Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok

img
ŞIRNEX - Welatiyên ku kevneşopiya “Adarok” a 300 salî ye li bajarokê Gundikê Melê didomînin, wiha gotin: “Ji bo ku çanda me ji holê ranebe divê em xwedî li nirxên xwe derkevin.”
 
Li Bajarokê Gundikê Melê yê Şirnexê her sal di nava meha adarê de bi aktîvîteya ku jê re dibêjin “Adarok” hatina biharê pîroz dikin. Kevneşopiya “Adarokê” 300 sal in didome. Îsal ji ber meha Remezanê aktîvîte hinek zû hate lidarxistin. Şaredariya Gundikê Melê ya di bin rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de îsal li herêma ku di navbera Çiyayê Cûdî û Herêma Bestayê de dimîne aktîvîteya “Adarokê” li dar xist. Di aktîvîteya ku bi sedan kes tev li bûn de di qazanên mezin de genim û nok hatin kelandin. Welatiyan bi lîstina lîstikên herêmî yên bi navê “guhgan” , “birgî” , “gulşek” , “kêlanî” , “kergî mela” rojeke xweş derbas kirin. 
 
KEVNEŞOPIYA BINGEHÎN DIDOME
 
Hevşaredarê Bajarokî Şehmûs Sîdar, îşaret kir ku ji bo sal bi bereket derbas bibe her sal şahiyê li dar dixin. Sîdar, bal kişand ku şêniyên bajarokî girîngiyê didin aktîvîteyên “Adarokê” û wiha got: “Em di saetên serê sibê de tên vê derê. Mirov li vir sohbet dikin, lîstikan dilîzin, govendê digerînin, nimêjên xwe dikin û herî dawî xwarina xwe dixwin. Heta êvarî wextê xwe li vir derbas dikin. Mirovên li derveyî bajêr jî tên vir û tev li bernameyê dibin. Rojeke weke şahiyê derbas dikin.”
 
Sîdar, da zanîn ku ji roja şaredarî bi dest xistine ve pêşengtiyê ji aktîvîteyan re dikin û wiha berdewam kir: “Ev aktîvîte ji bo kevneşopiyeke bingehîn e. Çanda me ye û em xwedî lê derdikevin. Ji ber ku heke civakek çanda xwe ji bîr bike pişaftin dest pê dike. Gelek bi çand û zimanê xwe tê nasîn. Dema ev winda kirin bi holêkirinê re rûbirû dimîne. Par ji ber erdheja çêbû me şahî lidarnexist. Em tenê kom bûn nimêja xwe kirin û xwarina xwe xwarin. Me êşên gelê xwe yê mexdûrên erdhejê ne parve kirin. Me îsal weke şahiyê li dar xist. Em tu pergaleke teknolojîk jî naînin vir. Mirovên me kilamên xwe dibêjin û li ber govendê digerînin.”
 
KESÊN JI HEV XEYÎDÎNE TÊN BAHEV
 
Welatiya bi navê Hanim a 50 salî kut ev li aktîvîteya Adarokê bûye, anî ziman ku xwedî li mîreteya ku ji aliyê mezinên wan ve ji wan re hatiye hiştin derdikevin û wiha axivî: “Em di 14’ê adarê de li ku dera cîhanê bin bila bibin em vê rojê pîroz dikin. Berê zarok mal bi mal digeriyan. 6-7 salên dawî ne, em diçin seyranê. Êdî jin û zilam her kes bi hev re tê. Me ji bapîr û dapîrên xwe ev kevneşopî girt. Bila zarokên me jî ji me bigirin.”
 
Hasan Sevîm (72) jî anî ziman ku “Adarok” xwedî kevneşopiyeke bingehîn e û wiha got: “Em hatina biharê weke şahiyê li nav xwezayê pîroz dikin. Beriya niha hinek din kêmtir dihate pîrozkirin. Niha em bi girseyî pîroz dikin. Em lîstikên xwe yên herêmî li vir dilîzin. Ciwanên nifşê nû her ku diçe ji lîstikên me dûr dikevin. Ji bo ku em çanda xwe nedin ji bîr kirin, em hînî ciwanên xwe jî didin.”
 
Kamîl Atak (53) jî wiha axivî: “Ev aktîvîte yekitiya mirovên me ya li bajarokî pêk tîne. Kesên ji hev xeyîdîne li vê derê tên bahev û pêk tên. Hemû gelê bajarokî tê vir. Kesên di nava salê de hev nabînin li vir bi hev re wextî derbas dikin. Ji bo ku nirxekî wiha neyê ji bîr kirin, divê em xwedî lê derkevin.”
 
 

Sernavên din

08/03/2024
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin