DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir

NAVENDA NÛÇEYAN - DEM Partiyê li gelek bajaran bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir. 
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de amadehiyên xwe lezandin.  DEM Partî îro li gelek navendan bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir. 
 
WAN: LI 3 NAVÇEYAN VEKIRINA BUROYAN
 
DEM Partî li navçeyên Elbak, Payîzava û Westanê buroyên hilbijarinê vekir. Li gel namzetên hevserokên şaredariyê, gelek kes tev li vekirina buroyê bûn. Namzetên hevserokatiyê di têkotina navçeyê de ji hêla gel ve bi girseyî hatin pêşwazîkirin. Piştre girse derbasî buroyê ku dê bihata vekirin bû. Piştî vekirina buroyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin, govend hatin gerandin. 
 
Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal axaftinek kurt kir û wiha got: “Di serî de polîtîkayên qeyûman, em ê tevahiya polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê bidin dawîkirin.”
 
Di navçeyên Payîzava û Westanê jî bi girseyî buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Namzeta Hevşaredariya Payîzavayê Mukaddes Karakoç di vekirina buroyê de axivî. Karakoç destnîşan kir ku ew ê projeyên xwe yên ji ber tayînkirina qeyûman nîvcoyî mane temam bikin û wiha got: “Em naxwazin êdî keda vî gelî ji hêla qeyûman were talankirin. Em soz didin ku dê tim li cem gelê xwe bin.”
 
Namzetê Hevşaredariyê Mehmet Tahîr Ertaş jî da zanîn ku ew ê bi gel re bajêr bi rê ve bibin û wiha axivî: “Em ê girîngiyê bidin piştevaniya projeyên sewalkariyê. Em ê ji bo qada pîşesazî û kar xurt bikin xebatan bidin meşandin. Em gelek caran bi ser ketin, me qezenc kir. Em ê dîsa bi ser bikevin, êm ê dîsa qezenc bikin.” 
 
BERTEKA TECRÎDÊ 
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha axivî: “Dixwazin ku tecrîda bêhiqûqî ya ser birêz Ocalan were rakirin, azadiya wî were pêkanîn û çareserkirina pirsgirêka kurd dixwazin. Ev daxwaza wan, daxwazeke mafdar e. Pêdiviya me bi aştiyê heye. Gel pir êş kişandin, gelek xwîn herikî, kezeba dayikan şewitî. Êdî bes e. Pêdiviya gelê me bi şer û tecrîdê nîn e. Pêdiviya wan bi aştî, müzakere û bi diyalogê çareserkirina pirsgirêkan kurd heye.”  
 
Gel, dema ku Zeydan diaxivî gelek caran diruşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
LI WESTANÊ VEKIRINA BI COŞ 
 
Girse piştre ji bo vekirina buroyê derbasî navçeya Westanê bû û di têketina navçeyê de bi dahol û zirneyê û gerandina govendan hate pêşwazîkirin. Piştre gel bi konveyeke dirêj a erebeyan derbasî navenda navçeyê bû. Girse ji navenda navçeyê heya buroyê meşek li dar xist. Namzeta hevşaredariya Westanê Kubra Akti destnîşan kir ku ew ê bi temsîliyeta hevpar şaredariyê bi rê ve bibin û got: “DEM hûn in, DEM em in. Em ê xwe, gelê xwe, axa xwe biparêzin.” 
 
Namzetê Hevşaredariyê Ruknettîn Hakan jî da zanîn ku ew ê binesaziya herêmê sererast bikin. Hakan diyar kir ku ew ê bi feraseta jinê şaredariyê bi rê ve bibin û got ku projeyên wan ên derbarê ciwan, astengdar û zarokan jî hene. 
 
Piştî axaftinan bi coşeke mezin buro hate vekirin. Dîsa di bajarokê Xoşeba navçeya Payîzavayê jî buroya hilbijartinê hate vekirin. 
 
SERÊKANIYÊ 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Serêkaniyê buroya xwe ya ewil a hilbijartinê vekir. Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk, namzetên hevşaredariyê yên Serêkaniyê Rehşan Yazar û Ûgûr Kahraman, parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li bûn. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî û poşiyên xwe yên bi kesk û sor û zer li qadê cihên xwe wergirtin. Ciwanan li qadê pankarta “Yê bi rê ve dibe tu yî, spas ji qudreta te re” vekirin. 
 
Girseyê ji avahiya rêxistina navçeyê heta cihê buroya hilbijartinê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” meş li dar xistin. Vekirina buroyê ya bi hezaran kes tev li bûn, bi axaftina Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hîznî Kiliç dest pê kir. Namzetê Hevşaredariyê Ûgûr Kahraman ê pişt re mafê axaftinê wergirt wiha got: “Avakirina bajarekî ku mirov bikare bijî û bidawîkirina rantê deynê stuyê me ye. Em ê rê nedin kesên cihekariya etnîkî dike. Em ê şaredariya xwe bi jinan, xwendekaran û ciwanan re bi rê ve bibin. Em ê şaredariya gelan ava bikin.” Namzeta Hevşaredariyê Rehşan Yazar jî diyar kir ku ji bo dawiyê li rantê bînin hatine û got: “Em ê bi hev re jiyanê ava bikin.”
 
SANCAR: EM Ê SERBIKEVIN 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Mîthat Sancar ê pişt re axivî jî wiha got: “Em ê li Serêkaniyê serbikevin. Vîneke xurt a ku li vir derkeve holê dê li Tirkiyeyê ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd bibe gaveke mezin. Ji Rojhilata Navîn heta Rojava dê bibe têkoşîna anîna aştî û wekheviyê. Neteweya demokratîk, şaredariya gelparêz û rêveberiya wekhev li benda me ye. Em ê bi hev re serbikevin. Em ê bi hemû nasnameyên kurd, ereb û tirk ên li vir dijîn vê pêk bînin.”
 
TURK TECRÎD DESTNÎŞAN KIR
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî destnîşan kir ku bi serkeftina DEM’ê re de gelê welatparêz serbikeve û wiha got: “Li dijî zext û zilma dewlet û desthilatê gelê kurd carekê jî serî netewand. Bajêr an jî navçe ferq nake hilbijartinên herêmî ji bo me girîng in. Lê siyaseta me li dijî kesên hewl didin gelê kurd ji holê rakin siyaseta gotina ‘em weke gelê kurd li vir in e’ ye. Doza me doza azadî û demokrasiyê ye. Hilbijartiyên gelê kurd îro di girtîgehan de ne. Beriya her tiştî îro li ser birêz Ocalan polîtîkayeke tecrîdê ya giran tê meşandin. Li dijî vê li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hate destpêkirin. Em hemû hevalên me ji vir silav dikin.”
 
Piştî vekirina buroyê girseyê demekî dirêj bi stranên kurdî yên hatin gotin govend gerand. 
 
LI ÇERMÛG Û ŞANKÛŞÊ START HATE DAYÎN 
 
DEM Partiyê li navçeya Çermûg a Amedê buroya hilbijartinê vekir. Namzetên Hevşaredariyê yên Çermûgê, namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin ên Amedê û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Bajêr Mehmet Şirîn Gurbuz tev li bû. Namzetên ku li navçeyê bi konvoyê hatin buroya hilbijartinê bi tîlîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Li qada ku govend lê hate gerandin, dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
Hevserokê DBP’a Bajêr Mehmet Şirîn Gurbuz ê di vekirinê de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de û wiha got: “Em ê li Çermûgê gund bi gund, kolan bi kolan, cade bi cade bigerin û ji destê dizan bigirin û bidin gel. Em ê gelê Çermûgê li Meşa Azadiyê zêde bikin û tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan rakin.”
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin Serra Bûcak jî wiha got: “Çermûg a ji aliyê pergalê ve tê birêvebirin esas nayê birêvebirin. Qeyûm hatin tayînkirin pişt re vîna azad a vî gelî hate xespkirin. Em jî dê Çermûgeke ku bikarin lê bijîn ava bikin. Dê teqez Çermûg serbikeve, dê teqez gelê me serbikeve.”
 
Piştî vekirinê serdana dikandaran hate kirin û danasîna namzetan hate kirin. 
 
Girseya pişt re bi konvoyê derbasî Şankûşê bû di çarçoveya xebatên hilbijartinê serdana dikandaran kir. 
 
Serra Bûcak a pişt re axivî wiha got: “Dixwazin me mexdûr bikin lê em li aliyê li dijî vê derdikevin disekinin. Em weke Şaredariya Bajarê Mezin dixwazin ji bo Şankûşê xebatan bikin.”
 

Sernavên din

23/02/2024
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin