Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên

SÊRT - Li Kurdistan û Tirkiyeyê yek ji namzetên şaredariyê yên herî ciwan Berfîn Evren diyar kir ku hikûmet û alîgirên wê dixwazin jinan ji siyaset, civak û her tiştî dûr bixin û got, “Partiya DEM’ê li dijî vê pergala temsîliyeta wekhev pêş xist. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' gelek bandor li min kir û ez hatim DEM'ê. Em ji bo çareseriyê tên.”
 
Jin û ciwan di siyaseta cîhanê de di gelek qadan de tên astengkirin û li Rojhilata Navîn wekî aktor nayên dîtin û ev yek rastî bertekan tê. Jin û ciwanên ku her tim di nava siyasetê de wekî faktor tên dîtin û ji aliyê siyasetmedaran ve tên pasîfîzekirin, di nava hewldana guhertina vê rewşê de ne. Di van demên dawî de, lêkolîn jî nîşan didin ku jin û ciwan dixwazin xwe îfade bikin û ji bilî faktoran, wekî aktor beşdarî siyasetê bibin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku bi xeta xwe ya sêyemîn berbiçav e, di van hilbijartinan de partiya herî zêde ji aliyê ciwan û jinan ve tê tercîhkirin. DEM Partiyê ku bi pergala hevserokatiyê bala jinan dikşîne, bi xebat û polîtîkaya xwe ya beşdarkirinê jî bala ciwanan dikşîne.
 
DEM PARTÎ NAVNÎŞANA JIN Û CIWANAN E
 
Di vê pêvajoya hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de namzetên DEM Partiyê balê dikişînin ser xwe. Di lîsteya namzetên DEM Partiyê de jî diyar dibe ku bi taybetî jinên ciwan dixwazin bi awayekî aktîf beşdarî siyasetê bibin. Hejmara jinên ciwan ên di nava DEM Partiyê de di asteke gelekî bilind de ye. Yek ji van deveran bajaroka Ziyaretê ya girêdayî navçeya Xana Hawêl a Sêrtê ye. Bajarok mazûvaniya tirba Veysel Karanî dike û yek ji navendên girîng ên baweriya îslamê ye. Namzetên DEM'ê yên ku dixwazin li vir siyasetê bikin û bi pirsgirêkên bajêr re mijûl bibin, di hilbijartinên 31'ê Adarê de jî bi îdîa ne. Namzeta hevşaredariyê DEM Partiyê ya bajarokê Berfîn Evren, jineke ciwan a 19 salî ye û dixwaze bi awayekî aktîf di nava siyasetê de cih bigire. 
 
‘JI BER KU EM KURD IN EM DIBIN TERORÎST?’
 
Evren ku li Ziyaretê ji dayik bû, di 3 saliya xwe de ji ber ku malbata wê cerdevaniyê qebûl nekir û ji ber pirsgirêka bêkariyê koçî Stenbolê dikin. Evren, anî ziman ku sîstem hewl dide nasnameya kurd li metropolan bide jibîrkirin û got ku ew berovajî vê yekê bêhtir xwedî li nasnameya xwe derket û zêdetir hembêz kir. Wê da zanîn ku dema ew 12-13 salî bûye hevaleke wê ya dibistanê jê re gotiye “Kurd dibin terorîst” û wê jî wê demê dest bi lêpirsînê kiriye. Evren, ev rewş bi van gotinan anî ziman: “Min jî pirsî, çima em dibin terorîst? Ji ber ku em kurd in, em dibin terorîst?Ji wê rojê û pê ve min bêtir nasnameya xwe ya kurdî hembêz kir. Helbet helwesta malbatê jî bandor li min kir.”
 
‘ME BI CIWANTÎ DEST PÊ KIR, EM Ê BI CIWANTÎ BI SER KEVIN'
 
Evrenê li ser sedemên xwe ya hilbijartina DEM Partiyê axivî û diyar kir ku hikûmet û alîgirên wê dixwazin jinan ji siyaset, civak û her tiştî dûr bixin. Evrenê da zanîn ku li hemberî vê yekê DEM Partiyê pergaleke temsîliyeta wekhev pêş xistiye û ev tişt got: “Partiya DEM’ê hewl dide zêdetir jinan bikişîne qadan û siyasetê. Felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' gelekî bandor li min kir û ez hatim DEM Partiyê. DEM Partî, partiyeke ku li ser gotina 'Civaka ku jin di tê de azad nebe, azad nabe' hatiye avakirin. Ev felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li hemberî vê desthilatdariya ku bi gotina ‘at avrat’ newekheviya civakî diafirîne, ne tenê ji bo me jinên kurd, ji bo hemû jinên cîhanê bûye hêvî. Gotina 'Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî biqedînin' jî faktoreke din a ku bandor li min kir ku ez têkevim siyasetê ye.”
 
‘DÊ GEL Û PARTIYA MIN KÊMASIYÊN MIN SERERAST BIKE’
 
Evrenê diyar kir ku ew beriya ku bibe namzeta hevşaredariyê gelek caran rastî gotina "Tu jin î, ciwan î, tu nikarî bikî" hatiye û anî ziman ku, dibe ku ew di partiyeke din de xwe ne bawer hîs bike. Evren, destnîşan kir ku eleqeya Partiya DEM'ê ya bi ciwan û jinan re ew ji vê bêbaweriyê dûr xistiye û wiha berdewam kir: “Ez dikarim bikim, helbet kêmasiyên me dê hebin. Lê gelê me û partiya me dê kêmasiyên me telafî bikin. Ev moralek mezin dide min. Min qet negot ku ez nikarim bikim.”
 
‘SERDESTIYA MÊR A 5 HEZAR SALÎ BANDOREK MEZIN KIRIYE’
 
Evrenê der barê sedema ku xwestiye li bajaroka Ziyaretê bibe namzet, diyar kir ku dema ew di betlaneyê de hat bajêr, ji ber zehmetiyên aborî yên gelê li wir, bêkarî û nêrîna wan a li ser jinan xemgin bûye. Evrenê anî ziman ku li vir rolek diyarkirî ji jinan re hatiye dayîn û wiha got: “Karê malê, xwedîkirina zarokan, xwarin û paqijî û hwd. tenê karên jinan in. Di derbarê jinê de  li vir qalibek heye û hûn nikarin derkevin derveyî vê qalibê. Bi rastî jî fikrên jinên li vir jî di vê qalibê de cih digirin. Mixabin pergala serdestiya mêr a 5 hezar salî gelek bi bandor bûye. Niha jin jî vê pergala serdest a mêr diparêzin. Ji ber vê yekê hem ji ber ku min gelê herêmê nas dikir û hem jî ji ber ku min li vir xwe azadtir hîs dikir min xwest li welatê xwe, welatê ku lê jidayikbûme siyasetê bikim.”
 
‘JI BER KU BÊKARÎ PIR E, CIWAN KOÇ DIKIN’
 
Evrenê anî ziman ku şaredariya heyî derfetên kar ji mirovan re peyda bike û destnîşan kir ku pirsgirêka herî bingehîn bêkarî ye. Evrenê anî ziman ku welatî neçar dimînin ku ji vir koç bikin û wiha dirêj kir: “Em naxwazin gel ji axa xwe koç bike. Nêzî hilbijartinê sozan didin, piştre jî deriyên şaredariyê li ser gel digirin. Dema min li vir ji şaredariyê pirsî, ji min re gotin 'Em rêya şaredariyê jî nizanin'. Li dijî vê pergala ku deriyên xwe ji gel re digire, em ê piştî hilbijartinan bersiva yekane bidin. Em ê deriyê şaredariyê ji xwediyê rasteqîn re, gel re vekin. Heke hûn nûnerên xwe ji qada demokrasiyê dişînin qada dewletê kontrol bikin. Ji ber ku em li vir nûnertiya gel dikin. Dema hûn li wê kursiyê rûdinin, nabe hûn bibin çîna navîn û lîberal. Ev hem li dijî gel û hem jî li dijî partiya ku hûn tê de ne. Lê ez bawer dikim ku ez ê di vî warî de bi ser bim.”
 
PROJEYÊN XWE RÊZ KIR
 
Evrenê anî ziman ku projeyên wan ên sereke li ser jinan in û got ku ew di serî de armanca wan avakirina kooperatîfên jinan ên li ser bingeha hilberîna ekolojîk e. Evrenê diyar kir ku ew ê bi avakirina qada pîşesaziyê û vekirina fabrîqeya tekstîlê ji pirsgirêka bêkariyê re bibin çare û got ku ji ber bêkariyê pirsgirêka koçberiyê heye ev proje projeyên wan ên herî girîng in. Evrenê projeyên xwe wiha rêz kir: “Li aliyê din em ê piştgiriya hilberînê bidin cotkaran. Fîstik, gûz hwd. Em plan dikin ku di hin xalan de piştgiriya înternetê ya bêpere pêşkêşî ciwanan bikin. Em ê ji bo rez, baxçe û zeviyên çandiniyê alîkariya avê ya ji bo  avdanê bikin. 
 
NAVENDA ÇARESERIYA PIRSGIRÊKÊN JINAN DÊ BÊ VEKIRIN
 
Em ê piştgiriyê bidin perwerdehiyê û li gor derfetan bursan bidin. Em ê li her taxê qadên lîstikê yên zarokan û li bajêr jî malên sersaxiyê ava bikin. Em ê bajarê xwe geş bikin û çapemeniya herêmî ava bikin. Ji ber ku Ziyaret di aliyê baweriyê de xwedî cihekî pir girîng e û gelek ziyaretvanên wê hene, em armanc dikin ku di bin banê şaredariyê de tesîsên civakî ava bikin ku mirov bikarin seyranê bikin û demên xweş derbas bikin. Her wiha em ê navendeke çareseriyê jî vekin ku pirsgirêkên jinan ên ku ji bo me pir girîng in, werin nîqaşkirin. Em li welatekî dijîn ku gelek caran karesatên xwezayî û erdhej lê çêdibin, lê gel di derbarê vê yekê de xwedî hişmendiyekê nîne. Bi vê armancê em ê yekîneyên lezgîn ên dilxaz vekin. Em ê dogal gazê ya ku me behs kir bi awayekî wekhev li gel belav bikin û bi lez aboneyên gel çêbikin. Em ê ji bo ku jin û ciwanan bibin xwedî pîşe û tevkariyê li aboriya xwe bikin, atolyeyên pîşeyî vekin.”
 
‘DEM PARTÎ WEKHEV NÊZÎ GELAN DIBE’
 
Evrenê da zanîn ku ew di warê bawerî, çand, ziman û hwd. bi awayekî wekhev nêzî hemû gelan dibin û anî ziman ku divê kesên li Ziyaretê dijîn dengê xwe bidin DEM Partiyê. Evrenê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji bo ku ev zihniyeta qirêj a qeyûm a li bajarên me tê meşandin ji holê rabe û dewlet zextên xwe li ser bajar û gelê me rake, divê gel dengê xwe bide DEM Partiyê. Dem dema jinan e, dem dema ciwanan e.”
 
DER BARÊ BAJAROKA ZIYARETÊ DE
 
Bajaroka Ziyaretê di 10'ê Gulana 1993'an de bi wergirtina statuya şaredariyê veguherî bajarokê û bi biryarnameya ku di 26'ê Adara 2013'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin navê wê bû "Veyselkaranî". Navê bajêr ji tirba Veysel Karanî ya tê de tê. Bajarok girêdayî navçeya Xana Hawêl ya Sêrtê ye û ji aliyê baweriyê ve navendek girîng e. Tevi vê yekê jî li bajarokê pirsgirêka bêkariyê dibe sedem ku ciwan koçber bibin. Li bajêr ji sala 2010'an û vir ve di warê nifûsê de zêde guhertin çênebûye û nifûsa ku di sala 2010'an de 6 hezar û 803 bû, di sala 2019'an de daket 6 hezar û 226 kesan. Yek ji pirsgirêkên girîng ên bajêr pirsgirêka avê ye ku ev demeke dirêj e didome. Her çend di demên diyarkirî de ji bo çareseriyekê hewl hatibe dayîn jî, ev pirsgirêk yek ji pirsgirêkên sereke yên bajêr e. Li gorî daneyên nûjen, niha li bajêr 4 hezar û 630 hilbijêr hene û 160 kes dê cara yekem dengê xwe bidin. Her wiha namzetê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Enes Cengîz ku di hilbijartinên 2014’an de bû şaredar, di 23’ê Kanûna 2016’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û li şûna wî qeyûm hat tayînkirin. Herî dawî jî di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de namzetê Partiya Saadetê (SP) Murat Akgûn bû şaredar. 
 
 
MA / Bazîd Evren
 

Sernavên din

14/03/2024
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me
09:01 Rojnameger Germiyanî: 161 gund hatin valakirin û amadekariya êrişa li dijî Garê tê kirin
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2024'AN
08:39 Li Kayseriyê bi çekan êrişî wesayîta DEM Partiyê hate kirin
13/03/2024
22:15 Li Qesrikê şivanê pêl mayinê kir bi giranî birîndar bû
22:11 OHD'ê serdana Emîne Şenyaşarê kir
18:15 Namzetên DEM Partiyê yên Sêrtê tax bi tax digerin
18:01 Tîma parastinê ya Erdogan qeza kir: Polîsek mir
17:59 Li Şirnexê cismek teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
16:55 Dayik bi pêşmalkên ‘tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’ çûn serdana esnafan
16:54 Ji Nobetên Edaletê peyama biryardariyê: Heta encam bigirin dê nobet bidome
16:50 Şenyaşar îro jî li pêşiya Wezareta Dadê daxwaza edaletê kir
16:33 Jinan piştgirî dan rojnamegerên rastî êrişê hatin
16:23 Li Şirnexê starta Newrozê dê bê dayîn
16:08 Egîtîm Sen: Dibistanên li Wanê ji ber mitînga Erdogan bi awayekî fiîlî tên girtin
15:58 ÎHD’ê dê ‘Konferansa Çareseriya Meseleya Kurd û Aştiyê’ li dar bixe
15:57 Dadgehê di doza Kazanhan de tu daxwaz qebûl nekirin
15:45 Li Silopiyayê ji bo zarokan parqeke nû hat çêkirin
15:36 Demîrtaş ji ber ferzkirina lêgerînê derneket hevdîtinê
15:15 Leyla Zana dê tev li Newroza Amedê bibe
14:51 5 fezlekeyên din ên ‘parêzbendiyê’ ji Meclisê re hatin şandin
14:39 Ji bo tevlibûna Newroza Mêrsînê bang hate kirin
14:38 Li Wanê biryar hat dayîn ku afîşên Erdogan ên li ser bîllboardan bên rakirin
14:06 Eceleya qeyûmê Wanê heye: 600 hezar mîtroçargoşe erd da ber firotinê
13:50 Bayindir: Em ê Farqînê ji qeyûman rizgar bikin | HATE NÛKIRIN
12:20 Kampanyaya namzetê Mêrdînîkê yê AKP’ê bi karkeran dan kirin
12:13 Li Şirnexê xwendekar bi darê zorê birin mitînga AKP’ê
11:45 Nobeta Edaletê di roja 100’emîn de ye: Em ê dest ji azadiyê bernedin
11:40 Namzetên Geverê: Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin
11:26 Konseya Ewropayê dê dosyayên Demîrtaş û Kavala binirxîne
10:39 Dirûnkar ji bo gihandina kiras û fîstanên Newrozê bênavber dixebitin
10:38 Ji salên 90’î heta niha manşetên Newrozan
10:35 Rojnameger Karakaş: Girtî di daxwaza ‘azadiyê’ de bibiryar in
10:02 Ji bo mitînga Erdogan bi dehan otobûsan welatî li Şirnexê tên veguhestin
10:01 Qeyûm ji bo danasîn û reklamê 44 milyon û 815 TL xerc kir
09:48 Ayas ê girtî: Em ê berxwedanê geş bikin
09:33 Serokê EHP’ê Em ê meşaleya agirê Newrozê bi hev re pêxin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 108'an de didome
09:29 141 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:00 Eşîra Cafiranê dê piştgiriyê bide DEM Partiyê
09:00 Ji DEM Partiyê banga ji bo dengdêrên livdar: Dengek dê hîleyan xera bike
09:00 Namzeta herî ciwan a DEM Partiyê: Em ji bo çareseriyê tên
09:00 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bê rakirin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 2024'AN
12/03/2024
22:10 Li Kadikoyê gelek kesên belavok belav dikirin hatin binçavkirin
21:29 Navnîşana ajansa me hat astengkirin
18:03 Eleqeyeke zêde ji bo namzetên DEM Partiyê
17:06 Tê gotin ku Wargeha KYK’ê ya Dihê dê ji bo hilbijêrên veguhastî bê valakirin
17:04 Bîranîna Komkujiya Gaziyê: Bila berpirsyar bên cezakirin
16:54 Halîl Şek ê piştî 30 salan hate berdan: Em ê tekoşîna xwe bidomînin
16:44 Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza 'azadiyê' didome
16:17 Rêxistinên hiqûqê: Pereşandina ji bo girtiyan sûc nîne
15:58 Li Milazgirê coşa gel: Her dengê didin AKP’ê ji tifaqa JÎTEM’ê re diçe
15:38 Hevserokên Giştî yên DBP’ê li Êlihê ne: Em bi ruhê seferberiyê dixebitin
15:35 Ji bo Newroza Êlihê bang tevlibûnê hate kirin
15:06 Cîgirê midûr 3 xwendekar tacîz kir
14:57 Hatîmogûllari ji Erdogan ê digot ‘heqîqetê biqîrin’ re got: Kurdistan û tecrîd heqîqet in
14:17 Însîyatîfa 78’an banga hevrûbûna bi darbeya 12’ê Adarê kir
14:10 Ji bo Newroza Depê bang hate kirin
14:04 Hatîmogûllari: Em ê erdhejê bînin bîra xwe û wisa biçin ser sindoqan
13:44 Li ber turbeya Ehmedî Xanî soz dan: Ji bo kurdî çi pêwîst be em ê bikin
13:15 MSD: Serhildana Qamişlo çirûska şoreşa gel a Sûriyeyê ye
12:50 Li Amedê qezaya trafîkê: 4 jê zarok 9 kes birîndar bûn
12:40 Peyama Leyla Guven a ji bo gelê Rihayê: Dema wê ye ku em vî bajarî ji feraseta Nemrûdan paqij bikin
12:35 Bakirhan: Em ê kesên ji zimanê me re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ têk bibin
12:16 Doza rojnameger Gok hat lidarxistin
12:03 DEM Partî: Kesên Komkujiya Gaziyê kirin hatin xelatkirin
11:52 Li Cizîrê 7 kes hatin binçavkirin
11:25 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Rojnameger Babaoglû ev 30 sal in winda ye!
11:15 Navnîşana Newroza Stenbolê: Yenîkapi
11:03 'Forma di lînkê de tije bikin, em ê we bibin ser sindoqa hûn ê dengê xwe lê bidin’
11:03 Serdozger çû serdana qeyûm, çend roj piştre 17 kes hatin girtin
10:11 Dadgehê ji bo gotina 'qirkirina ermenan' got: Azadiya fikr û raman e
09:51 Li Stenbolê gelek jin hatin binçavkirin
09:49 Dayika rojnameger Silêman Ehmed: Ez dixwazim agahiyekî ji kurê xwe bigirim
09:40 Hevseroka MXDŞ'ê Celo: Jinên êzidî bi fikr û felsefeya Ocalan neteweya demokratîk ava dikin
09:17 Namzetên Bajarokê Bajêrgeyê: Em ê bênîqaş bi ser bikevin
09:16 DEM Partî li bajarê ku AKP piştgiriyê dide MHP’ê ji xwe bawer e
09:15 Greva birçîbûnê di roja 107'an de didome
09:06 Namzetên DEM Partiyê yên Dêrgûlê: Em bi çareseriyên mayinde tên
09:05 Xelkê Bazîdê: Raya me ji DEM Partiyê re ye
09:04 Faîlê destdirêjiyê beraet kir: Ev tê wateya ku baweriya zaroka ya bi edaletê hatiye şikandin
09:04 Agirê ku ji Kawayê Hesinkar heya Mazlum Dogan tim gur dibe
09:02 Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrsînê: Armanca me ew e ku em 10 hezar hilbijêran bibin ser sindoqan
09:01 Li Licikê pozê wan neşewitî: Dê li Axreşayê jî kana zêr vekin
09:00 Şêniyên gundê Qorî li dijî çêkirina kana keviran di nobetê de ne
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2024'AN
11/03/2024
21:24 Li Farqînê agirê Newrozê yê ewil
18:40 Hatîmogûllariyê ji Xelfetiyê bang kir: Em ê 31'ê Adarê diyarî Îmraliyê bikin
16:50 Karkerê ji înşaeta TOKÎ’yê ketî xwarê bi giranî birîndar bû
16:46 DEM Partiyê lez da xebatên xwe yên hilbijartinê
16:32 Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê Katz: Erdogan zalimekî herî mezin ê di dîrokê de ye
16:31 Bakirhan ê li Mûşê axivî: Em ê şaredariya hatiye xespkirin ji wan bistînin
16:07 Emîne Şenyaşar dîsa dest bi çalakiya xwe dike
16:05 Nobeta Edaletê: Dema deriyên Îmraliyê hatin vekirin dê rêya aştiyê jî vebe
15:24 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar
14:28 Li Semsûrê jinek hate qetilkirin
14:26 Hatîmogûllari: Em ê li Bêrecûkê govenda serkeftinê bigerînin
13:49 Bernameya Newroza li Îzmîrê hate aşkerekirin