Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne

  • jin
  • 10:25 27 Sibat 2024
  • |
img
AMED - Ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Zekiye Ayata Alokmen diyar kir ku jinên kurd ên bi berxwedanê hene, bi rihetî nehatine van rojan û got: "Rêxistinbûyîn mirov diguherîne. Ne pêkan e ku têkoşîna jinan ji niha û pê ve bê rawestandin."
 
Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê New York ê DYA’yê jin ji bo wekheviya zayendî û şert û mercên baş ên xebatê çalakî li dar xistin. Di vê çalakiyê de 120 jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê 8’ê Adarê wekî Roja Jinan a Cîhanê hat ragihandin. Ev roj niha veguheriye platformên têkoşîneke radîkal ji bo lêgerîna li jiyaneke nû ya li hemberî pergala kedxwar. 
 
Jinên kurd ên ku bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî”yê mohra xwe li sedsala 21’ê dan, bê guman li dijî faşîzma li seranserê cîhanê dînamîkeke herî girîng a vê têkoşînê ne. Jinên ku di salên 90’î de gav bi gav têkoşînê ava kirin, bi berxwedana xwe hebûna xwe dan der. Jinên ku hem pêlek li tekoşîna azadiya kurd û hem jî têkoşîna jinê dan, bi rêxistinbûyîna xw eya di qada siyasetê de jî rengê xwe dan der. Jinên ku di qada siyasî de bi pêkhateyeke bêhempa xwe birêxistin kirin û di gelek saziyên cuda de têdikoşin, di sala 1991’ê de Komeleya Jinên Welatparêz (YKD) ava kirin. YKD ku navenda wê li Stenbolê bû û şaxeke wê li Amedê bû, yekemîn komeleya jinan e. Komeleya ku di 12'ê Çileyê de hat vekirin, piştî vekirinê bi 5 mehan bi êrişa polîsan re rû bi rû ma û hat mohrkirin. Lê belê girtina komeleyê nebû asteng li pêşiya jinan ûjin li malan li hev kom bûn. Tevî zextên serdemê jî, mîrateya têkoşîna li dijî zîhniyeta ku jinan di nava malê de heps dike, di salên pêş de veguherî Komeleya Jinên Azad, Komeleya Çandê ya Dîcleyê, Komeleya Jinan a Demokratîk a NEteweyî (ÛDKD), Piştevaniya Jinên Kurd, Weqfa Lêkolînê ya Pirsgirêkên Jinan, ARJÎN, Mala Çandê ya Jinan a JIYAN'ê, Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH), Kongreya Jinên Azad (KJA), Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) û Komeleya Jinan a Rosayê. 
 
Em bi yek ji damezrînerên Komeleya Jinên Welatparêz Zekiye Ayata Alokmen a 72 salî re li ser têkoşîna jinên kurd axivîn.
 
‘ME XWEST JIN SERWEXT BIBIN'
 
Alokmen a ku piştî girtina hevserê xwe bi 4 zarokên xwe re maye û di vê heyamê de dest bi têkoşînê kiriye, anî ziman ku bi roj li zarokên xwe mêze kiriye û êvaran jî beşdarî civînan bûye. Alokmenê têkildarî şahidiya wê heyamê ev tişt anîn zimên: “Me avahiyek duqatî ji komeleyê re kirê kir. Me qatê binî wekî atolyeya dirûtinê bi kar dianî. Bi vî awayî me pêdiviyên aborî yên komeleyê dabîn dikir. Me dît ku jinên kurd çi qasî bindest in û me hovîtiya ku di 12’ê Îlonê de li girtîgehê pêk hat dît. Ji bo hişyarkirina jinan pêwîstî bi komeleyekê çêbû. Mêran pir eziyet li jinan dikir û me digot 'ev nabe'. Ji Stenbolê pêşniyaza komeleyê hat. Piştî Stenbolê me şaxa komeleyê ya Amedê vekir. Ew dem pir germ bû, bûyerên Nisêbîn û Cizîrê hebûn. Me dayikên ku nikarin ji malê derkevin derxistin, me qala têkoşîn û 8'ê Adarê kir. Me hefteyê carekê civîn û perwerdeyên jinan li dar dixist. Em li malan kom dibûn û me armanca komeleyê vedigot. Me piştgirî da jinên ku rastî tundiyê hatin û rewşa wan a aborî tune bû. Di salên 91-92’yan de zilm û zordarî gelek bû, kontra li kolanan mirovan qetil dikirin. Yekane komeleya jinên kurd bû. Li apartmana li hember me Komeleya Dayikên Tirkan hebû. Wan kokteylan didan, me semîner didan. Hevalên me yên mamoste ders didan zarokan. Me hewl da ku xwe bigihînin hemû jinên kurd. Piştî ku em li taxekê bi jinan re diaxivîn, vê carê em li maleke guncav diciviyan. Wê demê em tenê 20 jin dihatin cem hev. Me digot, 'Kengî hewce bike hûn dikarin werin komeleyê.' Ji bilî civînan me kovar û rojname jî belav dikirin. Ji ber ku bi tirkî nizanibûn me jin dibirin nexweşxaneyê û hemû hewcedariyên wan dabîn dikirin. Me xwe digihand jinên girtî jî." 
 
‘ARMANCA SEREKE RÊXISTINBÛYÎN BÛ'
 
Alokmenê bi bîr xist ku komeleya ku di 12'ê Çileya 1991'ê de hat vekirin, di 7'ê Hezîranê de hatiye girtin, lê xebatên wan bênavber dewam kirine û wiha got: "Komeleya me hat girtin, lê em hîn bêtir xebitîn. Em diçûn malan û sersaxiyê û pêdiviyên jinan ên bijîşkî û hiqûqî çareser dikir. Li ku derê çalakî hebûya, em li wir bûn. Me rêxistinbûniyê esas girt. Me ev rê hilbijart ji bo ku em jinan hişyar bikin û pêşî li bindestiyê bigirin. Di demên pêş de xebatên me hîn zêdetir pêş ketin. Di partiyan de komîsyonên jinan û şaxên jinan hatin avakirin. Her ku têkoşîn pêş ket, hişyarî jî zêde bû. Dayik êdî ranewestiyan, her roj di nava çalakiyan û grevên birçîbûnê de bûn. Ji bo em piştgiriyê bidin girtiyan me dest bi grevên birçîbûnê kir. Xwepêşandanên girseyî ji wir derketin." 
 
JI HÊWANAN BER BI QADAN VE
 
Alokmenê anî ziman ku yekemîn pîrozbahiya 8'ê Adarê li qadên girtî û bi hejmareke kêm pîroz kirine û wiha got: “Me salon kirê dikirin, me helbestên kurdî dixwendin. Sendîkayên me hebûn, me bi pêkhateyeke rêxistinî pîrozbahî dikir. Paşê ber bi qadan ve çû. Di destpêkê de wateya 8'ê Adarê nedihat zanîn, lê hevalên me helbest xwendin û wateya wê vegotin. Di dema HEP'ê de parlementerên me hatin û me li ber Sînemaya Dîlanê pîrozbahî kir. Me têfikên sifir kirîn û diyarî dayikan kirin. Polîsan bi copan êrişî me kirin, lê dîsa jî me pîroz kir. 8’ê Adarê û Newroz ji bo me serîhildan bûn." 
 
Alokmenê anî ziman ku têkoşîna jinên kurd bi bedelan hatiye roja îro û wiha got: “Dema me komele vekir em ev qasî ne serwext bûn, lê her çû em serwexttir bûn. Dema ku jin tiştekî bixwazin, kes nikare pêşî lê bigire. Bi vî rengî dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' mezin bû. 4 zarokên min hebûn, min ew birçî dihiştin, min nedikarî xwarinê jî çêkim. Lê ger min jê bawer nekira, ev qasî pêşde nediçû. Dema jinek dihat rêxistinkirin, ew jî diçû cîrana xwe bi rêxistin dikir. Wek torekê gav bi gav bi pêş ve diçû. Jin piştre bûn artêş û em mezin bûn. Rêxistineke ku bibe artêş êdî nayê astengkirin. Min texmîn nedikir ku ew qas mezin bibe, mîna xewnekê ye. Ji ber ku ji bo rêxistinkirina jinekê em bi rojan tevdigeriyan û me eziyet dikişand. Ne hêsan bû. Ên derî li ser çavê me digirtin hebûn. Niha bi hezaran jin li kolanan in. Ev ne tiştek piçûk e. Dema ku ew bawerî bikeve dilê jinê, ew tirsê nas nake. Berê em 2-3 kes bûn, niha meydanan tijî ne. Ew qas gaz û tifing, lê qet em netepisîn. Jina kurd serê xwe rakir, ne wekî berê ye, pergaleke rêxistinkirî derket meydanê. Ev yek cihê kelecanê ye. Berê em bi du sê kesan re bi dizî diçûn malan, lê niha bi hezaran jin li meydanan meşên 'Jin, jiyan, azadî'yê li dar dixin."
 
‘OCALAN CESARET DA'
 
Alokmenê diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di mezinkirina têkoşîna jinên kurd de roleke girîng lîstiye û got: “Yê ku em derxistin holê ew e. Em niha nikarin dest ji têkoşîna wî berdin. Ev têkoşîn ne têkoşîneke kêm e, 26 sal in di girtîgehê de ye. Ma kesek din wê ew qas dirêj di wê zindanê de di bin wan şert û mercan de bijiya? Bi hişmendî û mejiyê xwe jiyana xwe didomîne. Xelkê zarok, keç, mal û stargehan dan. Ev têkoşîn têkoşîneke pir mezin e. Ev jî dibe cihê wêrekiyê. Divê tecrîd bê rakirin. Em çareseriyê dixwazin, em aştiyeke mayinde dixwazin.
 
NE PÊKAN E PÊŞÎ LI TKOŞÎNA JINÊ BÊ GIRTIN'
 
Alokmenê li dijî zext, tundî, komkujî û kedxwariyê ya li ser jinan banga rêxistinbûnê kir û got: “Çi kurd, çi tirk û çi nijadên din, jin jin in. Beşek jinan heye ku tên bindestkirin. Ya herî baş têkoşîn û rêxistinbûyîn e. Têkoşînê rê li ber jinan vekir. Rêxistinbûyîn mirov diguherîne. Jinên birêxistinkirî û nerêxistinkirî ne wek hev in. Wekî nan û avê, pêdiviya me bi rêxistinbûnê heye. Ger rêxistinbûn hebe, qetlîamên bi vî rengî yên jinan çênabin. Jina ku xwe nas bike wê nekeve bin bandora tiryakê. Jinên rêxistinkirî cuda ne. Têkoşîna jinan ji niha û pê ve nikare bê rawestandin. Ger jin hizra xwe bi têkoşînê bike tu kes nikare wê asteng bike. Jin li Sûriye, Iraq, Îran û li her derê di nava têkoşînê de ne. Germa têkoşînê li her derê dixe. Lê li aliyê din jî bê sedem tên qetilkirin. Li nîvê kuçeyan, li nexweşxaneyan, li kuçeyan tên qetilkirin. Komkujiyên li ser jinan ne ew tişt in ku bên efûkirin. Banga min ji jinan re; Bila ji bo pêşîgirtina li komkujiyan bikevin nava têkoşînê. Bê têkoşîn tu tişt ne pêkan e."
 
DÊ ÎSAL JÎ LI QADÊ BE
 
Alokmenê anî ziman ku ji roja ewil ve tev li çalakiyên 8'ê Adarê dibe û wiha dewam kir: “Ez her sal diçûm. Tenê di heyama koronayê de min nekarî biçim. Dema me 8'ê Adarê pîroz dikir em 3-4 kes bûn û xelkê henekê xwe bi me dikir. Ji wan re bê wate dihat. Hinekan deriyên xwe digirt û digotin "ew dîn in, 8'ê Adarê çi ye?" Em pir hindik bûn, lê sala duyemîn me salon tije kir û niha jî meydanan tije dibin. Em bi meş, panel û çalakiyan pîroz dikin. Niha bi hezaran jin bi cilên xwe yên herêmî tên. Ev yek ji rojên me yên herî kêfxweş e."
 
Alokmenê anî ziman ku ew ê îsal jî li qada 8'ê Adarê be.
 
SIBE: Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nasnameya xwe dît
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

29/02/2024
12:19 Li Dêrsimê dê li dijî bişaftin û bêesilkirina çandî bisekinin
12:06 Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e
11:30 Delegasyona Navneteweyî bi DFG û MKG’ê re hevdîtin kir
11:29 17 saziyan bang kirin: Rojnameger Muftuoglû berdin
11:11 Dê îfadeyên rojnamegerên binçavkirî îro bên girtin
11:10 Di dema sirgunê de îşkence li girtiyan kirin: Dest, ling û çavên wan hatin girêdan
10:41 Parêzerê rojnameger Keser: Biryara girtinê êrişa li dijî azadiya xweîfadekirinê ye
10:28 Li Stenbolê dê konferansa tecrîdê were lidarxistin
10:26 Edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz beraet kir
10:12 Li Filistînê 'jinbûn' bi xwe têkoşîn e
10:11 Parêzer Yelboga ji ber parêzertiyê hat sûcdarkirin!
10:10 Namzeta hevşaredariyê ya suryan: Em ê vê derê veguherînin baxçeyê Mezopotamyayê
09:25 Giliyê planên ‘diziyê’ yên qeyûm hate kirin
09:24 Parêzera CÎSST'ê Akyuz: Girtîgeh ew navend in ku baviksalarî lê kûrtir dibe
09:22 Dayikên Aştiyê: CPT berpirsê serekê yê bêhiqûqiyê ye
09:21 Welatiyên Şirnexê ji xwe bawerin: Em ê rê nedin ku diz careke din vîna me desteser bikin
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 128 roj in agahî nayên girtin
09:20 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kete roja 95’an
09:03 Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû?
09:03 Parêzer Acûn: Bi biryara DMME'yê binesaziya hiqûqî ya azadiya Ocalan çêbûye
09:03 Li Agiriyê çav li DEM Partiyê ne
09:02 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Baweriya bi saziyên edlî nemaye
09:02 Şoreşgerekî dilovan: Reşo
09:00 ROJEVA 29'Ê SIBATA 2024'AN
28/02/2024
22:46 Girtiyê nexweş Çardak bi sandalyeya biteker ji girtşgehê derket
20:25 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî ya Li Dijî Tecrîdê serdana Nobeda Edaletê û DBP'ê kir
18:19 3 girtiyên di greva birçîbûnê de hatin sirgûnkirin
17:13 Nobeta Edaletê: Heta encamek tê bidestxistin dê bidome
16:57 Bajêr bi bajêr buro bi awayekî bicoş hatin vekirin
16:12 ‘Komkujiya Roboskê destpêka qonaxa polîtîkayên faşîst e’
15:47 Çalakiyên 8’ê Adarê: Jin dê li dijî tundiya mêr-dewletê serî netewînin
15:19 Hatîmogûllari: Sedema pirsgirêka demokrasiyê ya heyî neçareserkirina pirsgirêka kurd e
15:18 Ji xebatkarên ASM’ê daxwaza ‘di bacê de edalet’
14:59 Bertek nîşanî girtina nûçegihana PÎRHA’yê Keser dan
14:58 Li Qoserê mirina biguman a jinekê
14:54 Li Îzmîrê 4 kes hatin girtin
14:54 Li Bagokê operasyona leşkerî hate destpêkirin
14:45 Hiqûqnasên navneteweyî dest bi serdanên xwe yên bi rojeva tecrîdê kirin
14:41 Hatîmogûllari li Kercewsê ye: Ew ê nizanibin bi ku ve birevin
14:37 ESP: Bila binçavkirî bên berdan
13:43 AKP’ê niha jî strana Xelîl Xemgîn dizî!
13:08 Qirkirina jinan: Di rojekê de 8 jin hatin qetilkirin
12:33 Fîlma 'Stranên Keziya Sor' dê di adarê de were pêşandan
12:27 Rejîma Îranê kolberek qetil kir
11:40 Dewleta tirk li Dêrikê êrişî 4 wesayîtan kir
11:32 Binpêkirinên mafên tenduristiyê yên 12 jinên girtî
11:09 DFG û TGS’ê ji bo Muftuoglû bang kirin: Mafê agahîgirtinê yê civakê parast
10:28 Jinên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:51 Siyasetmedara fransî Amiot: Berxwedana Abdullah Ocalan gelek bandorê dike
09:26 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 94 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:26 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: 127 roj in agahî jê nayên girtin
09:20 Jinan nasnameya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dît
09:02 ‘Ji ber ne endamê AKP'ê bûm ji kar hatim derxistin'
09:01 ‘Em ê her dera bajêr bi rengên Deşta Mûşê bixemilînin’
09:01 Banga 8’ê Adarê: Em ê 8’ê Adarê li kolanan bin
09:00 Namzetên Hevşeredariyê yên Koma Mîran û Bûlamê: Em ê bi gelê xwe re bi rê ve bibin
09:00 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2024'AN
07:58 Nûçegihanê PÎRHA’yê Keser hate girtin
27/02/2024
22:21 Polîsan êriş birin ser jinên binçavkirinan şermezar kirin
18:25 Ji namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê soza çareserkirina pirsgirêkan
18:16 Hatîmogûllari li Xana Axparê ye: Divê demildest Abdullah Ocalan azadiya xwe bi dest bixe
17:06 Namzetê DEM Partiyê yê Bedlîsê guherî
17:05 Nobeta Edaletê: Heta pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî pêş nakeve
16:59 Di doza îşkenceya bikuçik de heman polîsê şahid û heman îfade
16:57 Ber bi 8’ê Adarê ve: Dengê jinan dê ji her derê were bihîstin
15:48 DEM Partiyê îdiayên têkildarî Îzmîtê derewand
15:32 Li Îdirê protesto: Em ê kolanan vala nehêlin
15:19 Jinan Bûlûnmaz a hate qetilkirin bi bîr anîn
14:58 Namzetên hevşaredariyê yên Stenbolê yên DEM Partiyê serdana Rojnameya Agosê kirin
14:45 Xelkê Îdirê bertek nîşanî biryarê da: Em ê bersiva pêwîst bidin
14:06 Ji bo dosyaya 3 rojnamegerên binçavkirî biryara bisînorkirinê hat dayîn
13:42 Hatîmogûllari: Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji wan paqij bikin
13:31 Serokê AKP’ê yê berê bertek nîşanî neheqiyê da: Biryarê rast bikin
13:24 Tunela ku beriya 11 salan dest bi çêkirina wê hate kirin hêj xelas nebûye
13:23 Guneş ê namzetiya wî hatiye redkirin: Li ser fermana walî ev biryar hat dayîn
12:55 Li Geverê dolmişên dibistanan careke de kontax girtin
12:50 Nameya nivîskarê girtî ji Ocalan re şand hate desteserkirin
12:29 Mirova Şemiyê Eren ji dadgehê re got: Gelo heke hûn bûna dê we çi kiribûya?
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê û girtîgehê dan
12:11 Ji qadên hilbijartinê çendek nîşe: Daxwaza gel azadiya Abdullah Ocalan e
11:40 Edîtora ETHA’yê Gurbuz beraet kir
11:29 Hatîmogûllari ji bo ‘tifaqa qirêjî’ hişyarî kir
11:15 Lîstikvanên Amedsporê gel vexwend maçê
11:01 Polîsan bi ser mala parlamenter Çîçek Otlûyê de girtin
10:31 Li Semsûrê tundiya mêr: Yek jê zarok 3 kes hatin qetilkirin
10:29 Namzetên hevşaredariyê yên Panosê: Hemû biryar dê bi gel re bên wergirtin
10:27 Rêwîtiya Abdullah Ocalan a 55 salan: Mitabeqeta Dolmabahçeyê
10:25 Têkoşîna jinên kurd a hebûnê: Rêxistinbûyîn diguherîne
10:19 Li Stenbol û Îzmîrê li dijî SMF’ê, ESP’ê û Partîzanê operasyon
09:25 Silêman Ehmede 126 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 93’yan de didome
09:07 Dayikên Şemiyê: Bila yên em mexdûr kirin bên darizandin
09:07 Ji bo bilindkirina hêvî û têkoşînê dê di 8'ê Adarê de li hev kom bibin
09:05 Gelê Semsûrê guhertinê dixwaze
09:02 Ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana ‘DEM a me ye’ derket
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2024'AN
08:34 Li Wanê 2 rojnameger hatin binçavkirin
26/02/2024
21:47 Li Colemêrgê aşît çêbû: Kesek mir, 14 kes birîndar bûn
17:44 Aktaş û Yavûzel bi meşekê hatin bîranîn
17:29 Ji DEM Partiyê buroya hilbijartinê ya jinan