Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?

  • jin
  • 11:37 18 Sibat 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê di danezana hilbijartinê ya jinan de bal kişand ser nûnertiya wekhev û got ku dê yekîneyên ekolojiyê, xetên tundiyê, navendên jiyanê yên bêastengî, kooperatîfên jinên azad, malên dengbêjan û akademiyên jinan bên vekirin. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) danezana jinan a hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê eşkere kir. Danezan li hotêleke li Enqereyê hate eşkerekirin û gelek sernav hatin vegotin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû deklarasyona bi sernavê “Em ê bi îradeya jinê demokrasiya herêmî ava bikin” xwend. 
 
Turkoglû, got “Me tu caran hilbijartinên xwecihî ji sindok û avahiyên şaredariyê bisînor nedît” û anî ziman ku ew li gorî nêrîna azadîxwaziya jinê tevdigerin. 
 
Bi domdarî Turkoglû hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên salên 1999, 2004, 2009 û 2014’an bi bîr xist û da zanîn ku jinan destkeftiyên heyî di encama bedelên giran de bi dest xistine. Turkoglû, wiha domand: “Qeyûmên bi destê AKP-MHP’ê hatine tayînkirin, raste rast destkeftiyên me hedef girt ku me di encama têkoşîn û bedelên mezin de bi dest xistin. Hewl da wan tune bike. Qeyûmên ku li gorî fermana qesrê tevdigerin, navendên li dijî tundiya ser jinê girtin, ev sazî veguherandin ‘navendên malbatan’ û di bin navê ‘parastina yekitiya malbatan’ de tundiya li ser jinan zêdetir kirin û rewa kirin.” 
 
Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû
 
Turkoglû, piştre jî bername û projeyên di danezanê de eşkere kir: 
 
* Îktîdar, ji bo sazûmankirina faşîzmê her roj sepaneke nû dixe meriyetê û tevî polîtîkayên wê yên dijminatiyê yên li dijî kurdan û jinan, tevî polîtîkayên qeyûm, tundî, zext û êrişên wê jî ji bo ‘Bi Îradeya Jinan Rêveberiyên Herêmî’ em careke din ji bo tiştên ji me hatine dizîn li xwe vegerînin tên. Em bi ser ketin. Em niha jî ji bo mezinkirina van destkeftiyan tên. Em ê li gel tevahiya rêxistinên jinan, înîsiyatîfên sivîl, meclisên taxan û meclisên jinan ên şaredariyan, Lijneyên Jinan ava bikin û bi rêya piştevanî û xwebirêxistinkirinê re çareseriyên hevpar biafirînin. 
 
* Bi pergala hevserokatiyê re; em ê îradeya jinan di her qadên jiyanê de xurtir bikin, bikin ku bêhtir tev li pêvajoya birêvebirina bajar bibin û feraseta demokrasiya xwecihî belavtir bikin. 
 
* Bi rêya rêgezên nûnertiya wekhev û pergala fermuarê re em ê lîsteyên meclisên şaredarî û meclisên giştî yên bajar weke rêbaza yek jin- yek mêr amade bikin. 
 
* Em ê têkoşîn, piştevanî û hevkariya jinan a herêmî, neteweyî û navneteweyî di rêveberiyên xwecihî de berfirehtir bikin. 
 
* Em ê bi piştevaniya jinan piştgiriyê bidin aliyê pirnasnameyî, pirçandî û pirzimanî yê herêman û bikin ku jin bi awayekî herî xurt tev li mekanîzmayên biryardayînê bibin. 
 
MIDÛRIYETÊN KU DÊ CAREKE DIN BIKEVIN MERIYETÊ
 
* Ji bo jiyana civakî dîsa bi nirxên wekhevî û azadiyê bikevin bê avakirin, parastin û mayîndekirin, polîtîkayên jinan û li gorî rêgeza rêveberiya xwecihî ava bikin. 
 
* Ji bo tevahiya jinên li herêman dijîn bi awayekî wekhev sûdê ji perwerdeya bi zimanê dayikê, plansaziya bajar, avahîsazî, navendên koordînasyona karesatan û xizmetên bajar bigirin, em ê rêgeza sûdgirtina wekhev bi awayekî çalak bixin meriyetê. 
 
* Me li Bajarên Mezin Serokatiyên Daîreya Polîtîkayên Jinan, li şaredariyên bajar û navçeyên din jî Maseya Jinan, Lijneya Jinan û Midûriyetên Polîtîkayên Jinan ava kirin. Aboriya Jinê, yekîneyên Tundiya li Dijî Jinê û Perwerdeya Jinê ên girêdayî van yekîneyan, Kooperatîfên Jinan û Navendên Jinan ava kirin. Em ê tevahiya van saziyan dîsa xurt bikin û li gorî pêdiviyê jî yên nû ava bikin. 
 
* Ji bo ku jin di pêvajoyên biryardayînê yên şaredariyan de bi awayekî bibandor cih bigirin, em ê dîsa ‘Meclisên Jinan ên Şaredariyê’ ku ji yên hatine hilbijartin û xebatkaran pêk tê ava bikin. Ji bo nêrîna jinê bandora xwe li tevahiya polîtîkayên herêman bikin me ‘Lijneyên Jinan’ û ‘Koordînasyonên Jinan’  û ‘Komîsyonên Wekheviyê yên Jin-Mêr’ ava kiribûn û dê ev hêj bêhtir bên belavkirin. 
 
* Ji bo ku di peymanên komelî de, hukmên zexta li ser zilamên tundiyê li jinan dikin bên bicihkirin, em ê sepana xwe bidomînin. 
 
* Di tevahiya yekîneyên polîtîkayên jinan diyar dikin de em ê rêxistiniya xweser a jinan xurb bikin û piştgiriyê bidin beşdarîbûna wan a di nava mekanîzmayên raye û biryarê de. 
 
* Li dijî pergala kapîtalîst a mêrserwer ku keda jinê tune dihesibîne, ji bo keda lênêrînê civakî bibe polîtîkayan pêş bixin, kreşên komelî û xizmetên lênêrînê ji bo kal, nexweş û astengdaran ava bikin. 
 
AKADEMIYÊN SIYASETÊ YÊN JIN
 
*Em bi biryar in; em ê rêveberiyên xwe yên herêmî ji xespên qeyûm rizgar bikin û bi modela xwe ya rêveberiya herêmî ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê em ê sedsala 21’an bikin sedsala jinê û bibin yek ji çavkaniyên îlhama têkoşîna mezin a jinan.
 
*Em ê bi îradeya jinan dest ji demokrasiya herêmî û sîstema hevserokatiyê bernedin. Em ê pêkanîna sîstema hevserokatiyê li hemû şaredariyên xwe yên bajarok, bajarê mezin, bajar û navçe bidomînin.
 
*Em ê Akademiyên Siyasetê yên Jinan, Dibistanên Polîtîkayên Jinan a Rêveberiya Herêmî belav bikin.
 
*Em temamiya budçeyên ku çi navendî be, çi herêmî be, yên bi destê mêran tên amadekirin red bikin. Ev budçe newekheviya zayendî ya civakê tîmar dikin û jin û ciwan di nav de nînin.
 
*Em ê planên xwe yên stratejîk, budçe, nîqaş û biryar dayînê, hemû pêvajoyan bi tevlîbûna aktîf a meclîsên jinan û rêxistinên jinan bimeşînin û nehêlin ku xebatkar beriya îstihdamên şaredariyê tevlî perwerdeyên zayendî yên civakî bibin.
 
NAVENDÊN HAFIZAYÊ YÊN JINAN
 
*Em ê li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi zimanê xwe hunerê biafirînin û projeyên xwe yên malên çandê ya jinan û malên dengbêjiyê hîn xurttir bixin meriyetê.
 
*Em ê veguherînin cihên ku jinên kal wê ezmûnên xwe lê ragihînin.
 
*Em ê cihên pîlot diyar bikin û di demên diyar ên salê de Mihrîcanên Çand û Hunerê ya Jinan lidar bixin.
 
KOOPERATÎFÊN JINÊN AZAD
 
*Li dijî polîtîkayên zayendperest ku ji keda jinan didize û bi vî rengî budçeya şer çêdike, dixwaze jinan ji qada hilberînê dûr bike û xizaniyê weke qederê li jinan ferz dike, em ê hîn jî hilberîna ji cihê xwe û ji herêmî esas bigirin.
 
*Em ê herêmên pîlot diyar bikin, Qursên Pîşeyê û Bazara Dîjîtal vekin û belav bikin.
 
*Em ê projeya xwe ya ‘Kooperatîfên Jinên Azad’ car din bixin meriyetê.
 
*Em ê projeyên ‘Bostanên bajar ên jinan’ û ‘bostantiya li ber derî’ car din bixin meriyetê. Em ê bi vekirina ‘malên tovê’ xizmeta fîde ya bêpere pêşkêş bikin.
 
*Bi budçeya jinê ya ku me ji şaredariyên xwe yên li seranserî bajar û navçeyê veqetandiye, em ê projeyên xwe yên standa mor û bazarên semtê belav bikin. Em ê qadên bazarê yên ji bo firotina berhemên xwe yên li kooperatîf, malan û bostanan hilberandine, li her derê vekin.
 
*Her sal di çarçoveya projeya me ya bi sernava ‘Ekonomiya Jinê’ de, em ê li cihên diyar standên jinên hilberîner vekin û mihrîcanên ku wê berhemên xwe lê pêşkêş bikin, lidar bixin.
 
*Em ê bernameya JINKART li hemû şaredariyên xwe bixin meriyetê.
 
*Em ê projeya xwe ya PED-MATÎK ku jin wê bêpere pêdiviyên xwe yên ped û kel û pelên hîjyenê lê dabîn bikin, weke herêmên pîlot hilbijêrin û bixin meriyetê û li ser esasê pêdiviyan wê belav bikin.
 
*Em şaredariyên pîlot diyar bikin û portala web vekin. Di bin bunyeya şaredariyan de em ê marketên dîjîtal vekin. Di bunyeya van marketan de pêdiviya wan bi çi heye wê li ser portala web’ê binivîsin û ji van pêdiviyan, ji xurek heta cil û berg û kel û pelên malê wê bêpere bên pêşwazîkirin. Bi vî rengî em ê piştevaniyê mezin bikin.
 
PROJEYÊN JI BO JINÊN CIWAN
 
*Em ê li bajarên ku pirsgirêkên perwerde û ekonomîk lê derketine, di çarçoveya polîtîkayên berfirehtir de bi jinên ciwan re nîqaş bikin û bi hev re têbikoşin.
 
*Ji bo xurtkirina jinên ciwan em ê navendên bêpere yên ku fealiyetên çand û hunerê û perwerde-etut dimeşînin, ava bikin.
 
*Em ê li derdorên yurdan ên ku jinên ciwan lê dijîn û durakên otobusan sîstemên ronîkirinê yên xurttir ava bikin.
 
*Ji bo jinên ciwan ên zanîngehê yên pirsgirêka bicihbûnê dijîn, em ê projeyên xwe yên yurdê car din bixin meriyetê.
 
*Ji bo jinên ciwan ên zanîngeh qezenc kirine, lê ji ber zehmetiyên madî nekarîne biçin zanîngehê yan jî perwerdeya xwe ya zanîngehê nekarîne bidomînin, em ê bursan bidin.
 
PROJEYÊN TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TUNDIYÊ
 
*Tundiya li dijî jinê ji sedî hezar û 400 zêde bûye, li dijî yên ku çav berdane mafên jinan em têkoşîna herî mezin dimeşînin. Em ê tiştên ji me hatine dizîn, bistînin û polîtîkayên ji bo zêdekirina destkeftiyên xwe, bi hev re pêk bînin. Em ê belgeyên mîna CEDAW, Deklerasyona Pekîn û Peymana Stenbolê ku di çarçoveya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de xwedî belgeyên navneteweyî ne, belgeyên ku destkeftiyên têkoşîna jinê ne, bixin meriyetê û referans qebûl bikin.
 
*Em ê li her bajar û navçeya ku nifûsa wê li ser 100 hezarê ye, şert û mercên guncaw ava bikin û stargehên girêdayî şaredariya xwe ji nû ve vekin.
 
*Em ê navendên xwe yên têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ku alîkariya psîkolojîk û hiqûqî ya bêpere dide, ji nû ve vekin.
 
*Em ê li dijî her cure tundiya li ser şexsên LGBTÎ’yî têbikoşin.
 
*Di têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de weke gava destpêkê em ê stasyonên xwe ji nû ve vekin û hejmara wê zêde bikin.
 
*Em ê bi dînamîkên jinan ên li sazî û meclîsan, têkîliyên têkoşîna hevpar pêş bixin û ji bo astengkirina tundiya mêr a li ser jinê, xebatên piralî bimeşînin.
 
*Em ê ‘Xeta Tundiyê ya Alo’ ya bi pirzimanî li hemû şaredariyên xwe ji nû ve ava bikin.
 
*Di serî de zarokên keç, ji bo hemû zarok perwerdeyên xwe bidomînin, em ê xizmeta bêpere ya yurt û înternetê pêşkêş bikin.
 
PLANÊN ÇALAKIYÊN JINAN ÊN LI DIJÎ KARESATÊ 
 
* 'Plana Çalakiyê yê jinan ê li dijî karasetê wê li her şaredariyên me bi awayekî xweser bê avakirin û bi fermî were qebûlkirin.
 
* Ji dema ku karesat çêbibe, em ê tavilê analîza rewşa heyî û hewcedariyê bikin û kordînasyona çavkaniyê peyda bike ava bikin.
 
* Dê  li herêmên karesatê ekîbên me yên dildar ên jin hebin. Em ê di her qonaxek koordînasyona karesata awarte de nûnertî û tevlibûna wekhev misoger bikin.
 
* Em ê kelûpelên paqijiyê yên Şaredariyê ku jin û zarok piştî karesatê jê sûdê werbigirin, herî kêm salekê dê bi rêkûpêk bên belavkirin.
 
* Li gorî pêdiviyên jinan em stargehên demkî ji bo jinan ava bikin. 
 
* Li navendên demkî yên karasetê, derbarê tundiya mêr de em yekîneyên ewle yên li dijî tundiya mêr perwerdekirî û yekîneyên civakî ava bikin. 
 
RREWŞA JINÊN ASTENGDAR
 
* Polîtîkayên bi arzan îro astengiya herî mezin a li pêşiya tevlîbûna jin û keçên astengdar a nava jiyanê ye. Ji ber ku ji bo jin û keçên astengdar polîtîkayên guncav nehatine avakirin, kolan her tim dibin cihên ku ev kes rastî her cure îhmal û destdirêjiyê bên.
 
* Em ê navendên jiyana jinan a bê asteng ava bikin.
 
* Tevlîbûna jinên astengdar di jiyana civakî de di çarçoveya Daîreyên Jinan û Rêveberiya Jinan de; Em ê Yekîneyên Wekheviyê ava bikin da ku pirsgirêkên ku ew di gihandina mafên wek perwerde, tenduristî, werzîş, starge, çûnûhatin û kar de rû bi rû dimînin çareser bikin.
 
* Em ê bi jinên ku ji b nexweş, extiyar û astengdaran kedê didin re tevbigerin, li gorî daxwaz û pêdiviyên wan polîtîkayan pêş bixin û van polîtîkayan pêk bînin.
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ YÊ BI ZIMANÊ DAYIKÊ
 
* Li hemberî polîtîkayên tenduristiyê yên monîst, zayendperest em ê dev ji gotina "Tenduristiya bêpere ya bi zimanê dayikê maf e" bernedin.
 
* Em ê bi jinan û rêxistinên jinan re polîtîkayên xwe yên tenduristiyê biafirînin.
 
* Em ê li şaredariyên xwe yekîneyên tenduristiyê ava bikin û li ser tenduristiya jinan projeyên taybet pêş bixin.
 
* Bi diyarkirina şaredariyên pîlot em ê navendên xwe yên tenduristiyê yên jinan ji nû ve bidin destpêkirin.
 
QADÊN EKOLOJÎK Û QADÊN JIYANÊ YÊN DOSTÊN JINAN
 
* Em ê li şaredariyên xwe 'yekîtiya ekolojîk' ava bikin.
 
* Em ê bi hev re bajarên ekolojîk, yên dostên jinan ava bikin.
 
* Em ê polîtîkayên ku gund û bajarên me bi tevna ekolojîk re li hev bikin biafrînin.
 
* Em ê kampanyayên çandina şitilan ên ku her sal li gorî demsalan bi dirûşma 'Eger dara te tune be, tuneyî ' li dar dixin berfireh bikin. Em jin bi hev re daristanên xwe yên bajaran ava bikin.
 
JINÊN PENABER
 
*Em ê li dijî polîtîkayên şer û tundiyê bisekinin.
 
* Bi avakirina yekîneyan di nava Dezgehên Polîtîkayên Jinê de;  ji bo tevlîbûna nava jiyanê ya jinên koçber û li dijî pirsgirêkên kar, ziman, tundî, gihandina tenduristiyê, zewaca di temenê zarokatiyê de, rûbirûbûmayîna zewacê cara duyem, îstismarkirina kedê, perwerdehî, starbûn, veguhestin û hwd. ku dijîn têkoşînê bidin; Li bajarên ku lê bi cih bûne, ji bo ku ziman û çanda xwe azadî bijîn, bi awayekî wekhev û azad beşdarî jiyana civakî bibin, em ê ji bo wan polîtîkayên çareseriyê pêş bixin.
 
* Em ê polîtîkayên ku jinên koçber û penaber ên rastî şîdetê tên ji stargeh û navendên jinan ên li dijî tundiyê sûdê werbigirin, bimeşînin."
 
 

Sernavên din

20/02/2024
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN