Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da

WAN - Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir beşdarî vekirina buroya hilbijartinê ya Wanê bû got ku li Wanê  girseya gel mizgîniya serkeftinê da. Bayindirî bangî li hilbijêrên Kurd ên ku heya niha piştgirî didan AKP'ê kir û got: ‘’Êdî li wir nesekinin, mala we ev der e, cihê ku hûn ê pê serbilind bibin, ev der e.’’ 

 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê buroya hilbijartinê ya navendî vekir. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir beşdarî merasîmê bû û Bayindir di ketina bajêr de ji aliyê girseya gel ve hate pêşwazîkirin. Girseya gel bi konvoyeke mezin kete bajêr û derbasî cihê vekirina buroyê Kolana Hunerê bû. Keskîn Bayindir û Namzetên Hevşaredarên DEM Partiyê yên Wanê li vir  ji aliyê hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin.   Merasîma vekirina buroyê, veguherî mîtîngeke mezin û ji aliyê girseya gel ve pankartên bi nivîsa; ‘Siwar hatin peya çûn’, ‘Yê ku azad nebe evîna wî jî azad nabe’, ‘Bimre Tecrîd’, ‘Her der Îmralî ye, her der berxwedan e’ û ‘Ji bo zindanan RABE’ hatin hilgirtin. 
 
ŞEDAL: EM Ê WANÊ BIKIN BAJARÊ JIN Û CIWANAN  
 
Beriya vekirina buroyê Neslîhan Şedal a Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin axivî û got: ‘’Em silavên xwe li hemû hevalên xwe yên li sirgûn û girtîgehan dikin. Em soz didin hevalên xwe yên jin. Em ê qada siyasetê veguherînin qada jinan. Naxwazin jin di siyaset û civaka sivîl de cih bigirin. Em ê di 31’ê Adarê de bajarê xwe bikin bajarê jin û ciwanan. Li bajarê me pirsgirêkên mezin hene. Ji aliyê xizaniya jinan, veguhêzî, koçberî û aktîvîteyên civakî ve pirsgirêkên mezin hene.  Gava ku em bûn hevserok, em ê van pirsgirêkan hemûyan çareser bikin. Em ê hemû saziyên xwe yên hatine girtin,  ji nû ve vekin. Em ê bajarê xwe bi hev re bi rê ve bibin. Jin û ciwanên Wanê serkeftin bi dest xistine.’’  
 
‘EM Ê PIRSGIRÊKÊN XWE BI HEV RE ÇARESER BIKIN’
 
Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê din Abdullah Zeydan jî bal kişand ser grevên birçîbûnê. 
Zeydan, da xuyakirin ku greva birçîbûnê ya li girtîgehan nêzî sed roj in berdewam dike û got, "Daxwazên wan rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd e. Em xwedî li têkoşîna wan derdikevin. Em ê qeyûmên ku 10 sal in li bajarên me ne di 31'ê Adarê de bişînin. Eger qayûm li vî bajarî nehatibûya tayînkirin, li vî bajarî ewqas pirsgirêk dernediketin. Di her alî de pirsgirêkên mezin ên vî bajarî hene. Qeyûm û AKP’yî ji bo vî bajarî tiştekî jî baş nekirine. Tenê tişta ku kirine, hawirdora xwe dewlemend kirine. Her wiha ciwanên li vî bajarî mehkûmî xizaniyê kirin. Em ê vê yekê ti carî qebûl nekin. Em ê hemû pirsgirêkên xwe bi hev re çareser bikin."
 
'DARBEKARÊN HERÎ MEZIN ERDOGAN Û BAHÇELÎ NE'
 
Piştî namzetên hevşaredariyê Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir xîtabî gel kir.  
 
Bayindir, Meşa Azadiyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Ocalan bi bîr xist û spasiya gelê Wanê kir. Bayindir, ê ji girseya gel a li pêşberî xwe bi bandor bû got, "Sekna we ya li dijî zext û mirinê, sekna azadiyê ye. Ev qad, qada azadî û serkeftinê ye. Di 2’ê Adara 1994'an de darbeyek hat kirin û parlamenterên me ji Meclîsê hatin avêtin. AKP’ê dema hat ser desthilatdariyê gotibû ku ew ê hesab ji darbekaran bixwazin. Lê îro darbekarên herî mezin Erdogan û Bahçelî ne. Niha bi hezaran hevrêyên me di girtîgehan de ne. Li girtîgehan jî grevên birçîbûnê hene. Gelê me azadî dixwaze û wê teqez azadî pêk were."
 
'EV DER KURDISTAN E'
 
Bayindir, diyar kir ku AKP'ê bi hîle û qeyûman şaredariyên gel desteserkirine û wiha domand, "Bi salan e bi hîle û bi bêrûtiyê re hewl dan vîna me tine bikin. Em vê bêrûmetiyê qebûl nakin û em ê we bişînin cihê ku hûn jê hatine. Vîna me qebûl nakin, qeyûm tayîn dikin. Zimanê me qebûl nakin, li meclîsê dema bi Kurdî tê axaftin mîkrofonê digirin. Ez ji mîkrofona gel bang dikim; Em Kurd in, Kurd. Em li ku derê bin jî em ê bi ziman û çanda xwe bijîn û em ê vê bêexlaqiyê ti carî qebûl nekin. Kurd li hemû cîhanê ji bo azadiya xwe têdikoşin. Çavê me li axa kesî nîne. Em dixwazin li ser axa xwe azad bijîn û em ê ti carî li hemberî we stûyê xwe xwar nekin. Erdogan di rojên dawî de peyva 'Terorîstan' bikar tîne. Te li meclîsê ji Bahçelî re got ‘nezan’ û Kurdistan nîşan kir. Ez jî ji vir ji te re dibêjim, ev der Kurdistan e."
 
‘GELÊ WANÊ MIZGÎNIYA SERKEFTINÊ DA’
 
Bayindir, her wiha bang li hilbijêrên Kurd ên ku heta niha destek dane AKP’ê jî kir. Bayindir got, “Divê kesên xwedî wijdan, di nava siyaseta wan de cih negirin. Em destê biratî û Kurdayetiyê dirêjî wan dikin. Êdî li wir nesekinin, mala we ev der e, cihê ku hûn ê pê serbilind bibin, ev der e. Em soz didin ku heta hêza me hebe em ê xizmetê ji we re bikin. Ew bi destê qeyûman diziyê dikin, em ê bi gelê xwe re parve bikin. Em siyaseteke demokratîk, mirovî û wijdanî dimeşînin. Em ê li ser esasê van pîvanan xizmeta gelê Wanê bikin. Wan biryara xwe û mizgîniya serkeftinê da. Di vê dema kin de, mal bi mal, gund bi gund, çi ji destê me tê em bikin. Ev ne tenê serkeftina her du hevşaredaran, serkeftina Kurdan e.
 
Piştî axaftina Bayindir buroya hilbijartinê bi çepik û tilîliyan hate vekirin.
 

Sernavên din

02/03/2024
18:47 Bakirhan: Li nexşeya xizaniyê ya Tirkiyeyê mêze bikin hûn ê dabeşkerê sereke bibînin
17:31 Nobeta Edaletê: Kurd ji bo azadiya Ocalan ser piya ne
17:14 Girtiyê nexweş ku cezayî wî hatibû taloqkirin sewqî Wanê hate kirin
16:59 ‘Bila girtiyê nexweşê penceşêrê Mahmût Başyîgît were berdan’
16:33 Gultan Kişanak: Em ji bo vebijêrkeke demokratîk pêşkeşî gelê Enqereyê bikin tên
16:21 Jin li qada ne: Em ê ji kesên ku çav berdane azadiya me hesab bipirsin
15:55 Tifaqa Dêrsimê namzetên xwe dan nasîn: Em ê bi hev re serbikevin!
15:24 Bakirhan: Ên Şêx Seîd birin darê îdamê, Ocalan tecrîd dikin
15:22 Dayikên Şemiyê aqûbeta Aydinlar ê 30 sal in winda ye pirsîn
15:01 Jinan li Silopiyayê dar çandin
14:56 Hinceta biryara domandina girtinê ya Doza Kobanê dosyayên kevn in
14:32 Wezîrê Parastinê Guler bi Nêçîrvan Barzanî re hevdîtîn pêk anî
14:25 Malbatên windakiriyan aqûbeta Aydinlar û Kursep pirsîn
14:20 Li Bedlisê ji ber nerazîbûna AKP’ê serlêdana namzetê DEM Partiyê Îşlek hat betalkirin
13:58 Vekirina buroyê veguherî mitîngê: Wan mîzgîniya serkeftinê da
13:11 Li Şakranê gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin
13:09 Bakirhan li Qereyaziyê ye: Tu tişt rastiya Kurdistanê nikare biguherîne
12:49 Namzetên Silopiyayê: Em ê rêvebirina bi gel re bidomînin
12:45 DEM Partiyê bi kampanyaya hilbijartinê ya Kişanakê starta 8’ê Adarê da
12:42 DEM Partiya ku dixwaze Qereçobanê di destê xwe de bihêle ji hilbijartinê re amade ye
11:56 Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan
11:06 Ma Musîc 7 salî ye: Em gelê xwe bê muzîk nahêlin
10:52 Namzetê qeyûm tayinî şûna wî hat kirin: Em ê vîna xwe ji wan bistînin
10:49 Platforma 8 Adarê ji bo hevdîtina Jinan ya li Kadikoyê bang kir
10:18 ‘Em ê dîwarên di navbera şaredariyê û gel de hatine lêkirin hilweşînin'
09:48 Namzetên Depê yên DEM Partiyê: Em tên ku tişta ya me ye wergirin
09:23 130 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:20 Qeyûm îhaleya bi 16 milyon lîreyî bi 'usûla bazariyê' çêkir
09:19 Girtiyên siyasî 97 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:10 Çîroka Nazîme Arvas: Zext bi têkoşînê tên şikandin
09:04 Endama Baroya Stockholmê: Divê tecrîd veneguhere 'metodekê'
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN
01/03/2024
21:35 Li girtîgehên Espiye û Bafrayê bi tecrîdê gef li girtiyan tên xwarin
21:23 Turk piştî 30 salan ji girtîgehê derket
19:44 Bayindir: Divê ti kes zilm û zordariyê qebûl neke
19:35 Hevdîtinên Stenbolê yên Delegasyona Li Dijî Tecrîdê bi dawî bûn
18:46 Parêzer Çîçek hat berdan
18:18 Nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê: Heya niha 7 endamên me li Silêmaniyê hatine qetilkirin
17:21 DEM Partî tax bi tax digere
17:09 Çalakvanên Nobeta Edaletê: Têkoşîna me dê bidome
16:34 Alîgirên Amedsporê amedî vexwendin maçê
16:33 Li pêşiya girtîgehê bang kirin: Jin dê ji azadiya xwe tawîzê nedin
16:09 ÎHD: Jin aştiyê dixwazin
16:08 Berdana Atsiz ê 30 sal in girtî ye hate taloqkirin
15:56 Destê endamê Meclisa DEM Partiyê Gungor ji cih derket
15:39 Li her derê 8’ê Adarê: Em ê her qadê ji aqilê zilam paqij bikin
15:38 Di doza Ûgur Kûrt de cezayekî weke xelat dan polîsî
15:38 Qonaxa duyemîn a pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî' dest pê kir
15:12 Ergulê ESP’î hate girtin
15:12 Daxwaza astengkirina firotina F-16’an a Tirkiyeyê hate redkirin
15:11 Bûcak û Hatûn bi nûnerên rêxistinên sivîl re hatin bahev
14:48 Axaftina ewil a Kişanak a têkildarî hilbijartinê: Me ji bo vekirina rêyeke rast ev berpirsyartî li xwe girt
14:27 Li Kelarê malek hate bombebaran kirin
14:05 Jinên hatin qetilkirin hatin bibîranîn: Em jiyana li me tê ferzkirin qebûl nakin
13:39 Ji DEM Partiyê xebata ‘Hûn bipirsin bila hevşaredar bibersivînin’
12:47 Tedawiya Mûhlîse Karaguzel a înfaza wê hate taloqkirin didome
12:29 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
12:25 Ji cînayeta Dr. Toprak AKP berpirsyar e: We çima ew kuşt?
12:15 Rojnamegerên li Wanê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:15 Delegasyona Hiqûqnasên Navneteweyî çû serdana parêzerên Abdullah Ocalan
12:04 Pêşnûmeya DEM Partiyê ya ji bo ewlehiya hilbijartinê bi dengên AKP û MHP’ê hate redkirin
11:28 AYM’ê ji bo nedayîna pirtûkên neqedexe got ‘binpêkirina maf e’
10:54 Qeyûm beriya hilbjijartinê park da kirê
10:31 Jinên girtî: Em li Îmraliyê azadiyê pêk bînin
10:27 Peywirdarên cemaweriyê ji bo AKP’ê xebatên hilbijartinê dikin
10:22 Karamûs: Têkiliya PDK’ê û Tirkiyeyê li ser dijberiya kurdan e
10:18 Îfadeyên rojnamegerên binçavkirî yên li emniyetê bi dawî bûn
10:17 Parêzer Çîçek hate binçavkirin
10:13 Koçyîgît: Em ê dengê Kişanakê li her derê bilind bikin
10:00 Çirokeke xweparastinê: Parastina cewherî xurt dike
09:53 Guh neda astengiyan û li quntarê Çiyayê Cûdî ruh dide gundê xwe
09:05 Namzetên navçeya ku AKP'ê ew daye jibîrkirin: Em ê vê çerxê bi hev re biguherînin
09:04 Girtiyên siyasî 96 roj in ji bo azadiya Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne
09:03 129 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Milazgirê: Em ê ruhekî nû ava bikin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2024'AN
08:43 Bayindir: Qeyûm înkara gelê kurd e û em ê wan bişînin
29/02/2024
22:27 Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun kuştin hatin berdan
22:19 Rojnamevan Muftuoglû ji girtîgehê derket
21:55 Bakirhan: Em ê di 31'ê Adarê de hesab bipirsin
19:33 Li Fransayê mafê kurtajê li Senatoyê hat qebûlkirin
19:15 Li Silêmaniyê kesek hat qetilkirin
19:09 Li Senegalê keştî noq bû: Herî kêm 24 kes mirin
17:18 Zaroka ku mîdîbusa polîs tê de bûn lê da jiyana xwe ji dest da
17:08 Hatîmogûllari tev li Nobeta Edaletê bû
16:46 Di vekirinên buroyan de eleqeyeke zêde nîşanî namzetên DEM Partiyê hate dayîn
16:13 15 binçavkiriyên li Stenbolê dê sibe sewqî edliyeyê bên kirin
15:46 Hiqûq nasên Navneteweyî çûn serdana Baroya Amedê
15:38 Li Stenbol û Îzmîrê bertek nîşanî binçavkirinan dan
15:37 Girtina rojnameger Keser li Dêrsimê hat protestokirin
15:27 Berdevka Giştî ya SKM’ê û endama wê hatin girtin
15:27 KESK’ê bernameya xwe ya 8’ê Adarê eşkere kir
15:26 Ji jinên girtî re qertên 8’ê Adarê hatin şandin
15:25 Şîna Gulsun Sîlgîr bi girseyî hat ziyaretkirin
14:41 Rojnameger Karakaş hate berdan
14:07 Berdevka DEM Partiyê Dogan: Tekane derdê me serkeftin e
13:46 Çiyayê Bagokê tê bombekirin, şivan şandin malên wan
13:36 Îtîrazên rojnamevanan bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan hatin redkirin
12:44 Rojnameger Muftuoglû hate berdan
12:24 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin