Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya

STENBOL - Di deklarasyona Newrozê ya Stenbolê de wiha hate gotin: “Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Ji bo azadî û serkeftinê dema rabûna ser pêyan e.” 

 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li hotêleke Stenbolê deklarasyona têkildarî pîrozbahiyên Newroza îsal ragihand. Gelek kes tev li daxuyaniya ragihandina deklarasyona “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” bûn. Deklarasyon ji hêla Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek ve hate xwendin. 
 
ÇANDA BERXWEDAN Û SERHILDANÊ 
 
Deklarasyona bi sernavê “Dema azadî û serkeftinê ye! Rabe ser pêyan!” hatiye weşandin wiha ye: “Newroz a ku gelên Asya û Rojhilata Navîn xwe tê de dibînin, xwedî lê derdikevin û pîroz dikin; mîna di dîrokê de, ji bo gelê kurd û gelên di bin mêtingeriyê de dijîn çanda berxwedan û serhildanê ye. Di şert û mercên ku kevneşopiya dewleta yekperest veguheriyê şêweyê olperest, neteweperest û faşîzma zayendperest de Newroza 2024’an dê bibe roja ku kesên dev jê bernadin, teslîm nabin û ji serkeftinê bibawer mil didin milê hev û têne gel hev. 
 
JI ABDULLAH OCALAN RE AZADÎ
 
Zext li kurdan, elewiyan, xizanan, karkeran, jinan û ciwanan tê kirin da ku li ber polîtîkayên faşîzma AKP-MHP’ê û tekela tundiyê serî bitewînin. Li dijî vê; pêtala azadiyê ku sembola têkoşîna Kawayê Hêsinkar a li dijî Dehaq e, rêya me ronî dike. 
 
Ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd ku di hedefa ‘plana çokşikandinê’ ya rejîma faşîst de ye, Newroz weke roja serhildana li dijî mêtingeriyê tê zanîn û vê girîngiya xwe diparêze. Newroza îsal ji bo gelê kurd ê bi dehan sala ye li qadan îradeya xwe ya azadiyê raber dike, dê veguhere agirê kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk.’  
 
 
EM Ê PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ JI HOLÊ RAKIN
 
Sepanên agahînegirtina mutleq ên li Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tên ferzkirin ku 25 sal in di pergala îşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin û ev 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin, polîtîkayên nûjen ên yekperest, înkarger asîmîleker û mêtinger ên ji zindana Amedê heta Îmraliyê ne. Çawa ku Kawayê hemdem Mazlum Dogan bi sê zilikên şixatê rêya me ronî kiribe, îro jî em anku kesên birêz Abdullah Ocalan weke ‘Gelê Newrozê’ pênase kirî, dê pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ji holê rakin. Yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê kurd dimeşînin, weke hewcedariyeke vê rastiyê dê mîna duh îro jî îradeya xwe ya birêxistinkirî li leha bindestan û yên keda wan tê xwarin bi kar bînin. 
 
LI KURDISTANÊ POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET   
 
Faşîzma AKP-MHP’ê hewl didin bi polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê re serî bi gelê kurd bidin tewandin û ji gelbûnê derxînin. Di serî de Stenbol, ev faşîzm her çar aliyên Tirkiyeyê pêşkeşî sermayedarên neteweyî û navneteweyî dike. Her wiha di navbera gelan de toximên nîfaqê direşîne, ferq û cudahiya zêde ya di navbera hilberîn û lihevparkirinê de bi polîtîkayên şer hêj zêdetir dibe. Polîtîkayên dagirkeriyê yên li rojava û başûrê Kurdistanê tên domandin, mîsogeriya mayîna ser îktîdarê ya tifaqa AKP-MHP’ê ye. Lê di heman demê de kedxwariya li dijî çîna karker zêdetir dike û sermayedaran hêj dewlemendtir dike. Em; anku kesên bindest, yên tune tên hesibandin, keda wan tê xwarin, yên daxwaza demokrasiyê dikin û xwedî li nasnameya xwe derdikevin dikarin vê çerxê hilweşînin û ev peywira me ye. 
 
TARÎTIYA TECRÎDÊ DÊ BI AGIRÊ NEWROZÊ BÊ RONÎKIRIN 
 
Parçekirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan ê li dijî netewe dewleta xwe dispêre neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê çareseriya neteweya demokratîk pêş xistî û ji vî alî ve sûdekî mezin da têkoşîna bindestan; di heman demê de berpirsyartiya hemû hêzên ked, demokrasî û azadiyê ye. Lewma jî dema wê ye ku em tarîtiya dorpêçê û tecrîda li Îmraliyê dest pê kirî û li tevahiya civakê belav bûyî bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye em hêviya ku agirê Newrozê têkoşîna yekbûyî ya gelên Tirkiye û Kurdistanê ronî bike zindî bihêlin. Dema dema wê ye ku em ji bo têkoşîna Komara Demokratîk li dora agirê Newrozê bigihin hev.
 
EM Ê BIHERIKIN QADÊN NEWROZÊ
 
Qeyûmên li şaredariyên Kurdistanê hatine tayînkirin, bi deh hezaran kesên hatine girtin, yên ji ber rantê di erdhejê de hatine qurbanîkirin, karkerên madenê yên cenazeyên wan nehatine dîtin, xwendekarên bêcih û war, teqawidên terkî birçîtî û mirinê hatine kirin, yên ku bi destên xwe dinyayê ava dikin lê tune tên hesibandin, jinên ku kirdeya kedê ne lê li malên xwe nayên dîtin, gundiyên ji gundên xwe hatine kirin, mexdûrên qirkirinên ekolojiyê... Em ê bi hev re biherikin qadên Newrozê û bibin dengê girtiyên nexweş, şoreşgerên kurdistanî û tirkiyeyî yên bi awayekî derhiqûqî di zindanan de dîl hatine girtin, ji rêhevalên xwe yên 106 roj in di greva birçîbûnê de ne. 
 
DEHAQÊN ÎRO
 
Dehaqên îro ew kes in ên ku mafyayên cîhanê li welatê xwe dihewînin. 
 
Dehaqên îro ew kes in ên ku derfetên perwerdeyê ji bo çînekecivakê bi kar tînin lê hêj di temenekî biçûk de zarokên gel neçarî karkeriyê dikin. Dehaqên îro ew kes in ên ku karkeran bi bedela 17.500 lîreyan pêşkeşî patronan dikin. 
 
Deheqên îro ew kes in ên zilamên hevjînên xwe yên dixwazin hev berdin qetil dikin diparêzin, ew kes in ên çav berdane nefeqeya jinan. Dehaqên îro ew kes in ên ku dema ji xelkê Filistînê re silavan dişînin, li rexa din têkiliyên xwe yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re didomînin. Dehaqên îro ew kujerên karkeran in ku li Licikê bûne sedema qirkirina ekolojiyê. 
 
DEM DEMA AZADIYA FÎZÎKÎ YA OCALAN E 
 
Serkeftina pêvajoya dîrokî ya em tê de dijîn û serkeftina têkoşîna me, peywira me ya esasî ye. Bila azadî, soza me ya ji bo rêheval û gelê me ye ala Newrozê heta roja me anîn be. Dem dema hilweşandina pergala îşkenceyê ya Îmraliyê ye. 
 
Dem dema çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dem dema wê ye ku em daxwazên xwe yên azadiyê bi awayekî herî xurt biqîrin û mezinkirina têkoşîna civakî ye. Dem dema wê ye ku em bi nasname, çand û zimanê xwe yê zikmakî bijîn. 
 
ROJ ROJA RABÛNA SER PÊYAN E
 
Dem dema wê ye ku em tarîtiya mîna xewnereşkê ketiye ser civakê bi agirê Newrozê ronî bikin. Dem dema wê ye ku em û rêhevalên me yên di zindanan de li cihên azad hev hembêz bikin. 
 
Dem dema wê ye di têkoşîna hevpar a bindestan de em bêhtir biisar bin û vê têkoşînê bihêztir bikin. Û dem dema wê ye em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêyan.”
 

Sernavên din

11/03/2024
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin
13:20 Bakirhan: Hewcehiya me ne bi tank û topan bi aştiyê heye
12:19 Li Stenbolê deklarasyona Newrozê: Em ji bo azadî û serkeftinê rabin ser pêya
12:17 Girtiyên li dijî lêgerîna tazî derketin hatin derbkirin
11:51 Hatîmogûllari: Her dengê ji bo ampûlê tê dayîn ji MHP’ê re diçe
11:46 Qedexeya li Çiyayê Gabarê cara 6’emîn hate dirêjkirin
11:43 Li Hezexê mirina biguman a jinekê
11:10 TUÎK: Rêjeya bêkariyê bû ji sedî 9,1
11:08 Qeyûm ji bo pereyan ji şaredariya AKP’î re bişîne şaredarî xist bin deynan
11:05 Ji bo tevlibûna Newroza Wanê bang hate kirin
10:52 Bersûcên girtî yên di dosyaya Temer de bi beraetê hatin berdan
09:23 Hunermendên dê di Newrozê de derkevin ser dikê eşkere bûn
09:18 DEM Partî li Qereyaziyê li pey rekorê ye
09:16 139 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:11 Greva birçîbûnê di roja 106'an de didome
09:04 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lekeya 36 serran a sîyaye” derket
09:01 Xwezaya gundê kurdên elewî Kapazê tê talankirin
09:00 ROJEVA 11'Ê ADARA 2024'AN
08:45 Di êrişên DAIŞ’ê yên li çolê de 195 kes hatin kuştin
10/03/2024
23:58 Li Îdirê şahiya gel a bicoş: Em ê serkeftina xwe dîsa pîroz bikin
22:35 Li Amedê ji bo Cejna Tipa Alternatîf şahiyek hate lidarxistin
22:05 Vîdeoya ‘Ji HEP’ê heta DEM’ê meşa azadiyê didome!’ hate parvekirin
21:37 Li ser medyaya dîjîtal kampanyaya #RabeNewrozHat
20:24 Li Wanê êrişî jinekê hate kirin
20:09 DEM Partiyê forûm li dar xist û buro vekirin
18:54 Li Antalyayê bi pileya 4.7 erdhej çêbû
17:32 Endama ESP’ê Otlû ya hatibû binçavkirin hate girtin
17:21 Hatîmogûllari: Em ê sindoqan weke çavê xwe biparêzin
17:00 Amedsporê Arnavutkoy Belediyespor 5-1 têk bir
16:52 Bakirhan ji Tetwanê bang kir: Ev hilbijartin di navbera we û tifaqa JÎTEM’ê de ye
16:49 Namzetên DEM Partiyê xebatên xwe bênavber didomînin
16:37 Bakirhan ji AKP’ê re got: Serê wan li ser cilnimêjê aqilê wan li ser heramiyê ye
15:50 Nobeta Edaletê: Pirsgirêka kurd pirsgirêka gelan e
14:57 Girtiyên piştî 30 salan hatin berdan hatin ziyaretkirin
14:54 Meclisa Jinan a KESK’a Rihayê şahî li dar xist
14:50 Piştî deklarasyonê agirê Newrozê hat vêxistin
14:44 Hatîmogûllari: Em ê Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê bi dest bixin
14:40 DEM Partî dê helwesta xwe ya ‘Stratejî û Polîtîkaya Ziman û Çanda Kurdî’ eşkere bike
14:07 Di hefteyekê de li Efrînê 16 kes hatin revandin
14:06 Bayindir: Bila Newroza 2024’an bibe Newroza azadiya Ocalan
13:45 Bakirhan: Kesên hilbijêrên heram vediguhêzin li Weysel Qeranî duayan dikin
13:31 Di deklarasyona Newrozê de banga çareserkirina pirsgirêka kurd
11:14 Deklarasyona Newroza 2024’an: Dem dema azadî û yekitiya neteweyî ye
11:11 Bertek nîşanî namzetê AKP’ê yê pereyan belav dike dan: Bêşerm!
09:59 Dayika Al a bi ser hucreya wê de hatiye girtin: Zextan bi dawî bikin
09:14 Berdana Salih Gun ê 30 sal girtî û nexweş 2 sal in tê astengkirin
09:13 Mûşî: Rêya xelasiyê DEM Partî ye
09:09 Dirûşma Newroza 2024’an: Rabe dema azadî û serkeftinê ye
09:05 Hejmara nû ya Kovara Jînê derket
09:02 Greva birçîbûnê di di roja 105'an de didome
09:01 138 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 10’Ê ADARA 2024’AN
09/03/2024
22:18 Li Pirsûsê 17 kes hatin girtin
19:05 Mîtîngên 8'ê Adarê: Dê têkoşîna ji bo cîhaneke bê şer û kedxwariyê bidome
18:36 Ahmet Turk: Mala me hemûyan partiya kurdan DEM Partî ye
18:25 Nobeda Edaletê ya bi daxwaza 'azadî ji bo Ocalan' didome
17:56 Namzetên DEM Partiyê bi ciwanan re civiyan
16:52 ÎHD: Girtiyên jin ên nexweş berdin
16:43 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên di bin çavan de hatine windakirin pirsîn
16:27 ‘Heta ku windakirî bên dîtin dê têkoşîna me bidome’
15:55 Bakirhan: Dê şaredarî bibe mala hevpar a sêrtiyan
15:10 Li Edeneyê hunermend bi hinceta ‘lêpirsînê’ hatin astengkirin
14:29 Li Xezayê hejmara miriyan derket 30 hezar û 960 kesan
14:28 Hatîmogûllari: Fîrewn dê biçin, demokrasî dê were
14:14 Namzetên Amedê bi ciwanan re hatin ba hev
13:50 Bakirhan li Misircê ye: Muxabatê çareseriyê Abdullah Ocalan e
13:17 Li Rihayê daxuyaniya 8’ê Adarê: Em ê vê tarîtiyê bi hev re derbas bikin
13:07 Bakirhan li Dihê ye: Mîratgirên Yakûp Axa em in
12:44 Li Dêrsimê mitînga 8’ê Adarê: Em di têkoşînê de bi biryar in
12:16 Jina ku hevjînê wê tundî lê dikir, bav û kekê wê hatin qetilkirin
11:58 Hatîmogûllari banga seferberiyê kir: Em hemû kesên deng bikarbînin veguhêzin
10:48 Li girtîgeha Samsûnê zext zêde bûn
10:47 Jinên qersî: Heke DEM Partî serbikeve dê her kes serbikeve
10:00 Li dijî sosyalîstan operasyon: Lingê kurê serokê sendîkayê şikest
09:33 DEM Partî dixwaze li bajarê ol û zimanan serbikeve
09:14 Li Dîlovasiyê ji ber depoya kîmyewî koçberî li taxekê tê ferzkirin
09:11 Greve birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hatiye destpêkiririn di roja 104'emîn de didome
09:10 Ji rojnameger Silêman Ehmed ev 137 roj in agahî nayê girtin
09:07 Bi cil û bergên xwe yên kurdî li her derê digere
09:03 Bajar bi bajar dema pîrozkirina Newrozê
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2024'AN
08/03/2024
21:57 Li Hezexê leşkeran gundekî dorpêç kir
21:52 Bi hezaran jin li Stenbolê di ‘Meşa Şevê ya Femînîst’ de ne
18:25 Gultan Kişanak: Em ê bajarekî adîl û wekhev bi hev re ava bikin
18:21 Li Sêrtê kelecana 8’ê Adarê: Em ê bi hêza 8’ê adarê biçin ser sindoqan
17:40 Ûçarê serdana Nobeda Edaletê kir
16:43 Li Qoserê di mitînga 8’ê Adarê de daxwaza azadiya Ocalan hate kirin
16:39 Mitînga 8’ê Adarê bi dirûşma ‘hezar silav ji Îmraliyê re’ bi dawî bû
16:21 Jinên serhedî di govenda 8’ê Adarê de ne
16:12 Destûr nedan ku Kişanak ji bo hilbijartinê wêne bikişîne
16:03 Li Akdenîzê şahiya 8’ê Adarê: Em ê pergala mêr têk bibin
16:01 Leyla Guven: Dilê me bi we re ye
15:55 Turkoglû: Em ê bi ser kevin, dê jin bi ser kevin, dê civak bi ser keve
15:53 Li Depê coşa 8’ê Adarê: Em peyhatiyên Sara û Berîtana ne
15:11 Jin bûn yek deng: Em dest ji jiyana xwe jî û mafên xwe jî bernadin
14:55 Hatîmogûllari: Em ê serî li ber şerê taybet netewînin
14:53 Li Êlihê peyama 'Em ê bi felsefeya jin, jiyan, azadiyê serbikevin' hate dayîn
14:52 Uçar: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
14:05 Li Kapazê protestoya bendavê