Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin

  • jin
  • 15:11 8 Adar 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku di 8’ê Adarê de bûn yek deng, wiha gotin: “Em dest ji jiyan, maf, beden, nasname, bajar û kargehên xwe bernadin.”
 
Jinên ku bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran daxuyanî dan, destnîşan kirin ku dê li dijî êrişên pergala mêrsalar têkoşîna wan bidome. 
 
AMED
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî da. Gelek jin û nûnerên rêxistinên civakî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de 8’ê Adarê li hemû jinan hate pîrozkkirin û peyama domandina têkoşîna li dijî tundiyê hate dayîn. Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû. 
 
EDENE 
 
Baroya Edeneyê jî li edliyeyê qurnefîl dan hempîşeyên xwe û xebatkarên jin ên edliyeyê û 8’ê Adarê lê pîroz kirin. Parêzerên jin piştre jî daxuyanî dan. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Edeneyê Açelya Can Guneş ve hate xwendin. Can, got ku dê li dijî her cureyên tundiyê, her zîhniyetên zirarê didin destkeftiyên jinan têbikoşin. Ji parêzeran Ayça Kara Sigirci jî got ku dê piştevaniya wan a bi jinan re bidome. 
 
ANTALYA 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES) a Antalyayê jî li avahiya sendîkayê daxuyanî li dar xist. Sekretera Jinan a Şaxa SES’ê Nûrcan Eglentî daxuyanî xwend û got ku ew bi hêza ji dîroka xwe ya têkoşînê û mafdariya xwe digirin, xwedî li jiyanên xwe derdikevin. Eglentî, anî ziman ku di 8’ê Adarê heta ji kedxwariya kapîtalîzmê û tehekûma zîhniyeta nêrza xelas dikin dê têkoşîna xwe ya azadiyê mezintir bikin. Piştre jî Eglentî daxwazên xwe rêz kirin. 
 
SÊRT 
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Sêrtê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber deriyê avahiya xwe ya li sûka Sêrtê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Em jin li dijî xizaniyê, şer û tûndiyê berxwedana xwe berdewam dikin.” hat vekirin. Parlementera DEM Partiyê ya Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik a qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin, Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Sêrtê Sofya Alagaş, Hevseroka DEM Partiyê ya Sêrtê Revşan Arslan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Sêrtê Mûazzez Bûlga, Meclisa Dayikên Aştiyê û  nûnerên saziyên sivîl tev li daxuyaniyê bûn.
 
Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Sêrtê Sohbet Altin Çetîn metna daxuyaniyê xwend. Çetîn, bal kişand ser tekoşîna jinan û da zanîn ku tevî van hemû zextan, hilweşîna mezin a aborî, polîtîkayên şer û hawirdora tundiyê, têkoşîna jinan dewam dike. Çetîn, diyar kir ku ew îsal di 8'ê Adarê de careke din hêza têkoşîna azadiya jinê bi bîr tînin û wiha got: “Em weke parêzvanên mafên mirovan dibêjin ku em li her derê ne. Li malê, li kar, li dibistanê, li kolanan, li girtîgehê hwd. em li her derê, li dijî şer, li dijî tundiya mêr, li dijî polîtîkayên cihêkariyê, li dijî homofobî û transfobîyê dibêjin ‘em hene, em ê hebûna xwe bidomînin’.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
 
RIHA 
 
Komîsyona Kedê ya Baroya Rihayê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo balê bikişîne ser zehmetiyên jinên karkerên çandiniyê yên demsalî dikişinin li ber avahiya baroyê daxuyanî da çapemeniyê. Ji bilî endamên komîsyonê Serokê Baroyê, endam û rêveberên baroyê tev li daxuyaniyê bûn. Zehra Çelîk a li ser navê komîsyonê axivî, pirsgirêkên jinên ku di karkeriya çandiniya demsaliyê dikin dikişînin vegotin. 
 
ÎZMÎR 
 
Şaxên DÎSK Genel-Îşê yên Îzmîrê, ji Navenda Çandê ya Lemanê ya berê heta Cadeya Şehîdên Kibrisê meş lidarxistin. Bi sedan jinan pankarta “Em li dijî kedxwarin, tundî û xizaniyê ne” vekirin û dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bêdeng nebe biqîre û bêje ji tundiyê re na” berz kirin. 
 
Seroka Şaxa DÎSK Genel-Îş’ê ya bi Hejmara 7’an a Îzmîrê Ozgur Genç destnîşan kir ku 8’ê Adarê îfadeya xurt a têkoşîn û hevgirtina jinên kedkar e. Çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ANKARA
 
Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) li Navenda Giştî civîna çapemeniyê lidar xist. Daxuyaniya ku jinên endamên TTB’ê ne tev li bûn, Endama Baskê Tenduristiya Jinan û Bijîşktiya Jinan a TTB’ê Ebrû Demîrel xwend. Endama din Îlkay Çelîkê jî daxwazên TTB’ê yên 8’ê Adarê rêz kirin. 
 
STENBOL 
 
Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Bakirkoyê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Bakirkoyê li ber Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Dr. Sadî Konûk daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Li ser navê endamên SES’ê yên pankarta “Keda me, bedena me, nasnameya me; têkoşîna me bi biryar e, em di azadiyê de bi israr in” vekirin Sekretera Jinan a Şaxê Sevgî Kizilirmak xwend. Kizilırmak diyar kir ku 8’ê Adarê rojeke girîng a têkoşînê ye ku sembola berxwedana li dijî her cure zext û tundiyê ye û diyar kir ku jin û kedker wê li dijî êrîşên desthilatê têkoşîna xwe ya rêxistinî bidomînin
 
EDENE/CEYHAN
 
Li navçeya Ceyhan a Edeneyê jî li Taxa Belediyeevlerî şahiya jinan hate lidarxistin. Bi sedan jin bi cilên xwe yên rengîn tev li şahiyê bûn. Di şahiya ku bi rêzgirtinê dest pê kir de jinan demekî dirêj govend gerandin. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Ceyhanê Meryem Guler, destnîşan kir ku dê têkoşîna jinan bilind bikin. Namzeta Hevşaredariyê ya Ceyhanê ya DEM Partiyê Delal Mamûk jî anî ziman ku dema şaredarî bi dest xistin dê jin di rêveberiyê de cih bigirin û got: “Em jin dê serbikevin.”
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Edeneyê Arîfe Çinarê jî wiha got: “Bi temsîliyeta xwe ya wekhev re em jin wê li her qadê, li her qada jiyanê, li her qada siyasetê, li her qada demokrasiya herêmî têkoşînê bidomînin.”
 
Şahî bi derketina ser dikê ya koma jinan a Koma Şitlên Azadiyê bi dawî bû. 
 
DÎLOK 
 
Di çarçoveya aktîvîteyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) a Dîlokê ji jinên girtî yên di girtîgehan de qert şandin.
 
Jin pişt re di şahiya ku li avahiya DEM Partiyê ya bajêr hate lidarxistin de hatin bahev. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Ceylan Akça, parlamentera EMEP’ê ya Dîlokê Sevda Karaca û Dayikên Aştiyê tev li bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Bajêr Zozan Ayhan a di şahiyê de axivî wiha got: “Ji bo em ji pergala bi serdestiya mêr re bêjin 'bisekine' em li vir in. Berxwedana me ya ji Bêrîtanan heta Zîlanan wê bidome.” Dûre parlamentera Dîlokê Karaca axivî û wiha got: “Em careke din dibêjin, hêza me yekîtiya me ye, em ê bi hev re biguherînin.”
 
TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ DESTNÎŞAN KIR
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Akça jî bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin. 
 
Akça wiha domand: “Ferseta ku qeyûm tayînî şaredariyan kirin û pergala hevserokatiyê ji nîqaşan re vekir, ji polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên meşandin ne serbixwe ne.”
 
Piştî axaftinan jinan bi hev re govend gerandin. Dayikên Aştiyê yên Dîlokê klamên dengbêjiyê gotin. 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê