Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne

img
ANTALYA - Parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç ê di Newroza Antalyayê ya bi deh hezaran kes herikînê de axivî, wiha got: “Em li pişt Deklarasyona Newroza 2013’an a beriya 11 salan li Amedê hatibû xwendin.”
 
Newroza Antalyayê bi tevlibûna deh hezaran mirovan bi awayekî bicoş hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşma “Dem dema azadî û serkeftinê ye” hate pîrozkirin de jî peyama bingehîn bû daxwaza azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.  
 
Gelê ku tev li pîrozbahiyên Newrozê bû her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Bijî Serok Apo” berz kirin. Pîrozbahî bi gotina stranên kurdî yên Koroya Zarokan a Aryenê dest pê kirin. Dû re Namzetên Hevşaredariyê yên Bajarê Mezin ê Antalyayê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetên hevşaredariyê yên navçeyan, Hevserokên DEM Partiyê yên Bajêr gel silav kir. 
 
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Antalyayê ya DEM Partiyê Nesîbe Bahadir a ewilî axivî, çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike, bi bîr xist û Newroza girtiyên siyasî pîroz kir. Bahadir wiha got: “Em ê bi dengê jinan bibêjin ‘Jin jiyan azadî’.” 
 
‘HER DENGÊ WERE DAYÎN DÊ JI QEYÛMAN RE BIBE BERTEK’  
 
Pişt re Namzetê Hevşaredariyê yê Bajarê Mezin ê Antalyayê Kemal Bulbul, bi bîr xist ku AKP 15 sal in Kepezê bi rê ve dibe û diyar kir ku navçeya Kepezê weke çiravê lê hatiye. Bulbul, bi lêv kir ku di encama xaçerêyên nayên çêkirin rojên borî welatiyekî di lehiyê de jiyana xwe ji dest da û got: “Em ê ji tu navçeyan û şaredariyan paş ve neçin.” Bulbul, ê bal kişand ser hevdîtinên dewleta tirk ên bi Iraq û Herêma Kurdistana Federe re wiha berdewam kir: “AKP planeke Sedam a nû amade dike. Li aliyekî çû Bexdayê li aliyekî çû Hewlêrê. Çû Washingtonê. Ji bo ku kurdan qetil bike destûrê dixwaze. Niha li qadê 30 hezar mirov hene. Newroza Antalyayê Newroza fînalê ye. Her dengê ku li Antalyayê were dayîn li dijî tecrîda li Îmraliyê helwesteke, silavkirina siyasetmedarên girtî ye û berteka qeyûman e. Tê wateya gotina ‘em li Antalyayê hene em ê hebin’. Me ji vir wekîl wergirt em ê ji niha şunda şaredariyê jî bigirin.”
 
Dû re parlamenterê DEM Partiyê yê Antalyayê Sarûhan Olûç, axivî û bi pîrozkirina Newroza Abdullah Ocalan û hevalên wî yên li Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin dest bi axaftina xwe kir. 
 
Olûç, deklerasyona Newroza 2013’an ku Abdullah Ocalan nivîsî bû bi bîr xist û wiha got: “Beriya 11 salan di Newroza Amedê de têkildarî jiyaneke wekhev û di nava demokrasiyê de ya hemû gel û baweriyên li Tirkiyeyê Deklarasyona Aştiyê hate xwendin. Em wê rojê li pişt wê Deklarasyona Aştiyê bûn, piştî 11 salan îro em li Antalyayê li pişt wê deklarasyonê ne. Mirovê ku ji bo aştiyê hişê xwe fikra xwe, xwe bi xwe daniye holê li Îmraliyê li dijî wî tecrîdeke bêhiqûqî û derveyî mirovî tê pêkanîn.”
 
‘JI QADA NEWROZÊ BERSIV DA DESTHILATÊ’  
 
Olûç, ji bo ku tecrîd were bidawîkirin, ji bo aştiyê gav were avêtin û ji bo azadiyê muzakere were kirin bang li desthilatê kir, wiha domand: “Qasî ku em dibêjin aştî, Tayîp Erdogan dibêje şer û pevçûn. Em dijminatî û nebaşiyeke bi rêxistinî re rûbirû ne. Me li dijî vê têkoşîna aştiyê ya bi rêxistinkirî meşand, em dimeşînin. Desthilateke ku dixwaze gelekî ruhê azadiyê temsîl bike ji holê rake heye. Vaye vî gelî îro li qada Newrozê bersiv da.”
 
Newroz bi vêxistina agirê Newrozê ya Dayikên Aştiyê û gerandina govendê berdewam kir. 
 

Sernavên din

25/03/2024
13:17 Girtiya ku di qezaya rîngê de birîndar bû birin girtîgehê
11:35 Bakirhan li Agiriyê ye: Bila peyamên gel ên qadên Newrozê rast bên fêmkirin
11:24 Lawê Yildizê ku bi sedyeyê birin girtîgehê: Dayika min nikare di girtîgehê de bimîne
10:40 3 sal in ji Abdullah Ocalan agahî nayên wergirtin
09:28 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 153 roj in agahî jê nayên girtin
09:27 Greva birçîbînê di roja 120’an de didome
09:13 ‘Herêma Kurdistanê operasyona Enqereyê bipejirîne dibe ku destkeftiyên xwe winda bike’
09:02 Li Êlihê bi hezaran ciwan di şahiyê de hatin bahev
09:00 ROJEVA 25'Ê ADARA 2023'YAN
08:41 Xwebûn bi manşeta ‘Newroza 2024’an bû bersîva hesabên şaş: Agirê Newrozê li ezman jî vêket’ derket
08:11 Li Colemêrgê tundiya polîsan
24/03/2024
22:54 Li Cizîrê ciwan ber bi buroya hilbijartinê ya DEM Partiyê ve meşiyan
22:10 Qada Metînayê hate bombekirin
21:04 Li Qilebanê ciwanan pirs kirin namzetên hevşaredariyê bersivandin
20:35 OHD’ê û welatiyên enqereyî ji bo piştgiriyê serdana Şenyaşarê kirin
20:23 ‘Tu hêz nîne ku li pêşiya çareseriya ku Abdullah Ocalan daniye ser maseyê bisekine’
19:18 DEM Partiyê xebatên xwe yên hilbijartinê zêde kirin
17:38 Ji Antalyayê bang kirin: Em li pişt deklarasyona Newrozê ne
17:05 Bi meha ye bi daxwaza 'Azadî û çareseriyê’ nobetê digirin
17:01 Amedsporê li sehaya xwe Erzîncanspor 4-1 têk bir
16:51 Leyla Zana ji Curnê Reş axivî: Dê kurd bi ser kevin
16:37 Koçyîgît li Erxeniyê ye: Em di 31’ê Adarê de hesabê bipirsin
16:11 Li Edeneyê Newroza bicoş: Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye
16:10 Hatîmogûllari li Cîhanbeyliyê ye: Em ê agirê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
15:40 Di Newroza Enqereyê de berteka li dijî tecrîdê
15:12 Peyama Newrozê ya Kişanak: Rabe ser pêyan Enqere, vaye DEM hat!
14:32 Leyla Zana li Sêweregê bang kir: Dem dema avakirina yekitiya me ye
13:33 Xelatên Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe eşkere bû
12:41 Gelên Edene û Antalyayê govenda Newrozê digerînin
12:32 Li gelek bajaran pîrozbahiyên Newrozê
12:01 Daxwaza rihayiyan a Newrozê: Azadiya Abdullah Ocalan
11:56 Kadîr Înanir rakirin nexweşxaneyê
11:55 Ji bo tevlibûna Newroza Agiriyê bangawazî hate kirin
11:31 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê şahiyê li dar bixe
11:30 Hejmara 56’emîn a Kovara Jînê derket
10:49 DEM Partî li Rêya Armûşê û Tuşbayê bênavber dixebite
10:46 Bertek nîşanî girtina Yildiz dan: Bi temamî bêhiqûqtî ye
10:18 Doza ‘qaçaxçitî û bertîlê’: Serdarî beraet kir, li berbazî ceza hat birîn
09:52 ‘Li Sêrtê dê 6 hezar û 643 hilbijêrên qaçax dengê xwe bidin’
09:25 Hevseroka KON-MED a Almanyayê Akça: Heya Rêber Apo azad bibe em ê bitêkoşin
09:22 Ji bo qeydên hilbijêrên bitevger ma 3 roj: Dengek wê gelek tiştan biguhere
09:06 PDK’ê rojnameger Silêman Ehmed revand: Ev 152 roj in agahî jê nayên girtin
09:05 Greva birçîbînê di roja 119’an de didome
09:04 Xelkê Bazarcixê: Me valîzê namzetê AKP'ê amade kiriye, em ê bi DEM Partiyê bi ser bikevin
09:02 Namzetên DEM Partiyê yên Hezoyê bi projeyên mezin tên
09:01 Mehmet Ocalan: Pirsgirêk bi kuştinê çareser nabe, bi rêyên demokratîk çareser dibe
09:00 ROJEVA 24’Ê ADARA 2024’AN
23/03/2024
22:33 ÎHD û Dayikên Aştiyê çûn serdana Emîne Şenyaşarê
20:15 DEM Partî li qadê ye: Divê em bi dengên xwe yên helal pêşî li ber hilbijêrên sexte bigirin
18:43 Zana: Eger dilê we û jiyaneke hevpar hebe, divê hûn li gel fikira kurdan bin
18:18 Eleqeyeke zêde ji bo Tifaqa Dêrsimê
18:12 Hejmara kesên di êrişa li Moskowê de jiyana xwe ji dest dan gihaşt 133'yan
17:03 Ciwanên rexne li Erdogan kirin li naverasta kolanê hatin îşkencekirin
16:55 Tevî berfê jî xebatên hilbijartinê hatin domandin
16:53 Girtiyan ji bo Newroza Rihayê peyam şand: Dê agirê di dilê me de venemire
16:44 Putîn: Em ê hemû faîl û organîzatoran tespît bikin û ceza bikin
16:42 Bakirhan ji Abdullah Ocalan re got: Newroza te pîroz be
16:39 Agirê Newrozê li Bazarcixê geş kirin
16:18 Beşdarên Nobeta Edaletê: Heta tecrîd radibe dê têkoşîn bidome
16:16 Ji bo girtiyên nexweş Aygun û Yavuz bang kirin
15:48 Li quntarê Çiyayê Gomanê pîrozbahiya Newrozê: Ronahiya roja me bi têrî me tevan dike
15:33 Li Mûşê pîrozbahiya Newrozê: Gelê kurd ji bo azadiyê qadan dadigire
15:28 Xizmên Windakiriyan bertek nîşanî biryarên ‘demborînê’ dan
15:10 Zana: Rêya Sêyemîn rêya demokrasiyê ye
14:54 Parêzera Hatîce Yildizê: Pere di bin kontrola dewletê de hatiye şandin, biryar derhiqûqî ye
14:40 Dayikên Şemiyê faîlên Hasan Ocak pirsîn
14:36 Li Rihayê coşa Newrozê: Muxatabê çareseriyê birêz Ocalan e
13:55 HSD: Li dijî DAIŞ’ê hewcehî bi hevkariyeke bibandor a navneteweyî heye
13:47 Rêya di navbera Amed-Çewligê de ji ber berfê hate girtin
12:34 Hunermendên kurd piştgirî dan DEM Partiyê
12:33 Li navçeyên Amedê berf dibare
12:32 Ji ber êrişa Moskovê 11 kes hatin girtin
12:15 Dê ruhê Newrozê veguhêzin ser sindoqan
11:37 Xizma girtî ya 75 salî Yildiz ku bi sedyeyê ji mal derxistin hate girtin
11:36 Dê bi DEM Partiyê re şaredarvaniya zelal û gelparêz bê Dîgorê
11:22 DEM Partiyê Beyannameya Hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir: Dê di her qadê de zarok esas bên girtin
11:15 Newroza Rihayê bi coşeke mezin dest pê kir
10:47 Namzetên bajarokê Xoşxeberê yên DEM Partiyê amadekariyên şandina qeyûm dikin
10:17 Avê nadin girtiyê nexweş Tuzun ê di hucreyê de tê ragirtin
10:07 Dê li ser sindoqê bersivê bidin polîtîkayên cihêkar ên AKP’ê
09:50 AKP'ê gotibû 'em ê bikin Parîs': Lê rê di nava heriyê de mane
09:48 DEM Partî li Norşînê li pey reqorê ye
09:47 TUGVA’yê heqê fitarayê xwe bi qeyûm da dayîn
09:33 Ji ber nûçeyan der barê 4 girtiyan de doz hat vekirin
09:24 Êrişa li Moskovê DAIŞ’ê li xwe girt
09:13 Cezayê li hevserokê berê yê MEBYA-DER'ê Karadag hatibû birîn hat erêkirin
09:11 Ji şirnexiyan li dijî êrişên gengaz banga yekitiyê
09:06 Xwest bavê wê yê nexweş û 80 salî bê berdan
09:04 151 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:01 Girtiyên siyasî bi daxwaza ‘azadiyê’ ev 118 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:00 ROJEVA 23’YÊ ADARA 2024’AN
08:55 Zana: Xwedî li partiya we bi keda xwe ava kiriye derkevin
22/03/2024
22:46 Li Moskowê êrişî salona konserê hat kirin
21:57 Tulay Hatîmogullari çû serdana Emîne Şenyaşar
20:50 DAIŞ'ê 2 kes qetil kirin
20:36 Ji şaredarîvaniya wekhev û azadîxwaz re hindik ma
19:45 Li Îzmîrê 4 endamên ESP'ê hatin girtin
19:13 Ûçar: Çareserkirina pirsgirêka kurd dê welêt aram bike
18:06 Siyasetmedar Zana: Her kes kesekî/ê qaneh bike
16:49 Ahmet Turk ji bo piştgiriya namzetên partiyê çû Şirnexê