Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire

img
AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bal kişand ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û anî ziman ku mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire 
 
Platforma Tenduristiyê ya Amedê, di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi serenavê “Xizmeta Tenduristiyê ya bi Zimanê Zikmakî Mafekî Rewa ye!” li ber Serbijîşktiya Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyyubî daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Ji bilî Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Tenduristiya bi zimanê zikmakî hilma jiyanê ye” hate vekirin. 
 
Metna daxuyaniyê ya bi tenê kurdî hate dayîn Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran xwend. 
 
‘MAFÊ TENDURISTIYÊ YÊ DI ZIMANÊ DAYIKÊ DE’ 
 
Tûran da zanîn ku bi armanca xurtkirina feraseta pirzimanî, pirçandî û li hev hatina navneteweyî UNESCO’yê ji sala 1999’an vir ve 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pejirandiye û wiha got: “Ziman bi tenê ne amûra derbirînê ye di heman demê de naverok û wateya peyvê jî diyar dike. Gel bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya çandî li ser piyan digirin û pêş ve dibin. Her wiha mirov jî bi alîkariya ziman nasnameya xwe ya takekesî rave dikin û hest û ramanên xwe tînin zimên.
 
DAXWAZA XIZMETA TENDURISTIYÊ YA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ PAREK JI MAFÊ TENDURISTIYÊ YE
 
Tûran, bi lêv kir ku ziman rasterast bandorê li ser çawanî û xwegihandina xizmetên tenduristiyê dike û wiha berdewam kir: “Hevfêmkirina di pêwendiya navbera nexweş û kedkarên tenduristiyê de bandoreke mezin li ser çawanî û encamên xizmeta tenduristiyê dike. Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî parek ji mafê tenduristiyê, mafê tedawiyê, mafê nexweş û mafê jiyanê ye. Ji bona xizmeteke wekhev û hêja divê di warê tenduristiyê de zimanê zikmakî bê bikaranîn. Mixabin li Tirkiyê wekî hemû qadan di qada tenduristiyê de jî mafê bikaranîna zimanê zikmakî tê binpêkirin.
 
Zimanê tirkî li ser hemû kesan hatiye ferzkirin û rê li ber bikaranîna zimanên dîtir girtiye. Gava em peywira xwe tînin cih tu caran ji hêla nijad, ziman, zayend, bawerî û çînê ve cudatiyê naxin navbera nexweşên xwe û em baş dizanin ku ji bona anamnezeke xurt hewce ye ragihandineke baş bi nexweş re bê danîn. Ji bo ev ragihandin xurt be divê hem nexweş û hem jî tenduristvan heman zimanî biaxivin. Nexweş divê bi zimanê ku herî baş xwe pê tîne ziman (ev ziman pirî caran zimanê zikmakî ye) bipeyîve. Lê şûna vê gelek caran kesê sêyemîn wek tercûman qaşo têkiliya di navberê de pêk tîne û ev jî mahremiyeta di navbera nexweş û tenduristvan de ji holê radike. Mixabin ji ber kesê sêyemîn nexweş nikare xwe bi rihetî û bi awayekî rast bîne zimên û derd û kulên xwe vebêje û ev jî dibe sedema pirsgirêkên mezin. Jixwe bona gelek xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî hilde tu hincet navê. (Herçiqas karibe xwe bi zimanekî din îfade bike jî). Gava pirzimanî û pirçandîbûna Tirkiyê li ber çavan were girtin ji bo çareserkirina van pirsgirêkan divê perwerdehiya bi zimanê zikmakî û bikaranîna wê were teşwîqkirin û destek bê dayîn.”
 
‘EM XIZMETEKE BÊPERE Û ZIMANÊ ZIKMAKÎ DIPARÊZIN’ 
 
Tûran, anî ziman ku di warê tenduristiyê de jî ji perwerda tibê hetanî xizmetdayîna tenduristiyê divê di her astê de rê li ber bikaranîna zimanê zikmakî were vekirin û got: “Wekî sazî û rêxistinên tenduristiyê em xizmeteke wekhev, hêja, bêpere û bi zimanê zikmakî diparêzin. Bi minasebeta 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cihanê em dixwazin astengiyên li ber bikaranîna zimanê zikmakî werin rakirin û her kes karibe bi zimanê xwe xizmeta tenduristiyê bigire.”
 
 

Sernavên din

23/02/2024
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin