Parêzerê Abdullah Ocalan: CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye

img
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî diyar kir ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê ji aliyê saziyên girêdayî Konseya Ewropayê hatine veşartin û wiha got: “CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT erka xwe ya ‘pêşîlêgirtina îşkenceyê’ winda kiriye.”
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ji 15’ê sibata 1999’yan ku bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin, ji 25’ê Adara 2021’an ve agahî nayê wergirtin. Abdullah Ocalan heta 27’ê tîrmeha 2011’an bi navber karî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê pişt re bi hincetên cuda destûr nehate dayîn ku parêzer pê re hevdîtinê bikin. 
 
Piştî ku di 8’ê mijdara 2018’an de li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bi hezaran girtî tevlibûn hate destpêkirin, Abdullah Ocalan ewilî di 2’yê gulanê de pişt re di 22 gulan, 12 hezîran, 18 hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re 5 hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina dawî, hevdîtina bi parêzeran re bi temamî hate astengkirin. Abdullah Ocalan herî dawî jî bi birayê xwe Mehmet Ocalan re di 25’ê adara 2021’an de bi telefonê axivî bû. Piştî telefona di nivîyê de hate qutkirin û vir ve ji Abdullah Ocalan tu agahî nayên wergirtin.
 
Yek ji parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser muwekîlê wî û bandora wê nirxandin kirin. 
 
‘3 SAL IN EM AGAHIYÊ JÊ NAGIRIN’ 
 
Yureklî, bi bîr xist ku herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi Abdullah Ocalan re hatiye axaftin û diyar kir ku polîtîkayên tecrîda girankirî bi komploya navnetewî dest pê kirin lê di sê salên dawî de gihiştin lutkeyê. Yureklî, bal kişand ku ji roja Îmrali hatiye avakirin ve Îmrali bi pergala tecrîd û îzolasyonê tê birêvebirin û wiha got: “Ji 25’ê adara 2021’an ve me agahî ji birêz Ocalan û muwekîlên xwe yên din negirtî ye. Agahî negirtinê deynin aliyekî em nizanin ka li Girava Îmraliyê çi çêdibe. Şertên tenduristiyê yên muwekîlên me, xwe gihandina mafan çawa ye agahiyeke me nîne. Herî dawî di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re bi telefonê axivî. Birêz Ocalan di vê axaftinê de diyar kir ku di statuya hukumxwariyê de ye, divê mafên wî yên qanûnî demildest bên pêkanîn û xwestibû ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Lê tevî hemû hewldanên me yên hiqûqî heta niha tu encam nehatin bidestxistin.”
 
‘PERGALEKE BÊHIQÛQÎ HATE AVAKIRIN’  
 
Yureklî, da zanîn ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn, heta niha serî li hemû sazî û dezgehên navnetewî hatiye kirin lê dema mijar dibe Îmrali û Abdullah Ocalan hiqûq tê paşguhkirin. Yureklî, axaftina xwe wiha domand: “Herî dawî hezar û 330 parêzeran ji bo rêya hevdîtinê were vekirin û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin deklarasyonek weşand. Me beriya niha serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nûnertiyên Konseya Ewropayê yên têkildar dan. Ji ber me ji van tu encam negirtin me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. DMME’yê têkildarî vê di sala 2022’yan de biryareke tedbîrê ya cidî da. Lê ji ber Tirkiye li gorî vê biryara tedbîrê tevnegeriya, dîsa ev biryar jê re hate ragihandin. Lê di şertên heyî de heta niha pêkanîna van biryaran pêk nehat.”
 
Yureklî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên têkildarî Îmraliyê de pergala Îmraliyê weke ‘pêkanîneke sê ling’ nirxandiye û ji bilî vê weke ‘polîtîkayên Îmraliyê yên millî’ penase kiribûn. Ji ber vê yekê tecrîda Îmraliyê ne pergaleke ku hikumeta Tirkiyeyê bi tena serê xwe bi rê ve bibe ye. Bêhiqûqiya li Îmraliyê tu car evqas pêş nekitibû. Di taybetmendiya Îmraliyê de pergaleke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin û teoriyeke bêhiqûqiyê ya nû hate avakirin. Ji ber konjonktura navnetewî ya em di nav de piştgiriya hêzên din a navnetewî jî heye. Ev ne ji hiqûqa Ewropayê serbixwe ye. Ji ber ku pergaleke îşkenceyê ya 3 sal in berdewam dike heye, ne pêkane ku ev di nava pergala hiqûqê ya Ewropayê de be, ev yek encax bi lihevkirineke veşartî dikare were berdewamkirin.”
 
‘DIVÊ WERE DÎTIN KU ŞEREKÎ NATOYÊ YE’
 
Yureklî, bi lêv kir ku kûrbûna pergala tecrîdê ya Îmraliyê bi karakterê navneteweyî yê pirsgirêka kurd re têkildar e û got: “Divê were dîtin ku rastiya şerê tê meşandin, şerekî NATO’yê ye. Niha komploya navneteweyî, bi destê saziyên hiqûqê yên navnetewî ve tê berdewam kirin. Hêj jî navenda komployê Îmrali ye. Saziyên hiqûqê yên Ewropayê û saziyên girêdayî Konseya Ewropayê jî erka veşartinê ya vî karî dikin. CPT, ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye. CPT rola pêwîst a pêşîlêgirtina îşkenceyê û pêkanîna azadî û mafên mirovan bi cih naîne. CPT’yê di taybetmendiya Îmraliyê de ev rol û erka xwe winda kiriye.”
 
‘LI ÎMRALIYÊ HER TIŞT LI PIŞT PERDEYA NEPENÎTIYÊ TÊ MEŞANDIN’ 
 
Yureklî, anî ziman ku ji roja Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin ve her tişt “li pişt perdeya nepenîtiyê” tê meşandin û wiha pê de çû: “Li Îmraliyê 25 sal in her tişt li pişt perdeya nepenîtiyê tê meşandin. Li girtîgehên din diyar ku çend ton beton hatiye bikaranîn, çend personel tên xebitandin, ewlehî ji aliyê kê vê tê kirin, pêkanîna pêdiviyên kantînê çiqas dem digire, serdanên malbatan kengî çêdibin, serdanên parêzeran bi çi awayî pêk tên diyar e. An ku ji avadaniya wê ya fizîkî bigirin heta pêkanîna mafan her tişt zelal e. Lê li Îmraliyê rewşeke wiha tu caran pêk nehatiye. Ewlehiya Îmraliyê kî pêk tîne, pêdiviya kantînê çawa tê bicihanîn, şertên wan ên jiyanê çawa ne, yek ji van jî nayê zanîn. Mafê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê heye ku serdana hemû girtîgehan bike, evqas sal in tenê serdanek jî li Îmraliyê nehatiye kirin. Ji ber vê yekê li Îmraliyê çi dibe em nizanin. Wêneyê birêz Abdullah Ocalan ê heta niha gihiştiye destê me aydê sala 2013’an e. 10 sal in yek wêneyekî wî nehatiye berdestê me. Destûr nayê dayîn ku nameyekê binivîsin.”
 
Yureklî got ku “Di kesayeta birêz Ocalan de li dijî pergala tecrîdê ya Îmraliyê berxwedaneke mezin pêk tê” û ev tişt gotin: “Berxwedaneke ku tecrîd û zordariya li Îmraliyê gelekî derbas dike heye. Di rastiyê de yê ku kûrkirina tecrîdê diyar dike, berxwedana Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan 25 sal in bênavber li ber xwe dide.”
 
‘FELSEFEYA OCALAN LI HEMÛ CÎHANÊ BELAV BÛYE’ 
 
Yureklî, bal kişand ku paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan daniye holê ji aliyê hemû cîhanê ve tê nîqaşkirin û wiha lê zêde kir: “Birêz Ocalan paradîgmaya ku afirandiye bi awayekî fiîlî xistiye meriyetê jî. Me ev li Îmraliyê gelek caran dît. Tevî evqas zext û tecrîdê li hemû cîhanê niha paradîgmaya birêz Ocalan tê nîqaşkirin. Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ girêdayî felsefeya ku Ocalan pêş xistiye, li her derê pêk tê. Vê felsefeyê xwe weke rê û sekna li dijî modernîteya kapîtalîst a heyî pênase kiriye û dikeve meriyetê. Esas di asta paradîgmayî de tişta em jê re dibêjin rêya sêyemîn ev e. Ev rê bi taybetî li Rojhilata Navîn li dijî hêzên hegemonîk ên li ser dijberiya gelan hebûna xwe didomînin, garantîkirina pêşeroja gelan e.”
 
JI QADÊN NEWROZÊ PEYAMÊN OCALAN 
 
Yureklî yê ku daxwaza azadiya Abdullah Ocalan a ji qadên Newroza 2014’an weke “israrkirina gelê kurd a di maf û azadiya xwe de” nirxand, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Newroza ku di salên 90’an de gihişt lûtkeyê îro ji bo gelê kurd bû cihê lêgerîna maf û berxwedanê û bilêvkirina daxwazên civakî û siyasî. Gelê kurd careke din li qadan hesreta jiyaneke azad û wekhev ku birêz Ocalan daniye holê, qêriya. Dema ku em bi giştî lê dinêrin, gel di Newrozê de li dora Birêz Ocalan bûn yek, pratîkeke mezin a demokrasiyê nîşan da û careke din daxwaza azadiya Ocalan kir.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

01/07/2024
14:54 Çawişên pispor zarok tacîz kirin, qeymeqamtiyê hewl da rewa bike
14:30 Di 6 mehên salê de 34 kolber hatine kuştin
14:28 Di meha hezîranê de 40 kes li Efrînê hatine revandin
13:31 Temellî: Gotinên nefretê weke êrişên lîncê derdikevin pêşberî me
12:56 Doza Komkujiya Garê: Bersûc xwest li Davûtoglû bê guhdarîkirin
12:51 Meşvan ber bi Edeneyê ve bi rê ketin
12:29 Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket
11:57 Qîra germ rijandin ser rêya Gola Kraterê ya Nemrûdê!
11:08 Qeyûm nehişt endamên meclisê bikevin avahiya şaredariyê
10:07 Berwarî: Armanca Tirkiyeyê dagirkirina başûrê Kurdistanê ye
09:45 Jina birîndar bûbû piştî 9 rojan mir
09:37 Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in
09:19 Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat
09:01 Hunermendê NÇM’ê Cengîz: Di bin polîtîkaya qeyûm de qirkirina çandî heye
09:00 ‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’
09:00 ROJEVA 1’Ê TÎRMEHA 2024’AN
08:59 Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin
08:52 Welatiyan li çawişên pispor ên tacîzkar xistin
08:36 Çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di roja 218’an de ye
08:35 Baroya Mêrdînê: Divê ew êrişa nijadperest were ronîkirin
08:28 Xwebûn bi manşeta ‘Ev meş destpêk e’ derket
30/06/2024
23:45 Nobete Rêzgirtina ji Îradeyê re: Colemêrg ya me ye
23:21 Li Qoser û Hezexê li dijî qeyûm meş hatin lidarxistin
22:43 Di teqîna li Îzmîrê de hejmara miriyan derket 5’an
22:21 Zeynep Kinaci hate bîranîn
21:33 Meşa Rêzgirtina li Îradeyê li Enqereyê ye: Dê meşa me ya Edaletê bidome
18:23 Li Xezayê hejmara miriyan nêzî 38 hezaran bû
17:53 Jin ji bo ‘jiyana ekolojîk’ meş li dar xistin
17:29 Li Dihokê bombebarana Tirkiyeyê: Li herêmê şewat derket
16:48 Hatîmogûllari: Hevpariya jinan têkoşîn e
16:43 Li pêşiya Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’
16:24 Li Îzmîrê di malekê de teqîn çêbû: 3 kes mirin
16:07 Bi hinceta bexş neda Komeleya Şehîd û Gaziyan cezayê hefsê dan Yilmaz
15:47 Li Şirnexê 14 herêm weke ‘herêma ewlehiya taybet’ hatin ragihandin
15:29 Keskîn: Zîhniyeta di salên 90’î de xelkê me qetil kirî dîsa derket holê
15:08 Hevşaredara Colemêrgê Tekîn: Em dixwazin tevî gelên Tirkiyeyê re têbikoşin
14:50 Danişîna rojnameger Ehmed bêyî were lidarxistin hat taloqkirin
14:49 Aktîvîsta îranî Atîfe Rangrêz hate girtin
14:15 Li Elkê qirkirina xwezayê: Bi tevlibûna sedan cerdevanan dar tên birîn
14:08 Li Eskîşehîrê jinek hate qetilkirin
13:58 ‘Meşa rêzgirtina li îradeyê’ ya DEM Partiyê dest pê kir
13:46 Li pey mîhrîcana wezaretê tenê gilêş ma
13:35 Çawişê pispor ê hevjîna xwe qetilkirî hate girtin
12:21 MEB bi rêziknameya dawî re xwendekaran bêhtir dixe xizmeta sermayeyê
11:28 Bi zemên hatine kirin re xetên mînîbûsan dan ber firotinê
11:02 Ji bo serlêdanên Pêşbirka Şehîd Denîz Firat banga dawî
10:55 Kovara Jinê bi manşeta ‘Siyaseta şer, milîtarîzm û jin’ derket
10:53 Di hezîranê de li Kurdistan û Tirkiyeyê gelek şewat derketin
10:30 Abdullah Ocalan: Zîlan manîfestoya jiyana me ye
10:00 Roja Teqawidbûnê ya Cîhanê: Teqawid di dorpêça krîza aboriyê de ne
09:09 Çîroka birayên girtî yên nexweş
09:07 Parêzer Oyke: Heya em agahiyekê ji Îmraliyê bigirin wê serlêdanên me bidomin
09:00 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 217’an de didome
09:00 Heqareta Ozdag a li Şêx Seîd wekî 'azadiya ramanê' hat hesibandin
09:00 Girtî Acar ê ku têlên diranên wî hatine qetandin nabin nexweşxaneyê
09:00 ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2024'AN
29/06/2024
22:09 Mîtînga ‘Em rê nadin qeyûm’ bi dawî bû
21:54 Hevşaredara Colemêrgê Tekçe: Qeyûm pirsgirêka hevpar e
21:48 Yuksekdag: Dê biser nekevin
Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin
20:51 Akiş ê ku qeyûm tayînî şûna wî kirine: Em serbilind in
19:50 Orhan Dogan hat bibîranîn
19:16 Di mîtînga li dijî qeyûm de banga hevpar: Em têkoşîna yekbûyî bilind bikin
16:54 47 Saziyên civakî bêhurmetiya li dijî cenaze şermezar kirin
16:44 Li Êlihê şewat derket
16:43 NY ji bo Roboskî parastinê ji Tirkiyeyê xwest
16:29 Polîsan dest danîn ser wêneyên Şêx Seîd
16:21 Şandeya EMEP’ê serdana herêma şewatê kir
16:00 Koma sêyemîn ‘Nobeta rêzgirtina ji vînê re’ dewr girt: Têkoşîna me dê bênavber bidome
15:42 'Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin'
15:24 Progressive Allianceyê ji bo piştevaniyê serdana DEM Partiyê kir
15:09 Li sê bajaran ji bo sê girtiyan banga berdanê hat kirin
14:38 Li Wanê komek li kolanan çopê belav dike
14:34 Li Efrînê ciwanek revandin û li kesekî jî êriş hat kirin
14:20 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Ateş pirsîn
14:18 Li Mûglayê tundiya zilam: 3 kuşt, 2 kes jî birîndar kir
14:01 Ji MYK ya DEM Partiyê biryarên girîng
13:48 Şêx Seîd û 46 hevalên xwe hatin bibîranîn: Bila sala 2025'an bibe sedsala Şêx Seîd
13:17 Çalakiya Xizmên Windayan: 100 sal in rêber û rêveberên kurdan winda ne
13:16 Li Alanyayê mirina biguman a xwendekarekê
12:53 Hilbijartinên Îranê ji tûra duyemîn re man
12:08 Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn
11:36 Rojnamevanê aşiqî çand û zimanê xwe: Mazlûm Erencî
11:35 Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn
11:29 Rojnamevan Ehmed derdikeve pêşberî dadgehê
11:20 Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin
11:14 Polîsê ku Kazanhan qetilkiriye ev 16 meh in nayê girtin
10:42 Cengîz Çîçek: Birêz Ocalan heqîqeta gelê kurd bi xwe ye
10:02 Cihên wezîfeya 4 hezar û 303 dadger û dozgeran guherî
09:33 Abdullah Ocalan: Qirkirina li dijî kurdan di 1925’an de dest pê kir
09:25 Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû
09:18 Qeydên koliyên bi 53 milyonan ji bo namzetê AKP'ê hatine stendin hatine jêbirin
09:16 Li ber tava havînê tevrikê dikin
09:01 Çalakiya bi daxwaza azadiyê di roja 216’an de didome
09:00 ROJEVA 29'Ê HEZÎRANA 2024'AN
28/06/2024
23:20 Nobeta li dijî qeyûm: Em dest ji vîna xwe bernadin
18:59 Zeynep Kinaci hat bibîranîn
18:55 Di çalakiya 'dawî li tecrîdê bîne' de bang: Daxwazên dayikan pêk bînin
18:10 Doza Ayşe Gokkanê hat taloqkirin
16:23 Bavê faîl ku şahid e tev li danişîna Hasret Tûtalê nebû
16:07 Selek ji doza 4 caran jê beraet kiriye dîsa tê darizandin