‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Pirsûs û Xelfetiya Rihayê, navçeyên Stewr, Kerboran, Şemrex û Dêrîkê û li navçeya Bismil a Amedê agirên Newrozê hatin pêxistin. Di peyamên ku li qadên Newrozê hatin dayîn de bang li desthilatê hat kirin ku di zûtirîn demê de bi Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyan bike û anî ziman ku Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne.”
 
Newroza li navçeya Pirsûs a Rihayê bi tevlibûna bihezaran kesan li Parka Aştiyê hate pîrozkirin. Li qada Newrozê rengên kesk û sor û zer û pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” ku dirûşma Newroza îsal e û pankarta “Hûn nikarin bi milyonan kesan di nava çar dîwaran de bi cih bikin” hatin daliqandin. 
 
Newroza ku parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar tev li bûn, bi deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştî deqeya bêdengiyê girseyê bi yek dengî dirûşmên , “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê derketin ser dikê û pankarta bi gotina Abdullah Ocalan a “Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di odeyeke teng de bihêlin?” vekirin.
 
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN 
 
Di pîrozbahiyê de nameya ku 17 siyasetmedarên ku bi operasyonekê di 9’ê adarê de li navçeyê hatibûn girtin şandin hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Gelê welatparêz ê Pirsûsê, îro Newroz e, cejna me ya vejînê ye. Me dixwest li qada Newrozê bi we re govendê bigerînin. Di encama komployekê de em li bi hincetên pûç û vala hatin hefskirin, mîna beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê em ketin zindanan û hat hesabkirin ku em ê hilbijartinê winda bikin. Dibe ku em niha ji ber esareta fîzîkî ne bi we re bin, lê belê em ê bi hişmendî, dil û hestên xwe bi we re bin. Ev Newroz ew roj e ku tecrîd were şikandin û gelê me bi dirûşma azadiyê dakeve qadan. Baweriya me tam e ku bi şandina qeyûman wê îradeya gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Bi van hestan agirê Newrozê gûr dibe û em di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re em ê bi hev re bi ser bikevin.  An serkeftin an serkeftin. Dem dema me ye, dem dema gele me ye.”  
 
Pişt re nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji Newrozê re şand hate xwendin. Endamên Meclisa Dayikan, Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer bi dorê derketin ser dikê û girse silav kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê misogerkirin û Newroza îsal dê aştî û azadiyê bîne.
 
AGIRÊ NEWROZÊ HATE PÊXISTIN  
 
Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê û ciwanan vêxist. Di wê kêliyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin û govend hate gerandin. 
 
‘EV DER KURDISTAN E EV DER WELATÊ ME YE’ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez Newroza qehremanên li çar perçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Ez Newroza Birêz Ocalan û hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ku deriyên Îmraliyê vekin, bi birêz Ocalan re dest bi muzakereyê bikin ku bila aştiyeke birûmet û mayînde were vî welatî. EM ji bo serokatiyeke azad û welatekî azad têdikoşin. Ev der Kurdistan e, ev der welatê me ye. Di pirsgirêka kurd de yekane muxatap birêz Ocalan e. Em aştiyê dixwazin em naxwazin şerekî derveyî exlakê dest pê bike. Em dikarin bi hev re di çarçoveya rêgezên demokratîk de bijîn. Barê me giran e. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê tifaqekê pêk bînin. Heke yekitiya me ya neteweyî pêk bê em ê xurttir bibin. Em naxwazin di sedsala 21’emîn de xwîna xwişk û birayan birije. Em bang li PDK’ê dikin, zarokên vî welatî garantorên başûrê Kurdistanê ne. Banga me li hemû partiyên li Kurdistanê ye. Dest bi din hev û kongreya netewî îlan bikin.”
 
Piştî axaftinan Koma Hevra û Ahmet Jiyara derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li gel çepik, tilîlî û dirûşman govend gerand. Newroz ligel govend û dirûşmeyan bi dawî bû. 
 
 
XELFETÎ
 
 Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî gel li Parka 4’ê Nîsanê ku di saetên serê sibê de dagirtin Newroz pîroz kir. Gelek kes bi cil û bergên herêmî û poşiyên kesk û sor û zer beşdar bûn. 
 
Li qadê dowîzên “Jin jiyan azadî” , “Li girtîgehan greva birçîbûnê heye” , “Em bi agirê serhildanê yê ciwanan hatin Newrozê vêxin” , “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin û di pîrozbahiyan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” , “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin. 
 
Di pîrozbahiyên ku hunermend Ozlem Taner hem bi tirkî hem bi kurdî stran gotin de Namzetên Hevşaredariyê yên Xelfetiyê yên DEM Partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan axivîn.  
 
‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN’ 
 
Bayram wiha got: “Qeyûman Xelfetî parsel bi parsel firot. Em ji bo serkeftinê tên. Em sond dixwin ku em ê qeyûman bişînin.” Karayilan jî Newroz pîroz kir û wiha got: “Me li vir careke din yekîtî û hevgirtina xwe nîşan da. Dem ew dem e ku em Newroza berxwedanê bigihînin serkeftinê. Bi ruhê Newrozê em ê di 31’ê Adarê de careke din dîroka Xelfetiyê binivîsînin. Di 31’ê Adarê de bi ruhê şoreşgerî yê Kawayê Hesinkar em ê qeyûman ji Xelfetiyê bişînin.” Di wê kêliyê de girseyê dirûşmeyên “Xelfetî ya me ye dê ya me bimîne” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz kirin. 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî di axaftina xwe de got ku “Dehaqê her serdemê hebe Kawayê her serdemê jî heye” û nameya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend.  
 
Girseya ku piştî name hate xwendin bi deqîqeyan çepikan xist dîsa dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Agirê Newrozê jî bi dirûşma “Bijî Newroz” û çepikan hate vexistin. 
 
Pîrozbahî bi stranên ku Bêwar Tekbaş gotin bi gerandina govendê hate bidawîkirin. 
 
SÊWÊREG
 
Li Sêweregê jî Newroz li Bazara Pêncşemê hate pîrozkirin. Qada ku jinan kiras û fîstan, zilaman jî şal û şepik li xwe kiribûn, bû cihê pîrozbahiyên bicoş. 
 
Pîrozbahiya ku parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta Hevşaredariyê ya Sêweregê Yildiz Çetîner û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû tev li bûn, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir. 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi bîrxistina kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. 
 
Bûcak, a helbesteke bi kurdî ya Faîk Bûcak xwend û qala Bûcak kir. Bûcak, anî ziman ku ji bo azadiya gelê kurd bi salane bedelên giran tên dayîn û destnîşan kir ku êdî ji bo kurdan dem dema hevgirtinê ye. Bûcak, anî ziman ku dîmenê yekitiyê yê girseya li Qada Newrozê kombûye dê di 31’ê Adarê de bigihe serkeftinê û wiha got: “Em dîrok û bîra xwe ewçend zindî bihêlin ku gelê Sêweregê di 31’ê Adarê de bersiva herî baş bide van Dehaqên zalim. Îro dem dema hevgirtinê ye. Îro dem dema parastina nasname , statu , zimanê dayikê û jiyana azad a wekhev a gelê kurd e.”
 
Piştî axaftinan Koma Avesta derket ser dikê û pîrozbahî bi govenda li ber stranan hate gerandin bi dawî bû. 
 
AMED - BISMIL
 
Newroz li navçeya Bismil a Amedê jî nêzî Termînala Otogarêw hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi awayekî bicoş herikîn qadê. Li qada mitîngê li ber govend û tilîliyan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. 
 
‘YA ME EM Ê PAŞ VE BIGIRIN’ 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bismilê Mizgîn Ekîn a di pîrozbahiyê de axivî, wiha got: “Tu kes nikare vîna me têk bibe. Her bijî Bismil.  Di vê hilbijartinê de em bi polîtîkayên demokratîk, ekolojîk û azadîparêz re dixwazin Bîsmîlê bi we re bi rê ve bibin. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyên me re, nirxên me yên topyekûn hatine talankirin. Em tên ku vê rejîma talanker hilweşînin û ya me ye paşve bistînin.”
 
Namzetê din ê hevşaredariyê Guven Tanrikûlû jî qurbaniyên Komkujiya Helebçê bibîranîn û di axaftina xwe de wiha got: “Em rejîma Sedam şermezar dikin. Em ê di 31’ê Adarê de rejîma qeyûman jî hilweşînin. Ji dizî û talanê pêvetir xizmeteke wan çênebû. Em ê bi vê coşê ji sindoqê serkeftî derbas bibin. Dem dema Bismilê dem dema serkeftinê ye.”
 
‘EM Ê QEYÛMÊN VÎ HÊZÊN QIRÊJ BIŞÎNIN’  
 
Hevserokê DBP’a Amedê Mehmet Şirîn Gurbuz li hemberî qelebalixa li qadê bi gotinên “Qeyûm bila we temaşe bike ku hinekê şerm bike” dest pê kir. Gurbuz, wiha domand: “Em ê qeyûmên vî hêzên qirêj bişînin. Li vir gelê kurd heye, vê vînê kes nikare hilweşîne. Kes nikare me ji rêya me ya azadiyê vegerîne. Ev ax axa me ye. Namzetên me yên hevşaredariyê emanetî we ne.”
 
‘DEM DEMA KURDISTANÊ YE’
 
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yarayê jî wiha got: “Em ê di 31’ê Adarê de bi ruhê neteweyî serbikevin. Newroz pîroz be. Dem dema kurd û Kurdistanê ye.”
 
TURKOGLU: EM Ê DEST JI TÊKOŞÎNA XWE BERNEDIN 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglû jî wiha axivî: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya ji bo Filistînê bang dike, têkildarî şer û firotina çekan ji têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re paş ve gavê naavêje û durûtiyê dike. Lê em hem gelê Filistînê diparêzin hem jî li dijî êrişên desthilata ku bi şer xwe xwedî dike disekinin. Ev gel xwedî hafizayekê ye, ji ber vê yekê dê li dijî lîstikên qirêj yên desthilatê jî were. Em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hate pêxistin û bi welatiyan re govend hate gerandin. Pişt re Koma Dilzar û Dengbêj Şahabettîn derketin ser dikê.  
 
MÊRDÎN-STEWR
 
Li navçeya Stewrê jî Newroz li bajaroka Êwîna hate pîrozkirin. Bi hezaran kes bi cil û xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyên li qada bajarokî hate lidarxistin bûn.  Jinan bi kiras û fîstanên xwe yên rengîn qad tejî kirin. Bi hezaran kesan li qada ku hejmareke zêde dayikên laçik spî lê bûn govend gerandin.  Piştî gerandina govendê ya li ber stranan, derbasî pîrozbahiya Newrozê hate kirin. Di pîrozbahiya ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin de bi yek dengî dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin û dû re dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.
 
Piştî rêzgirtinê welatiyan ligel dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” agirê Newrozê pêxistin. Balkêş bû ku hin Dayikên Aştiyê cilên xwe avêtin nav agirê Newrozê. Piştî vêxistina agirê Newrozê coş hate mezinkirin û li dora agir govend hate gerandin. 
 
Dûre Namzetên Hevşaredariyê yên DEM Partiyê Hatîce Oncu û Selahattîn Onder û Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrdînê Mehdî Tûnç axivîn. Tûnç diyar kir ku ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re silavan dişînin û anî ziman ku gelê kurd dê tecrîdê rake û Ocalan dê azada bibe. Pişt re parlamenter George Aslan axivî. Aslan, da zanîn ku dewletê ewilî kurd pişt re Cejna Newrozê ya kurdan înkar kir û wiha got: “Pişt re ji bo Newrozê gotin ‘Nevrûz’ û îdia kirin ku cejna wan e. Heke ev dewlet sibê derkeve bêje ‘kurdên rast em in’ matmayî nemînin. Ev dikarin her tiştî bikin. Divê em hişyar bin. Divê em xwedî li vîna xwe û çanda xwe derkevin.”
 
Piştî axaftinan pîrozbahî bi ribabê û stranên stranbêjên herêmî berdewam kir. 
 
ŞEMREX
 
Li Şemrexê jî qada Newrozê weke qada Hemama Kevin hate diyarkirin. Beriya pîrozbahiya Newrozê ya li qada Hemama Kevin hate lidarxistin, qad bi barîqatan hate dorpêçkirin. Welatî ji noxteya lêgerînê ya polîsan derbas bûn û ketin qadê. Welatî bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li Newrozê bûn. Namzetên Hevşaredariyê yên Şemrexê yên DEM Partiyê Kûdret Ûçûk û Hamdîn Demîr li qadê kevokên aştiyê firandin. Di pîrozbahiyên ku kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn de welatiyan her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bê Serok jiyan nabe” berzkirin. 
 
 Di pîrozbahiyê de ewilî namzeta Hevşaredariyê ya Şemrexê ya DEM Partiyê Kûdret Ûçûk axivî. Ûçûk, diyar kir ku beriya hilbijartinê hikumet lîstikan dilîze û wiha got: “Ew dê tu caran li Şemrexê bisernekevin. Divê em di 31’ê Adarê de weke îro bi ruhê Newrozê xwedî li deng û sindoqên xwe, li zarok û girtiyên azadiyê derkevin.” Ûçûk, bi lêv kir ku li dijî coşa gelê Şemrexê encamên 31’ê Adarê jî diyar in û anî ziman ku bi biryar in ku qeyûman bişînin. Dû re namzetê Hevşaredariyê yê Şemrexê Hamdîn Demîr jî da zanîn ku dê di 31’ê Adarê de hemû Dehaqan û zaliman bişînin û diyar kir ku dê di vê çarçoveyê de piştî Newroza 31’ê Adarê govenda azadiyê bigerînin. 
 
Pîrozbahî piştî axaftinan bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
KERBORAN
 
Li Kerboranê jî Newroz, li Qada Newrozê ya li Taxa Bahçebaşiyê de hate pîroz kirin. Welatiyên ku di saetên serê sibê de hatin qada Newrozê, bi awayekî bicoş dest bi pîrozbahiyan kir. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdarî Newrozê bûn bi gerandina govendê dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Di Newroza ku bi sedan kes beşdar bûn de dîmenên rengîn derketin holê û piştî ku qad bi temamî tije bû bername dest pê kir. Di bernameya Newrozê de, ku bi deqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan dest pê kir, dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevokên spî yên ku aştiyê temsîl dikin firandin. Kesên qada Newrozê tijî kirin bi tîlîlî û dirûşmeyan piştgirî dan Dayikên Aştiyê.
 
Ligel namzetên Hevşaredariyê yên Kerboranê Asya Gezer û Ramazan Azîz Akin namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Berîtan Guneş jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Piştî axaftinên Ahmet Turk û Berîtan Guneş pîrozbahiyan bi vexistina agirê Newrozê dewam kir. Di dema vêxistina agirê Newrozê li qadê kêliyên bicoş hatin jiyîn, welatiyan bi hemû coşa xwe pîrozbahî berdewam kirin. 
 
DÊRİK
 
Li navçeya Dêrikê jî welatiyên ku ji saetên serê sibê ve ber bi qada Newrozê ve herikî qad tejî kirin. Welatiyên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin qadê dîmenên rengîn avakirin. Li qada Newrozê dirûşmeyên ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin berzkirin qet nesikinîn. Li qadê her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan, agirê Newrozê bi awayekî bicoş hate vêxistin. Di pîrozbahiya Newrozê ya bi axaftinan berdewam kir de welatiyan ligel stranên ku stranbêjên herêmî gotin govend gerandin. 
 
 

Sernavên din

18/03/2024
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye
11:34 Namzetên DEM Partiyê: Em bi biryar in ku Amedê bikin bajarê jinan
11:04 Kesên tev li Newroza Stenbolê bûn: Yên di tecrîdê de israr dikin bila li qada Newrozê binêrin
10:49 Girtiyê nexweş Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin
10:30 Rişmil ji guherînê re amade ye: Em bi biryar in, dê bi ser kevin
10:22 Beyoglû di nelirêtiyê de sînoran nas nake: Îcar jî endama meclisê ya AKP’î girt kar
10:17 Li gelek bajaran gelek kes hatin binçavkirin
10:17 Derheqê rojnameger Babaoglû ku 30 sal in winda ye bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ lêpirsîn hatiye vekirin
10:15 Namzetên DEM Partiyê yên Gêlê: Em ê tevî hilbijêrên veguhestî jî serbikevin
09:04 Li Serêkaniyê pîrozbahiya biheybet a taxê
09:03 Ji rojnameger Silêman Ehmed 146 roj in agahî nayên girtin
09:02 Girtiyên siyasî 113 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 ‘Tevlibûna Newroza Dêrsimê dê bibe nîşaneya serkeftina hilbijartinê’
09:00 Ji bo Newroza Êlihê banga tevlibûnê kir
09:00 Namzetê Tifaqa Dêrsimê bi projeyên şênber tên
09:00 ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
08:38 Li Rezanê agirê Newrozê hat vêxistin
08:37 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Rabe Newroza azadiyê ye” derket
17/03/2024
22:59 Pûtîn Serokatiya Dewleta Rûsyayê bi dest xist
22:44 Li navçeyên Amedê pîrozbahiyên Newrozê: Meşa me ya azadiyê dê mezin be
22:29 Li Sêrtê agirê Newrozê yê ewil hat pêxistin
21:47 Li Sîlopiyayê jinan bi meşeleyan Newroz pîroz kir
21:26 Ciwanan li çiyayên Qilebanê agirê Newrozê vêxist
20:28 Li Yenîkapiyê peyama ‘têkoşîna yekgirtî’ hate dayîn
19:44 Şaredariya AKP’î destûr neda ku DEM Partî mewlîdê bide
19:28 Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê pêxist
19:10 ‘Newroz wê îsal aştî û azadiyê bîne’
17:01 Demîr: Divê Abdullah Ocalan azad bibe
Bakirhan: Nifteya çareseriyê Îmrali ye
16:53 Li Kocaeliyê agirê Newrozê hate vêxistin
16:52 Li Wanê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:50 Li Colemêrgê agirê Newrozê geş bû: Hûn tu serên tewandî nebînin!
16:30 Ozturk: Em ê ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan têbikoşin
16:05 Newroza biheybet a Wanê bi gerandina govendê bi dawî bû
16:04 Rahşan Demîrel li ser gora xwe hat bibîranîn
16:04 Çîçek: Ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Ocalan
Uçar: Em ê xwedîderketina xwe ya li deklarasyona 2013’an bidomînin
15:32 Di Newroza Dîlokê de peyama ‘Her DEM berxwedan, her DEM azadî’ hate dayîn
15:17 Çand MA bi stranên Newrozê vebû
15:10 Aras: Azadiya civakî dê bi azadiyê jinê pêk pê
14:59 Di Newroza Stenbolê de posterê Abdullah Ocalan hate vekirin
14:53 Bayindir: Gelê kurd daxwaza azadiya Rêberê xwe dike
Hatîmogullari: Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye
14:47 Buldan: Divê tecrîda li ser Ocalan tavilê bê rakirin
14:14 Li quntarê Çiyayê Simbî pîrozbahiya Newrozê
14:10 Di Newroza Wanê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin
14:05 Newroza Îzmîrê dest pê kir: Em cihên tecrîdkirî hilweşînin
14:03 Ji bo Newrozê herikîn qada Yenîkapiyê
13:43 Qada Newrozê bi daxwaza ‘azadiyê’ tije kirin
13:35 MED TUHAD FED kongreya 3’yemîn li dar xist: Kes nikare meşa me asteng bike
13:34 Guven: Divê dengê kesên xwişk-biratiya gelan dixwazin zêdetir derkeve
13:13 Ji bo tevlibûna Newrozê bang li gelê Edeneyê hate kirin
13:07 Di Newroza Osmaniyeyê de bang kirin: Divê pirsgirêka kurd demildest bê çareserkirin
12:58 Ji qadên Newrozê dirûşma 'Bijî Serok Apo' olan dide
12:52 Newroza Tekîrdagê: Niha dema azadiyê ye
12:14 Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran dest pê kir
12:13 Li Şirnexê Newroz bi coşeke mezin dest pê kir
12:11 Li Yenîkapiyê coşa Newrozê
11:56 Dîlokiyan govenda Newrozê digerînin
11:47 Di Konferansa Aştiyê de rola civaka sivîl a di aştiyê de hat nîqaşkirin
11:17 Xizmên Çardak: Dema li ber mirinê hate berdan
11:15 Li 15 navendan pîrozbahiya Newrozê
10:44 Wanî ber bi qada Newrozê ve diherikin
10:43 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz dê li 14 navendan were pîrozkirin
10:30 Cizîr ji bo Newroza di 19’ê adarê de amade ye
10:17 Dayika Zulkuf Gezen: Em xwedî li girtiyan derkevin
10:16 Rojnameger Koyluoglû: Iraqê ji bo êrişên Tirkiyeyê rê da
09:23 Namzetên Qaxizmanê: Wê navê MHP'ê jî neyê bilêvkirin
09:18 DEM Partî di rojekê de çû serdana 75 hezar malan
09:18 Kovara Jînê bi manşeta ‘Newroz; Berxwedan, Têkoşîn û Vejîn’ê derket
09:02 Nameyên girtiyan ên ji bo CPT û DMME'yê hatin sansûrkirin
09:02 Riha guherînê dixwaze
09:01 Besê Anûş, hê jî ji bo milyonan jinan dibe îlham
09:00 Girtiyên siyasî 112 roj in bi daxwaza ‘azadiyê’ di greva birçîbûnê de ne
09:00 Ji rojnameger Silêman Ehmed 145 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 17’Ê ADARA 2024’AN
16/03/2024
20:47 Beyannameya Jinan hat eşkerekirin: Em ê kooperatîfên jina azad ava bikin
20:35 Rêxistina DEM Partî ya Êlihê: Em ê di warê hevserokatiyê de paşde gav neavêjin
18:41 ‘Nobeda Edaletê parçeyeke mezin a têkoşîna mezin e'
18:30 Girtiyê nexweşê giran Boz: Ez nikarim dermanên xwe bigirim
18:11 Ji ATK'ê der barê girtiyê nexweş Kaya de biryar 'dikare di girtîgehê de bimîne'
17:57 Sêrtiyan vexwandin Newrozê
17:40 Gel ji namzetên DEM Partiyê çareserî xwestin
17:06 'Heke em vegerin fikra sereke ya nameya Ocalan a sala 2013'yan, wê pêvajoya çareseriyê çêbibe'
16:33 Qurbaniyên Komkujiyên Helebçe, Beyazit û Gaziyê hatin bibîranîn
16:29 AKP’î pakêtên meha Remezanê dizîn!
16:10 Malbatên windakiriyan aqûbeta rojnamevan Babaoglû pirsî
15:34 Bakirhan li Dîloavasiyê ye: Ez tu carî ev qasî bi hêvî nebûbûm
15:11 Jina ku hevjînê wê duh lêxisti bû mirî hate dîtin
15:02 Pirtûka nivîskarê girtî Mahîr Bagok derket
15:00 Li Cizîrê agirê Newrozê pêxistin
14:59 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yûsûf Eriştî pirsîn
14:36 Cismên teqemenî can distîne: Qadeke ku zarok lê bilîzin nehiştin e
14:21 Li Sêrt û Dihê banga tevlibûna Newrozê: Werin em bi hev re agirê Newrozê geş bikin
13:37 Bi ser Komkujiya Helebçeyê re 36 sal derbas bûn
13:33 Kuçukbalaban: Divê demildest pêşiya hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bê vekirin
13:06 Hatîmogûllari: Dengê xwe nedin tifaqa JÎTEM’ê
12:10 Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin
12:00 Li Wanê sibê agirê Newroz wê bê vêxistin
11:39 DEM Partî li Payîzava û Westanê ji xwe bawer e
11:24 25 sal in cilên wê yên Newrozê neguherîne
10:42 Li Êlihê Hîzbulkontrayê hevjînê wê qetil kir: Em ê efû nekin
10:40 Agirê Rahşan Demîrelê pê xistiye her sal gurtir bû