Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe

  • rojane
  • 16:50 18 Sibat 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan hatiye destpêkirin, li 6 bajaran berdewam kir û çalakvanan gotin: “Em dixwazin Rêberê me azad bibe.” 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ku li gelek bajaran bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir.
 
WAN 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 76’en de dom kir. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hatin serdana nobertê. Dayik bi xizmên girtiyan re axivîn û gotin ku piştgiriyê didin berxwedana wan. 
  
Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya li Amedê bi pêşegntiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 76’an de berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Ji bo edelatê tecrîdê bişkînın, ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Gelek kes hatin serdana nobetê. 
 
Kesên hatin serdana nobetê bal kişandin ser wateya meşa azadiyê, têkoşîna dayikan û xizmên girtiyan û banga piştgiriyê li xelkê Amedê û her kesî kirin. 
 
Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan", "Bê Serok jiyan nabe” û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û çalakî bi çepik û tililiyan bi dawî bû. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 18’an de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Mêrdînê hatiye destpêkirin didome. Rêxistina DEM Partiyê ya Stewrê hat serdana nobetê û peyama têkoşînê hat dayîn. Dayika Aştiyê Saîme Onder di çalakiyê de axivî û got ku wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nobet daye destpêkirin. Onder, wiha domand: “Zarokên me jî di zindanan de di greva birçîbûnê de ne. Em daxwaza azadiya Rêbertiya xwe, zarokên xwe û gelê xwe dikin. Heta azadiyê dê ev têkoşîn bidome. Bijî berxwedana zindanan.” 
 
EDENE 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 77’an de berdewam kir. Nobet, li avahiya komeleyê tê lidarxistin û îro Dayikên Aştiyê û rêveberên DEM Partiyê hatin serdanê. Çalakvanan daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û gelek caran dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û "Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.
 
Nobeta Edaletê bi stranên dayikan berdewam kir. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li Stenbolê hatiye destpêkirin, di roja 69’an de li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Kuçukçekmeceyê dom kir. Li ewyana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin û ji bo avakirina aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin û dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin. 
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Eyupê Nedîm aydin, rêveberên Konfederasyona Saziyên Civakî yên Sivîl ên Bedlîsê (BÎTLÎSKON) û Komeleya Amediyan û gelek welatî hatin serdana çalakiyê. Hevserokê DEM Partiyê yê Eyûpê Nedîm Aydin di çalakiyê de axivî û wiha got: “Çalakî êdî li her devera cîhanê tên naskirin. Hemû gelên bindest vê têkoşîna gelê kurd ji xwe re mînak digire. Awayê xebatê yê tevgera me ji bo cîhanê dibe mînak. Êdî li seranserî cîhanê behsa kurdan tê kirin.” Piştre jî Hevserokê MATUHAY-DER’ê Mehmet Şafî Erol axivî û ev tişt anî ziman: “Weke kurd em neteweyekin û xwedî ziman, çand û erdnîgariyekê ne. Em dixwazin bi nasnameya xwe bijîn. Lewma em bi tu awayî tecrîda girakirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl nakin. Heke çareseriyek çêbibe, divê ev çareserî bi birêz Ocalan re bibe.”

Sernavên din

20/02/2024
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN