Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike

  • jin
  • 10:00 1 Adar 2024
  • |
img
ÎZMİR - Sevda Unal, ji ber ku li dijî zilamê ew tacîz kirî û gef lê xwaribû parastina cewherî kir, tê darizandin. Unal destnîşan kir ku tekane rêya têkoşîna li dijî pergala mêrsalar a ku parastina cewherî wek “sûc” nîşan dide, têkoşîn û rêxistinbûn e.
 
Li welatên ku cûreyên tundiya li dijî jinê herî zêde tê jiyîn yek jî Tirkiye ye û parastina cewherî ya li dijî tundiya zilam tê kirin jî bi zanebûn wek “sûc” tê îlankirin. Ji ber ku jin xwedî li jiyanên xwe derdikevin, bi salan cezayên hefsê tên cezakirin. Herî dawî endama Piştevaniya Binevşî (Mor Dayanışma) Sevda Unal di sala 2018’an de ji ber li dijî zilamê ku wê tacîz kiribû parastina cewherî kiribû di 1’ê sibatê de hate girtin. Giliya der barê faîlê tacîzê ji Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê re hatiye kirin jî bi biryara “neşopandinê” encam bû. 
 
Piştî îtîraza parêzaran Unal di 12’ê sibatê bi şertê kontrola edlî hate berdan. Unal derbarê sekna parastina cewherî ya dadgeriyê de pirsên me bersivandin. 
 
Me Sevda Unal ji ber parastina cewherî kir û hate girtin nas kir. Di serî de hûn dikarin hinekê behsa xwe bikin? 
 
Ez di 17’ê sibata 1997’an de li navçeya Salîhlî ya Manîsayê ji dayîk bûm. Dayika min Ayşe Gul di 16 saliya xwe de bi darê zorê hatibû zewicandin. Ez bi xwîşkên xwe Sahra û Naz re li bajêr mezin bûm. Wekî bi milyonan jinan, di serî de rastî tundiya bav pişre rastî tundiya zilamên din hatim. Dixwazim bêjin ku min ji ber vê tundiyê sê ameliyat derbas kirin, çar platîn û kelemçeyeke mekanîk xistin pişta min. Dema ku hûn wek zarok her roj rastiyê tundiyê tên xwezayî dibêjin ku ‘hevalên me her roj vê tundiyê najîn, ji ber wê ev ne normal e, divê ez xwe biparêzim.’ Di wî temenî de ewilî li hember tundiya bavê xwe sekinîm. Baş tê bîra min dema ku bavê me mir em piçekê rehet bûn û me got ‘em jê xelas bûn’. Ez wek 4 jin ji tundiya zilaman a ku dê di têkoşîna jiyanê de restî me were bêagahî bûm. Ji ber rewşa aborî di 14 saliya xwe de wek ‘karkereke zarok’ ketim nav tundiya kar. Wek zarok rastî tundiyên cuda, şert û mercên xebatê yên giran, neheqiyên cur bi cur hatim. Ser ve jî ji bo sê qirûşan bêyî ku ewlehiya canê xebitin.  
 
Ez di beşe Wênekêşî û Kameravaniyê ya Beşa Arkeolojiyê ya Zanîngeha Nehê Îlonê de xwendekar im. Di heman demê de endama Komeleya Jinan a Piştevaniya Binevşî me. Ev çar sal in ku di komeleyê de bi jinan re têm cem hev û di taxan de xebatan didim meşandin. Li aliyekê fluta li rex didim û dixwazim xwe di qada muzîkê de pêş bixim. Ji mûzîkê hez dikim, kêfa min gelek ji kedkarî û guhdarkirina muzîkê tê.
 
Piştî tacîza bi devkî û fîzîkî dema ku bi çêran û gefa tecawizê bi ser min de hat, xweparastin şansê min ê dawî bû. Ji berê jî sabikaya vî zilamî ya bi darê zorê girtina jinekê hebû. Di wê kêliyê de tişta ku hûn difikirin tenê hûn in û xelaskirina canê we ye. Ji ber wê divê xweparastin neyê cezakirin. 
 
Sedema xweparastina we ya bûye hinceta darizandina we çawa çêbû, wê rojê çi hate jiyîn? 
 
Bûyer di sala 2018’an de di betlaneya havînê de, dema ez ji bo dîtina hevalên xwe çûme Îzmîtê hate jiyîn. Dema ku nîvê şevê me xwest em biçim malê, ewilî bi devkî, piştre jî bi fîzîkî ez rastî tacîzê hatim. Komeke zilaman a ji 7-8 kesan pêk dihat û li gorî min hişbirê kişandibûn me bi devkî tacîz kirin. Dema ku me qêr kir û alîkarî xwest, dîn bûn û bi gefa kuştinê bi ser min de hatin. Hevaleke min girtibûn û li erdê didan ber pêhnan. Wê kêliyê zilamê bi gefa kuştinê bi ser min de dihat û min ji çavên wî zanî ku di bin bandora hişbirê de ye, çêr kirin û gefa tecawizê li min xwar. Di wê kêliyê de girtina perçeke cama li cem min, û avêtina zilamê bi ser min de dihat, şansê min ê dawî bû. Îro jî ez şikirdar im ku ew perçeyê camê li wê derê bû. Piştre min zanî ku sabikaya vî zilamî ya ji ber darê zorê girtina jinekê jî hebû. Zilameke gir bû, wek çavtarî bi ser min de dihat. Perçeyê camê yê min bi ser zilamî de avêtibû çû çaveke wî de û bû sedema windakirina dîtina wî, li ser rûyê wî jî şopa birînê derket. Di wê kêliyê de tenê tişta ku tê hişê we xwe û canê xwe parastin e. Tam ji ber vê sedemê divê xweparastin neyê cezakirin.  
 
Giliya we ya derbarê zilamê ku vê xofê li we daye jiyîn bi ‘neşopandinê’ ve encam bû lê belê hûn ji ber parastina cewherî hatin cezakirin. Derbarê vê mijarê de de hûn dixwazin çi bibêjin? 
 
Derbarê tacîza ku rast hatime min gilî kir lê belê dewlata mêr derbarê giliya min de biryara ‘neşopandinê’ da. Îtîrazên me nehatin qebûlkirin û derbarê tacizkar de doz jî nehate vekirin. Li şûna wî ceza li min birîn û ez hatim girtin. Ji ber ameliyata dawî ya şaş hatibû kirin ez astengdar bûm û ev rewşa min di pêvajoya înfaza min de berçav nehate girtin. Di asta herî jor de ceza li min hate birîn û bi daxistinan ev ceza daket 5 sal û 7 meh û 15 rojan. Dadgeha Bilind jî vê yêkê erê kir. Parêzerê min berî ku teslîm bibim ji min re gotibû ku tu dê karibîm 2 sal û 8 mehên cezayê xwe di saziya xwe de temam bikim û ez bi qebûlkirina vê yekê ketin girtîgehê. Dozgerê dawî dosyeya min nirxand û bi vê yekê ez niha dikarin bersiva pirsên we didim. Lê belê dîsa jî divê ev yek neyê jibîrkirin ku, ez ne bi beraetê, bi şertê kontrola edlî hatim berdan. Hem biryar hem jî ragirtina min a 11 rojan bêhiqûqî ne. Bila dewleta zilam zanibe ku ez ê heya dawiyê şopdarê doza xwe bim. ‘Edaleta dereng tê ne edalet e’, sûcê min nîn e, sûcê me nîn e. Ez weke jineke parastina cewherî kiriye dixwazim vê yekê bi ser navê we hemûyan bêjim; dixwazim ku em zirarê bibînin. Dixwazim dema em rastî tundiyê, tecîzê, tecawizê tên bêdeng bibin. Dixwazin em bêjin ku ‘Zilam e, dike’. Lê belê divê bê zanîn ku zilam nikarin bikin, jin dê bêdeng nebin, dê neyên bêdengkirin. 
 
Dema em bingeha pirsgirêkê dinêrin dibînin ku sedem serweriya bîrdoziyên desthilatdar ên mêr in. Divê were dîtin ku heya pergala heyî ji holê ranebe, bi tenê cezayên pêşîlêrtina, tundiya zilam ji holê ranebe. 
 
Berî niha jî cezayên muebetê yên hefsê dan jinan neçar mene ku parastina xwe bikin. Herwiha ji ber van cezayan hinek terka welat kirin. Gelo ev helwesta dadgeriyê ji bo pêşîlêgirina parastina cewherî ye? Hûn çi difikirin? 
 
Jixwe wekî ‘dixwazin pêşî lê bigirin’ digirim dest. Dixwazim mijara ku min gava din vekiriye kûrtir bikim. Dadgerî bi temamî zilamtiyê xistiye navenda xwe û gelek mînakên darizandina wiha jî hene. Jin li malê, li cihê kar ji hêla kesên herî nêz û ji hêla kesên ku qet nas nakin ve rastî tundiyê tên û ji ber parastina cewherî kirine, di asta herî jor de ceza li wan hatin birîn. Li gorî min divê dadgerî her tundiya li dijî jinê tê kirin ceza bike. Dema em bingeha pirsgirêkê dinêrin, pirsgirêka sereke serweriya bîrdoziyên desthilatdar ên mêr in. Divê baş were dîtin ku heya pergala desthilatdar a mêr ranebe, bi cezakirinên pêşîlêgirtinê, tundiya li dijî jinê dê ji holê ranebe. Heya ku sedemên pirsgirêkan ji holê neyên rakirin, çareserkirina pirsgirêkên ji ber vê nêrîneke kêm e. Ev yek dîtina rastiya bingehîn asteng dike. Herwiha divê em bibînin ku di vê cîhanê de pergalên bingeha xwe ji kûrahiya dîrokê digirin, pergala kapîtalîzmê ya riziyayî û bingeheke xwe ya herî xurt ji jinan di malê de weke kedkareke bêpere dixebitîne de digire. Bi vî awayî çend kesên dewlemendiya xwe zêdetir kirin.
 
Parastina cewherî li dijî tundiyê rêbazeke girîng a têkoşînê ye û ev yek weke êrişa fizîkî tên destgirtin û ji civakê re weke ‘sûc’ tê nişandan. Em wek jineke ku parastina cewherî kiriye dixwazin ji we guhdar bikin; parastina cewherî çi ye, ji bo jinan çima di asta jiyanî de girîng e? 
 
Di Komeleya Jinan a Piştevaniya Binevşî ya ez endama wê me de, di qada parastina cewherî de pisporên “hunerên parastinê” dersan didin. Di kêliya êrişê de fikrên amûrên xwe parastinê, tên firehkirin, em ji bo bêbandorkirina êrişkaran hînî her cure teknîkan dibin. Bi ser navê ‘tundî û cureyên wê’ komxebatên parastina cewherî tên li dar xistin. Em bi rêhevalên xwe yên derûnînas re hevdîtinan pêk tînin. Wek derûnî ev yek têkoşeriya me xurt dike û em li dijî tundiyê, berteknîşandanê hîn dibin û ser mijarê bi hev re nîqaş dikin. Ne tirsnak e, şert e; wek zelalî zanîn û sepandin jiyanî ye. Hînbûna parastina cewherî hem me xurttir dike, hem jî me wekî xwedîhêz dide hîskirin. Em nizanin bê ka dê tundiya zilam çawa û li ku derê derbikeve pêşberî me. Dibe ku kesên herî nêzî me, dibe ku li kolanê keseke ku em qet nas nekin. Em nikarin bêjin tundî tenê li vê derê ye. Dibe ku li her derekê di her kêliyê de pêk were lê dema ku ew kêlî hat, parastina cewherî di asta jiyanî de girîng e. Xwezî em neçar nebin ku hîn bibin û ev yek di asta jiyanî de girîng nebe. Lê belê mixabin em di dorpêça tundiya nediyar de ne û nayê zanîn bê ka dê di ji kîşan alî de were. Ji bo rastî encamên vê tundiyê neyê, divê her jin xwe di vê mijarê de kûr bike. Tundî ne bi cureyekê ye û ne tenê fizîkî ye. Aborî, dijîtal, hestiyarî, cinsî cûreyên tundiyê hene. Gelek mînak hene ku dema em dixwînin êm ê bêjin ‘ma qey ev jî tundî bû’ hene. 
 
Em ne aîdê cihên wekî jina malê, dayika biçûkan, hevjîna yekê an jî keça kesekê ne ku bi vî awayî li cihekê werin hefskirin. Divê em bibin yek, bi hev re bin da ku karibin derbikevin pêşberî tundiyê. 
 
Em li dijî tariyê ronahiyê bi hev re mezin bikin
 
Li welat hezaran jin hene ku bi tundiyê re rû bi rû ne, gelo ji bo van jinan peyameke we ya derbarê mijara parastina cewherî de heye?
 
Weke jineke ku di temenên zaroktiyê de bi her cure tundiyê re rû bi rû maye, dikarin bêjim ku; em jin ne aîdê cihê ku dixwazin me hevf bikin in. Em ne aîdê cihên wekî jina malê, dayika biçûkan, hevjîna yekê an jî keça kesekê ne ku bi vî awayî li cihekê werin hefskirin. Divê em bibin yek, bi hev re bin da ku karibin derbikevin pêşberî tundiyê. Divê qebûlkirina van navan tenê li gorî daxwaza me be. Têkoşîna jiyana min bi ser vê yekê ye. Wekî ku ji çîroka min tê zanîn, ez dikarim derbarê bandora têkçûna fizîkî, rûhî bêjim ku derbaskirin, dermankirin, wekî ku em bêjin ‘derbas bû’ ne pêkan e. Ne pêkan e ku zirara dide we, bandora li ser kenên we ava dike neyê dîtin. Ne pêkan e ku nêrîna we ya jiyanê, derbarê mirovên derdora we de ne, ser jiyana we û aramiya we, ser nêrîna we ya heq û heheqiyê guherînê çêneke. Ez her tim dibêjim jinek dikare kesera di dilê jineke din de, ji çavên wê nas bike. Ji ber vê yekê ‘welatê jinekê jin e’. Divê wek jin em bibin yek, bi hev re bin da ku karibin bi hejmareke mezin derbikevin pêşberî tundiyê. Divê em bibin yek da ku ew hêza me ya hatiye çewisandin û hêza me ya ku dixwazin biçewisînin em dîsa dîsa gur bikin û vê hêzê bibînin. Da ku em karibin li dijî tundiya ji her alî û her awayî tê re, bi bedenên xwe ve bibin dîwar, em hêza xwe bi hev re bînin bîra xwe, li hemberî tariyê, ronahiyê bi hev re mezin bikin. Parastina cewherî maf e, nayê astengkirin, nayê darizandin. Ew ê biçin, em jin hebûn, hene, dê hebin.
 
 
SIBÊ: Di têkoşîna li dijî medyaya zilam de dengê jinan
 
MA / Semra Tûran

Sernavên din

22/05/2024
09:33 Malbatên girtiyên çalakiya ‘azadiyê’ didomînin: Em li pey daxwazên wan in
09:20 Bang li hilbijêrên bitevger ên Curnê Reş kir: Dengek dikare her tiştî biguherîne
09:18 Lêkolînera Zimanan Eraûskîn: Divê ji xeynî fermîbûnê tu rêyên din neyên qebûlkirin
09:17 OHD ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê wê serî li Meclisê û wezaretê bide
09:16 Bijîşk Yavîç: Em ji rewşa girtiyan bi fikar in
09:01 Çalakiya 'azadiyê' ya girtiyan di roja 178'an de didome
09:01 Ji rojnameger Silêman Ehmed 211 roj in agahî nayên girtin
09:00 Kanên xizê Çemê Dîcleyê talan û wêran dikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ GULANA 2024'YAN
08:44 Erdogan erka ‘ragihandina şer û seferberiyê’ jî xist bin kontrola xwe
21/05/2024
23:19 Rojnamevan Dal ji girtîgehê derket: Em ê her tim li ser tecrîdê binivîsin
20:17 Li Mêrdînê li dijî biryara Kobanê bertek
20:10 Nobeta Emîne Şenyaşar di roja 108’an didome
18:30 Ji bo 3 rojnamegerî biryara tahliyeyê
17:05 Hempîşeyên wê xwestin parêzer Çîftçî were berdan
16:50 Doza parêzer Necat Çîçek hat taloqkirin
16:26 Di Doza Komkujiya Pirsûsê de daxwaz hatin redkirin
15:51 Lêgerîna tazî fez kirin, bi erdê re kaş kirin, xistin qawişa edliyan
15:50 Li Curnê Reş banga beşdariya şahiya sibê hat kirin
15:05 Tûrnûvaya Futbolê ya Gulistan Dokû dest pê kir
14:59 Doza Hantaş bêceza hate hiştin: Biryar derveyî qanûnê ye
14:41 Polîsan bi ser ofîsa Sendika.Orgê de girt
14:12 Nûnerên saziyan û xelkê serdana her sê siyasetmedaran kir
14:11 Ji ber qerên qeyûm ceyrana MARSÛ’yê hate birîn
13:18 Li Parlamentoya Herêma Kurdistane 5 kursî ji bo pêkhateyan hat veqetandin
13:17 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
13:16 Li Stenbolê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
12:38 Hatîmogûllari: Hevalên me ji ber ku serî li ber rejîmê netewandin hatin cezakirin
12:32 Parêzerê ku îtîrafkar digot li cem min e, di danişînekî din de bûye
12:28 Kujerê Recep Hantaş jî nehat cezakirin!
12:11 Rojnamevan Aslan ji doza ‘agahiya şaş belav kiriye’ hat beraetkirin
12:01 Li Rojhilatê Kurdistanê bi hinceta Newrozê 5 kes hatin binçavkirin
11:27 Gund Ma tê avakirin
10:55 Girtiyê siyasî di qawîşa girtiyên edlî de tê ragirtin
10:49 Vegera welat a êzidiyan didome
10:42 DEM Partî: Em êşa mezin a çerkezan parve dikin
10:27 Ev zêdetirî 30 sal in kovaran arşîv dike: Kovara herî kevn 132 sal berê hatiye weşandin
10:18 Çalakiya girtiyan berdewam dike
10:17 Ji bo tecrîdê û pirsgirêka kurd dê hevdîtinan bikin
10:00 Li Abdullah Ocalan 6 meh cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hat birîn
09:51 Li Afyonê qeza: 17 kes birîndar bûn
09:39 Li Stenbolê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin
09:13 Girtiyên serî natewînin nayên berdan!
09:09 Li Ewropayê çalakiyên 'Azadî ji Ocalan û girtiyên siyasî re' dest pê dikin
09:07 Biryara 'parastinê' naparêze: Çareserî têkoşîna li ser esasê xweparastinê ye
09:03 Rojnameger Ehmed 210 roj in winda ye: Şerme ku rojnamegerek kurd li Kurdistanê bê revandin
09:00 ROJEVA 21'Ê GULANA 2024'AN
20/05/2024
22:08 Dilan Sarûhan hat berdan
18:57 Ji Dayikên Aştiyê banga 'dawî li tecrîdê bînin'
16:54 Li Periyê gund bi gund xebatên hilbijartinê tên meşandin
16:35 Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Tecrîdê rakin
16:34 DEM Partiyê li Curnê Reş lez da xebatên xwe
16:15 Haya wezaretê ji hejmara hikûmxwarên di girtîgehê de nîne!
16:08 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê serdana Demirtaş kirin: Wê têkoşîna me bidome
15:49 Doza 9 kesên hatibûn kuştin veguhestin Konyayê
15:30 Li Licê operasyona leşkerî berdewam dike
15:24 Li Hezex, Îzmîr û Enqereyê cezakirina siyasetmedarên kurd hat protestokirin
15:23 Jinên siyasetmedar ku hatin berdan: Çareserî ji Îmraliyê dest pê dike
15:12 Ceza li mitehitên apartmana 37 kes lê miribûn hate birîn
14:35 Dozgerê ICC’ê xwest Netanyahu were girtin
14:06 Reîsî bi biryarên îdamê û polîtîkayên tundiyê dihat naskirin
13:53 Girtiya nexweş Ozer ji bo raporê sewqî Stenbolê hate kirin
13:32 Koçyîgîtê ji ber ‘xefika îktîdarê’ hişyarî da
13:20 Li wargeha KYK’ê 97 xwendekar jehrî bûn
13:20 Pêşniyarqanûna ‘Bila deynên qeyûman ji wan bê standin’ dan Meclisê
11:52 DEM Partî: AKP li Curnê Reş gefê li keyayan û gundiyan dixwe
11:29 Li Şirnexê kesek hat girtin û 39 kes hatin berdan
11:28 Şaredariya Sûrê deynê qeyûm li pey xwe hiştî eşkere kir
11:26 Nivîskar Sîdar Jîr: Kobanê kevirê takêşê yê dîroka kurdan e
10:36 Cîgirê Reîsî li şûna wî hat tayînkirin
09:54 Ji bo 10 bajaran hişyariya barîna barana zêde hate kirin
09:45 ‘Zîhniyeta DAIŞ’ê pirsgirêkeke navneteweyî ye’
09:30 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiyê di roja 176’an de didome
09:27 Ji rojnameger Silêman Ehmed 209 roj in agahî nayên girtin
09:24 Li Geverê tecrîd hate protestokirin
09:22 Di 18 rojan de 372 binçavkirin 108 girtin
09:10 ‘Rêveberiya tayînkirî ya nexweşxaneyê pergala tenduristiyê bêqîmet dike’
09:03 ‘Divê motokuryetî têkeve nav çîna ‘karên bi talûke’
09:00 ROJEVA 20'Ê GULANA 2024'AN
07:36 Rayedarên îranî: Serokkomar Reîsî mir
00:17 Li Marsîlyayê meşa 'Ji Ocalan re azadî'
19/05/2024
22:18 Li Licê operasyona leşkerî
22:08 Li Stenbolê 4 ciwan hatin girtin
21:14 DEM Parî dê serdana Demîrtaş bike
21:00 Sempozyûma Ziman: Divê edî kurd bibin yek
20:17 ANKA-DER: Em ê tecrîda li ser ziman rakin
19:50 ’Li hundir û derve dê têkoşîna me bidome’
19:33 Li Periyê xebatên hilbijartinê bênavber didomin
19:11 Îbrahîm Kaypakkaya li Stenbolê hate bîranîn
18:29 Hefteya windayan: Şîna me didome, ji ber edalet pêk nehat
17:03 Li Îranê qezaya helîkopterê çêbû: Serokkomar winda ye
16:41 ‘Curnê Reş dê di 2’yê hezîranê de ji zilmê re bibêje êdî bes e’
16:33 Girtiyên ji Doza Kobanê: Çi dibe bila bibe em ê tawîzê nedin
16:16 YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin
16:00 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
15:13 Li Tetwan û Aydinê qeza: Kesek mir, 11 kes birîndar bûn
15:06 Biryarên Doza Kobanê hatin protestokirin nt>
14:58 'Ji bo zimanê kurdî bijî divê her malek bibe dibistanek’
14:40 ‘Şehîdên Meha Gulanê’ li Edeneyê hatin bibîranîn
14:31 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê çûn serdana Yuksekdag: Em ê piştevaniyê mezin bikin