Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin

  • rojane
  • 18:20 25 Sibat 2024
  • |
SÊRT - Li navenda Sêrtê û navçeya wê ya Dihê buroyên hilbijartinê hatin vekirin. Di vekirina buroyan de peyama “Dem dema berxwedanê ye” hate dayîn û wiha hate gotin: “Em ê şaredariyên xwe bistînin.”
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) di çarçoveya xebatên hilbijartinên herêmî ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin, li navenda Sêrtê û navçeya wê ya Dihê buroyên hilbijartinê vekirin. Ewilî rêxistina DEM Partiyê ya Sêrtê bi konvoyeke mezin derbasî navçeya Dihê bûn û li wir bi girseyî buroya xwe ya hilbijartinê ku li meydana navçeyê ye, vekirin. Dû re heman konvoy derbasî navenda Sêrtê bû û li wir jî bi tevlibûna hezaran kesan buroya xwe vekirin. Di vekirina her du buroyan de jî coşeke mezin hebû û ji bo 31’ê Adarê gelek peyam hatin dayîn. Meclîsa Dayikên Aşitiyê, namzetên hevşaredariyê yên Sêrtê yên DEM Partiyê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysî, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên Sêrtê Mûazzez Bûlga û Ferhat Başkûrt, Hevserokên DEM Partiyê yên Sêrtê Revşan Arslan û Eşref Tekîn, Nûnertiya TUHAY-DER’ê ya Sêrtê, Nûnertiya MEBYA-DER’a Sêrtê, BOTAN-DER û gelek kes tev li vekirina buroyên hilbijartinê bûn. 
 
TECRÎDA LI SER OCALAN ŞERMEZAR KIRIN
 
Li Dihê ewilî Hevseroka DEM Partiyê Emîne Tegîn axivî û da zanîn ku vekirina vê buroyê dê bibe nîşaneya serkeftinê. 
 
Dû re Hevserok Mahfûz Atabay axivî û diyar kir ku Dihê heta niha çawa li ber xwe daye, dê di ji niha û pê ve jî berxwedana xwe berdewam bike. Atabay, da zanîn ku ew ê şaredariya xwe ji destê zaliman derxînin û wiha got: “Ev coş nîşaneya serkeftinê ye. Her wiha ez tecrîda li ser Serokatiyê şermezar û lanet dikim. Ez berxwedana li zîndanan jî silav dikim. Berxwedan jiyan e.”
 
‘EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE BISTÎNIN’
 
Piştî hevserokan, namzeta hevşaredariyê ya Dihê Evîn Ertan mafê axaftinê hilgirt û got ku dem dema berxwedanê, dem dema Dihê ye.
 
Piştre namzet Huseyîn Oktayi axivî û bi bîr xist ku Dihê cihekî qedîm e. Oktayi, anî ziman ku wan soz daye ku ew ê layiqê Dihê bibin û wiha got: “Lewma ji aliyê xizmetê ve çi bikeve li ser milên me em ê bikin. Weke hûn jî dizanin AKP’ê bi hilbijêrên li navçeyê veguhestî dest danaye li ser şaredariyê. Lê di vê hilbijartinê de ew çi bike jî bi ser nakeve û dê 31’ê Adarê de gelê Dihê bersiveke xurt bide wan. Ji bo vê hilbijartinê jî gelek hilbijêr veguhestine navçeya Dihê. Lê dîsa jî sernakevin û em ê şaredariya xwe bistînin.”
 
Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi coşeke mezin hat vekirin. Girseya ku li wir bû, bi konvoyeke mezin derbasî navenda Sêrtê bûn. Li navenda Sêrtê jî bi hezaran kesan buroya xwe ya hilbijartinê vekirin.
 
‘BI BIHARÊ RE DEM PARTÎ JÎ TÊ’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, di vekirina buroyê de axivî û da zanîn ku ji bo biharê gelek kêm maye û bi baharê re DEM Partî jî tê. Alagaş, diyar kir ku gava wan şaredarî bi dest xist, ew û gel dê bi hev re Sêrtê bi rê ve bibin. Alagaş, bi domdarî wiha got: “Piştî 31’ê adarê em dê dîsa bi hev re bajarê xwe bi rê ve bibin. Şaredarvaniyeke ku gel dê xwe di tê de xwe bibîne û tev li xebatên wê bibe li benda me ye. Em ê dîsa saziya xwe ya jinan ku ji aliyê qeyûm ve hatiye girtin, dîsa vekin û em ê hêza jinê li vir mezintir bikin. Ji bo ku em bi ser bikevin divê em hemû mal bi mal, kolan bi kolan bixebitin û şaredariya xwe dîsa bi dest bixin.”
 
‘DU SERDEM IN VÎNA GELÊ SÊRTÊ TÊ BINPÊKIRIN’
 
Namzetê Hevşaredariyê yê Sêrtê Mehmet Kaysî jî bi lêv kir ku gelê Sêrtê biryara xwe daye û ew ê di 31’ê adarê de serbikevin. Kaysî, anî ziman ku ev desthilata heyî du serdem in vîna gelê Sêrtê bin pê dike û wiha pê de çû: “Namzetê AKP’ê diçe dibêje ku ew bi ser bikevin dê gelek xizmetan bikin. Ma gelo heta niha ji xwe ew desthilat nebûn. Heta niha çima nedikirin? 20 sal in we ev projeyên xwe nexistine meriyetê û we şaredarî kirine çol. Wan ji vî gelî re tiştek nehiştiye.”
 
Herî dawî hevserokê DEM Partiyê yê Sêrtê Eşref Tekîn jî axivî û got ku ew ji bo xizmeta gelê xwe tên.
 
Piştî axaftinan bi tevlibûna hezaran buroya hilbijartinê ya navendê hat vekirin.
 
 

Sernavên din

26/02/2024
17:06 Li navçeyên Merdînê hevdîtinên gel: Dê qeyûm biçin
16:34 TJA’yê li Wanê starta 8’ê Adarê da: Em ê qadên xwe yên jiyanê biparêzin
15:31 Hatîmogullari serdana Nobeta Edaletê kir
14:30 Parêzerên bersûcên Garê heqaret li malbatan kirin
14:26 Hatîmogûllari: DEM Partî dê ji Stenbolê, Stenbol jî dê ji DEM Partiyê were
14:20 TJA’yê li Sêrtê starta 8’ê Adarê da: Em ê jiyana wekhev ava bikin
13:06 Rojnamevanan ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin
13:00 Li Amedê danezana ‘çareseriyê’: Ji bo ku aktor bi rola xwe rabin divê astengî bên rakirin
12:12 Qedexeya Çiyayê Gabarê cara 5’emîn hate dirêjkirin
12:06 Welatiyekî bêmal li parkê mirî hate dîtin
11:49 Li kana madenê ya Xarpêtê hezaz çêbû: 2 karker di bin axê de ne
11:24 Bakirhan: Li dijî tifaqa JÎTEM’ê me tifaqa gel çêkir
11:20 Li Kozanê şewat: Dayik û 2 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan
11:05 Turkoglû: Bi dirûşma 'Her dem berxwedan, her dem azadî' ber bi 8'ê Adarê ve diçin
10:23 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Ocalan li muxatab digere” derket
10:08 Li ser şopa Rosa Luxemburgê 114 sal: Têkoşîn gerdûnî bû
09:02 Silêman Ehmed 125 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:01 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 92’yan de didome
09:00 Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin
09:00 Namzetên Hevşaredariyê yên Semsûrê: Em ê şaredariya gel ava bikin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2024'AN
25/02/2024
19:53 Ji TJA'yê panel: Rêya sêyemîn pêşniyara jiyana bi hev re ya bi rûmet e
18:20 Li Sêrtê buroyên hilbijartinê hatin vekirin: Em ê şaredariyên xwe bistînin
17:37 Bakirhan li Nisêbînê ye: Çavên kesên çareseriyeke demokratîk dixwazin li 31’ê Adarê ye
17:00 Di Nobeta Edaletê peyama domandina têkoşînê hate dayîn
17:00 Ji DEM Partiyiyan re got: Em ê dengê xwe bidin xwe
16:59 Li Silopiyayê bernameya ‘Çalakiyên Hunerî’
16:36 Tulay Hatîmogûllari: Divê Îmrali were girtin
15:40 Di mitînga Esenyurtê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
15:30 Meşvanên Meşa Azadiyê di mitînga ‘azadiyê’ de ne
14:44 Li Esenyurtê mitînga ‘Azadî û Demokasiyê’ hat lidarxistin
14:39 Gultan Kişanakê ji rojnamegerên jin re name şand
14:11 Konferansa Elewiyan: Polîtîkayên pişaftinê bi awayên cuda di meriyetê de ne
13:59 Bi hezaran kes diherikin mitînga ‘Azadî û Demokrasiyê’
13:12 Li Efrînê welatiyek hate revandin
11:33 Bakirhan: Ma ji bilî xizaniyê we çi da Kerboranê?
10:52 Mijara vê hefteyê ya Kovara Jînê nûnertiya wekhev û hevserokatî ye
10:24 Gelo rêxistinên civaka sivîl ji bo çareseriya pirsgirêka kurd çi difikirin?
09:58 Biryara beraetê hatibû dayîn: Derket holê ku hinek zarokên din jî tacîz kiriye
09:52 Dayika Rohat Aktaş: Ew kulîlkên herî xweşik ên biharên me bûn
09:30 Parêzerê Abdullah Ocalan: Helwesta CPT’yê dike ku tecrîd girantir bibe
09:08 Ji Hevserokê DFG'ê Altan banga ji bo danişîna rojnamevan Muftuoglûyê
09:07 Ji bo piştgiriyê bide Nobeda Edaletê ji Îngilistanê hat
09:04 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 91’an de didome
09:03 Silêman Ehmede 124 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:02 Berdana girtî Abî di 15 mehan de 5 caran hat astengkirin
09:00 36 meh in tu agahî ji Girava Îmraliyê nayê girtin
09:00 ROJEVA 25’Ê SIBATA 2024’AN
24/02/2024
19:28 Namzetên hevşaredariya Bedlîsê bi gel re hatin cem hev
19:07 Bakirhan: Em navnîşanê didin ber kesên ku dixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin, tecrîdê rakin
17:15 TJA’yê li Êlih û Îzmîrê starta 8’ê Adarê da: Rabe, dem dema azadiya jina ye
17:10 Li Sêrtê Panela Zimanê Kurdî: Ziman agirê giyanê neteweyan e û heke bitefe netew jî têk diçin
16:01 ‘Bila girtiyên nexweş Aladag û Gomî bên berdan’
15:41 Ji bo mitînga azadiyê li Esenyûrtê banga tevlibûnê hat kirin
15:27 Li Şirnexê 6 kes hatin binçavkirin
15:23 Namzetên hevşaredariyê yên Tûşbayê hatin binçavkirin
15:18 Aqûbeta 4 windakiriyan hate pirsîn
13:48 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
13:29 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Neçûna CPT'yê ya Îmraliyê nayê qebûlkirin
13:12 Hatîmogûllari: Dê qeyûm biçin û demokrasî were
13:10 TJA dê bi dirûşma ‘Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi 8’ê Adarê ve’ li qadan be
12:49 Temellî bertek nîşanî CPT’yê da: Têkoşîna mafên mirovan di nava sînorên xêzkirî de nabe
12:35 Ji Weşanên Aramê 4 pirtûkên nû
12:02 Bakirhan li Şirnexê ye: Îradeya birêz Ocalan esas bigirin û tecrîdê rakin
10:06 Dr. Berwarî: Hevdîtinên Tirkiyeyê yên li Iraqê li dijî destkeftiyên kurdan e
09:46 Namzetên hevşaredariyê yên Tilqebînê: Em ê pirsgirêkên gel bi gel re çareser bikin
09:30 Ji çûkê re dibêjin bi zimanekî din biwîte!
09:28 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete meha 3’yan
09:28 123 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:18 Li Silopiyayê bernameya 'Çalakiyên Hunerî' dest pê dike
09:17 Banga ji bo 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê': Em ê bi ser bikevin
09:13 Ji serlêderên Îmraliyê Adibellî: Li tu derê tecrîdeke bi vî rengî nehatiye dîtin
09:11 ‘Em ê vê serkeftinê diyariyê hezkiriyên Çiravê bikin’
09:07 Parêzer Kiliç: Li pey her mirineke biguman tundiyek heye
09:02 Dadgeha Bilind Zafer tev li hev kirin: Ser tişta nehatiye gotin biryara mehkumkirinê da
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2024'AN
23/02/2024
23:53 Heyeta CPT'yê ya hat Tirkiyeyê serdana Îmraliyê nekir
17:18 Bayindir: Ev meseleyeke azadiyê ye
17:08 Bajar bi bajar xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê
17:02 DEM Partiyê li Tiloyê buroya hilbijartinê vekir: Em hêvîdar in alimên olî rola xwe bi cih bînin
16:57 Bakirhan:Pirsgirêka kurd Roboskî, Qileban û 33 gule ye
16:50 Li Farqînê teqîn çêbû: Kesekê jiyana xwe ji dest da
16:18 Malbatên Nobeta Edaletê digirin daxwaza azadiya Ocalan kirin
15:40 Li Gemlîkê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Mûtlak Tozûn ê bişert hatibû berdan rakirin beşa lênerîna awarte
15:26 Rapora greva birçîbûnê ya Egeyê: Cezayên dîsiplînan tên dayîn
13:45 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de serkeftina xwe bi çaya bi DEM pîroz bikin
13:23 Dê li Amedê panela ‘Heqîqeta jinê û pirsgirêka tecrîdê ya di pêvajoya aştiyê de’ bê lidarxistin
13:15 Bakirhan: Ne Îskender ne Parsan nekarî van çiyayan derbas bikin, dê diz qet nekarin
11:54 Bernameya Şanoya Bajêr a Amedê ya Adarê aşkere bû
11:32 Li Sêweregê jinek hate qetilkirin
11:24 Hatîmogûllari: Em ê bajarên xwe ji nû ve ava bikin
11:03 Li Qilêbanê ji cerdevanan hat xwestin ku tev li êrişên li dijî Zapê bibin
10:59 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
10:22 Dayika rojnamevan Altûn: Ji wê rojê û vir ve bi hezaran Cengîz mezin bûn
09:04 Ozbîngol: Pakêta Darazê ya 8’emîn weke amûreke pêvajoya siyasî tê bikaranîn
09:01 Girtiyên siyasî 89 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 122 roj in agahî nayên girtin
09:00 Amadekariyên 'Mitînga Azadî û Demokrasiyê' didomin
09:00 Qeyûm dixwaze welatiyê ku doz lê vekiriye ji xanî derxe