Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’

  • jin
  • 12:06 7 Adar 2024
  • |
img
AMED - Jinên ku 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek parve kirin û wiha gotin: “Em ê her dim bibêjin hêj bêhtir azadî hêj bêhtir berxwedan.” 
 
Deh girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Xarpêt, Kandira û Sîlîvriyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê peyamek şandin. Jinan, 8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kirin û peyama têkoşînê dan. Peyama jinan wiha ye: 
 
BOZ: EM MEKANÊN GEWR BERTERAF DIKIN 
 
Necmiya Boz a li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê: "Tu çîrok naşibin çîroka DEM’ê. Ne desptêk ne jî dawiya vê çîrokê heye. Em jinên di zindanan de carnan pir xurt carnan jî bi awayekî tevlihev di vê çîrokê de cih digirin. Hin caran em diwestin jî lê ev westabûn me berxwedêrtir û bihêztir dike. Teşiyên me di dest me de, em mekanên gewr ên dewletê bi rengên di dilê xwe de berteraf dikin. Heta ku paradîgmaya me ya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê dikeve meriyetê.” 
 
ÇIRGANÎŞ: JIYAN EM IN
 
Hatîce Çirganîş a li Girtîgeha Jinan a Sîlîvrî ya Marmarayê tê ragirtin: "Roja jinan ne tenê rojek e. Li ser mîrateya tevahiya têkoşîna jinê hatiye avakirin. Her çend ku jin tune bên hesibandin jî dê di her hucreyeke civakê de bijîn. Guherîn û veguherînê bi wijdan, dil, mejî û dilovaniya xwe pêk tîne... Civak jinan di nava malan de heps dike. Naxwazin deng û rengê wan bê bihîstin. Weke jinekê ez di hucreyê de têm ragirtin. Di hucreyên li dora me de tenê zilam hene. Gardiyan zilam in. Lê belê dengê jinan li cihê nayê bihîstin olan dide. Ev yek nîşan dide ku bi vê hesta piştevaniyê li her derê, li her malê, di her hucreyê de olan dide. her çend ku weke zindan diyar bikim jî ez di nava zîhniyeteke bavikslara de me. 
 
Weke jinekê têdikoşim lewma rastî êrişên baviksalariyê têm. Ji bo dengê jinan, piştevaniya wan û têkoşîna wan neyê bihîstin, me di tecrîdeke giran de radigirin. Di demekê ku min dengê jinan bihîstî de di danê nîvro de deriyê hucreya min vebû. Min got qey name hatiye. Ji mazgalê zerfek dirêj kirin. Rengê zerfê ji rengên qedexe anku sor bû. Min lê nihêrt ku ji Stenbolê jinekê şandiye, bi gulan hatiye xemilandin û min vekir. Tê de 8 qert hebûn, 8 dil, dengê 8 jinan. Min tevek jî li baxçeyê xwe yê gulan çandin. Bi wan re keniyam, di nava wan rêzikan de min xweşikiya dilê wan parve kir. Di her rêzikê de hucreya min guherî. We mîna rojê hucreya min ronî kir. Ji we gelek hez dikim. 
 
Dibêjin dê hezkirin cîhanê xelas bike. Ya din jî piştevanî û hîskirin. Em dizanin ku cihê em bi destên hev girtî û bi hev re ber bi wê ve dimeşin, şoreşa gulê ye. Di hucreyê de kengî bêriya dengê jinan bikim, dengê jinên azad di dilê min de olan dide. Jinên hêja, em ewqas pir in ku ne hucre ne jî mal bi têrî me nakin. Hema bes ku em dilên xwe di hucreyan de kedî nekin. Tu dikarî dîwaran hilweşînî. Tevek jî bi gavekî dest pê dikin. Dizanim gelek zehmet e û biêş e. Lê bifikire ku tu di zikê xwe de 9 mehan zarokekî mezin dikî, di hundirê wî de hestekî dijî û ji wê êşê zarokek diwelide. Anku jiyan bi xwe diafire. Vaye em jin, em jiyan bi xwe ne. Em jiyan bi xwe ne. Jiyan em in. Em destûrê nedin ku tu kes xwe têkilî jiyana me, mudaxileyî jiyana me bike. Em bi xwe biryarên xwe bidin. Û em bi îradeya xwe pêk bînin. Hêza me bi têrî vê dike, hema bes em vê hêzê derxînin holê.” 
 
KAYA: JINÊN BERXWEDÊR DIBIN HÊVIYA ME 
 
Siyasetmedar Huda Kaya li Girtîgeha Jinan a Sîlîvriyê: “Di xwezayê de gelek jiyanên azad û berxwedêr hene ku kevirên req parçe dikin û mîna peleke vedibe, pêş dikeve û dibin dar. Di nava jiyanê de gelek jin hene ku tevî bi zincîrên nexuyayî hatine dorpêçkirin jî bi berxwedêriya xwe ji nû ve diafirînin û bi vejîn û berxwedanê dibin deng û nefesa me. Tevî hemû kûrahiya tarîtiyê jî jinên berxwedêr hêviyên me yên ji bo ronahiyê, pêşerojê, hezkirin, azadî û aştiyê xurt dikin.” 
 
GUZEL: SILAV JI KESÊN BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞIN 
 
Siyasetmedar Semra Guzel a li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a  Kandirayê: “Rengên me bi hev re, li gel hev û di nava hev de ya heqîqetê ne. Mîna têkoşîna me ya jinan. Li her cihê firçe lê dikeve jinek ber bi azadiyê ve baz dide. Silav ji jinên ber bi azadî û heqîqetê ve dimeşin.” 
 
YUKSEKDAG: EM Ê DI PÊŞEROJA AZAD DE HEV HEMBÊZ BIKIN 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag a li Girtîgeha Jinan a Kandirayê: “Bila 8’ê Adarê ji bo me tevan, j bo hemû jinan û mirovahiyê bibe wesîleya hêvî, berxwedêrî û keyfxweşiyê. Di demekî ku qêrîna 'Jin, jiyan, azadî' di dîrokê de olan dide, em ji jinên pêşeroja azad re bibêjin ‘ew dengê me bû.’ Em bibêjin di dawiya dawî de jinên hatine bidarvekirin, yên bedenên wan hatin şewitandin, di tevahiya jiyana xwe de biçûk hatine dîtin, di bazarên koleyan de hatine firotin, neçar hatine hiştin ku bi kujerên xwe re bijîn, yên li pey nan, gul û wekheviyê dimeşiyan bi ser ketin... Em ê di pêşerojeke azad de hev hembêz bikin.” 
 
MENGUTAY: JIN, JIYAN, AZADÎ
 
Sona Mengutay a li Girtîgeha Jinan a Kandirayê: “Bi baweriya avakirina rojên ku jin ji xefikên mirinê hatine xelaskirin, ez 8’ê Adara me, vê roja me pîroz dikim û yek bi yek we tevan bi hesret hembêz dikim. Jin, jiyan, azadî.”
 
ATAK: PÊŞEROJ DÊ BI RENGÊ JINÊ WERE JIYÎN 
 
Nejla Atak a li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin: “Jinên rêzdar; ez di vê roja pîroz a bi rengê jinê xemiliye de keyfxweş im ku bi we re hatim bahev. Yekana daxwaza min ew e ku hemû rojan bi pêşerojeke bi rengê jinê were jiyîn ava bikin. Wê demê em ê rojên xweştir bi hev re bijîn. Bi hêviya ruhê we yê berxwedanê her tim weke tavê biriqe 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li we pîroz dikim. Bi hêviya ku em di cihana jinên azad de hev bibînin, ‘Jin jiyan azadî’.”
 
BÛLÛT: EM Ê ZÊDETIR BIBÊJIN AZADΠ
 
Gazel Bûlût a li Girtîgeha Jinan a li Kandirayê: “Dema mêran kuşt, şerê ji bo parastina jiyanê dikeve berê me jinan. (Clara Zetkîn). Ji bom in 8’ê Adarê weke sersala jinan e. Dibêjin ya hûn çava bikevin sersalê wisa dom dike’ Em her sal hinek din berxwedanê hinek din piştevaniyê lê zêde dikin. Bêguman em ê li hundir, li derve, li malê li kolanan, li zeviyan li her derê ku bêhna jinan lê ye em ê zêdetir bêjin berxwedan û azadî. Heta ku jineke bênefes hatiye hiştin nemîne. Bijî 8’ê Adarê bijî piştevaniya jinan û têkoşîna azadiyê.”
 
BAGCI: EZ PIŞTEVANIYA JINAN SILAV DIKIM 
 
Damla Bagci ya li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin jî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li hemû jinan pîroz kir û piştevanî û têkoşîna azadiyê ya jinan silav kir. 
 
TEPELÎ: EM Ê CÎHANEKE AZADIXWAZIYA ZAYENDÎ AVA BIKIN 
 
Denîz Tepelî ya li Girtîgeha Jinan a Kandirayê tê ragirtin jî wiha got: “Ez we hemûyan bi germahiya hevrêtiya jinan hembêz dikim. 8’ê Adarê li we pîroz be. Azadî rêwîtiyeke tejî bi xwîn, êş û mirine. Bi berxwedana me ya jinê ya destanî ku di dîrokê de cih ji jinê re çêkiriye, vîna jinê, hevrêtiya jinê û şoreşa jinê bi berdleke mezin ava kiriye, êdî jin pêşenga azadiyê ya hemû cîhanê ye û porê jinê alaya azadiyê ye. Hêj gelek rêya me heye ku em bimeşin. Em dizanin ku hêza me ya herî mezin têkoşîna me ya rêxistinî ye. Vê rêya birûmet em anîn bahev. Em qet tenê nemeşiyan. Em li girtîgehê heta di tecrîdê de jî bi tenê neman, me hevdû qet bi tenê nehişt. Bi baweriya ku em ê şoreşa jinê ku berhema me ya herî mezin e û cîhaneke azadîxwaziya zayendî bi hev re ava bikin, 8’ê Adarê li we pîroz dikim.”
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

08/03/2024
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê
13:46 Ji mitînga Cizîrê peyama 31’ê Adarê
13:44 Li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê coşa 8’ê Adarê
13:38 Ji Halîse Aksoy a girtî peyam: Netirsin
13:25 Li Amedê jin li Qada Stasyonê hatin gel hev: Şoreşa me şoreşa jinê ye
13:24 Dêrsimî: Namzetê AKP’î ji partiya xwe şerm dike
12:56 Li Wanê mitînga 8’ê Adarê: Em di jiyana azad de biisrar in
12:39 Polîsên ku çûn navnîşaneke xelet tundî kirin
12:18 MKG’ê ji bo 8’ê Adarê daxuyanî da: Em xwedî li pêşeroja xwe derdikevin
12:17 Jin daketin qadên 8’ê Adarê
11:05 Bajêr parçe bi parçe firotin, şaredarî veguherandin avahiya AKP’ê
11:04 Rejîma Îranê 2 girtiyên kurd bi darve kir
10:55 Tirkiyeyê li Dihokê 2 sivîl qetil kir
10:43 Berxwedana li Rojhilat: Nêrîna li hemberî jinê û kurdan guherî
10:19 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:16 Li Enqereyê 4 endamên ESP’ê hatin binçavkirin
09:48 Li doza ku 18 rojnamevan jê tên darizandin, 2 kesên din jî hatin zêdekirin
09:28 TRT’ê projeyên Sadak ê DTP’î weke yên qeyûm nîşan da
09:27 'Têkoşîna jinê ji bo pergala netew-dewletê ya mêrserwer xetere ye'
09:19 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan ev 103 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:18 PDK'ê Silêman Ehmed revand: Ev 136 roj in tu agahî jê nayên girtin
09:03 Qada çalakiyê veguherandine navenda perwerdehiya kurdî
09:02 Qeyûmê ku kurdî esas negirt tabelaya bi tirkî jî daxist
09:01 'Li Îmraliyê çi tiştên neyînî biqewimin berpirs Wezareta Dadê ye'
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2023'YAN
07/03/2024
22:03 Polîsan li Geverê alayên DEM Partiyê rakirin
22:00 Aysel Tûglûk jî di nav de li 4 siyasetmedaran 27 sal cezayê girtîgehê
20:26 Ji DEM Partiyê ji bo 8’ê Adarê bibe betlaneya fermî pêşniyaza qanûnê
17:26 Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Projeyên xwe parve kirin: 55 proje amade kirine
16:24 Ahmet Turk: Dem dema kurdan e
16:12 Hatîmogullari serdana dayikên ku Nobeta Edaletê digirin kir
15:55 Jin ji 8’ê Adarê re amade ne
15:54 Strana ‘Jin, jiyan, azadî’ hat parvekirin
15:47 Cîgira Hevserokên Giştî yên DBP’ê ya berê Zekiye Îlbasan beraet kir
15:07 Bakirhan: Em ê li Konyayê hinek şaredariyan bi dest bixin
14:48 ÎHD: Şandina pere û nameyan a ji bo girtiyan sûc nîne
14:12 KKP dê di hilbijartinê de piştgiriyê bide DEM Partiyê
14:11 Bîrdal bersiv da Koksal: Rêya me ya li dijî nîjadperestiyê rêya xwişk-biratiyê ye
13:43 Navenda Mafên Jinan a Baroya Wanê hate vekirin
13:27 Erdogan ji hêla Agar ve hat pêşwazîkirin
12:49 Jinan ji bo piştevaniya bi Kişanakê re koma kampanyayê ava kirin
12:38 Rapora MKG'ê: 9 rojnamegerên jin girtî ne
12:06 Ji jinên girtî peyama 8’ê Adarê: Em ê her dem bibêjin ‘azadî’
11:45 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:21 Namzetên DEM Partiyê yên ÎBB’ê serdana karkerên tersaneyê kirin
10:52 Ji bo parvekirinên têkildarî ‘sextekariyê’ biryara astengkirinê hat dayîn
10:49 Dê 8’ê Adarê di kargehan de pêşwazî bikin: Dilê me li qadan e
10:11 Ji ekolojîst Şener hişyariya ‘Licikê’: Dibe encamên mîna Çernobîlê bi xwe re bîne
09:34 Ozturk: Em di hilbijartinê de bi AKP'ê û piştgira wê hêza dewletê re têdikoşin
09:29 135 roj in agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:25 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 102'yemîn de ye
09:19 Unsal: Em çima ji bo ku Abdullah Ocalan rola xwe bilîze tevnagerin?
09:19 Qonaxa duyem a kampanyaya 'Ji Ocalan re azadî': Bên nava refên berxwedanê
09:08 Banga 8’ê Adarê: Em bibiryarbûna têkoşîna xwe nîşan bidin
09:08 Jin dê di 8'ê Adarê de li Berlînê bibêjin 'Freedom Ocalan'
09:07 Namzetên Hevşaredariya Bazîdê: Dê gel şaredariyê bi rê ve bibe
09:05 Ji bo mitînga 8'ê Adarê ya li Cizîrê bang kirin: Berê xwe bidin qada 8'ê Adarê
09:04 Dengbêj Mukaddes ji bo 8’ê Adarê kilamek amade kir
09:02 Namzetên hevşaredariyê yên Qilebanê: Em ê serkeftina Qilebanê diyarî Ehmed Gun bikin
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2024'AN
06/03/2024
22:53 SOHR: Di êrişa DAÎŞ’ê de 18 kes hatin kuştin
22:51 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê
18:39 Panela 'Di parastina mafên mirovan de rola jinan'
18:11 Êrişî buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê hat kirin
18:07 Ûçar: Di rojekê de 7 jin hatin qetilkirin, em ê hesab bipirsin
17:00 Namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê li her derê ne!
16:34 Amedsporê li deplasmanê Isparta 32spor têk bir
16:34 Namzeta CHP’î DEM Partî hedef girt
16:03 Bayindir serdana Nobeta Edaletê kir: Têkoşîna dayikan bêdengî ji holê rakir
15:36 Ber bi 8’ê Adarê ve: Em ê vê tarîtiyê bi hev re ji holê rakin
14:50 Binçavkirinên li Pirsûsê hatin protestokirin
14:48 Doza Tahir Elçî: Hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin
14:02 Jinan ji Sîncanê ji bo Nobeta Edaletê name şandin
13:56 Dayik û keça wê ya tê îdiakirin ji qata 6'ê ketine jiyana xwe ji dest dan
13:38 Walî malovaniya Agarê berpirsyarê cînayetên kiryarên nediyar e kir
13:19 Roja Hrant Dînk hatiye qetilkirin vegot: Yasîn got, ‘li pişt me dewlet heye'
12:38 Li gorî anketa MetroPOLL’ê DEM Partî dengên xwe zêde dike
12:24 Jinên pêşengên têkoşînê: Em kirdeya jiyanê ne
12:04 DEM Partî: Walî û qeymeqam di nav xebatên hilbijartinê yên AKP’ê de ne
11:59 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:58 Binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa S a Samsunê zêde bûn
11:33 Ekolojîstan bang kirin: Di 9’ê adarê werin Geliyê Godernê
11:21 Di 29 rojan de 39 jin hatin qetilkirin
11:16 Du hunermendên rojhilatî wefat kirin
10:19 Kevneşopiyeke ku 300 sal in li Gundikê Melê didome: Adarok
10:18 Ji meteorolojiyê hişyariya berf û barana zêde
10:14 Li Pirsûsê serdegirtinên malan: 12 kes hatin binçavkirin
10:12 Girtiyê nexweş Tahir Batak nayê tedawîkirin
09:50 Parêzera Swêdî Sazvar: Abdullah Ocalan sembola berxwedaneke polîtîk e
09:37 Li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê şewat derket
09:36 Rojnamegeran bertek nîşanî revandina Silêman Ehmed dan
09:35 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 101'emîn de ye
09:34 Serokê Weqfa Aştiyê Tahmaz îşaret bi 3 gavên ji bo çareserkirina meseleya kurd kir
09:24 Li dijî jinê şirîkatiya desthilat-darazê: Bêcezatî
09:05 Ji bo girtiyê nexweş Guneş banga hestiyariyê hate kirin
09:04 Li Amed û Wanê banga 8’ê Adarê hate kirin
09:03 Parezera Gun 80 roj in nikare xwe bigihîne dosyeyê
09:02 Îbrahîm Şêxo: Efrîna bi daristan bû kirin çolistan
09:00 Alagaş: Polîtîkaya me perspektîfek berfireh dide pêşiya me
Kaysî: Em ê vî bajarî bi hev re bi rê ve bibin