Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi girseyî hatin lidarxistin. 
 
Newroza îsal bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” tê lidarxistin. Coşa Newrozê li her derê belav bûye. Li gel bajarên Kurdistanê, li gelek navendên li rojavayê Tirkiyeyê jî pîrozbahiyên Newrozê bi coş hatin lidarxistin. 
 
AYDIN 
 
Li bajarên Aydin û Manîsayê yên herêma Egeyê jî pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Li Aydinê pîrozbahî li Taxa Osman Yozgatli hate lidarxistin û bi sedan kes tev li bûn. Welatiyan flamayên DEM Partiyê hilgirtin û tevlibûneke zêde ya jinan hebû. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn. Her wiha ciwanan bi coşa xwe rê li ber dîmenên rengîn vekirin. Girseyê demekî dirêj govend gerandin. Her wiha gelek caran jî dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Pankarta ku wêneyê Denîz Poyraz a li Îzmîrê hatibû qetilkirin û bi nivîsa “Li dijî tundiya mêr-dewletê, şer û xizaniyê em li her derê ne” li dikê hatibû hilayîstin. Her wiha pankarta ku wêneyê Jîna Emînî li ser û bi nivîsa “Serhildana me ye” hate daliqandin. 
 
Bernameya Newrozê bi xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" û deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî namzetên hevşareadriyê cejna Newrozê pîroz kirin. 
 
Namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Aydinê Zozan Koç got ku Newroz ji bo gelên Mezopotamyayê “sembola berxwedanê” ye û peyama serkeftinê da. Endama PM’a DEM Partiyê Aysel Batyar Onsel jî siyasetmedarên jin ên girtî silav kir. 
 
Parlamanterê DEM Partiyê Sarûhan Oluç di pîrozbahiyê de diyar kir ku Newroz tê wateya vejîn, cejna têkoşînê û serhildana li dijî zaliman û ev tişt anî ziman: “Em li gel deklarasyona birêz Abdullah Ocalan in ku di Newroza 2023’yan de şandibû. Ji bo gotinên di deklarasyonê de bi cih bên em ê têkoşîna xwe bidomînin.” 
 
Her wiha Oluç bal kişand ser hilbijartinê û ji bo hilbijêrên bitevger ev bang kir: “Ji kerema xwe hilbijêrên bitevger ên li derdora we qaneh bikin ku serî li partiya me bidin. Îktîdar li Kurdistanê bi veguhestina hilbijêran hewl dide encamekî bi dest bixe. Divê em rê nedin vê. Divê her li dijî her hilbijêreke wan a heram em du hilbijêrên helal bişînin.” 
 
Pitşî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin û welatiyan li dora agir govend gerandin. Piştre jî Civaka Muzîkê ya Stêrayê û Ozlem Taner derketin ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
MANÎSA
 
Pîrozbahiya Newrozê ya Manîsayê jî li Qada Laleyê ya li navçeya Yunusemreyê hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Tevî barînê jî welatî tev li bûn û dirûşmên “Newroz pîroz be” û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Jin, bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn.  
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevseroka DEM Partiyê ya Manîsayê Semra Elgormuş axaftineke kin kir. Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê Mîthat Sancar axivî û got ku ew polîtîkayên şer red dikin û daxwaza demokrasiyê dikin. Sancar, wiha domand: “Ji bo ku li çar aliyên Tirkiyeyê demokrasî belav bibe, em di xebatên xwe de bibiryar in. Qedera me tevan girêdayî hev e. Demokrasî li herêmê tê avakirin, aştî li herêmê tê avakirin û meşa azadiyê li herêmê dikare pêş bikeve. Lewma jî hilbijartinên rêveberiyên herêmî girîng e. Êdî li Manîsayê û Tirkiyeyê dema guherînê hatiye. Guherîn dê bi hatina DEM’ê çêbibe.” 
 
Piştî axaftinan, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxistin. Piştre jî hunermend Hîvda Gorkem û Koma Agirê Zerdeşt derketin ser dikê. Pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû. 
 
KONYA 
 
Ji bo pîrozbahiya Newrozê ya Konyayê sê saet mabûn ku waliyê bajar destûr da. Pîrozbahî li Bazara Sêşemê ya li Ugurluyê hate lidarxistin. Bi sedan kes tev li pîrozbahiyê bûn. Gelek jin, ciwan û zarok jî tev li bûn. Jin, bi cil û bergên kurdî tev li bûn û pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hate daliqandin. 
 
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Omer Ocalan û namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin û navçeyan jî tev li bûn. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Molla Şîmşek axivî. Şîmşek bal kişand ser qelebalixiya girseyê û got: “Kurd li her devera Tirkiyeyê ne.” Şîmşek, wiha domand: “Divê li şûna polîtîkayên şer, polîtîkayên çareseriyê bên pêşxistin û rewşeke aram bê afirandin. Bila çavkaniyên ji bo şer tên xerckirin, ji bo aştiyê bên xerckirin. Lewma em dibêjin ku divê pêvajoya çareseriyê tavilê dest pê bike.” 
 
‘TEKANE ARMANCA ME TÊKBIRINA FAŞÎZMÊ YE’
 
Namzeta hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Konyayê Gulbahar Gulmez jî got ku wan li gel jin, ciwan û kedkaran dest bi rêya xwe kirine û ev tişt anî ziman: “Di dîroka Konyayê de tu caran namzeteke jin nehatiye nîşandan. Weke DEM Partiyê em serfirazî û şanaziya vê dijîn. Li Sûltanbeyliyê ne tenê Eylul Yaylaci, em jin tevek namzet in. Em ê bi ser kevin. Li Kulu û Cîhanbeyliyê hemû siyaseta xwe li ser DEM Partiyê dikin. Ez kesên xwe weke muxalîf pênase dikin û hewl didin dengê kurdan wergirin re dibêjim; tekane armanca me têkbirina faşîzmê ye. Lewma jî her dengekî me li dijî faşîzmê ye.” 
 
Namzetê din Bulent Kiliç jî got ku dê di 31’ê Adarê de ji zîhniyeta AKP’ê ya rantparêz, bêdalet û hwd. re bibêjin “bes e.” 
 
BAL KIŞAND SER TECRÎDÊ 
 
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî anî ziman ku gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn bi hezaran sala ye bi ruhê Newrozê li dijî zilmê têdikoşin. Ocalan, bi domdarî ev tişt anî ziman: “Em li pey aştiyeke birûmet in. Banga me ya ji bo dewletê ev e; madem hûn dibêjin ‘kurd birayê me ne’, wê demê îradeya gelê kurd qebûl bikin. Li Girava Îmraliyê polîtîkayeke giran a tecrîdê li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Gelo di qanûnên Tirkiyeyê de tecrîd heye? Ev bû çend sal tu agahî ji birêz Ocalan nayên girtin. Ji sala 2015’an heta niha jî her çar aliyên Kurdistanê veguherandine qada şer. Gelê me şer naxwaze. Ji bo aştiyeke birûmet a li Tirkiye û Kurdistanê, ji bo demokrasiyê divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û pêvajoyeke çareseriya demokratîk dest pê bike.” 
 
Piştî axaftinan jî agirê Newrozê hate vêxistin. Hunermend Weysel Ciwan piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi strîna stranan û gerandina govendê bi dawî bû. 
 
ÇANAKKALE
 
Yek ji cihên din ên Newroz lê hate pîrozkirin jî Çanakkale bû. Pîrozbahî li Taxa Esenlerê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hat xemilandin. Li qadê pankartên “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve”, “Hûn nikarin roja me tarî bikin” û “Jiyaneke bêdawiyî heqîqeta berbiçavî” hatin daliqandin. Welatî, bi cil û bergên xwe yên herêmî tev li pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê û gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî" hatin berzkirin. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevberdevkê Komîteya Amadekar Mehmet Ozturk axivî û girse silav kir. Namzetên hevşaredariyê yên Çanakkaleyê Hamît Kiliç û Canan Aytaç û namzetên navçeyan jî girse silav kirin û Newroza wan pîroz kir. 
 
Ji namzetan Canan Aytaç wiha got: “Em neviyên Kawayê Hesinkar û rêhevalên Mazlum Dogan in.” 
 
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat ev tişt anî ziman: “Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin û li eslê xwe vedigerin. Êdî rejîmên kedxwar, înkarger û yekperest dawiya wan hatiye. Gelê kurd dixwaze jinûve zindî bibe û raber ser pêyan.” 
 
Bernameya Newrozê bi stranên hunermend Adar Yildiz û Siwaro berdewam kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Di vê navberê de girseyê dirûşmên “Newroz pîroz be” û "Bijî Serok Apo” berz kir. Bername, bi gerandina govendê bi dawî bû. 

Sernavên din

22/03/2024
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye