Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?

  • rojane
  • 10:24 25 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên li Amedê ji bo nîqaşkirina çareserkirina pirsgirêka kurd hatin gel hev gotin ku divê hemû derdor berpirsyartiyê li xwe bigirin û pirsgirêk dikare bi rêya guftûgoyê were çareserkirin. 
 
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd li hotêleke bajar bi nûnerên rêxistinên civaka sivîl re civiya. Di civînê de bandora neçareseriyê ya li ser welêt hate nîqaşkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl têkildarî mijarê bi ajansa me re axivîn. 
 
SERNAVÊ EWIL MESELEYA KURD BÛ
 
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku parastvanên mafên mirovan û rêxistinên civaka sivîl û pîşeyî bi sala ye dibêjin ku sedema sepanên ne demokratîk, bingeha xwe ji neçaerserkirina pirsgirêka kurd digire. Yilmaz, destnîşan kir ku weke komele ev du sal in hewl didin bala civakê bidin ser vê mijarê û wiha domand: “Lewma me ‘Nobeta Aştiyê’ da destpêkirin. Em hewl didin bibêjin ku aştî pêdiviyeke lezgîn e. Derdorên cuda tev li civînê bûn û jîmnastîka fikrî hate kirin. Meseleya kurd ji meseleyên cuda divê bi lezgînî were çareserkirin. Daxwaza me ya heta niha ya ji hikûmetê ew bû ku vê mijarê bi guftûgoyê çareser bikin. Li gorî me divê îktîdara siyasî îradeya xelkê herêmê raber dike esas bigire û bi lezgînî gavan biavêje.” 
 
MUXATABÊN ÇARESERIYÊ 
 
Di berdewamê de Yilmaz got ku muxatabên çareseriyê, aliyên şerê heyî ne û ev tişt anî ziman: “Li her devera cîhanê di mijara çareseriyê de qaîdeyek heye; ew jî ew e ku aştî di navbera aliyên şer dikin de tê kirin. Di navbera salên 2013-15’an de pêvajoyeke muzakereyan hebû û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, gavek hatibû avêtin. Li ser navê PKK’ê, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtin dikir. Bêguman ji bo pêvajoya bi zelalî pêş bikeve, pêdivî bi aliyên sêyemîn heye. Ev aliyê sêyemîn jî bi ketina dewrê ya înîsiyatîfên sivîl û rûspiyên civakê dibe.” 
 
DIVÊ RÊXISTINÊN CIVAKA SIVÎL JI BO ÇARESERIYÊ ZEXTÊ BIKIN
 
Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Suzan Îşbîlen jî pirsgirêka kurd bandorê li tevahiya welêt dike û wiha got: “Ciwanên me jiyana xwe ji dest didin. Sedema esasî ya krîza aborî jî neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên ewlehiyê ne. Dema civak bertekê nîşan dide jî dibêjin; ‘Ma hûn dizanin bê ka heqê fîşekekî çiqas e?’ Mirovan di navbera du alternatîfan de asê dikin û ev jî israra di neçareserkirinê de ye. Encamên vê israrê her roj bi êşên cuda xwe didin hîskirin. Anîn astekî wisa ku îktîdar astengkirina girtiyên bi nexweşiya penceşêrê ketin weke çareserî dibîne. Di esasê xwe de ev israra di neçareserkirinê de ye. Civak di ferqa vê de ye. Tenê heke rêxistinên civaka sivîl zextê li siyasetê bike dikarin wan bînin ser rêya çareseriyê.” 
 
Îşbîlan, anî ziman ku neçareserî herî zêde bandorê li jinan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mimkin nîne ku tundiya li her qadê zêde bûyî bandorê li jinê neke. Bêguman heta encamek ji vê meseleyê derdikeve jî em ê bişopînin. Rêyekî zehmet e û dibe ku bedelên wê jî hebin lê dê serkeftina wê ya herî mezin jî bibe ew ku êdî cenaze dê neyên, dê xizan xwe bidarve nekin û xizanî dê rê li ber zêdebûna tundiya li ser jinê veneke. Îdiaya me ya afirandina civakeke wiha heye. Hedefa me ew e ku civakeke ku jin, ciwan û zarok xwe tê de biewle hîs dikin ava bikin.” 
 
‘MUXATAB OCALAN E’
 
Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Riza Polat jî bal kişand ser girîngiya civînê û ev nirxandin kir: “Mijara me li ser nîqaş kirî, polîtîkayên bi sala ye li dijî gelê kurd tên meşandin bû. Ziman, çand û hebûna gelê kurd bi sedsala ye di bin tecrîdê de ne. Bi polîtîkayên pişaftin û şer re gelê kurd ji ziman û çanda xwe hat dûrxistin. Di rewşa heyî de dixwazin hebûna wan ji wan bistînin. Gelo em dikarin di çareserkirina pirsgirêka kurd de çi bikin û dikarin dengê xwe çawa bilindtir bikin, em bi vê mebestê civiyan.”  
Bi domdarî Polat bi lêv kir ku divê rêxistinên civaka sivîl xwerexnedayîna xwe bikin û vê pêvajoyê birêve bibin. Polat, wiha pê de çû: “Gelo ji 2015’an ve me li dijî şer û polîtîkayên tunekirinê çi kir? Divê em li ser pirsgirêkê nîqaşan bikin û muxatab pêşkeşî civakê bikin. Muxatab pir eşkere ye, birêz Abdullah Ocalan e. Divê sazî jî vê bixin rojeva xwe. Divê ji bo çareseriya meseleya kurd û mafên hebûnê yên gelê kurd li ser maseyê rûnin. Divê li ser meseleyê biaxivin û çareser bikin.” 
 
‘PIRSGIRÊKEKE SER SIYASETÊ RE YE’
 
Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Amedê Yildiz Ok Orak jî têkildarî civînê ev tişt anî ziman: “Ev civîn nîşaneya wê ye ku divê êdî ev pirsgirêk were çareserkirin û hemû derdor jî ji bo berpirsyartiyê li xwe bigirin amade ne. Divê were dîtin ku di bingeha hemû pirsgirêkên li Tirkiyeyê de pirsgirêka kurd heye. Di esasê xwe de hemû kes dibîne lê ji bo çareseriyê gav naavêjin. Ev civîn ji bo bangawaziya vê hat lidarxistin. Bi taybet jî me bi rêxistinên civaka sivîl re  kir. Ji ber ku cihê çareserkirina pirsgirêkên wiha rêxistinên civaka sivîl in. Muxatabên pirsgirêkê jî gelek alî ne. Ev pirsgirêk divê bi tevahiya aliyan re bê çareserkirin û tavilê gav bên avêtin.” 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

26/02/2024
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn
09:04 Ozbîngol: Pakêta Darazê ya 8’emîn weke amûreke pêvajoya siyasî tê bikaranîn
09:01 Girtiyên siyasî 89 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 122 roj in agahî nayên girtin
09:00 Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin
09:00 Qeyûm dixwaze welatiyê ku doz lê vekiriye ji xanî derxe