Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin

img
ÎZMÎR - Di pîrozbahiyên Newrozê de ku wê li welatên Ewropa, Qanada û Awûstralyayê bê lidarxistin, dê bi milyonan kes ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û çareseriya meseleya kurd biherikin qadan. 
 
Amadekariyên Newroza ku her sal ji aliyê bi milyonan Kurdistaniyên li çar aliyê cîhanê ve tê pîrozkirin, bi dawî bûn. Newroza îsal wê bi taybetî li Ewropa, Qanada û Awûstralyayê li 43 navendan bê pîrozkirin û dê di van pîrozbahiyan de doza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê kirin. Newroz dê wekî qonxa duyem a kampanayaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî" ku di 10'ê Cotmeha 2023'yan de bi beşdariya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê dest pê kiribû, bê pîrozkirin. 
 
Starta pîrozbahî û resepsiyona 17'ê Adarê roja Duşemê saet di 12:00 de li bajarê Berlînê yê Almanyayê li Oranienplatz Berlînê destpê dike. Pîrozbahiya navendî ya Newrozê wê di 23'yê Adarê saet di 11:00'an de li bajarê Frankfûrtê li Rebstockparkê bê lidarxistin. Di bernameya Newrozê ya ku dê li 43 cihên wekî Fransa, Swîsre, Îngilîstan, Belçîka û Îtalyayê bê pîrozkirin de, ji bilî azadiya fizîkî ya Ocalan, dê peyamên li ser çareseriya pirsgirêka kurd, misogerkirina yekitiya neteweyî ya kurd û esasgirtina vîna gelê kurd a di hilbijartinên 31'ê Adarê de bên dayîn. 
 
KAMPANYAYA AZADIYÊ
 
Hevserokê Konfederasyona Civakên Kurdistanî (KON-MED) yê Almanyayê Kerem Gok, têkildarî peyam û pîrozbahiyên ku wê di Newroza Almanyayê de bên dayîn axivî. 
 
Gok diyar kir ku Newroz ji bo gelê kurd rojeke girîng a neteweyî ye û bi bîr xist ku Newroz li gorî şert û mercên her serdemê xwedî wateyên cuda ye. Gok got: “Îsal Rojhilata Navîn û cîhan di saleke pir hesas û nazik re derbas dibe. Cîhan di nava şer de ye û navenda wê Rojhilata Navîn e û navenda Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Hemû dewlet dixwazin pozîsyonên xwe xurt bikin. Dixwazin di rewşeke nû de sînorên nû çêbibin û para wan hebe. Gelê Kurd jî di vê sedsalê de dixwaze mafên xwe bi dest bixe. Bi vê boneyê di 10’ê Cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya akademîsyen, hunermend, wêjevan û enternasyonalîstan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo me dest bi kampanyayan kir.”
 
‘HIQÛQA XWE PÊK BÎNIN'
 
Gok anî ziman ku pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan hatiye destpêkirin re pêk hatiye û wiha dewam kir: “Em dibêjin ku rêveberiyeke bi mîlyonan mirovan temsîl dike nikare di girtîgehê de bimîne. Em dibêjin, 'Eger hûn demokrat bin û vîna gel esas digirin, ji bo Rêberê ku qasidê aştiyê ye, hiqûqa xwe pêk bînin.' Di vî warî de heta niha tu gav nehatine avêtin. Dewletên Ewropayê ev 30 sal in PKK'ê xistine nava 'lîsteya terorê' û di encamê de mafên kurdan hatine astengkirin. Ev jî bandorê li rewşa tecrîdê dike. Tecrîda li ser Ocalan hem di aliyê civakî hem jî di aliyê ferdî de li ser me didome. Pirsgirêka kurd û azadiya fizîkî ya Rêber Apo divê bi hev ve girêdayî esas bên girtin. Di çarçoveya kampanyaya ku me di 10’ê Cotmehê de dabû destpêkirin de çalakiyên me yên girseyî gihaştin 100 hezar kesî. Di pîrozbahiya Newroza îsal de pêwîst e em tevlîbûna girseyî deh qatan zêde bikin."
 
NEWROZA ALMANYAYÊ
 
Gok anî ziman ku kurd di vê sedsalê de pêşerojeke bê Ocalan û bê statu qebûl nakin û destnîşan kir ku kurd înkarkirina hebûna xwe û koletiya xwe qebûl nakin. Gok bi bîr xist ku ji bo Newrozê ji  Mazlum Dogan heya Zekiye Alkan berdêlên giran hatine dayîn û wiha got: "Li gorî vî ruhî Newroz di 17'ê Adarê de li Berlînê dest pê dike. Ciwan wê di 20'ê Adarê de bi meşaleyan bimeşin. Di 21'ê Adarê de li hemû eyaletên Almanyayê wê resepsiyonên dîplomatîk bên kirin. Çawa destpêkê wê li Geverê û fînal jî li Amedê be, li Ewropayê jî em ê li Berlînê dest pê bikin û li Frankfurtê bi dawî bikin. Ronahî û Berîvan li Mannheî ji bo azadiya kurdan di Newrozê de bedena xwe dan ber agir. Ji ber vê yekê wê di 23'yê Adarê salvegera şehadeta wan de li Frankfurtê çalakiya bîranînê bê lidarxistin. Li tevahiya Ewropayê di çarçoveya pêngavê de bi heman dirûşmeyê amadekariya Newrozê tê kirin."
 
BANGAWAZÎ
 
Gok anî ziman ku ji bo li seranserê Ewropayê gel dakevin qadan xebatên xwe didomînin û got ku ew jî wekî hemû gelan xwedî maf in û hemû kurdên ku dixwazin bi zimanê xwe yê zikmakî bijîn û pêşeroja xwe bi dest bixin divê dakevin qadan. Gok bi bîr xist ku gelê kurd ji bo van daxwazan berdêlên giran dane û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêwîst e her kes van nirxan biparêze. Mîmarê van nirxan Rêber Ocalan e. Parastina Ocalan tê wateya parastina nirxên xwe û eabûna li be rbêrûmetiyê ye. Divê em li ber xwe bidin. Divê em Ocalan di bin tecrîdê de nehêlin. Ev erkeke exlaqî ye. Di vê çarçoveyê de ez bang li hemû gelê kurd dikim ku bi ruhê neteweyî herin qadên Newrozê û xwedî li Rêbertiya me û rûmeta me derkevin."

Sernavên din

16/03/2024
10:21 Li Şirnexê cih, li Qilebanê dîrok hate guhertin
10:15 Tevî qedexeyan jî dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan
10:13 Di 31'ê Adarê de sindoq emanetî wan in: Em ê nehêlin rayeke me jî bê dizîn
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 111'emîn de didome
09:25 144 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:17 Malbata girtî Ustundag: Em ji ber jiyana wî bi fikar in
09:10 Parêzer Byrgfjeld: Divê tecrîd daxilî rojeva cîhanê bê kirin
09:05 'Çand Ma' ya ji bo zarokên Sûrê sibê tê vekirin
09:01 ROJEVA 16'Ê ADARA 2024'AN
15/03/2024
21:32 Li Sûrên Amedê pîrozbahiya Newrozê
21:28 Li Qilebanê di şahiya ciwanan de daxwaza 'Azadî ji Ocalan re'
19:01 Li Osmaniyeyê 3 kes hatin girtin
18:42 DEM Partî: Em ne muxatabê tawanbariyê kirêt in
18:25 Li Îzmîrê starta Newrozê li Kadîfekaleyê hat dayîn
18:08 DEM Partî kuçe bi kuçe dixebite
17:18 Nobeta Edaletê: Şerê li dijî gelê kurd dê bi herkesê bide windakirin
16:51 Li Şirnexê Cafirî bi girseyî çûn serdana DEM Partiyê
16:27 Li Osmaniyeyê 7 kes hatin binçavkirin
16:18 Fadil Şenyaşar 6 sal in nayê berdan
16:17 Kesên di Newroza 92’yan de hatin qetilkirin û Rahşan Demîrel hatin bibîranîn
16:15 Di salvegera yekemîn a lehiyê de daxuyanî hat dayîn: Em ê rûbaran îstamlaq bikin
15:56 Hatîmogûllari: Navê xaka kurd lê dijîn ‘teroristan’ nîne, Kurdistan e
15:37 Uçar: Abdullah Ocalan qasidê aştiyê ye
15:29 Peyama Abdullah Ocalan hat xwendin: Newroz azadî ye
14:58 Ozturk: Ji bo aştiyek birûmet divê Abdullah Ocalan azad be
14:42 Zekiye Alkan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:31 DEM Partiyê bersiva Ensarîoglû da: Xizmetkarê qesrê, muridê Soylû
14:02 Femînîst: Gultan Kişanak namzeta me jî ye
13:53 Şîna Çardak bi girseyî hate ziyaretkirin
13:09 Li bajarê Mazlum Dogan agirê Newroza 2024’an hate vêxistin
13:08 Li Amedê du endamên ESP’ê hatin binçavkirin
13:07 DEM Partî çû serdana şîna malbata zarokê di teqînê de jiyana xwe ji dest dayî
12:54 Mazlum Dogan li ser gora xwe hat bibîranîn
12:51 Bota ku penaber tê de bûn li Çanakkaleyê noqî avê bû
12:50 Ji Mûrat Karayilan ‘Mizgîniya Newrozê’
12:38 Namzetên hevşaredariyê yên Îdirê: Em ê bajarî radestî xwediyên wê bikin
12:05 Hevseroka MSD’ê: Em ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne
11:54 Dozgeriyê li dijî biryara beraetê ya ji bo doza 'Qirkirina Ermenan' îtîraz kir
11:48 Malbata Ocalan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:46 Ji Çeteya Geverê heta bûyerên Susurluk û Şemzînanê portreyeke tarî: Îsmet Olmez
11:07 Ji ber mitînga Erdogan di kolanan de mirov nehiştin!
10:58 Agirê Newrozê li navçeyên Stenbolê hate gûrkirin
10:46 DEM Partî li Xelatê li ber serketinê ye
10:43 Piştî hevdîtina Iraq û Tirkiyeyê ya ji bo operasyonê danezana hevpar hate weşandin
10:36 Bang li hilbijêrên bitevger ên Egeyê kir: Serî li DEM Partiyê bidin
10:26 Li Serêkaniyê şahiya DEM Partiyê
10:19 Namzetên DEM Partiyê yên Gundikê Melê behsa projeyên xwe kirin
10:18 Kurd dê li 3 parzemînan peyama 'azadî ji Ocalan re' bidin
10:14 Stenbol ji Newrozê re amade ye: Bila bibe wesîleya azadiyê
10:11 Dirûşmeyên Newrozê yên 24 salan
10:06 Şahidên Newroza 92’yan: Bi ruhê serhildanê em biherikin qadên Newrozê
09:42 Dosyeya JÎTEM'ê ku 7 gundî hatin kuştin hat girtin
09:08 Kawayê Hemdem vegot: Destûr neda kesên dixwestin kurdîtiyê ji holê rakin
09:06 143 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê 110 roj li pey xwe hiştin
09:04 ‘Em ê Erdîşê bi ferqa 10 hezar dengan bistînin’
09:01 AKP’ê li Qilebanê çawişê pispor şand qadê: Mal bi mal digere û bi gefan deng dixwaze
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2024'AN
14/03/2024
21:37 Şenyaşar: Ger di danişîna sibê de biryareke adil neyê dayîn dê çalakiya me bidome
21:23 Girtiyê ku 15 roj berê hatibû berdan jiyana xwe ji dest da
21:15 Li Şirnexê 6 kes hatin berdan
19:30 Kesê êrişî wesayîta DEM Partiyê kir hat berdan
19:17 Li Dêrazorê 3 jinên kuvark berhev dikirin hatin qetilkirin
19:13 Bayindir: Em ê mohra xwe li azadiyê bidin
16:57 Uçar: Her ku jin azad dibe îktîdar dê winda bike
16:52 4 saziyan bang kir: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
15:26 Kedkarên tenduristiyê di Cejna Tipê de ‘Meşa Spî’ li dar xistin
15:14 Girtiyê nexweş Narhanci piştî 30 salan hate berdan
15:06 ÎHD: Divê Prz. Ronahî Çîftçî demildest were berdan
14:45 Berdan Ozturk: Dê di hilbijartinê de bersiva derewîn û talankeran bê dayîn
14:39 Li Konyayê balafira perwerdê ya leşkerî ket
14:18 PE’yê ‘Qanûna Azadiya Çapemeniyê’ erê kir
14:01 Fîdan, Guler û Kalin ji bo operasyona derveyî sînor çûn Bexdayê
13:41 Di serdegirtina qawîşan de sepana ‘rabe-rûnê’ li girtiyan hat ferzkirin
13:32 Kişanak: Namzetên cêwî her ku sozên didan bêhtir xwe dihetikînin
13:20 'Girtiyên di greva birçîbûnê de dixin hucreyan’
13:11 Beyoglû yê AKP’î îcar jî kurê xwe girt şaredariyê
12:53 Li Depê kelecana Newrozê: Em ji bo qîrkirina azadiyê bang dikin
12:50 Di doza ‘akademiyê’ ya rojnameger û siyasetmedaran de li şahidê nepen hat guhdarîkirin
12:12 Ji bo Abdullah Ocalan ê 36 meh in agahî jê nayên girtin serlêdaneke nû
11:45 Ji Weşanxaneya Aramê 2 pirtûkên nû
11:30 Li GOP’ê agirê Newrozê hat vêxistin
11:25 Ferzkirina sepana derxistina solê ya ji bo Demîrtaş hat betalkirin
11:00 Cînayetên Hîzbûlkontrayê: Bila kes li bendê nebe ku em ji bîr bikin
10:37 Waliyê Şirnexê ji bo propagandaya AKP'ê dest bi belavkirina alavên malan kir
10:34 Kocaelî ji Newrozê re amade ye
10:00 Biryara îstîmlaqkirinê ya li Akbelenê hate betalkirin
09:56 Çalakiya ajokarên TIR’an di roja 6’emîn de berdewam dike
09:55 Li Erziromê dayikek û keça wê hatin qetilkirin
09:53 TJA kampanyaya xwe vediguhêze Newrozê
09:53 Ji bo hilbijêrên bitevger sepana kareqodê
09:29 142 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:28 Greva birçîbûnê di roja 109'an de didome
09:27 Lehengên bi azweriya azadiyê bûne Newroz
09:19 Banga ji bo Newroza Stenbolê: Em bersiva Dehaqan bidin
09:07 Wê di Newroza Wanê de bibêjin 'ji Ocalan re azadî'
09:07 Bajarên Egeyê dê govenda Newrozê bigerînin
09:06 Namzetê hevşaredariyê yê Mêrdînîkê: Em ê tiştên ku AKP'ê di 20 salan de nekir, di 5 salan de bikin
09:04 Bang li hilbijêrên livdar kir: Nebêjin 'ez neçim ser sindoqê jî dibe'
09:03 Şahidên Newroza dîrokî ya Cizîrê: Berxwedana wê rojê bû ronahiya roja me