Nobeta Edaletê: Heke Abdullah Ocalan azad nebe, tu kes azad nîn e

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan û ziyaretvanên Nobeta Edaletê ku azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin, banga xurtkirina têkoşînê kirin û wiha gotin: “Heta ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan neyê şikandin û ji hêla fîzîkî ve azad nebe dê tu kes azad nebe.”
 
Li gel ku demeke dirêj tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nehatin girtin, di 10’ê cotmeha 2023’yan de li 74 navendên cîhanê, bi daxuyaniyên hevpar kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de girtîyên siyasî yên di girtîgehên li Tirkiye û Kurdistanê de tên ragirtin, di 27’ê cotmehê de bi heman daxwazê greva birçîbûnê dane destpêkirin. Piştî ku çalakî di girtîgehan de berbelav bû, xizmên girtiyan û rêxistinên sivîl ên civakî li gelek bajaran Nobeta Edaletê dan destpêkirin û çalakî îro jî berdewam kir.  
 
MÊRDÎN
 
Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê di avahiyê Rêxistina DBP’a Mêrdînê de dane destpêkirin di roja 82’emîn de berdewam dike. Çalakgerên nobetê stranên têkoşînê gotin û diruşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. 
 
Ji kadroyên PKK’ê Ferhat Kurtay ê bi 3 hevalên xwe ve di dema cuntaya leşkerî ya sala 1980’an de di girtîgeha Amedê de li dijî îşkenceyê agir berdan bedenên xwe. Xwişka Kurtay Rabîa Kurtay daxwazên xwe dubare kirin. Kurtay anî ziman ku ew ji bo azadiyê nobetê digirin û wiha axivî: “Em dixwazin riya aştiyê vebe. Em dixwazin zarokên me werin berdan. Tim di girtîgehê de tên ragirtin. Ma doza çi dikin? Doza mafên xwe,  zimanên xwe dikin. Em ji tu kesê sedeqeyê naxwazin. Ev doza me ye. Em ji bo vê dozê di nobetê de ne. Em wekheviyê û mafên xwe dixwazin.” 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) bi daxwaza ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk hatiye destpêkirin di roja 116’emîn de berdewam dike. 
 
Parlamenterê Partiya Çep a Almanyayê Gokay Akbulut ê bi şandeya ji bo nobet û hilbijartinê bişopîne ji Almanyayê hatiye re serdana nobetê kirin. Şande di serdanê de daxwazên xizmên girtiyan guhdar kirin û piştevaniya xwe anî ziman. 
 
Xizmên girtiyan di nobetê de xwestin zextên ser girtîgehan bi dawî bibin û anîna ziman ku ew ê nobeta xwe bidomînin. Nobet bi berzkirina diruşma “Bê serok jiyan nabe” dom kir. 
 
ÊLIH
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 57’emîn de berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, rêxistinên DEM Partiyê yên Êlihê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê û gelek welatî serdana nobetê kirin.
 
Dayik Safure Akin a çalakiyê didomîne anî ziman kurê wê Yunus Akin ê di Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Samsûnê de tê ragirtin, ji mehekê zêdetir e, di bin tecrîdeke giran de ye û diyar kir ku rastî tundiya fîzîkî tê. Akin da zanîn ku girtiyên siyasî rastî muameleyên cuda tên, ji raya giştî re banga hestiyariyê kir û wiha got: “Kurê min her cara ku li me digere dibêje ku, ‘Gefa mirinê li me dixwin. Xwedî li me derkevin.’”
 
STENBOL 
 
Nobeta Edaletê di roja 110’emîn de berdewam kir. Rêxistina DEM Partiyê ya Beylikduzu, aktîvîstên TJA’yê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAYDER) serdana Nobeta di avahiyê Rêxistina Sûltangazî ya DEM Partiyê de tê domandin, kirin. 
 
Ziyarette konuşan TJA aktivisti Xece Başkale, PKK Lideri Abdullah Öcalan üzerindeki tecride değinerek “Abdullah Öcalan üzerindeki tecrit kırılmadan ve fiziki özgürlüğü sağlanmadan hiç kimse özgür değil” dedi. 
 
Di serdanê de aktîvîsta TJA’yê Xecê Başkale bal kişand ser tecrîda girankirî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan  û wiha got: “Heta ku tecrîda ser Abdullah Ocalan neyê şikandin û azadiya wî ya fizîkî neyê pakanîn, dê tu kes azad nebe.”

Sernavên din

31/03/2024
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin