Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn

  • rojane
  • 19:28 20 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ya Amedê ku der barê girtîgehên li 5 bajaran de raporek amade kir, diyar kir ku girtiyên di greva birçîbûnê de di hucreyên yekkesî de tên girtin, vîtamîn an kêm tên dayîn an jî qet nayên dayîn û kontrolên bijîşkan jî heya îro nehatine kirin. 
 
Koordînasyona Şopandinê ya Grevên Birçîbûnê ya Amedê, rapora ku têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan amade kir, bi civîneke çapemeniyê ya li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê eşkere kir. Dayikên Nobeda Edaletê û gelek nûnerên saziyên sivîl beşdarî civînê bûn. Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê Yusuf Erdogan beriya rapora ku di encama serdanên di 18'yê Çileyê de li girtîgehên Amed, Xarpêt, Meletî, Erzingan û Erziromê hatin kirin, bibîr xist ku greva birçîbûnê ya di 27'ê Mijdara 2023'yan de hatiye destpêkirin, di roja 86'an de ye. 
 
Erdogan diyar kir ku desthilat û saziyên rayedar li hemberî çalakiya girtiyan bêdengiya xwe didomînin û got: “Hemû mafên girtiyan bi taybetî jî mafê jiyanê û tenduristiyê di berpirsyariya dewletê de ye. Qedexekirina şekir, xwê û vîtamînan îşkence û muameleya xirab e." Erdogan destnîşan kir ku divê di çarçoveya maf û azadiyên bingehîn de daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. 
 
Piştî daxuyaniyê rapor bi raya giştî re hat parvekirin. 
 
GIRTÎHGEHA HEJMAR 1 Û HEJMAR 2 A AMEDÊ
 
Di rapora der barê serdana Girtîgeha Hejmara 1'ê ya Amedê de agahî hat dayîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya ji 27'ê Mijdara 2023'yan û vir ve dewam dike, xwarin tê dayîn lê têr nake, ji aliyê personelên tenduristiyê ve kontrola tenduristiyê tê kirin, lê kontrola bijîşkan tune. Di raporê de hat destnîşankirin ku randevuyên nexweşxaneyê dereng tên dayîn û hat gotin ku hin girtiyên nexweş ên di çalakiyê de dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin. 
 
Di raporê de hat diyarkirin ku li Girtîgeha Hejmar 2 a Amedê ku çalakiya greva birçîbûnê di 16'ê Çileyê de dest pê kiriye, girtiyên di çalakiyê de li odeyên dukesî hatince bicihkirin, kontrola tenduristiyê ji aliyê personelên tenduristiyê ve tê kirin, lê hê jî bijîşk çalakgeran kontrol nekirine û ji ber çalakiyê der barê girtiyan de lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. 
 
GIRTÎGEHA JINAN A AMEDÊ
 
Di raporê de der barê Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê de ev tişt hatin diyarkirin di nava vê mehê de sewqên nexweşxaneyê nehatine kirin û du rojên ewil îdareya girtîgehê piştî bi dawîbûna grevê bi du rojan hin girtiyan biriye nexweşxaneyê, lê destên wan bi kelemçeyan pir hatiye şidandin û çendî ev yek hatiye ragihandin jî kelemçe nehatine vekirin û xwarinên piştî grevê jî nebaş in. 
 
GIRTÎGEHA JINAN A ERZINGANÊ
 
Di raporê de ji bo Girtîgeha Jinan a Erzinganê hat diyarkirin ku gava kesek ketiye grevê mudaxileya fizîkî hatiye kirin û girtiyên ketine greva birçîbûnê ji ber ku ragirtina di hucreyên yekkesî de qebûl nekirine rastî îşkenceyê hatine û girtî du du çalakiyê didomînin û di dema grevê de xwarin û vexwarinên pêwist û vîtamîn nehatine dayîn. 
 
Di raporê de ji bo Girtîgeha Tîpa T û Tîpa L a Erzinganê jî hat ragihandin ku grevên di greva birçîbûnê de xistine odeyên yekkesî û hucreyên qirêj nehatine paqijkirin û rojê saetek tenê destûra hewadariyê tê dayîn û vîtamîn nayên dayîn û avê jî girtî bi pereyê xwe ji kantînê distînin. Her wiha hat diyarkirin ku daxwaznameyên girtiyan esas nayên girtin û di dema kontrola tenduristiyê de girtî rastî muameleyên xirab tên. 
 
Di raporê de ji bo girtîgehên hejmara 2 û hejmara 2 ên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a Akçadagê, Girtîgeha Hejmara 1 û Hejmara 2 a Dûmlûyê û Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê jî heman tişt hatine ragihandin û hatiye diyarkirin ku girtiyên ketine greva birçîbûnê rastî lêpirsînên dîsîplînê hatine. 

Sernavên din

23/02/2024
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin