Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê der barê qonaxa duyemîn a kampanyaya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de agahî dan û diyar kir ku sala 2025'an wê bibe sala azadiya Ocalan û wê berxwedanê mezin bikin.
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, komên enternasyonalîst ên Ewropayê û kesên navdar ên cîhanê di 10'ê cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de ku li 75 navendan hat destpêkirin, gelek çalakiyên wekî meşên dirêj, şandina kartpostalên ji Ocalan re, çalakiyên standan, peyamên kesayetên naskirî, xwendin û danasîna pirtûkên Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Di encama meşê de ku li gelek welatan hat destpêkirin, di 17’ê Sibatê de li bajarê Koln ê Almanyayê bi sed hezaran kes hatin cem hev û mitînga dawî ya kampanyayê pêk anîn.
 
Destpêka qonaxa duyemîn a kampanyayê di 1'ê adara 2024'an de hat dayîn. Li gorî daxuyaniyê, li gel 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, 21'ê Adarê Newroz û 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan tê plankirin ku wê li gelek welatên cîhanê çalakî û çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Her wiha ji bo ku Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) û Konseya Ewropayê (KE) erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin, wê di meha nîsanê de çalakî bên lidarxistin.
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrutê diyar kir ku di şexsê Abdullah Ocalan de bi milyonan kes hatine tecrîdkirin. Zumrutê diyar kir ku têkoşîn û felsefeya Abdullah Ocalan li hemû cîhanê belav bûye û got: "Îro rastiyeke gerdûnî ya Rêbertî heye. Xebernegirtina ji Ocalan ne tenê ji bo kurdan pirsgirêk e, di heman demê de pirsgirêkeke navneteweyî ye jî."
 
'GEL DIBÊJIN OCALAN'
 
Zumrutê bi bîr xist ku 25 sal in li cîhanê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînên bêhempa tên meşandin û destnîşan kir ku ev kampanya li ser bidestxistina encamê hûr bûye. Zumrutê got: “Bi pêngava ku me di 10’ê cotmehê de daye destpêkirin, em dixwazin azadiya fizîkî ya Rêbertî misoger bikin. Ev tevger bi pêşengiya dostên me dest pê kir. Gotin 'Em qebûl nakin ku fîlozofek dîl bê girtin.' Kampanya bi pêşengiya gel hat lidarxistin. Hedefa me 25 welat bûn. Lêbelê, qonaxa yekem a tevgerê ji 105 welatan hat ragihandin. Şertê serkeftina pêngavê azadiya Rêber Apo ye. Qonaxa yekem a pêngavê heyecan û sînerjîyek cidî ji bo kurdan, dostên wan û gelên cîhanê çêkir."
 
QONAXA DUYEM
 
Zumrutê diyar kir ku bi hatina biharê re dest bi qonaxa duyemîn a kampanyayê kirine û got ku ji bo encamgirtinê xebatên nû plan dikin. Zumrutê got: “Di qonaxa duyemîn a pêngavê de em têkoşîna hiqûqî, dîplomatîk, siyasî û girseyî armanc dikin. Di qonaxa yekemîn a kampanyayê de hemû gel însiyatîfê girt ser xwe û xebatên xwe domandin. Bi taybetî di mîtînga fînalê ya 17’ê Sibatê ya li Kolnê de, me sînerjiya çêbû û heyecana têkoşîna li dijî komploya 1999’an dît. Li Ewropayê 3-4 milyon kurd dijîn. Rojekê milyonek mirov dikarin bên cem hev û em xwedî vê potansiyelê ne. 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, 21'ê Adarê Newroz û 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan e. Di van rojan de em ê çalakiyên girseyî girseyî pêk bînin. Wekî jin em ê li kolanan peyama herî mezin bidin dewletê."
 
Zumrutê bal kişand ser berpirsyariyên CPT û Konseya Ewropayê û got: "Divê CPT biçe Girava Îmraliyê û daxuyaniyeke serbixwe bide. Divê Konseya Ewropayê di aliyê hiqûqî de demildest Tirkiyeyê şermezar bike û azadiya xwe misoger bike. Em ê ji bo ku sazî erkên xwe bi cih bînin bixebitin. Berxwedana me wê di vê pêvajoyê de bênavber mezin bibe."
 
BANG LI GELÊN CÎHANÊ KIR
 
Zumrutê da zanîn ku bi tecrîdê re tê armanckirin gelê kurd û dostên wan bê nefes bên hiştin û got ku ew ê dengê Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Zumrutê bang li gelên Rojhilata Navîn û cîhanê kir û got: "Rêbertiya me ya gerdûnî û berxwedaneke ku em li ser asta cîhanê dimeşînin heye. Pêwîst e her kes di vê xeta berxwedanê de cih bigire. Armanca me ew e ku heta sala 2025’an Rêber Apo azad bibe. Girîng e ku hemû kes piştgiriyê bidin plansaziya me û însiyatîfê bigirin."
 
MA / Delal Akyuz
 

Sernavên din

08/03/2024
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin