Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye

  • rojane
  • 09:06 19 Sibat 2024
  • |

AMED - Hevserokê MED-DER’ê Remzî Azîzoglû diyar kir ku heta ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Yekane tişta civakan ji hev cuda dike ziman e.”

Lijneya Giştî ya Rêxistina Çand, Zanîst û Perwerdehiyê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1999’an de 21’ê Sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” qebûl kir. Ji sala 2000’an ve her sal weke 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Li gorî “Atlasa zimanên di Xetereyê de ne” ya di Adara 2013’an de ji aliyê UNESCO’yê ku sala 2008’an weke “Sala Zimanan a Navneteweyî” îlan kir ve hat weşandin, li cîhanê ji sedî 40 ê 7 hezar zimanan, yanî 2 hezar 500 ziman di bin gefa windabûnê de ne. Li cîhanê ji sala 1950’yan ve hejmara zimanên windabûne 230 e. Heta niha li Tirkiyeyê 18 ziman winda bûn, zaravayê kurdî yê kirmanckî jî bi xetereya windabûnê re rûbirû ye.
 
TÊKOŞÎNA ZIMANAN
 
Gelê kurd tevî zext û zorên bi salan e jî dest ji têkoşîna jiyandina zimanê xwe bernadin. Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ji bo pêşvebirina kurdî her sal bi sedan kursiyerên xwe perwerde dike. Hevserokê MED-DER’ê  Remzî Azîzoglû bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê nirxandin kirin. 
 
Azîzoglû bal kişand ser têkiliya di navbera zimanê dayikê û pêşketina zarokan, wiha got: “Hestên hînbûna zimanê dayikê ya ji bo zarokekî ligel ketina zikê dayikê dest pê dikin. Ji ber vê yekê zimanê dayikê gelek girîng e. Ziman paralelî pêşketina ramanê ye. Zimanê dayikê çiqas bihêz be, bingeha wî jî ewqas bihêz dibe. Ziman di heman demê de bingeha wêje û helbestê ava dike. Ziman civakîbûne.”
 
ZIMANÊ 25 MILYON KURDAN TÊ ÎNKARKIRIN 
 
Azîzoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê nêzî 25 mîlyon kurd dijîn, lê zimanê wan ê dayikê ne zimanê fermî ye, ne jî zimanê perwerdeyê ye û wiha berdewam kir: “Kurd hêj jî di bin serdestiyê de ne. Bêguman divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û her wiha bibe zimanê fermî. Heke em qala yekîtî û wekheviyê bikin, beriya her tiştî divê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê. Azîzoglû, anî ziman ku bingeha neteweyekî ziman ava dike û wiha lê zêde kir: “Yekane tişta ku civakê ji hev cuda dike ziman e. Ev yek nîşanî me dide ku ziman çiqasî girîng e. Li dijî tevlikirina kurdî ya ji aliyê bi milyonan ve tê bilêvkirin, weke dersa bijarte ya çend saetan di mufredatê de, em perwerdeya bi zimanê dayikê diparêzin. Hewl tê dayîn ku ji temenê biçûk zarokên kurd hînî tirkî bikin. Ev jî wan ji zimanê wan ê dayikê dûr dixîne û pirsgirêka esas jî ji vir dest pê dike.”
 
‘DIVÊ EWILÎ HÎNÎ ZIMANÊ DAYIKÊ BIBE’ 
 
Azîzoglû, diyar kir ku daxwazên xwe yên zimanê dayikê bi salane bi awayekî zelal û vekirî tînin ziman û destnîşan kir ku heta daxwazên wan neyên bicihkirin dê têkoşîna xwe bidomînin. Azîzoglû, diyar kir ku divê zimanê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê bibe zimanê perwerdehiyê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê dayik û bav li malê li kolanê bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin. Divê feraseta ‘Ji bo ku zarokên me tirkî nizanin bi paş ve dimînin’ terk bikin. Ji xwe zarokên me bi demê re dê hînî tirkî bibin, ya girîng ew e ku zimanê xwe yê dayikê bizanin. Divê bi hînbûna zimanê dayikê hişmendiya kurdî bê telqînkirin.”
 
MA / Mehmet Guleş 
 
 

Sernavên din

20/02/2024
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin
15:38 Berdana girtiyê nexweşê giran ê 30 sal in girtiye hate taloqkirin
13:54 Li Amedê ji kesê astengdarê zîhnî agahî nayê wergirtin
13:14 Li Efxanistanê hezaz çêbû: Herî kêm 25 kes mirin
11:33 Li Gemlîkê erdhej çêbû
11:14 Yaşar Kirmizi piştî 32 salan hate berdan
11:05 Listikvanan bertek nîşanî qedexeyê dan: Eywan tune bin em ê li kolanan bilîzin
10:39 Rojnameger Hesen: Meseleya Tirkiyeyê ne PKK, dijminatiya li kurdan e
10:03 Bozan: ‘Meşa Mezin a Azadiyê’ tenê destpêkek bû
09:26 Ewilî bi kurdî silav da pişt re îşareta gurêboz kir
09:25 Goksoy: Rêveberiya herêmî ya bi pêşengiya jinê bi hevserokatiyê pêkan e
09:11 118 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:10 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 85 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:09 9 karkerên madenê ku 13 sal berê di bin hezazê de mabûn winda ne
09:07 ‘Hewl tê dayîn kurdî bi polîtîkayên bişaftinê bê tunekirin’
09:06 Ji MED-DER’ê banga ji bo kurdî: Ziman hebûna civakê ye
09:05 Ozoral ê OHD’î: Mûxatabê çareseriyê rasterast Abdullah Ocalan e
09:01 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2024'AN
18/02/2024
21:15 Zeraq: Divê ziman bi me re veguhere perçeyekî ji me
20:04 Bi pêşkeşkirina şanoyê bal kişandin ser greva birçîbûnê
18:20 Li Rihayê jinek hate qetilkirin
17:18 Amedsporê Derîncespor têk bir û derket rêza yekemîn
16:50 Nobeta Edaletê li 6 bajaran berdewam kir: Em dixwazin Rêberê me azad bibe
16:49 Midûrê kana madenê hate berdan
16:30 Buroya hilbjiartinê ya Bêrecûkê bi girseyî hat vekirin
15:37 Li Êlihê li dijî tiryakê daxuyanî hat dayîn
15:27 Dê li Wanê ji bo zimanê kurdî meş bê lidarxistin
15:25 ‘Bila tevahiya kanên madenê yên zirarê didin gel bên girtin’
15:10 Rojnameger Kemal Kiliç hat bibîranîn: Roniya têkoşîna wan rêya me ronî dike
14:50 Çelîk ê piştî 30 salan tehliye bû bi girseyî hate ziyaretkirin
13:36 Strana hilbijartinê ya nû DEM Partiyê: Serfiraz bo DEM Partî
13:06 Danezana hilbijartinê ya DEM Partiyê: Em ê bi hev re teqez bi ser kevin
12:12 Midûrê kana madenê hate binçavkirin
11:37 Di danezana hilbijartinê ya jinan a DEM Partiyê de çi heye?
11:12 Ji DEM Partiyê straneke nû ya hilbijartinê ya jinan
10:40 Ji DEM Partiyê danezana hilbijartinê ya jinan: Yekane partiya nûnertiya wekhev diparêz e em in
10:20 Kovara Jînê bi manşeta ‘zimanê dayikê’ derket
10:07 Ekolojîstên ku nehiştin biçin qada hezazê: Divê em xwe birêxistin bikin
10:06 Misirc hewl dide qeyûm bişîne: Gel ji hemû xizmetan bêpar maye
09:35 Şaredariya AKP'î îhaleyên bi milyonan lîre dane şîrketên malbatî
09:28 Çand Ma, dê bibe diyariya Newrozê ji bo zarokan
09:25 Wesayîta karkeran qeza kir: 15 kes birîndar bûn
09:18 Berteka ji bo astengkirina afîşên kurdî: Ditirsin
09:09 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 84 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:07 117 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:04 Li Kurdistanê ji 248 namzetên AKP'ê tenê 3 jê jin in!
09:04 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Tirkiye amadekariya operasyoneke berfireh dike
09:00 ROJEVA 18’Ê SIBATA 2024’AN
17/02/2024
22:56 Li Stenbolê mafê zimanê dayikê û girîngiya wê hat gengeşekirin
20:34 Li Şirnexê 4 kes hatin girtin
19:21 Platforma Jinan a Mêrsînê: Em ê nehêlin Qanûna Medeniyê bê guherandin
18:40 Bakirhan: Em jî ji bo hilbijêrên xwe yên helal têbikoşin
17:45 Li Amedê jinek rastî êrişa mêrekî hat
17:41 Ji bo mîtînga 'Demokrasî û Azadiyê' belavok hatin belavkirin
16:43 Dr. Nevruz Ugur: Ji sedî 70’ê zarokên dev ji dibistanê ber didin zimanê wan ê dayikê cuda ye
16:29 Bakirhan bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya
16:24 Bi deh hezaran kes li Kolnê ji bo Abdullah Ocalan hate gel hev
16:21 Kişanak: Em ji bo avakirina pirên aştiyê yên di navbera Enqere û Amedê de dikevin rê
16:09 Nobeta Edaletê: Divê li dijî tecrîdê toreke xurt a têkoşînê bê avakirin
15:49 DEM Partî çû serdana KESK’ê
15:38 ‘Bila girtiyên nexweş Keskîn, Yildiz û Karsu bên berdan’
15:10 Dayikên Şemiyê faîlên Karakoç pirsîn
14:49 Aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin hat pirsîn
14:05 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bîllboardên bi kurdî asteng kir
13:40 Gultan Kişanak bû namzeta DEM Partiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê
13:25 DEM Partiyê ji bo ‘Mitînga demokrasî û azadiyê’ bang kir
12:47 Di pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî’ de qonaxeke nû dest pê dike
12:27 X’ê hesaba kurdî ya JINNEWS’ê asteng kir
12:11 TJA’yê belgeya xwe ya helwestê eşkere kir: Tekane rêya xelasiyê felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye
11:55 Cenazeyên 2 muretabatên keştiya kargoyê ya noqî avê bûbû hatin dîtin
11:42 Posterê Ocalan hilawistin pirê
11:40 Li Bursayê 2 kes hatin girtin
11:12 Zextên ser girtiyên ketine greva birçîbûnê zêde bûn
10:35 Konak: Li Rûsyayê muxalîf ji ber xwe ve namirin
10:07 Ji ber karesata Licikê 6 kes hatin girtin
10:05 ‘Divê li Licikê demildest tevdîr bên girtin’
09:36 Namzetê Hevşaredariya Şirnexê Saltan: Xwediyên rasteqîn ên bajêr vegeriyan
09:15 Şakar: Ocalan bi fikrên xwe vegeriya Rojhilata Navîn a bi komployê jê hatibû derxistin
09:07 Xwişka girtiyê nexweş Zoraslan: Li benda mirina wî ne
09:06 Greva birçîbûnê di roja 83’yan de berdewam dike
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 116 roj in agahî nayên girtin
09:04 Qeyûman Hezex bihost bi bihost firotin!
09:03 Yên ku Kemal Kiliç qetil kirin bi destê AKP'ê di meclise de ne
09:00 ROJEVA 17’Ê SIBATA 2024’AN