Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn

  • rojane
  • 14:35 21 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Dilşah Ozgen a 89 salî ji bo xêrê bike konteynirek danî goristana ku lawê wê lê veşartî. Ji Ozgen û 7 kesên ku konteynir bar kirin, veguhestin û montajkirin re ji sûcê “alîkariya rêxistinê” 2 sal û mehek cezayê hefsê hate birîn. 
 
Doza Konteynire ya derbarê endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Dilşah Ozgen (89) û 9 kesan de hatibû vekirin encam girt. Dilşah Ozgen a cenazeyê lawê wê Ferdî Ozgen ê di sala 1999’an de li navçeya Sason a Êlihê di şerekî de jiyana xwe ji dest da li goristana gundê Sîsê yê navçeya Licê ya Amedê hate veşartin, ji bo ku kesên bên goristanê bêhna xwe vekin û bikarin nimêjê bikin 4 konteynir stendibûn. Derbarê Ozgen a konteynir stendine û E.K., H.K., H.S., İ.E., K.D., N.E., M.Y., E.A. ku konteynir firotine, veguhestine û montaja wan kirine re bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê” di sala 2016’an de doz hatibû vekirin. Doza hatiye vekirin piştî 8 salan bi cezayê hefsê encam girt. 
 
Danişîna dozê ya biryarê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate lidarxistin. 
 
DOZGER MUTALAYA XWE DUBARE KIR
 
Parêzerên ku muwekîlên wan ên negirtî tên darizandin tev li danişînê nebû, di danişînê de amade bûn. Dozgerê ku di danişîna beriya niha de xwestibû ku hemû bersûc ji sûcê “alîkariya rêxistinê” bên cezakirin mutalaya xwe dubare kir. 
 
Parêzerê Dayika Aştiyê Dilşah Ozgen, Ferhat Kİliç ê li dijî mutalayê parastin kir, anî ziman ku muwekîla wî ji bo ku kesên tên ser gora lawê wê bikarin bêhna xwe vedin û nimêj bikin konteynir stendine û daxwaza beraeta wê kir. Parêzerên kesên konteynir firotine, veguhestine û montaja wan kirine jî anî ziman ku nepêkan e ku muwekîlên wan bizanin konteynir ji bo kê û bi çi armancê hatine kirin û daxwaza beraeta wan kir. 
 
CEZAYÊ HEFSÊ HATE BIRÎN 
 
Dadgehê derbarê xwediyê firmaya konteyniran çêdike E.A û berdestkê wî Î.E. de biryara beraetê hate dayîn. Derbarê Ozgen û bersûcên din de jî ji sûcê “bizanebûn û dilxwazî alîkarî rêxistinê kirine” 2 sal û mehek cezayê hefse dan. Dadgehê li gel cezayî biryar da ku hemû bergiriyên şertên kontrola edlî yên derbarê bersûcan de bên rakirin. 
 
HEVJÎNÊ XWE Û 2 ZAROKÊN XWE WINDA KIRIN 
 
Dilşah Ozgen a dayika 6 zarokan e di çarçoveya lêpirsîna têkildarî konteynirên ji goristanê re hatine şandin de piştî di 12’ê tebaxa 2016’an de hate binçavkirin, li dadgeha derxistinê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan. Lawê Ozgen, Mefahîr Ozgen di sala 1992’yan de li Stenbolê ji aliyê polîsan ve birîndarî hate girtin. Ozgen ê bêyî ku narkozê bidinê hate emeliyatkirin, piştî 3 mehan jiyana xwe ji dest da.  
 
Hevjînê Ozgenê Fîkrî Ozgen jî di 27’ê sibata 1997’an de dema ji serdana lawê xwe yê li Girtîgeha Çankiriyê dihate ragirtin vedigeriya Amedê hate revandin û windakirin. Tevî hemû hewldanên malbata wî careke din agahî jê nehate wergirtin. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî windakirina bi darê zorê ya Ozgen, di doza ku malbatê vekirî de Tirkiye mehkûmî tazmînatê kir. 
 
Yek ji zarokê din ê malbatê Ferdî Ozgen jî di şerekî sala 1999’an de li navçeya Sason a Êlihê di şer de jiyana xwe ji dest da. Dayika Dilşah Ozgen ji bo ku xêrê bike 4 konteynir li goristana ku cenazeyê lawê wê lê bû bicihkiribûn. Konteynir di dema operasyona payîza sala 2016’an hate kirin de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bi teqemeniya hatibûn teqandin, goristan hatibû texrîbkirin û li rêyên diçin goristanê jî xendek kolandibûn.
 
 

Sernavên din

22/02/2024
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin
09:07 119 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:06 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 86 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:05 Li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 11 jinên girtî yên berdana wan hatiye taloqkirin hene
09:04 Bi piştgiriya dewletê 34 sal in şaredar e: Piştî nexweş ket kurê wî bû namzet
09:03 Li Geverê malbatên windakiriyan piştî 8 salan di çalakiyê de ne
09:02 ‘Divê têkoşîna ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê bê bilindkirin'
09:01 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wêjeya kurdî pêş ve diçe
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2024'AN
19/02/2024
20:19 Li Wanê ji bo Zimanê Dayikê meşeke girseyî
17:21 Hakan Fîdan bi Serokê Şandeya Haşdî Şabî re li Enqereyê hevdîtin kir
17:02 Namzetên DEM Partiyê bi coş hatin pêşwazîkirin
17:01 Ji Wanê ji bo Rêberê PKK’ê Ocalan name hatin şandin
16:46 DEM Partiyê li dijî fihûş û hişbirê daxuyanî da
16:45 Enstîtuya Kurd a Amedê seminere ‘zimanê dayikê’ li dar xist
16:22 Ji Nobeta Edaletê peyama biryardayînê: Berxwedan dê teqez serbikeve
15:54 Li Manavgatê jinek hate qetilkirin
15:52 Li ber Qesra Spî dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin