Bi hezaran kes diherikin qadan

NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeyên Qoser, Akdenîz, Elkê, Wêranşarê û Sêrtê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyan diherikin qadên Newrozê. 

Pîrozbahiyên Newrozê ku bi dirûşma "Rabe dema azadî û serkeftinê ye" tên lidarxistin didomin. Îro li 15 navendan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin. 
 
MÊRDÎN/QOSER
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Qoser a Mêrdînê li Qada Otogarê tê lidarxistin. Bi hezaran kes beriya pîrozbahiyê li qada Newrozê kom dibe. Welatiyên ku li dora qada pîrozbahiyê ya bi bariyeran hatiye dorpêçkirin kom bûyîn, bi dirûşm û tililiyan dikevin qadê. Tevlibûneke xurt a ciwana ji bo pîrozbahiyê heye. 
 
Welatiyên ku bi komî, bi nîşaneyên serkeftinê û dirûşma "Bijî Newroz" dikevin qadê, bi flamayên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ketin qadê, qadê tije dikin. Li noqteya lêgerîna ya polîsan ji bo rengên kesk, sor û zer destûr nehat dayîn. Li ser israra gel, bi hezaran kes bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Jin Jiyan Azadî" û "Bijî berxwedana zindanan" meş li dar xistin. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi coşeke mezin dest pê kir û hêj bi hezaran kes diherikin qadê. Jinan bi cil û bergên xwe yên kurdî rengîniyeke mezin dane qadê. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan jî tev li pîrozbahiyê bûn û girseyê li ber muzîkên kurdî dest bi gerandina govendê kir. Li qada Newrozê pankarta "Rabe! Dema azadî û serkeftine ye" hate vekirin, girse dirûşman berz dike, govendê digerîne. Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş û Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Ebrû Gunay dê di pîrozbahiyê de biaxivin. 
 
Piştî axaftinê jî dê hunermend derkevin ser dikê û stranên xwe bibêjin. 
 
 
 
MÊRSÎN/ AKDENÎZ
 
Coşa Newroza Mêrsînê jî ji saetên zû yên serê sibehê ve dest pê kir. Navnîşana pîrozbahiyê, Qada Mitîngê ya Tirmilê ya li navçeya Akdenîzê bû. Bi hezaran kes ji saetên zû yên serê sibehê ve ber bi qadê ve diherikin. Gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" tê berzkirin û welatî piştî lêgerîna li du noqteyan dikevin qadê. Welatiyên ku bi cil û bergên kurdî tev li bûn, dest bi gerandina govendê kirin. Coşa Newrozê her ku diçe zêdetir dibe û tevlibûna xurt a jin û ciwanan balê dikişîne. 
 
Tê payîn ku pîrozbahiya Newrozê demek şûnde dest pê bike. 
 
 
 
RIHA/WÊRANŞAR 
 
Li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran welatî bi dirûşma "Bijî Serok Apo" diherikin qada Newrozê. Pîrozbahî li qada Newrozê ya li Taxa Şirnakê tê lidarxistin û coşeke mezin heye. Welatî ji saet 10.30’ê ve dest bi ketina qadê kirin. Welatî bi cil û bergên kurdî û bi flamayên kesk, sor û zer dikevin qadê. Bi hezaran kes li qadê kom bûne û bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir. 
 
 
 
ŞIRNEX/ELKÊ
 
Li Elkê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir. Tevî ku barîna berfê ya du rojan li navendê û gundan dibare hatin û çûyîn asteng kir jî bi dehan welatî bi meşê hatin qada Newrozê. Jin, zilam û zarok bi cilên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiya li quntarê Çiyayê Kato hate kirin bûn. Gelê ku li ber avahiya DEM Partiyê meşale pê xistin, heta Qada Demokrasiyê ya bi alên DEM Partiyê hatiye xemilandin meşiyan. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Nevroz Ûysal Aslan û Dayikên Aştiyê beşdar bûn. 
 
Newroz bi gerandina govendê ya gel ya li ber erbaneyan berdewam dike. 
 
 
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê li Qada Newrozê ya taxa Çakmakê pîrozbahî dest pê kirin. Welatiyên di saetên serê sibê ji navenda bajaran û gundan hatin ber bi qada ku pîrozbahî lê hatin kirin ve herikîn. Welatî piştî ku ji noxteyên lêgerînê derbas bûn li ber muzîkên ji dikê dihatin lêxistin govend gerandin. Welatiyên cilên neteweyî li xwe kirin dirûşmeyên “Bê Serok jiyana nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” berzkirin. 
 
Ji 4 noxteyan ketina qadê berdewam dike. 
 

Sernavên din

20/03/2024
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye
14:08 Encamnameya Konferansa Aştiyê: Divê Abdullah Ocalan tev li pêvajoyê bibe
13:59 Gelê Tetwanê bi dirûşma 'Bijî berxwedana zindanan' pîroz kirin
13:42 Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
13:07 Li Geverê coşa Newrozê dest pê kir
12:58 Girtiyan banga yekitiya neteweyî kirin
12:45 Bernameya Newroza Amedê diyar bû: Ketinên qadê dê saet 08.30’an dest pê bikin
12:41 Banga tevlibûna Newrozê li xelkê Agiriyê hat kirin
12:40 Ji bo serokatiya AYM’ê dê sibê hilbijartin bên kirin
12:15 Coşa Newrozê ya li Erdîşê guh neda berf û zivistanê
11:58 Newroza Cizîrê zû dest pê kir
11:42 Bi hezaran kes diherikin qadan
11:41 Ji ber barîna berfê li Wanê rêya 446 jîngehan hate girtin
11:34 Li gelek navendan agirê Newrozê hat vêxistin
11:14 Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin
10:59 DEM Partiyê ji bo hilbijêrên bitevger bang kir: Bi van dengan dikare 15 şaredarî ji qeyûman bên standin
10:35 Li Behra Marmarayê erdhej çêbû
10:19 AKP-MHP ku li Îdirê di rewşeke nebaş de ne wezîrên nû û berê tev li xebatan krin
10:09 Mizgîniya Newrozê: Sîstema fuzeyan a li dijî SÎHA'yan hate temînkirin
09:39 Ji bo Newroza Amedê bang kirin: Werin em ber bi ‘azadiyê’ ve bimeşin
09:38 Bîanetê bi hincetên aboriyê sê edîtorên xwe ji kar derxist
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 148 roj in agahî jê nayên girtin
09:10 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 115’an de didome
09:08 Paketên Remezanê yên qeyûm ji hêla AKP’iyan ve tên belavkirin
09:07 Rojnameger Dîcle: PDK di navenda plansaziya êrişê de ye
09:06 Amed ji bo Newrozê amade ye: Rabe Dema Azadî û Serkeftinê ye
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2024'AN
08:44 Li Rihayê zarokekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
19/03/2024
22:05 KASED'ê Newrozê pîroz kir
20:27 Hevşaredara Artûklûyê ya berê Bozan hat binçavkirin
20:24 Li Colemêrgê erdhej çêbû
20:21 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên Newrozê
20:17 Malbata Şenyaşarê bang li waliyê berê yê Rihayê kir ku bibe şahid
18:26 Nobeda Edaletê: Ev Newroz bibe wesîleya aştî û biratiyê
18:19 Li Çiravê piştî 10 salan Newroz hat pîroz kirin: Silav li Ocalan
17:24 DEM Partî li Rihayê derî bi derî digere
16:56 Newroza Mûglayê hate pîrozkirin: Hilbijartin roja têkoşîna li dijî îktîdarê ne
16:54 Artêşa Îsraîlê êrîşî bajarê Refahê kir
16:52 Ji Newroza Êlihê çendek nîşe
16:05 Leşkerek di şer de hate kuştin
16:03 Li Nisêbînê piştî Newrozê meş hat lidarxistin
16:00 Newroza Nisêbînê: Li Washingtonê negerin, ji bo çareseriyê deriyên Îmraliyê vekin
15:58 Namzeta hevşaredariyê ya Êlihê Sonuk: Dîroka vî bajarî dîroka berxwedanê ye
15:56 Newroza Dêrsimê: Ji Yezîdan re rê tune ye, hezar silav ji Ocalan re
15:34 Gelên li Minbicê dijîn, Newroz bi hev re pîroz kirin
15:26 Li quntarê Amanosan pîrozbahiya Newrozê: Navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd Îmrali ye
15:21 Hevseroka EGE-TUHAYDER’ê Nîlay Guleser hate berdan
15:12 Rojnamevan Eryîgît di 20’emîn salvegera mirina xwe de nehat jibîrkirin
14:58 Cizîr û Hezex ji bo Newroza sibe amade ne
14:57 Li Êlihê bi deh hezaran agirê Newrozê vêxist!
14:49 Bakirhan: Êlih dê hafizeya xwe ji bîr neke
14:43 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Newroza gelan pîroz kir
14:02 Li her derê coşa Newrozê
13:30 Li du bajaran endam û rêveberên DEM Partiyê hatin binçavkirin
13:27 Li Dêrsimê Newroza bicoş dest pê kir
13:22 Li Îzmîrê 4 jin hatin berdan
13:18 Di Doza Kobanê de gotinên dawî tên guhdarîkirin: Gotina me ya ewil çi be ya dawî jî ew e
13:03 Komîteya Amadekar a Newrozê: Em agirê Newrozê ji Amedê bilind bikin
12:32 Hatîmogûllari di Newroza Bazîdê de got: Peyama Ocalan a 2013’an peyama me ye
12:14 Newroza Rihayê di 23’yê adarê de ye: Dema azadî û yekitiyê ye
11:55 Nameya têkildarî girtiyên di rojiya mirinê de hate sansurkirin
11:53 Bi hezaran kes diherikin Newroza Êlihê
11:37 Li Nisêbînê ‘Newroza azadiyê’ dest pê kir
11:34 Xizmên girtiyan: Ji bo azadiya Rêbertiya xwe em di 21’ê Adarê de li Amedê bin
11:33 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo Îmraliyê serlêdan kir
11:12 Li 14 navendan Newroz hate pîrozkirin
10:58 Di operasyona navenda wê Îzmîr e de 4 ESP’î hatin binçavkirin
10:46 Çewlig ji Newroza sibê re amade ye
10:36 Li Îdirê gel bi DEM’ê re ne
10:19 Li ser rêbeja Colemêrg-Şirnexê aşût hate xwarê
10:15 Bi deh hezaran kes dê tev li Newroza Geverê bibin
09:50 Çandar: Ocalan bi dehan caran rê û rêbazên çareseriyê rêz kir
09:49 Rashmawî: Dê gelên kurd û filistînî azad bibin
09:33 Mexûdûrên erdhejê: Erzaqên dema xwarina wan li ber qedandinê belav dikin
09:33 Parêzer Gezer: Girtî heya daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya xwe bidomînin
09:06 Kopî xwe amade dikin ku qeyûm bişînin
09:03 Sêrt ji bo Newrozê amade ye: Werin agirê Newrozê geş bikin
09:03 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza ‘azadiyê’ di roja 114’an de didome
09:03 Cezayê li rojnamevan Îsmaîl Eskîn hatibû birîn hat xerakirin
09:03 Hevserokê KNK'ê Karamus: Hedefa dewleta tirk her çar parçeyên Kurdistanê ye
09:02 Ji rojnameger Silêman Ehmed 147 roj in agahî nayên girtin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2024'AN
18/03/2024
22:43 AKP'iyan hewl da êrişî rojnamevan Guldem bikin
21:01 Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye
19:32 Bayindir: ev yekîtiya me mizgîniya serkeftinê ye
Turk: Em layiqî gelê xwe yê bedeldayî bin
17:05 Nobeta Edaletê: Îşkenceya li Îmraliyê bi dawî bikin
17:04 ‘Dê DEM were talanker dê biçin’
16:51 Li Amedê tevgera jinan a kurd hate nîqaşkirin
16:30 Bi lêdanê hate binçavkirin û girtin
16:25 PDK’ê biryar da ku nekeve hilbijartinan
16:11 Gultan Kişanak: Em ji bo serkeftina gelê xwe têdikoşin
15:22 Tevî barana zêde jî li Qilebanê agirê Newrozê hat vêxistin
14:48 Agahiyên peywîrdarên sindoqan bi gotina ‘ji me ye’ û ‘ji aliyê din e’ hatin parvekirin
14:19 Li Dîgorê Newroz: Muxatabê yekemîn ê çareseriyê Abdullah Ocalan e
14:04 Wanî: Divê dewlet êdî bizane ka em çi dixwazin
13:52 Karkerên Agrobayê ber bi Enqereyê ve dimeşin
13:46 Girtiyên siyasî ji bo Gultan Kişanakê deng xwestin
13:08 Di salvegera 6’emîn de dagirkirina Efrînê hat şermezarkirin
11:57 Li Kanîreşê piştî 12 salan Newroz hat pîrozkirin: Heta ku Ocalan azad bibe em ê têbikoşin
11:53 Qeymeqamê Elkê ji bo namzetê AKP’î seferber bûye