Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar ê li Mêrdînê serdana Nobeta Edaletê kir, girîngiya azadiya Abdullah Ocalan destnîşan kir û wiha got: “Dema deriyên Îmraliyê vebûn dê rêya aştiyê jî vebe.”
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin didome. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER’ê li Amedê bi dirûşmeya azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd hatiye destpêkirin di roja 98’an de berdewam kir. Çalakvanên di nobeta li avahiya rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) didome de cih digirin, pêşmalkên ku li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye dinivîsî” li xwe kirin.
 
Li eywana çalakiyê pankarta “Ji avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin û bibin dengê zindanan” hate daliqandin.
 
Di nobeta ku serdanan tevahiya rojê berdewam kir de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
ÊLIH 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya TUAY-DER a Êlihê li avahiya DBP’a Bajêr hatiye destpêkirin jî di roja 40’an de berdewam kir. Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Êlihê Gulistan Sonuk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê û DBP’ê û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê serdana nobetê kirin. 
 
Kesên tev li nobetê bûn qala girîngiya yekitiya netewî kirin û ji bo rakirina tecrîdê banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobet bi stranên hatin gotin û dirûşmeyên hatin berzkirin bi dawî bû. 
 
WAN 
 
Bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li Wanê Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin û nobet di roja 95’an de li avahiya DBP’a Bajêr berdewam kir. Parlamentera Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, rêveberên DEM Partiyê yên Tûşbayê û gelek malbatên girtiyan tev li bûn. 
 
‘DIVÊ JIYANEKE AZAD WERE AVAKIRIN’ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît a di serdanê de axivî, diyar kir ku yekane navnîşana çareseriya pirsgirêkên civakî Girava Îmraliyê ye û wiha got: “Tecrîd bi tenê 35-36 mehan ne bi sînor e, tecrîd demekî dirêje li gelê kurd tê kirin. 25 sal in birêz Abdullah Ocalan tê tecrîdkirin. Dayikên me ji bo ev tecrîda li girtîgehan û li dijî birêz Ocalan rabe û pirsgirêka kkurd çareser bibe destê xwe danîne bin kevir. Divê em jî dixwazin ku ev şer bi dawî bibe û daxwazên di çalakiya greva birçîbûnê de tên ziman bên bicihanîn. Çareseriya van pirsgirêkan birêz Ocalan e. Divê tecrîd bi dawî bibe û li Kurdistan û Tirkiyeyê jiyaneke azad were avakirin.”
 
‘MIFTEYA AZADIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Tûşbayê Hanim Akkoş jî wiha axivî: “Li girtîgehan neheqî û zilmeke zêde heye. Mafên girtiyan ên bingehîn jî nayên pêkanîn. Tecrîd ne tenê li dijî birêz Ocalan e, li dijî hemû gelê kurd e. Tecrîd heta malên me hatiye. Heke tecrîda li ser birêz Ocalan rabe dê tecrîda li ser herkesê rabe. Ji ber vê yekê Mifteya çareseriyê Îmrali ye.”
 
Li Nobeta ku her tim dirûşmeya “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Şehîd namirin” hate berzkirin stranên kurdî hatin gotin. 
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Rêxistina DBP’a Bajêr didomînin jî îro malbatên ji Nisêbînê hatin dewr girtin. 
 
Nobeta Edaletê di nava rojê de malovaniya ziyaretvanên xwe kirin, di nobetê de têkildarî rojevê nîqaş hatin kirin. Di nobeta ku perwerdehiya bi zimanê kurdî jî lê berdewam kir de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Zindanan” hate berzkirin. Di nobeta edaletê ya stranên berxwedanê jî lê hatin gotin de malbatên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên amadekariyên Newrozê dikin bi rengên kesk û sor û zer zendik amade kirin. 
 
Parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar ê di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Mêrdînê ye jî serdana Nobeta Edaletê kir. Dayika Aştiyê Ayşe Şaşmaz a di nobetê de axivî, bal kişand ser rengên zendikên xwe û wiha got: “Ev ala berxwedanê ye, ev ala serhildanê û jiyanê ye.” Şaşmaz, anî ziman ku dixwazin têkoşîna li girtîgehan serkeftî bibe û wiha got: “Em ji vir heta Îmraliyê ji Serok Apo re ji girtîgehan re silavan dişînin. Em keç û xortên li çiyayên Kurdistanê silav dikin û li ber wan bejna xwe ditewînin.”
 
Sancar ê diyar kir ku piştgiriya Nobeta Edaletê dikin jî wiha got: “Em aliyê ku aştiyê dixwazinin. Aştî ne tişteke ku bêyî berxwedan û xebatê were ye. Aştiyeke bi rûmet encax bi çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e. Heta ku çareserî pêk neyê aştî nabe. Ji ber vê yekê ked û hewldana we gelek girîng e. Divê tecrîd were rakirin. Em dizanin ku dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin, dê rêya aştiyê jî were vekirin. Em aştiyê dixwazin, hûn jî Dayikên Aştiyê ne. Em dizanin ku dê aştî bi destê dayikan were. Em jî heta ku aştî were, heta ku demokrasî were avakirin dê têkoşîna me bidome.”
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya EGE TUHAY-DER û TJA’yê de hatiye destpêkirin di roja 37’emîn de li Nûnertiya Çîmentepe ya DEM Partiyê berdewam dike. Gelek malbatên girtiyan beşdarî nobetê bûn. Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Heq hiqûq edalet” , “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê li Girtîgeha Kiriklarê tê ragirtin, Sûltan Yagmekan di nobetê de axivî. Yagmekan, diyar kir ku bi çalakiya xwe dixwazin edalet were welat. Yagmekan, bertek nîşanî CPT’ya ku di serdana xwe ya Tirkiyeyê de neçû Îmraliyê da û bi bîr xist ku CPT li ser navê desthilatan tevdigere. Yagmekan destnîşan kir ku rewşa Abdullah Ocalan bi fikar e û wiha berdewam kir: “Ji bo ku tecrîd were rakirin û azadiya wî pêk were zarokên me li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Heta ku ev bêhiqûqî berdewam bike, dê zarokên me li hundir em jî dê li derve têbikoşin. Ez dixwazin edalet û aştî were vî welatî.”
 
Yagmekan bang li herkesên ku edaletê dixwazin kir kut ev li nobetê bibin û piştgiriyê bidin wan. 

Sernavên din

14/03/2024
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne
15:58 Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe
15:38 Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin
15:35 Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin
13:28 Dadgeh: Di doza rojnamevan Yilmaz de beyanên şahidan nehatin piştrastkirin