xizaniyê tune bike. Avakirina herêmên xwecihî yên ku li gorî tehayûla neteweya demokratîk pirzimanî, pirçandî, pirnasnameyî ne, tenê bi rêya xeta azadiya jinan dikare pêkan e.
 
AVAKIRINA HEVJIYANA AZAD Û HEVSEROKATIYÊ 
 
Bi zanîna vê rastiyê, divê ev pêvajoya pêşiya me ne tenê wek erefeya hilbijartinan were nirxandin. Ev yek berpirsyariya me ye ku em vê pêvajoyê wek deverêyekê bibînin ku dikare tecrîda li ser jinan, ciwanan, gelên Kurdistanê û bîr û baweriyên cihê bişikîne, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi xwe re bîne û paradîgmaya wî bike malê civakê. Ev berpirsyarî pêwîst dike ku em vê pergala tecrîdê baş fam bikin û ji wê meyildariyê dûr bisekinin ku dixwaze cihê xwe li gorî kom û aliyên tehekûmxwaz diyar bike. Lazim e ku jinên kurd di serî de ji bo gelên Kurdistanê û pê re jî, ji bo hemû gelên cihanê êdî ji pozîsyona parastinê derkevin û bibin hêzeke avakar; û ev pergala ku ew ava dikin jî, divê pergala hevjiyaneke azad be. Armanca eslî ya hêzên modernîteya demokratîk avakirina hevjiyaneke azad e li dijî modernîteya kapîtalîst ku her hucreya ku baweriya azadiyê tê de dibişkuve, dixwaze bi polîtîkayên kontrolkirin, teşedayîn û girtinê bike bin tecrîdekê û qirkirina jinan kiriye polîtîkaya xwe ya mayinde. Ev yek jî, bi azadhêliştina nasnameya jin û mêrên azad û bi avakirina zemînekê pêkan e ku dihêle di serî de têkiliyên di navbera jinên azad û mêrên azad pêk werin û pê re jî, dihêle hemû hêmanên jiyanê pevrebûneke azad, wekhev û xweser pêk bînin. Ev zemîn jî li rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk bi pergala hevserokatiyê dikare were lêkirin ku ji bo wê rêxistinkirineke civakî ya ji taxan heta gund û bajaran divê.
 
BENDEWARIYÊN JI PERGALA HEVSEROKATIYÊ
 
Em dikarin pergala hevserokatiyê wekî pergaleke wisa pênase bikin ku tê de jin û mêr bê îstîsna hemû xebatên rêveberiyî yên pergala hevjiyana azad di nav yekitiyekê de û bi hev re bimeşînin. Hevserokeke jin û hevserokekî mêr tên hilbijartin ku ev kes tenê wekî nûneran nikarin werin nirxandin, ji wê wêdetir ev yek wekî rengvedana hizir û pratîka hevpar a hemû meclisan e û ev kes jî ji aliyê hemû meclisan ve bi fikir û îradeyeke azad tên diyarkirin. Lê belê di şexsê wan de rêveberî ya civakê ye, ev civakîbûn divê derkeve holê. Çawa ku hevserokatî wekî kêm zêde belavkirineke peywiran nikare were dîtin, her wiha, lazim e ew ji rolên jintî û mêrtiyê yên avakirî jê bê xalîkirin. Di çarçoveyê de hem jiyana takekesî û nêzîkatiyên namzetên me yên hevserokatiyê divê civakî bin, hem jî şêwaz, helwest û rêbazên wan ên li hemberî civakê. Kurdistan mêtingehek e û rizgariya Kurdistana mêtingehkirî tene bi jiyaneke wisa pêkan e ku tê de em di hemû warên jiyanê de xwe ji modernîteya kapîtalîst qut bikin û jiyaneke li ser nirxên sosyalist avabûyî ya bê çîn, bê mêtingerî û li ser bingeha azadiya jinan ristî bibin serî. Di vê serdemê de hêviya me ji hemû rêveberên me yên jin û mêr û bi taybetî jî namzetên me yên hevserokatiyê ev e.
 
HEKE TEMSÎLIYETA WEKHEV BI ŞEKLÎ BIMÎNE DÊ VEGUHERE KANA PIRSGIRÊKAN
 
Mêrtiya klasîk a ku bi hezaran salan e ji aliyê hişmendiya serdest a mêrsalar ve hatiye kodkirin, di merheleyên nîşandana îradeya rêvebirinê de xwe bi feraset û pratîkên wisa xwe dide der ku neyartiya jinan dike, jinan biçûk dixe, tehemûlê jinan nake û wan berdide hev. Li dijî pergala temsîliyeta wekhev, eger li dereke jin werin nîqaşkirin, ji bo tunekirina nirxên têkoşînê yên heta niha avakirî hewilek hebe û temsîliyeta wekhev ne pêwîst were dîtin, wê deme ev yek tê wê maneyê ku li wê derê hişmendiyeke takekesîparêz û xwedî hesaben biçûk heye. Dema ku pratîkên şênber tên nirxandin, eger hal û helwesta heyî wê encamê derxe ku prensîba temsîliyeta wekhev bi sazî nebe, şeklî bimîne û veguhere kana pirsgirêkan, ev yek ancax weke dijminatiya demokrasî û gelan dikare were binavkirin. Eger nîqaşên rêveberiyê yên wekî kî dê îmzeyê biavêje, kî dê fermî xuya bike, kî dê di kîjan qadan de berpirsyar bibe hwd. dibin qeyran, ev tê wê wateyê ku hişmendiyên wan kesan ji desthilatê veneqetiyane. Ew îmze ne ya kesekî ye; dema ku ev yek wiha were dîtin ku ev kes îradeya meclisê tînin cih ku ji hela gel ve hatiye hilbijartin û vîna gel nîşan dide, wê demê nîqaşên wekî îmze dê ji hela kê ve bê avêtin dê bê wate bin. Divê neyê jibîrkirin ku pergala hevserokatiyê bi têkoşîna li dijî hişmendiyên wiha heta roja îro hatiye ku digotin ‘bi jinan re ew ê çawa bibe? Rêveberiyên xwecihî ji vê yekê re amade nîn in, nikarin û çi ferqa jin û meran heye.’ Û gele me xwedî li vê pergalê derketiye. Eger ku jin û destkeftiyên jinan ev bi hezaran salan bûne hedefa yekemîn a temsîlkarên desthilatdariyê û tehekûmê, îdiaya me ya têkoşîna li ser esasê azadiya jinan jî dê dîsa bênavber bidome.
 
DAÎREYÊN JINAN Û RÊVEBERÎ JI BO ŞIKANDINA MEYLÊN SERDESTIYA MÊRAN IN
 
Tevgera Jinên Azad bi mîrateya xwe ya bi hezaran salan û têkoşîna xwe ya van 50 salên dawî, temînata hebûna xweser a jinan e. Tevgera me ya ku hêza xwe ji civakîbûna xwe digire dê temîn bike ku rêxistina jinan a xweser di pergala me ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bi rengekî herî bi bandor bikeve nav jiyanê. Daîreyên jinan, rêveberî û yekîneyên girêdayî wan ne ji bo avakirina navendên nû yên desthilatdariyê ne, berevajî vê yekê ji bo şikandina desthilatdarî û meylên serdestiya mêran in. Ev yek helwesta me ya jêneger e ku têkiliya van mekanîzmayên ku em ê ji nû ve ava bikin li gorî prensîbên hevjiyana azad be, li ser esasên azadiya jinan hatibe avakirin û tê de biryar bi awayekî demokratik û nehiyerarşik werin girtin. Di vê çarçoveyê de divê rêbaza me ya bingehîn ev be ku li hemberî dijberî û rikberiyan, bi tedbîrên etîk û estetîkê li ser esasa hezkirin û parastina hemzayendên xwe û rêhevaltiya bi hemzayendên xwe re em tevbigerin.
 
XWEDÎDERKETINA LI NIRXÊN TEVGERA JINÊN AZAD BERPIRSYARTIYA HEVPAR A HER KES Î YE
 
Li aliyê din, rastiyek heye ku çawa em jiyanê bi mêran re parve dikin, em ê jî bi mêran re mekanîzmayên xwe yên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk jî bi mêran re bir ê ve bibin. Nêzîkatiya me ya sereke ew e ku em hemû têkiliyên xwe yên bi mêran re wisa daynin ku ew bikarin bêyî ku ji rêgezên azadiya jinan tawîz bê dayîn û dûrî pevçûnan, li ser esasên rêhevaltiyê, bi tedbîrên etîk û estetîkê bi rê ve herin. Lê belê divê tu carî neyê jibîrkirin ku di avakirina tecrubeya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik de ev yek berpirsyariya hevpar a hemû jin û mêran e ku xwedî li nirxên Tevgera Jinên Azad derkevin, wan biparêzin û mezintir bikin ji ber ku ev nirx bi têkoşîneke mezin heta roja îro hatine.
 
LI DIJÎ JINTIYA XIZANKIRÎ DÊ KOOPERATÎFGERÎ SEKNA ME YA ESASÎ BE
 
Mêtingerî û kedxwariya li ser keda jinan yek ji wan êrişan e ku em hem roja îro pê re rû bi rû dimînin hem jî ji demên berê heta roja îro em pê re rû bir û mane. Li hemberî pergaleke ku tê de keda jinan bi tevheviya raman, hest û laşê wan her tim bi şîdetê tê kontrolkirin û xwarin, divê rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk bang li hemû pêkhateyên civakê bikin ku bi perspektîfa azadiya jinan berheman biafirînin û encam û destkeftiyên vê afirandinê dîsa bi heman nêrîn û ferasetê bi rê ve bibin û ji bo pêkanîna vê yekê zemîn û îmkanên pêwîst peyda bikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku şîdeta ku li jinan tê kirin tenê piştî şîdetê bi dayîna derfet û pişgiştiya aborî, civakî, derûnî û hwd. nikare were tunekirin, li gorî têgihîştin û feraseta me, di heman demê de bi polîtîkayên pêşîlêgirtinê yên li ser esasê xilaskirin û tunekirina şîdetê ji nav civakê ev yek dikare bê çareserkirin û li hemberî nasnameya jintiya xizankirî û mehrûmkirî, kooperatîfgerî sekna me ya esasî ye ku pê re nasnameya jinan a hilberîneriyê û afirîneriyê dikare derkeve pêş. Pergala me ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk wê di vê serdemê de jî mîna rêveberiyên me yên berê tax bi tax navendên piştgirî, hevgirtin û hilberîna jinan ava bike û ew ê bi armanceke wisa tev bigerin ku dê jinek jî jê bê par û mehrûm nemîne.
 
Li hemberî jintiya ku bi modernîteya kapîtalîst hatiye avakirin, divê zanîn, tecrûbe û hestên jinan ên azadîxwaz û tevger û reftarên li dijî desthilatdariyê û bi awayekî nehiyerarşîk hunandî di nava hemû xebatên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bimehin û cihê xwe bigirin. Armanc divê ew be ku em rastiya modernîteya kapîtalîst û hêza ku wê tetbîq dike, yanê netewedewletê, baş analîz û fam bikin û mekanîzmayên wisa pêk bînin ku em pê neşibin serdestan, bi taybetî jî di warê têkiliyên jin mêran de û em hişmendiyeke xurt ava bikin ji bo birêvebirina van mekanîzmayan. Di vê çarçoveyê de pêwîst e ku mekanîzmayên ku wekî metropol, bajar, navçe, midûriyet, serokatiyên daîreyan û hwd. hatine diyarkirin em wan bi tu awayî ji hev cuda nebînin, ji hev parçekirî nefikirin û bi hişmendiyeke ku di hemûyan de hevpar û yek be - bi hişmendiya azadiya jinan - û bi pratîkeke bi heman rengî wan bi rê ve bibin.
 
POLÎTÎKAYA PIŞAFTINÊ Û SEKNA LI HEMBERÎ WÊ
 
Pir girîng e ku em her tim bi kûrahî û hêza dewlemendiya fikr, polîtîka û lîteratura xwe bawer bin û vê nêzîkatiyê di civakê de jî bi cih bikin. Modernîzma ku bi rêya medya, teknolojî, moda û polîtîkayên estetîkê yên netewedewletan an jî koalîsyonên netewedewletan an jî yên projegeriya saziyên alîkarî û piştgiriyê yên navdewletî û jintiya bi destê wan tê avakirin û polîtîkayên asîmîlasyonîst ên ku bi destê heman aliyan ve tên pêşxistin divê baş û rast werin tehlîlkirin û famkirin û di faaliyetên rêveberiyê de divê bi vê zanîn û ferasete em tevbigerin. Divê bi vê hişmendiyê çalakî bên kirin. Li dijî asîmîlasyona çandî, polîtîkayên xapînok û nepen ên navendên desthilatê yên di bin dirûvê projegeriyê de derdikevin pêşiya me û ew polîtîkayên ku ne tene bi awayekî sîmetrîk, lê bi awayekî bi asîmetrîk jî dixwazin karîgeriyekî li ser me bikin, divê em, ji ber çi sedemê dibe bila bibe, nehêlin ku ew hêdî hêdî xwe veguhêzînin karê me yê sereke yan jî çavkaniya me ya bingehîn û di vê mijarê de divê em xwedî helwesteke bihevseng bin.
 
Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk mekanîzmaya herî bingehîn û esasî ye ku gelê Kurdistanê, jin û keçên kurd ên ku bi qirkirina çandî re rû bi rû ne, li hemberî asîmîlasyonê xwe bigihînin ziman, çand û xwezaya xwe û çanda xwe ava bikin û li ser piyan bigirin. Siyaset û pratîkeke ku li gorî nêzîkatiya azadiya jinan nîn e û ji nav wê derneketiye, divê bi tu awayî neyê qebûlkirin û pejirandin. Nasnameya çandî divê wek tiştekî giştî were dîtin û divê hemû çalakî li ser vê bingehê bên organîzekirin. Rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk ji bo hemû beş û aliyên civakî ne. Ji ber vê yekê, bêyî ku tu tawîz ji rêgezên demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan bên dayîn, ev yek pir girîng e ku zemînek bê afirandin û xebat bên kirin ku di navbera wan mirovan de ku temen, zayend, şêwazên wan ên jiyanê û perwerdeya wan ji hev cuda ne danûstendin çêbe û hevpariyek ava bibe.
 
DÊ AKADEMIYÊN ZIMAN, ÇAND, DÎROK Û SIYASETÊ BÊN AVAKIRIN 
 
Çavkaniya me ya herî mezin hişê me yê hişknebûyî ye ku meyildariya xwe ya ji bo azadiyê ji dest nedaye. Di şoreşa hişmendiyê de rola herî girîng dikeve ser akademiyên ziman, çand, dîrok û siyasetê ku wê di nava rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratîk de bên avakirin. Hêza me ya bîrdoziyê, cesareta me û tecrûbeyên me mîrateya me ya herî mezin e. Di vê çarçoveyê de pêwîst e ku divê em hafizeya xwe zindî bihêlin, her tim serpêhatî û tecrubeyan bi hevdu re pareve bikin û dîroka têkoşînê bi xwe nedin destpêkirin. Di plansaziyên me yên rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik de jî di akademiyên me de jî, tecrubeya xwe ya qewîn û kevnar, hebûna xwe ya dîrokî û bersiva xwe ya ji bo pirsa “Em jiyaneke çawa dixwazin” divê em bikin nav kar û barên xwe û ev bibe bergeha me ya esasî. Li dijî hemû hînkirinên civaka xerckirin û xerîdariyê û pergala serdest a mêrsalar û kapîtalîst, ku tê de plansaziyên rojane û şêwazên rêveberiyeke bêbername bûne xuy û xislet, veguherîneke rastî û esasî tenê bi rêya akademiyên ku li ser bingeha xwecihiyê, demokrasiyê, jiyaneke ekolojîk û zanyariyên li ser azadiya jinan avakirî dikare pêk were. Heke na, şêwazên rêveberiyê yên wisa dê derkevin holê ku bi tu awayî li ser wan bi kurahî nehatiye fikirîn û ev yek jî dê nikaribe veguherîneke civakî ya radîkal pêk bîne.
 
FELSEFEYA ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ YEKANE RÊYA FELAT Û XELASIYÊ YE
 
Bi hemû aliyên xwe ve, ev têkoşîna ku em didin rêya çemî ye ku dê avakirina jiyana nû ji rêveberiyên xwecihî ber bi tevahiya cihanê ve, ber bi enternasyonalîzmê ve bibe. Ev yek berpirsyariya me ya civakî ye ku em bandora cihêrengî û cudahiyên xwecihî ya di guhertin û veguherînê de bizanibin û ji bîr nekin ku îdîa û doza me ji sînorên erdnigariyê wêdetir e û em têkoşîna xwe jî li ser esasa vê hêzê bikin. Berpirsiyariya me ya civakî ye ku em têbikoşin bi dîtina ku cihêrengî û cudahiyên deveran di guhertin û veguhertinê de çiqas bandorker be, û li ser bingeha vê hêzê ku îdiaya me li derveyî sînorên cografî ye.
 
Di vê serdemê de ku em ji bo avakirina rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik careke din dest bi xebatê dikin, em ê dîsa vê yekê nîşan bidin ku felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’yê yekane rêya felat û xilasiyê ye ji bo tevahiya mirovahiyê û xwezayê, bi taybetî jî ji bo jinan. Li dijî modernîteya kapîtalîst, em ê paradigmaya demokratik û jiyana ekolojik a li ser azadiya jinan ava bûyî - bêyî ku em kêliyekê jî rawestin - bikin nav mekanîzmayên li Rojhilata Navîn û tevahiya cihanê û em ê vê yekê bi modela xwe ya rêveberiyên xwecihî yên azadîxwaz û demokratik pê bînin ku ji bo konfederalîzma cîhanî ya demokratîk û konfederalîzma jinan a demokratik wekî zemînekê ye.
 

Sernavên din

20/02/2024
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN