Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin

STENBOL - Karkerên înşaetê yên ku amadekariya ku bi kampanyaya hilbijêrên livdar biçin ser Kurdistanê, diyar kirin ku hilbijartin ji bo Kurdistanê pir girîng e û dengek dikare her tiştî biguherîne û got: “Ji bo şandina qeyûman em bi DEM Partiyê re bibin yek."
 
Serlêdanên li Komîsyona Hilbijêrên Livdar a Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê roj bi roj zêde dibin. Gelek karkerên înşaetê yên ku ji bo xebatê ji Kurdistanê hatine Stenbolê, di çarçoveya kampanyaya hilbijêrên livdar de ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatiye destpêkirin, xwe amade dikin ku biçin bajarê xwe. Karkerên înşaetê yên li Kuçukçekmeceya Stenbolê bang li hemû karkerên Stenbolê kirin ku wekî wan bixebitin.
 
Karkerên înşaetê gotin "Dengek jî dengek e" û ji karkeran xwestin ku serî li DEM Partiyê bidin.
 
Harun Işik (30) ku di sala 2015'an de ji Agiriyê hatiye Stenbolê û li ser înşaetan dixebite wiha got: “Li herêma ku em lê dijîn kar tune ye. Dewlet veberhênanê nake. Ji ber vê em tên rojavayê Tirkiyeyê û karê înşeatê dikin. Bi hezaran kurdên wekî min hene, çarenûsa me hemûyan yek e." 
 
Işik diyar kir ku Stenbol ew cih e ku karkerên kurd ên înşaetê lê dijîn û diyar kir ku di hilbijartinan de potansiyela dengdayînê ya karkerên kurd diyarker e. Di vê çarçoveyê de Işik diyar kir ku xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê yên ji bo hilbijêrên livdar gelek watedar e û got: “Li navçeya Bazîdê di hilbijartinên berê de HDP bi ser ketibû. Piraniya me dengê xwe da HDP'ê, lê mixabin îradeya me nas nekirin û qeyûm tayîn kirin. Qeyûm niha bi rê ve dibe. Qeyûm heta niha tiştek ji me re nekiriye. Kampanyaya ku DEM Partiyê li dar xistiye kampanyeyeke pir baş e. Ji ber ku li xerîbiyê ne, gelek hevalên me ji ber nebûna pereyan nikarin biçin, ji ber vê yekê ev kampanya baş bû. Ez dixwazim hemû hevalên xwe yên karkerên înşaetê serî vê kampanyaya hilbijêrên livdar bidin û dengê xwe bi kar bînin."
 
Omer Atalay (22) anî ziman ku ew ji Îdirê hatiye Stenbolê û ji 15 saliya xwe ve li ser înşaatan dixebite. Atalay diyar kir ku înşaeta ku lê dixebite karê sewaxê dike. Atalay bal kişand ser pirsgirêkên karkerên kurd ên li rojavayê Tirkiyeyê Rojava dijîn û wiha got: "Ez diçûm dibistanê, lê ji ber ku li dibistanê perwerdeya bi kurdî tune bû, min xwe kêm hîs dikir."
 
Atalay da zanîn ku hilbijartinên 31’ê Adarê bi taybetî ji bo bajarên Kurdistanê xwedî girîngiyeke taybet in û got: “Ev ne tenê mijara dengan e. Çawa ku me dest ji perwerdehiya xwe berda û em hatin vir di înşaetê de dixebitin, divê em îradeya xwe jî biparêzin da ku yên piştî me jî heman tiştî nebînin. Ger em dixwazin birayên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin, ger em dixwazin siberojeke baştir bijîn divê em nasnameya xwe, ziman û çanda xwe biparêzin. Dema em di hilbijartinan de deng didin, em van hemûyan hildibijêrin. Em van qeyûman qebûl nakin." 
 
‘EM TEVÎ DENGÊN XWE BER BI DEM'Ê VE BIHERIKIN'
 
Atalay diyar kir ku ew ê bi kampanyaya hilbijêrên livdar a DEM Partiyê biçe dengdanê û got: “Heta niha li Tirkiyeyê ji bilî DEM Partiyê tu partiyeke din nîn e ku giraniyê bide pirsgirêkên kurdan, rêzê li zimanê wan bigire û wan wekî mirov bihesibîne. Em kurd in, em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê.
 
Ez heya hewce neke naçim bajarê xwe. Lê dema mijar dibe hilbijartin, ji bo biçim warê xwe çi ji destê min tê dikim. Divê em di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengê xwe bidin yekîtiya xwe. Werin em bibin yek û dengê xwe bidin DEM Partiyê da ku qeyûman ji herêma me bişînin. Werin em bi hev re bi dengên xwe ber bi DEM Partiyê ve biherikin."
 
‘NEBÊJIN DENGEK KÊM E'
 
Erdogan Ayban (22) ê ji Îdirê wiha got: “Di navbera Îdir û Stenbolê de 1600 km rê heye. Em ji bo debara xwe bikin ev qasî rê tên.
 
Helbet, zehmet e ku mirov ji malbata xwe dûr be. Her wiha gelek hevalên me ji ber nasnameya xwe rastî nijadperestiyê tên. Di Newrozê de jî me dît ku ji ber cilûbergên wan nehiştin gelek dayik têkevin hundirê qadê. Ji ber vê yekê li vî welatî pirsgirêkên mezin hene. Yek ji van pirsgirêkan, pirsgirêka kurd e. Bi gotineke din, polîtîkayên qeyûmtiyê jî ji vê pirsgirêkê derdikevin. Ji ber ku dema em diçin ser sindoqan, em dizanin dengê xwe didin kê. Lê dewlet kesên ku em wan hildibijêrin digire, qeyûm tayînî şaredariyên me dike, dengên me didize. Ev mêtingerî ye, em dibêjin dest ji vê mêtingeriyê berdin. Divê her kes biçe dengê xwe bide, dengek jî dengek e. Divê em wiha nefikirin ku dê ji dengekî çi derê."
 
Dogan Yunusekme anî ziman ku ji bo xebatê ji Êlihê hatiye Stenbolê û wiha got: “Ez li ser înşaetê karê alçiyê dikim. Ji ber ku min li Êlihê derfeta kar peyda nekir ez hatim vir. Di dema hilbijartinan û cejnê de tenê em dikarin herin malên xwe. Ji ber ku ez kurd im ez ê biçim di hilbijartinên herêmî de dengê xwe bidim. Ez dengê xwe didim DEM Partiyê û em ê bi otobusa dengdêrên livdar a DEM’ê biçin.”
 
MA/ Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

22/03/2024
16:22 Li Şirnexê danişîna doza 18 jinan hate lidarxistin
16:05 Ji Kobanê heya Lubnanê Newroz hate pîrozkirin
15:40 Agirê Newrozê îcar li Battalgazî û Haymanayê hate vêxistin
15:27 Saritaş: Em ê giliyê Midûriyeta Perwerdehiyê ya Sêrtê bikin
15:04 Li Edeneyê agirê Newrozê dê di 24’ê adarê de bê vêxistin
15:03 Eşîra Îskiyê îdiaya ku ew ê piştgiriya AKP’ê bikin, derewand
14:33 Turk û şandeya pê re serdana malbatên ku malên wan di bin avê de mane kirin
14:27 Çîçek Kobanê û 3 girtiyên din hatin sewqkirin
14:26 Ji girtiyan peyama Newrozê
13:19 1'emîn Pêşbirka Karîkatûran a Navneteweyî dê li Stenbolê bê lidarxistin
13:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
13:01 Ji 81 baroyan daxuyaniya hevpar: Em bi hev re rê li ber îstîsmarkirina zarokan bigirin
12:54 Xelat dan rojnameger Muftuogluyê
12:39 Li Cizîrê 4 avahiyên ku xetereya wan a hilweşînê hene hatin valakirin
12:04 Kesên di Newrozê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:47 Di Newroza Amedê de çi peyam hatin dayîn?
11:39 Baroya Amedê bertek nîşanî binçavkirina zarokan da
11:33 Baroya Şirnexê giliyê polîsên ku tundî li zarokan kirine kir
11:09 Daxwazên ku ji qada Newrozê bilind bûn
10:11 Coşa ‘mizgîniyê’ di Newroza Amedê de olan da
09:34 Ji karkerên înşeatê banga ji bo hilbijêrên livdar: Em bi dengê xwe ber bi DEM'ê ve biherikin
09:25 Cizîriyên malên wan di bin avê de man bertek nîşanî qeyûm dan: Ne ji bo xizmetê ji bo perexwarinê ne
09:22 Ên nikarin goşt bikirin berê xwe dane hestiyan!
09:08 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 150 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 117’an de didome
09:02 Banga ji bo beşdariya Newroza Rihayê
09:01 ROJEVA 22’YÊ ADARA 2024’AN
21/03/2024
22:33 DEM Partiyê serdana malbatên ku malên wan di bin avê de man kir
21:53 Deriyê derve yê Wezareta Dadê jî li Şenyaşarê hat girtin
20:49 Piştî Newrozê li Amedê 126 kes hatin binçavkirin
19:40 Li Cizîrê lehî rabû: Kuçe û kolan di bin avê de man
18:41 Ji kesên li Şirnexê hatibûn binçavkirin 13 kes hatin berdan
18:38 Nobeda Edaletê ya li Stenbolê di roja 100'emîn de ye
17:05 Li Gokçeadayê Newroz hate pîrozkirin
16:59 Di Nobeta Edaletê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan hate kirin
16:58 DEM Partî li qadê ye: Em ê hemû pirsgirêkan bi hev re çareser bikin
16:50 Kûrkût ê di Newrozê de hate qetilkirin li ser gora xwe hate bibîranîn
16:25 Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz bi hev re pîroz kirin
16:23 Newroza Amedê ya biheybet bi govendan bi dawî bû
16:10 Li Eskîşehîrê Newroz bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ hate pîrozkirin
15:58 Jinên ji ber pişteniya bi girtiyan re hatibûn girtin tehliye bûn
15:54 Ji Tuncer Bakirhan ji bo îktîdar û muxalefetê 6 bang
15:48 Li dora agirê Newrozê li hev civiyan
15:23 Rapora girtîgehên Serhedê: Tecrîd derxistin lûtkeyê
15:18 Di Newroza Amedê de wêneyê Abdullah Ocalan
14:45 Hunermenda tûnûsî Mathlouthî di Newroza Amedê de ye
14:44 Zana: Em bi fikr û felsefeya Serok Apo hişyar bûn
14:22 Fehîme Poyraz: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin
13:47 Protokolê govenda Newrozê gerand
13:32 Di Newroza Amedê de peyamên Abdullah Ocalan hatin xwendin
13:24 Qada Newrozê tejî bû
13:06 Ûçar: Bila Newroza Abdullah Ocalan pîroz be
13:05 Namzetên DEM Partiyê yên Amedê: Em di 31’ê Adarê de qeyûman dişînin
12:43 Girtiyan ji bo Newrozê peyam şandin: Serokê me dê azad bibe!
12:42 Polîsan tundî li zarokên ji Newroza Cizîrê vedigeriyan kirin
12:35 Ozturk ji bo xelasiyê 3 gav rêz kirin: Yekitiya netewî, çareseriya pirsgireka kurd, azadiya Ocalan
12:20 Aktîvîsta TJA’yê Sarica: Dê ev têkoşîn heta dawiyê bidome
12:20 Li Amedê Agirê Newrozê hate vêxistin
12:19 Kemal Kûrkût li cihê lê hate qetilkirin hate bibîranîn
12:18 Ji ber derbkirina zarokekî li Amedê lêpirsîn hate destpêkirin
11:58 Li Tekîrdagê qeza: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:52 Kışanakê ji Newroza biheybet re peyam şand: Dem dema azadiyê ye
11:51 Newroza Amedê bi tevlibûna sed hezaran didome
11:45 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hezaran kes diherikin qadan
11:42 Berfa zêde bandoreke nebaş li ser xelkê Elkê dike
11:40 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kir
11:39 Kadîr Ozkaya bû serokê nû yê AYM’ê
11:11 DEM Partiyê danasîna projeyên xwe yên têkildarî Êlihê kir
11:09 Newroza Amedê ya biheybet didome
11:02 Ciwanan dest bi dagirtina qada Newrozê kirin
09:55 Gel ji çar aliyan ve ber bi Newroza Amedê ve diherike
09:52 Kahya: Li KA.DER’ê zext li min kirin, ji kar hatim avêtin
09:06 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî di roja 116’an de didome
09:05 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand û ev 149 roj in agahî jê nayên girtin
09:01 ROJEVA 21'Ê ADARÊ YA 2024'AN
08:48 Li Semsûrê meşa meşaleyî ya Newrozê
20/03/2024
23:24 Bi sedan ciwan bi meşaleyan ber bi DEM Partiyê ve meşiyan
21:47 Li Amedê resepsiyona Newrozê hat çêkirin
21:24 Emîne Şenyaşar: Ez ji bo edeletê biçim ku derê?
19:51 Di meha 104'an a Komkujiya Pirsûsê de doza edaletê hat kirin
18:30 Di teqîna li Minbicê de 11 kes birîndar bûn
18:15 Di çalakiya li Cenevreyê de kesên bi bedena xwe bûn Newroz hatin bibîranîn
17:58 Li Hezexê pîrozbahiya Newrozê
17:46 Esnafên Amedê: Em ê dikanên xwe bigirin û li qada Newrozê bin
17:45 Di Nobeta Edaletê de bangawaziya Newroza Amedê
17:44 Li Geverê ciwanan qada Newrozê tejî kir
17:16 Namzetên DEM Partiyê derî bi derî digerin: Em ê şaredariyan bi hev re bi rê ve bibin
16:57 Agirê Newrozê bi cilên xwe vêxistin
16:46 Li Cizîr û Qoserê piştî pîrozbahiyê meş hate lidarxistin
16:41 Tevî baran û heriyê jî agirê Newrozê vêxistin
16:38 Li Konya, Aydin, Manîsa û Çanakkaleyê pîrozbahiyên Newrozê
16:27 Tevî baranê jî li quntarê Çiyayê Kato agirê Newrozê hate vêxistin
15:59 Di Newroza Akdenîzê de azadiya Abdullah Ocalan qêriyan
15:50 Buldan di Newroza Îdirê de bang kir: Dê tecrîd rabe û azadî were
15:28 Li Wêranşarê agirê ‘azadiyê’ hate vêxistin
15:13 Mitînga Çewligê dê di 27’ê adarê de bê lidarxistin
15:08 Karkerên TPAO’yê bi daxwaza debara mirovane meş li dar xistin
14:42 Di doza 1’ê Îlonê de ku 100 kes tên darizandin biryara beraetê hate dayîn
14:38 Li Enqereyê ji bo Newroz û mitîngê bang hate kirin
14:36 Newroza Cizîrê: Navnîşana çareseriyê Îmrali ye