Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in

img

SÊRT - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di hevdîtina bi gel re ya li Dihê de axivî, giliyê neviyê Yakûp Axa yê şexsekî dîrokî ye, yê ji AKP’ê bûye namzet li gel kir. Bakirhan, bi gotina “Em ne neviyên Yakûp Axa ne lê ala wî em hildigirin” xwest ku gel xwedî li vê mîrateyê derkeve.

Serokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûncer Bakirhan di çarçoveya bernameya hilbijartinê de îro çû Sêrtê. Bakirhan ewilî çû navçeya Dihê. Namzetên Hevşaredariyê yên Sêrtê Sofya Alagaş û Mehmet Kaysi û parlamenter Sabahat Erdogan Saritaş jî bi Bakirhan re serdana bajêr kirin. 
 
Bakirhan ê ji aliyê partiyiyan ve di ketina navçeyê de hate pêşwazîkirin, ewilî hate ber deriyê avahiya partiyê. Bakirhan ê bi sedan partiyiyên li vir silav kir, pişt re serdana dikandaran kir. Di wan kêliyan de her tim dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Bakirhan ê heta li ber buroya hilbijartinê ya partiyê meşiya, li vir ji gelê navçeyê re axivî. 
 
‘DIBÊJIN MIZGEFT Û NIMÊL LÊ HIŞÊ WAN LI HERAM Û HÎLEYAN E’ 
 
Bakirhan ê hilbijartinên herêmî yên 2014’an bi bîr xist, wiha got: “Di sala 2014’an de me li vir bi dengên we yên helal şaredarî qezenc kir. Beriya wê jî şaredariya me hebû. Dema ku şaredarî di destê me de bû, gel dît ka xizmet çi ye. Dît ku ka lîreyeke şaredariyê jî çiqas binirx e. Di sala 2019’an de ewilî hilbijêrên qeçax, heram li Dihê ceribandin. Li vir vîna gelê Dihê hate xespkirin. Ha qeyûm ha xespkirin heman tişt e. Em dibêjin mizgeft, nimêj, sicade lê hişê wan li heram û hîleyan e. Misilmanên rast qet hîleyan nakin û heramê naxwin. Van bi xespkirina şaredariya Sêrt û Dihê heramiya herî mezin dixwin.”
 
‘EM Ê DI 31’Ê ADARÊ DE LI DIJÎ PERGALÊ BÊJIN EM HENE’ 
 
Bakirhan, anî ziman ku şaredariyên di bin rêveberiya qeyûman û AKP’ê de şûna ku xizmetê ji gel re bikin çavkanî pêşkeşî alîgiran hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Em ji bo kurdên li ser vê axê bi awayekî azad û wekhev bijîn hene. Me di vê oxirê de bedelên mezin dan û em hêj didin. Li cihekî weke Dihê tenê cihek heye ku ciwanên me û hevalên me yên jin lê dixebitin? Em ê di 31’ê Adarê de bêjin ku em li dijî vê pergalê hene?”
 
HEZAR Û 357 HILBIJÊR VEGUHESTINE
 
Bakirhan anî ziman ku hezar û 357 hilbijêr veguhestine Dihê û wiha got: “Ev hezar û 357 hilbijêr ji Dihê ne? Na. Tu di nexşeyê de ji wan re bêjî ‘Dihê li ku ye’ nikarin bibînin. Dê roja hilbijartinê bên deng bikarbînin û lê bidin biçin. Ev ne dizî ye? Divê li dijî van hilbijêrên qeçax em jî hişyar bin. Ev ax axeke pîroz e, ji bo têkoşîna me navendeke girîng e. Ji ber vê yekê divê em mirovên xwe yên derveyî Dihê ji îro û pê ve gazî bikin vir. Li ku bin bila biçin avahiyên me yên li navçeyan çayeke bidem vexwin, hevalên me dê wan bişînin û bila werin li vir şaredarekî helal hilbijêrin.”
 
‘EM Ê HESABÊ JI BUROKRATÊN BI ROZETÊN AMPUL BIPIRSIN’ 
 
Bakirhan, xebitîna qeymeqamê navçeyê ya weke serokê AKP’ê yê navçeyê jî rexne kir û got: “Em ê rojekê îşelah bibin desthilat. Em ê teqez li pêşberî qanûnê hesabê ji van burokratên bi rozetên ampulê bipirsin. Heke qeymeqam, cîgirê miftî, midurê perwerdê yê navçeyê ji xwe bawer bin bila werin bibin namzet. Em ê derbarê van de giliyê bikin. Em feraset û pergaleke wiha qebûl nakin.”
 
‘XWEDÎ LI MÎRATEYA YAKÛP AXA DERKEVIN’ 
 
Bakirhan, destnîşan kir ku namzetên DEM Partiyê ji bo xizmeta gel bi rê ketine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke hevşaredarên me xeletiyekê bikin ewil em ê ji wan hesabê bipirsin. Ji bo çand û zimanê xwe hene. Hûn hemû Yakûp Axa dizanin. Di sala 1926’an de ji bo gelê kurd mafên xwe yên demokratîk bidestbixe têkoşiya, cihekî gora wî jî nîne. Îro neviyê Yakûp Axa hatiye li dijî DEM Partiyê bûye namzet. Ligel kesên ku nikarin cihê gora wî jî nîşan bidin, ligel vê pergalê dixebitin. Dibe ku em ne neviyên Yakûp Axa bin lê em hevrêyên fikra wî ne. Li Dihê em ala wî hildigirin. Ji kerema xwe hûn jî kesên di nav AKP’ê de cih digirin hişyar bikin. Mala kurdan DEM Partî ye. Heke kurd hebe tê mala xwe. Li vir ji bo ku ji êşa vî gelî re bibe melhem têdikoşe. Em li ber bîranîna Yakûp Axa bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ez bangê ne li neviyê Yakûp Axa yê bûye namzet dikim lê ji xizmên wî din re bang dikim, dengê xwe bidin namzetên DEM Partiyê û xwedî li mîretateya Yakûp Axa derkevin.”
Onun bayrağını Dihê’de biz taşıyoruz. Lütfen siz de AKP’de başka yerde yer alanları uyarın. Kürt’ün evi 
Bakirhan, anî ziman ku bi ruhê seferberiyê ji hilbijartinê re amadekariyan dikin û xwest ku partiya wan li deriyê herkesê bixe. Bakirhan anî ziman ku bi taybetî peywîr dikeve li ser milê jinan û got: “Hevalên jin herin cem AKP’iyan ji wan re bêjin dengê we ji MHP’ê re diçe, ji kesên ku zarokên we dielimînin tiryakê re diçe, ji kesên ku Selahattîn, Gultan, Fîgen avêtine hefsê re diçe.”
 
Bakirhan, diyar kir ku namzetên hevşaredariyê emanetî gel dikin û pirsên “Hûn ê di 31 'ê Adarê de dawî li feraseta AKP'ê ya şaredarî û zîhniyeta qeyûm bînin? Ji bo heq, edalet û wekhevî serdest bibe hûn hene?” pirsîn û el bi çepikên xurt bersiv da. 
 
Bakirhan piştî axaftina xwe ber bi navçeya Misircê ve bi rê ket. 
 
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê