Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin

WAN - Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran hate pîrozkirin. Yên tev li pîrozbahiyên Newroza Wanê bûne azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd xwestin û wiha gotin: “Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin.” 
 
Newroza Wanê bi tevlibûna sed hezaran kesan hate pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda Îmraliyê ya 25 sal in dom dike. Hevserokan diyar kirin ku dikare bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re muzakere werin kirin û anîn ziman ku ji bo vê yek ê jî hewce ye Ocalan azad be. 
 
Welatiyên ku me mîkrofon dirêjî wan kirin, nêzî peyamên ku siyasetmedaran di Newrozê de dabûn axivîn. Welatiyan bertek nîşanî tecrîdê dan û destnîşan kirin ku dê çareseriya pirsgirêka kurd, bi azadiya Ocalan pêkan be. 
 
‘OCALAN AZAD BE, DÊ AŞTIYA DEMOKRATÎK WERE AVAKIRIN’
 
Ji welatiyan Mîrhan Akin bi bîr xist ku Newroz mizgîniya bihar û aştiyê ye. Akin got ku kurd di pêvajoyeke girîng de derbas dibin û bi lêv kir ku pirsgirêka kurd êdî bûye pirsgirêkeke neteweyî.
 
Mîrhan Akin
 
‘OCALAN AZAD BE ÇARESERÎ TÊ AVAKIRIN’
 
Akin wiha axivî: “Polîtîkayên aborî û siyasî yên Tirkiyeyê têk çûne. Êdî divê Tirkiye vê pirsgirêkê çareser bike. Ew jî dizanin ku heya pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Lê belê kesek ji bo vê yekê gavekê navêje. Divê pirsgirêka kurd bi çareseriyên demokratîk were çareserkirin. Ji ber vê jî divê azadiya birêz Ocalan were pêkanîn. Ev 100 sal in kurd di bi gotina “biratiyê” hatin xapandin. Ez hêvî dikim ev Newroz bibe azadî û xelasiya kurdan. Berî her tiştî em azadiya birêz Ocalan û Kurdistana birûmet dixwazin. Dem dema azadiya Ocalan e. Heya ku Ocalan azad nebe dê kurd azad nebin. Heke birêz Ocalan azad be, dê çareseriya demokratîk were avakirin.” 
 
Makbûle Mamuk a ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadî xwest jî ev tişt gotin: “Niha ji bo birêz Ocalan di girtîgehan de çalakiya greva birçîbûnê dom dike û dayikên me Nobeta Edaletê digirin. Ez li ber têkoşîna hemûyan bejna xwe ditewînim. Êdî divê tecrîda li dijî Ocalan were rakirin. Divê kurd ji bo vê yekê têbikoşin.” 
 
‘EM JI KELEHA WANÊ BERSIV DIDIN’
 
Naîf Teker çalakiyên grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de dom dikin bi bîr xist û wiha got: “Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye destpêkirin bi mehan e dom dike. Sedema vê yekê jî serî rakirina neheqiyên li dijî kurdan e. Dema dibêjin kurd hemû dibin yek. Yên ku di Meclisê de mikrofona li ser axiverên kurdî qût dikin, li kolan bi kurdî deng dixwazin. Em van polîtîkayan qirêj qebûl nakin. Em edaletê dixwazin. Wekî hemû mirovan, em jî mafên xwe dixwazin. Ji ber vê yekê em ji Keleha Wanê bersiveke xurt didin.” 
 
Naîf Teker
 
‘DIVÊ DEWLET ÊDÎ DAXWAZÊN ME BIZANE’
 
Azîze Çakir, xwest ku Abdullah Ocalan ê ev 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin azad bibe û ev tişt anî ziman: “Ev 100 sal in, em mafên xwe û aştiyê dixwazin. Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin. Ji ber em bi zimanê xwe diaxivin, me dixin girtîgehan. Zarokên me ditirsin ku bi zimanê xwe yê zikmakî biaxivin. Em wek gel, bi kombûna qadên Newrozê bersivê didin. Divê dewlet me nas bike û hebûna me qebûl bike.” 
 
Azîze Çakir
 
Nûrî Gul jî di axaftian xwe de diyar kir ku Newroz ji bo wan tê wateya vejîn û têkoşînê û ev tişt gotin: “Tecrîd ne tenê ser birêz Abdullah Ocalan tê sepandin, ser gelê kurd jî tê sepandin. Em vê tecrîdê şermezar dikin. Heke em bibin yek û bi hev re rabin ser piyan, dê ev tecrîd bi dawî bibe. Îro sedema ewqas xizaniyê ev şerê qirêj e. Bila ev şer dawî bibe û mirov aram bibin.” 
 
Nûrî Gul
 
‘EM WEKÎ KAWAYÊ HESIKAR SERÎ RAKIN’
 
Sadrettîn Şen
 
Sadrettîn Şen jî destnîşan kir ku dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi awayekî fizîkî hate azadkirin, dê pirsgirêka kurd û pirsgirêkên din yên girêdayî pirsgirêka kurd jî çareser bibin û wiha bi lêv kir: “Heqê me, hiqûqa me ji me hate stendin. Heke birêz Ocalan azad bibe, dê grevên birçîbûnê bi dawî bin û dê azadî çêbe. Hêj jî axa me di bin dagirkeriyê de ye. Niha hilbijartinek nêz dibe, her dengê ji pergela re tê dayîn, tê wateya tunebûna Rojavayê. Em bibin yek. Wekî ku Kawayê Hesinkar li hember zilmê serî hildaye em serî hildin.” 
 

Sernavên din

20/03/2024
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye