Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne

QERS -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Qersê di hevdîtina gel de axivî û wiha bertek nîşanî qedexeyên li dijî zimanê kurdî da: “Dev ji dayîna dengan berde, divê mirov silavê jî nede van kesan.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re li Qersê li pêşiya avahiya partiyê bi gel re hatin gel hev. Bi sedan kes tev li hevdîtinê bûn. Namzetên Hevşaredariyê yên Qersê Arzu Savaş Derman û Kenan Karahanci jî welatî silav kirin. 
 
'QERS Û DEM HEMAN TIŞT IN’
 
Hatîmogûllari di hevdîtinê de axivî û wiha got: “Em niha li Qersê ne ku malavaniya gelek gelek û baweriyên cuda kiriye. Vaye Qers û DEM heman tişt in. Ji ber ku DEM jî mîna Qersê hemû gel û baweriyên cuda di nava xwe de dihewîne. Her çend ew hewl bidin me hefs bikin jî, em wan sînorên wan hildiweşînin û li vir in. DEM li Qersê û Qers jî li DEM’ê tê. Dem dema DEM’ê ye.”
 
'EV DIJMINÊN ZIMAN Û GELAN E’
 
Bi domdarî Hatîmogûllari destnîşan kir ku divê hemû kes bi xîreteke mezin tev li xebatan bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê lez bidin xebatan û li her deriyekî bidin. Îktîdara AKP’ê li Qersê şaredarî ji şirîkê xwe yê biçûk MHP’ê re hişt. Wisa lihev kilrin. Lê binêrin, şirîkên mezin û biçûk bi destên hev girtine û li Tirkiye û Kurdistanê dijminatiyê li dijî kurdan û hemû gelan dikin. Duh Roja Zimanê Dayikê bû. Parlamenterên me xwestin Meclisê bi zimanê xwe yê dayikê silav bikin lê Serokwekîlê Meclisê yê MHP’î dema axaftinên bi kurdî, erebî, ermenîkî û suryankî dihat axaftin, mîkrofon girt. Vaye dijminên gelan ev in. Ev kes dijminên zimanan e. Dev ji dayîna dengan berdin, divê mirov silavê jî nede van. Gelê Qersê baş bi vê dizane û dê bi ser keve.”
 
KRÎZA ABORIYÊ
 
Di berdewamê de Hatîmogûllari bal kişand ser polîtîkayên aboriyê yên AKP’ê û wiha got: “Îktîdara AKP’ê li her derê dibêje ‘me aborî firand û tu xizan li welêt neman.’ Lê belê yek namzetê wan jî nikarin bi dilrehetî li cihê bazarê bigerin. Ji ber ku tên protestokirin. Tenê esnafên ku ji berê ve pê re axivîn tên cem û diçin serdana wan. Ew jî baş dizanin ku li her derê xizaniyeke mezin heye. Yê ku îro li qesrê rûniştî bihayê nan nizane. Wan aborî firand lê di zinarî de avêt xwarê. Çavkaniya sereke ya debara qersiyan sewlakarî û çandinî ye. Lê li vir ji bo sewalkariyê tu teşwîq nayên kirin. Dema me li Qers, Erdexan û Îdirê xebatên xwe didomandin, esnafan gelek gazinc kirin, diyar kirin ku bihayê êm û mazotê zêde ye. Vaye wan ev tişt hêjayî Qersê dîtin. Birçîtî û xizanî hêjayî wan dîtin. Koma me ya şaredariyê dê bike ku ji bo başkirina aboriya vê derê projeyan pêş bixe. Dê pergala kooperatîfiyê bînin vê derê. Li dijî zîhniyeta qeyûman tayîn dike, em ê vî bajarî bi feraeta şaredarvaniya gelparêz birêve bibin. Dê li her taxên me navendên çand û hunerê, navendên ciwan, jin û malên şînê hebin.” 
 
BERTEK NÎŞANÎ QEDEXEYÊN LI DIJÎ KURDAN DA 
 
Hatîmogûllari, bertek nîşanî tayînkirina qeyûman da û axaftina xwe wiha qedand: “Li bajarên me qeyûm hatin tayînkirin. Van qeyûman tabelayên kurdî jê kirin, navendên jinan girtin û pergala me ya hevserokatiyê hedef girtin. Em ê dîsa şaredariyên xwe bi dest bixin û tevî gelê xwe bi çar destan wan biparêzin. Dê bersiva herî baş gelê me bide vê zîhniyeta qeyûman. Gelo ma dê Qers dengê xwe bide kesên qeyûman tayîn dikin û şirîkên wan ên biçûk? Gelo ma dê dengê xwe bidin kesên zimanê kurdî û zimanên din qedexe dikin? Ma dê dengê xwe bidin zîhniyeta ku pergala hevserokatiyê hedef digire? Ma dê Qers dengê xwe bidin kesên kirasê xiyanetê li xwe kirin? Em ê dengê xwe bidin şaredarvaniya gelparêz. Bêguman dengê me ji bo DEM Partiyê ne. DEM gelek li Qersê û Qers jî gelek li DEM’ê tê.” ... 
 

Sernavên din

23/02/2024
09:00 Karlqvist a swêdî: Divê pozîsyona Abdullah Ocalan baş bê fêmkirin
09:00 ROJEVA 23’YÊ SIBATA 2024’AN
22/02/2024
19:34 Dayikên Şemiyê dê ji ber çalakiya xwe ya hefteya 95'emîn bên darizandin
18:02 DEM Partiyê li Xana Hawêl û Ziyaretê buroyên hilbijarinê vekir
17:27 Berdevka DEM Partiyê: Em ji bo gel bi ser bikevin tevdigerin
17:06 Namzetên DEM Partiyê li gelek bajaran bi gel re hatin ba hev
17:03 Hunermend Kahraman: Em ê dijî qedexeya konsere dozê vekin
16:39 Nobeta Edaletê: Li dijî zilma desthilatê dê têkoşîna me bidome
15:44 AYM’ê ji bo Can Atalay biryareke nû da
15:19 Di doza gefxwarina Serokê Baroyê Eren de daxwaza berfirehkirina dozê
14:55 Doza parlamenterên berê hat taloqkirin
14:29 Bakırhan: Gelê Geverê dê li ser sindoqê dersa wan bide
14:06 Peymana Kar a Komelî ya Şaredariya Silopiyayê hat îmzekirin
13:49 Hatîmogûllari li Qersê axivî: Ji kesên kurdî qedexe dikin re deng tune ne
13:44 Li girtîgehên Serhed û Behrareş binpêkirin zêde bûn: Tecrîdê demildest rakin
13:34 DEM Partî: Divê lêgerîna zêr a bi siyanurê were qedexekirin
13:17 Ji bo serlêdana sûc a rojnameger Ren biryara neşopandinê hat dayîn
12:28 Dê mutalaaya doza rojnamevan Ozkaptanê were amadekirin
12:18 Danişîna Ceylan û Alokmen hat taloqkirin
12:03 DEM Partî hevdîtinên bi gel re da destpêkirin: Serê îktîdarê li sicdeyê aqilê wê li ser hîleyan e!
11:48 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
11:23 Çiyayê Metînayê hate bombekirin
10:47 Endezyarê Madenê Alpaslan: Divê maden bên îstîmlaqkirin
10:33 AKP'ê Bedlîs parsel bi parsel firotiye
10:32 Danişîna rojnamevan Alagaşê hate taloqkirin
09:49 Namzetê AKP’ê yê Cizîrê şaredariya lê dixebitî dabû îcrayê
09:27 Girtiyê nexweş 94 kîlometreyan bi dest kelemçekirî birine nexweşxaneyê
09:05 Ev 121 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:05 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 88’an de didome
09:02 Parêzer Aydin: Neberdana Kişanakê binpêkirina mafê bijartin û hilbijartinê ye
09:01 Parêzer Demîr: Divê ji bo berdana Abdullah Ocalan şertên guncav bên dabînkirin
09:00 Weşanên Aryenê 4 pirtûkên nû çap kirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ SIBATA 2024'AN
21/02/2024
21:14 Li Silopiyayê navenda çand û hunerê ya Eyşê Şanê hat vekirin
20:27 Li Rihayê panela '21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê'
18:15 Li Amedê meşa zimanê dayikê: Em ji bo zimanê kurdî bitêkoşin
16:41 DEM Partiyê xwest ji bo kurdî û zimanên din komîsyona lêkolînê bê avakirin
16:34 Di çalakiyên Nobeta Edaletê de rojev Roja Zimanê Dayikê bû
16:31 Bedran Çiya Kurd: Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê her netew bi zimanê xwe perwerde dibîne
16:07 Çalakiyên 21’ê Sibatê: Bila kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdeyê
15:59 Li Amedê têkildarî çareserkirina meseleya kurd dê konferansek bê lidarxistin
15:29 Delegasyona Navnetewî: Em ji CPT’yê bersivê dixwazin
14:59 Xebatên lêgerînê yên li Licikê hatin sekinandin
14:35 Ji Dayika Aştiyê Ozgen a 89 salî re cezayê konteynirê hate birîn
14:27 DEM Partiyê ji bo zimanê dayikê bi 6 zimanan ji UNESCO’yê re name şand
14:19 Delegasyona Navneteweyî ya li Dijî Tecrîdê çû serdana Nobeta Edaletê
13:44 BMG’ê ji bo Abdullah Ocalan çalakî li dar xist: Rabe ser piyan!
13:36 Înfaza girtiya nexweş Karaguzel ji bo 3 mehan hate taloqkirin
12:51 Hesabgirê HDP’ê yê berê Onen hate berdan
12:31 Durûtiya AKP’ê ya li hemberî zimanê kurdî
12:30 Di Doza Geziyê de şertên kontrola edlî yên Yapici, Altinay û Ekmekçî hatin rakirin
12:08 Di doza Apartmana Gozdeyê de hemû daxwaz hatin redkirin
12:03 Li Girtîgeha Edeneyê girtî nikarin biçin nexweşxaneyê
12:03 Piştî serdanên dewleta tirk artêşa Iraqê dest bi sewqiyeta leşkerî kir
12:02 Ji bo rojnamevana girtî Muftuoglû bang li saziyên navnetewî hate kirin
11:40 Dewleta tirk li Dihokê 2 pêşmerge qetil kir
11:38 Şaredariya Silopiyayê ji bo karkeran ji sedî 99 û 116 zem kir
11:11 Têkildarî karesatê îdiayeke balkêş: Dema karkeran lêkolîn dikir dînamît hate teqandin!
11:05 Ji bo Mitînga Demokrasî û Azadiyê bang: Li dijî faşîzmê em biherikin qadan
10:38 Beştaş: Em aliyê tu kesî nagirin, em aliyê xwe digirin
09:59 Hilbijêrên Depê: Pisûlaya me DEM Partî ye
09:51 Li Girtîgeha Afyonkarahîsarê neyartiya zimanê kurdî: Stranên kurdî guhdar nekin
09:31 Ev 4 meh in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:30 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 87’an de didome
09:17 Di Doza KCK’ê ya Mêrdînê de cezayê hefsê li 15 siyasetmedaran hate birîn
09:07 'Hebûna kurdî tunebûna desthilatdaran e'
09:05 'Zimanê kurdî ji hevpeymanên navneteweyî bêpar hatiye hiştin'
09:02 Zimanek, jinek, çîrokek!
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2024'AN
20/02/2024
22:49 Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin girtin
22:45 DEM Partiyê li Amedê buroya hilbijartinê vekir
20:00 Ji namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Şaredariya Mezin a Edeneyê yek jê diyar bû
19:28 Rapora greva birçîbûnê: Mafê tenduristiyê tê binpêkirin, cezayên dîsîplînê tên birîn
18:14 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji Abdullah Ocalan re name şand
17:26 DEM Partiyê bi coşeke mezin buroyên hilbijartinê vekir
17:04 Ji çalakiyên Nobeta Edaletê peyam: Em ji bo Ocalan li vir in
15:48 Daxwaza ‘bila kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê’
15:40 Alên buroya hilbijartinê yên DEM Partiyê hatin jêkirin
15:30 DEM Partiyê ji bo 3 bajaran biryara derxistina namzetan wergirt
15:17 Endamê SGDF’ê Kalender Polat hate girtin
15:03 Mafê her kesê heye ku bi zimanê xwe yê dayikê xizmeta tenduristiyê bigire
15:00 Namzetê AKP’ê yê Elkê Durmuş, zextê li eşîran dike
14:39 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
14:05 Astengdarê hiş Ozdemîr ê li Amedê winda bûbû hate dîtin
14:02 Bi hinceta ‘Enerjiya wî ya jiyanê kêm e’ saleke nayê berdan
13:56 Dozger xwest Çaglar ji 'doza heqareta Erdogan' beraet bike
12:51 DEM Partiyê komcivîna pir zimanî li dar xist: Zimanê me xeta me ya sor e
12:30 Endamê ANKA-DER’ê Varli: Em xwedî li peyvên xwe derbikevin
12:22 Li Girtîgeha Tîpa F a Unyeyê şewat derket
12:21 DEM Partî dê komcivîna xwe bikurdî bike
12:12 Dr. Thoreau: Azadiya fizîkî ya Ocalan dê bi xwe re aştiyek mayinde bîne
11:39 Şandeya li Stenbolê dest bi serdanan kir: Divê Abdullah Ocalan azad be
11:22 ‘Her strana bi zimanê dayikê darbeya herî mezin a li faşîzmê ye’
11:13 Rejîma Îranê 4 kesên klîba kurdî çêkirine binçav kir
10:47 Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê hate berdan
10:40 Kordû: Berpirsê karesata kana madenê desthilat e
10:13 Di 12 salan de tenê 129 mamosteyên kurdî hatine tayinkirin
09:46 Armanca sereke ya namzetên Sûrê parastina bîrê ye
09:45 Hunermend: Ji bo aştiya civakî divê meseleya kurd bê çareserkirin
09:42 Hevserokên DEM Partiyê hatin binçavkirin