Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re

img
DÊRSIM - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît di pîrozbahiya Newroza Dêrsimê de îkîdara AKP-MHP’ê weke “Dehaqa hemdem” pênase kir, Newroza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Hezar silav ji birêz Ocalan re.” 
 
Newroza 2024’an ku li Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Dêrsimê bi coşeke mezin hat pêşwazîkirin. Newroz, bi pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê (DEM Partî) hat pîrozkirin û Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya  Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu, Hevseroka Giştî ya  Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û Serokê Federasyona Meclisên Sosyalîst Mahîr Gurz tev li pîrozbahiyê bûn. 
 
'AGIRÊ ÇARAN GIHIŞT MILYONAN’
 
Di pîrozbahiyê de Dayikên Aştiyê di rêzên herî pêş de bûn û li Qada Seyîd Riza pankartên “Agirê çaran gihişt milyonan” û “Tu yî mizgîniya me, serdar û rêzanê me” hatin hilgirtin. Tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû. Li qadê gelek caran dirûşma “Jin jiyan azadî” hate berzkirin. 
 
'SILAV JI HEMÛ GIRTIYÊN BERXWEDÊR RE’
 
Pîrozbahî, piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Dêrsimê Ozcan Gurtaş axivî. Gurtaş bal kişand ser têkoşîna hevpar û got ku dem dema serkeftina DEM Partiyê ye, yekbûn û têkoşînê ye. Piştre jî namzetên hevşaredariyê yên Tifaqa Dêrsimê Bîrsen Orhan û Cevdet Konak gel silav kirin. Orhan got ku Newroza sembola jiyanê ya elewiyan e, keleha aştiyê ye û agirê azadiyê yê di dilê ciwanan de ye. Di vê navberê de girseyê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. 
 
Namzet Cevdet Konak jî qirkirinên di dîroka komarê de hatine kirin bi bîr xist û got ku dê têkoşîna li dijî polîtîkaya zext û zordariyê di 31’ê Adarê de mezintir bikin. Konak, anî ziman ku dê di 31’ê Adarê de bi coşa Newrozê şimaqekî li bin guhê faşîzmê bixin. 
 
NAMEYA OCALAN HATE XWENDIN
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu jî nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo Newroza 2013’an xwend. Kordu, anî ziman ku çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê şert e. 
 
Nûnerê SMF’ê Nahîr Gurz jî got ku hevgirtina li hemberî Dehaqê roja me, berpirsyartiyeke dîrokî ye û got ku ew ji niha ve serkeftina xwe ya 31’ê Adarê pîroz dikin. Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî got ku qadên Newrozê, ruhê serhildanê yê li dijî tecrîd, qirkirin, mêtingerî û siyaseta tunekirinê ye.  Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî anî ziman ku parlamenterên bi dengên kurdan hatine hilbijartin îro girtî ne û da zanîn ku dê têkoşîna wan a li dijî vê zilmê bidome. 
 
'HEZAR SILAV JI OCALAN RE’
 
Herî dawî jî Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît axivî. Koçyîgît, diyar kir ku li dijî Dêrsimê sefer dibe lê her tim gelê Dêrsimê bi ser ketiye û ev tişt anî ziman: “Em li Dêrsimê ji Qada Seyîd Riza silavan ji Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Nûrhayat Altûn re dişînin. Hezar silav ji birêz Ocalan re. Birêz Ocalan dibêje ‘ez dikarim pirsgirêka kurd di hefteyekê de çareser bikim.’ Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, divê tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin.” 
 
'LI DIJÎ TIFAQA JÎTEM’Ê, TIFAQA DÊRSIMÊ HEYE’
 
Koçyîgît, axaftina xwe wiha qedand: “Vê berxwedana dîrokî em gihandin van rojan. Me her tim li dijî zilimkaran li ber xwe da. Dehaqên hemdem ên îro AKP û MHP ne. Hîzbûlkontra ye, tifaqa JÎTEM’ê ye. Li dijî tifaqa JÎTEM’ê, Tifaqa Dêrsimê heye. Dêrsim rê nade Yezîdan.”
 
JI CIWANAN HELBESTA EFENDÎNO
 
Piştî axaftinan, ciwan bi şel û şepikan derketin ser dikê û helbesta Arjen Arî ya “Efendîno” xwendin. Bi xelasbûna helbestê re bi hezaran kesan bi carekê tililî avêtin û li çepikan xistin. Piştre jî agirê Newrozê bi coşeke mezin hate vêxistin. Bi hezaran kesan li ber stranên Gulseven Medar, Alî Dogan Gonultaş û Civaka Muzîkê ya BEKSAV’ê xelekên govendê gerandin. 
 

Sernavên din

20/03/2024
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye