Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû

img
STENBOL - Kesên di pêşbirka 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de xelat wergirtin diyar bûn. 
 
Kesên di pêşbirka 27’emîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de xelat wergirtin diyar bûn. 
 
DI KATEGORIYA NÛÇEYÊN NIVÎSKÎ DE DU XELAT HATIN DAYÎN 
 
Di pêşbirka îsal di beşa Nûçeyên Nivîskî de juriyê du xelat dan. Havva Gumuşkaya bi nûçeya xwe ya “Karker bi zanebûn jehîr kirin (İşçiyi bile bile zehirlediler)” ku di 15’ê çileya 2023’yan di Bîrgunê de hatibû weşandin xelat wergirt.
 
Hîkmet Adal jî bi nûçeya xwe ya “Şahidê di zêdetirî 600 dosyayan de cih digire: Umît Umît Akbiyik (600'den fazla kişinin dosyasında tanık olan bir isim: Ümit Akbıyık ) ku di 26’ê îlona 2023’yan di Bianetê de hate weşandin ji heman beşê xelat girt. 
 
XELATA TAYBET A JURIYÊ
 
Juriyê di beşa Nûçeyên Nivîskî de ji bo rêzefîlmê ku edîtorê rûpelên ermenîkî yê rojnameya Agosê û wênekeşê qidemdar Berge Arabian li Ermenistanê kişandibûn jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê hate dîtin. 
 
Murat Uysal jî bi nûçeya xwe ya “Çîroka me pêşmalkên li ser me ye, çîroka berxwedana karkerên Ozak Tekstîlê (Hikayemiz üzerimizdeki önlüklerimiz, Özak Tekstil işçilerinin direniş öyküsü)”  ku di 6’ê adara 2024’an di Evrenselê de hate weşandin jî di beşa Nûçeyên Bidîmen de hêjayî xelatê hate dîtin. 
 
JI BO NÛÇEYA DAYIKÊN ŞEMIYÊ XELATA TAYBET A JURIYÊ HAT DAYÎN 
 
Di beşa Nûçeyên Bidîmen de juriyê Xelata Taybet a Juriyê da nûçeya Ferhat Yaşar û Burak Karaman a “Dayikên Şemiyê: Dema hûn vê vîdeoyê temaşd dikin em ê di bin çavan de bin (Cumartesi Anneleri: Siz bu videoyu izlerken biz gözaltında olacağız) ku di 1’ê tîrmeha 2023’yan di Gazeta Duvarê de hate weşandin. 
 
JI BO WÊNEYÊ SAMANDAGÊ XELAT HAT DAYÎN 
 
Xelata Wêneyan a di pêşbirka îsal de Kazim Kizil bi wêneyê xwe yê di 16’ê sibata 2024’an de li navçeya Samandag a Hatayê kişandibû bû yekemîn. 
 
XELATA ROJNAMEGERIYA HERÊMÎ
 
Di beşa Xelata Rojnamegeriya Herêmî de Sînan Aygul bi nûçeya xwe ya têkildarî nelirêtiyên Şaredariya Tetwanê ku di Bitlis Newsê de hatibû weşandin bû yekemîn. 
 
JI BO METÎN CÎHAN Û ‘KARKERA JIN’ XELAT HAT DAYÎN 
 
Juriyê îsal biryar da ku du Xelatên Taybet ên Juriyê yên din jî bide. Rojnameger Metîn Cîhan ku derxistibû holê ku dema Îsraîlê Xeze bombebaran dikir, kurê serokkomar Tayyîp Erdogan ê bi navê Ahmet Burak Erdogan sewqiyat ji Îsraîlê re dikir, hêjayî Xelata Taybat a Juriyê hate dîtin. 
 
Juriyê, Kadin Îşçi ku di nûçeyên xwe de li ser keda jinê disekine jî hêjayî Xelata Taybet a Juriyê dît. 
 
JURIYA XELATÊ
 
Xelat ji hêla juriya ji Banu Guven, Fîlîz Gazî, Hakki Ozdal, Nazim Alpman, Pinar Ogunç, Sorel Dagistanli, Tuluhan Tekelîoglû û Yetvart Danzîkyan pêk dihat ve hatin diyarkirin. Dê xelat di roja rojbûna Metîn Goktepe anku di 10’ê nîsana 2024’an de bi torenekê bên dayîn. 
 

Sernavên din

26/03/2024
11:56 Li Hatayê bager û baran: Konteyner di bin avê de man
11:56 Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan hate kirin
11:36 ‘Qada Newrozê wêneyê serkeftina me ya 31'ê Adarê bû'
11:06 Li Parlamentoya Ingilistanê resepsiyona Newrozê hate dayîn
11:01 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan 3 milyon îmze hatin komkirin
11:00 Li wargeha KYK’ê mirineke biguman
10:57 Bakirhan ji Erdogan re got: Muxatab milyonan kesên li qada Newrozê ne
10:46 Li kana madenê ya qaçax cînayeta kar
10:44 Roja Şanoyê ya Cîhanê: Lîstikvanên kurd li dijî qedexeyan têdikoşin
10:04 Li Qamûşan û Pazarcixê meyla gel li ser DEM Partiyê ye
10:02 Ji ber berfê li Bedlîs û Tetwanê navber dan perwerdeyê
09:42 Rojnamevan Drewş: PDK li Kurdistanê cerdevantiyê dike
09:21 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 121’ê de didome
09:20 Ji rojnameger Silêman Ehmed 154 roj in agahî nayên girtin
09:02 Li Sêrtê coşa xebatên hilbijartinê: Di şevekê de 2 hezar û 300 malbat ziyaret kirin
09:01 DEM Partî li Bedlîsê lez da xebatan
09:01 Ciwanên Qilebanê: Em ê vê carê destûrê nedin AKP'ê
09:01 Li Dêrgulê leşker dixwazin hilbijêran çavtirsandî bikin
09:00 Wê roja hilbijartinê hezar dengdêrên livdar veguhêzînin Depê
09:00 ROJEVA 26’Ê ADARA 2024’AN
25/03/2024
23:18 Malên Gel û KESK serdana malbata Şenyaşaêr kirin
23:13 Li Hezexê şahiya gel
21:18 Hevdîtina gel a li Serêkaniyê veguherî mîtîngê
20:44 Ûgûr Falayê bi destûr ji girtîgehê derket 2 jin qetil kirin
20:02 Hevseroka Giştî ya DBP'ê Ûçar li Dêrsimê bi gel re civiya
19:49 Li Licê operasyona leşkerî
19:26 Li Dîlokê 2 jê zarok 3 kes hatin girtin
18:46 Li Wêranşarê bayê DEM Partiyê
17:28 Hatîmogûllari: Desthilat bi civînên şer bersivê dide bangên aştiyê
16:49 Zana: Me li ber xwe da em gihiştin bimilyonan, ev coş desthilatê ditirsîne
16:40 DEM Partî serdana xwendevanên jehrîbûne kir
16:33 Yildiz a ku bi sedyeyê hate girtin li girtîgehê ji ser hişê xwe çû
16:24 Dîlovasi eleqeyeke mezin nîşanî namzetên DEM Partiyê da
16:14 Kaval ê di binçavkirinê de hatibû derbkirin, hate berdan
16:12 DEM Partiyî bend û astengiyan nas nakin
16:10 Qedexeya Çîyayê Gabarê cara 7’emîn hate dirêjkîrîn
15:35 Di nav hilbijêrên bitevger ên veguhestin Akdenîzê de sê “rojnamegerên bipere” derketin!
14:05 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Divê rewşa agahînegirtinê bê bidawîkirin
13:45 Li Sultançîftlîgiyê vekirina standa DEM Partiyê astengkirin
13:42 Ji FETO’yê kete girtîgehê, ji bo AKP’ê dengan kom dike
13:36 Hilbijartina Serokatiya Dadgeha Bilind ji tura duyemîn re ma
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome