Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çalakiya Nobeta Edaletê ya li gelek bajaran berdewam kir de daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir ê li Êlihê serdana çalakiyê kir, anî ziman ku têkoşîna dayikan bêdengiya li civakê ji holê rakir. 
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sûltanbeyliyê di roja 86’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hate daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li ser dinivîsî li xwe kirin.
 
Rêveberên rêxistinên DEM Partiyê yên Kartal û Maltepeyê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) ji bo piştevaniyê serdana nobetê kirin. 
 
Di çalakiya têkildarî azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin û stranên bi kurdî hatin gotin. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 93’yan de berdewam kir. Çalakvanan pêşmalkên bi kurdî û tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” dinivîsand li xwe kirin.
 
Nobet bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir. 
 
 ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (TUAY-DER) li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 35’an de berdewam kir. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, parlamentera DEM Partiyê ya Êlihê Zeynep Odûncû, namzeta Hevşaredariyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, TJA û Platfroma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, qala girîngiya têkoşîna ku dayik didin kir û anî ziman ku vê têkoşînê bêdengiya di nava civakê de ji holê rakiriye û têkoşîn mezin kiriye. 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzikirin. 
 
Nobet bi stran û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
MÊRSÎN 
 
Nobeta Edaletê ya ji aliyê Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 93’yemîn de berdewam dike. Dayikên Aştiyê û dengbêjên li bajêr tev li nobetê bûn. Di çalakiya ku her tim dirûşmeya “Jin jiyan azadî” lê hate berzkirin de qala berxwedana girtiyan hate kirin û klam hatin gotin. 
 
Nobet bi serdanên di nava rojê de hatin kirin berdewam kir. 
 
ÎZMÎR 
 
Nobeta Edaletê ya li Îzmîrê hatiye destpêkirin li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Karabaglarê di roja 35’emîn de berdewam kir. Di nobetê de peyamên ku girtiyên di çalakiya grevê de şandibûn hatin xwendin. Malbatên girtiyan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kir. Rêveberên DEM Partiyê û gelek welatiyan serdana çalakiyê kirin. Çalakî bi gotina stranên kurdî berdewam kir. 
 
WAN  
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê di pêşengtiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 91’emîn de berdewam kir. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tev li çalakiya li avahiya Rêxistina Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) berdewam dike bûn.
 
‘TÊKOŞÎNA ME DÊ ENCAM BIGIRE’ 
 
Yek ji dayikan Fatma Avci ya di nobetê de axivî, wiha got: “Zarokên me di çalakiya greva birçîbûnê de li ber xwe didin, em ji bo piştgiriyê bidin wan di nobetê de ne. Pirsgirêkên tenduristiyê yên hevalên me dest pê kirine. Ev zext û zilm dê heta ku derê berdewam bike. Yekane tişta em dixwazin di kesayeta birêz Abdullah Ocalan de hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad bibine. Li vî welatî tenÊ li dijî kurdan helwesteke wiha tê nîşandan. Li vî welatî tişteke bi navê edaletê nîne. Heta ku em sax bin em ê li pey girtiyên xwe bin û têkoşîna wan bidomînin. Ev têkoşîna me dê encam bigire, em vê dizanin, bila ew jî bizanin.”
 
‘EM Ê LI QADAN TÊBIKOŞIN’ 
 
Dû re aktîvîsta TJA’yê Aynûr Sarica jî wiha axivî: “Hevalên me 101 roj in li girtîgehan di çalakiya greva birçîbûnê de ne, em têkoşîna wan silav dikin. Em weke TJA heta ku zextên li girtîgehan berdewam bikin têkoşîna me ya li qadan jî dê berdewam bike. Heta ku birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî bi awayekî fizîkî azad nebin dê têkoşîna me bidome.”
 
Di çalakiyê de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Çalakiya nobetê bi stranan berdewam kir.

Sernavên din

08/03/2024
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin