Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe

ŞIRNEX - Malbatên Haci Lokman Bîrlîk ê cenazeyê wî bi wesayîta zirxî ve hatibû kaşkirin û Fatma Uyar a li Silopiyayê hatiye qetilkirin wiha gotin: “AKP zarokên me dikuje, xwezaya me talan dike, bajarên me xera dike, zimanê me qedexe dike. Em bi tu awayî deng nadin wan.”
 
Dayika Haci Lokman Bîrlîk (24) ê di 3’yê cotmeha 2015’an de li Taxa Dîcleya Şirnexê wek birîndar hatiye binçavkirin, bi 28 guleyan hatiye qetilkirin û bi pişt wesayîta zirxî ve bi erdê re hatiya kaşkirin Nazîre Bîrlîk û dayika Fatma Uyar a li Silopiyayê hatiye qetilkirin Hatîce Uyar têkildarî hilbijartinên herêmî bangawazî kirin. 
 
‘BILA HER KES XWEDÎ LI DENGÊ XWE DERKEVE’
 
Nazîre Bîrlîk Nêrgizên ku li ser gora kurê wê şîn bûbûn gîrt destê xwe û axivî. Bîrlîk li gel hemû tiştên hatine jiyîn wiha bang kir: “Bila her kes xwedî li dengê xwe derkeve.
 
Bîrlîk bal kişand ser têkoşîna gelê kurd a bi salan e dom dike û anî ziman ku divê gel êdî vê têkoşînê baş nas bike û li gorî wê tevbigere. Bîrlîk wiha axivî: “Ewqas xwîn hate rijandin, ma ne guneh e? Divê her kes xwedî li xwe derkeve. Divê gelê me hişê xwe bine serê xwe. Dema ku hûn dengê xwe didin partiyê, hûn dengê xwe nadin min an jî keseke din. Hûn ê dengê xwe bidin xwe. Hemû cîhan ji bo xwe dixebite. Bila kurd jî ji xwe re bixebitin.” 
 
‘DIVÊ KURD BIBIN YEK’
 
Bîrlîk destnîşan kir ku AKP ji bo ku di van hilbijartinan de bi ser bikeve kanepe, alavên mal ên spî, koliyên xurekan belav dike û axaftina xwe wiha domand: “Îro li hin derdoran hin tiştan belav dikin. Çi belav dikin bila bikin. Her tişt ji şeref û şanaziya mirov re meye. Heke bi pereyan dengê xwe bifiroşin jî dê dawiya dawî ew pere xelas bibe. Lê dê şanaziya we çi be? Hûn ê çawa li rûyê hevalên xwe û cînarên xwe binêrin. Em mirovên hev in, ji heman xwînê ne. Divê doza hemû kurdan yek be. Bila tu kes nebêje ‘Çi ji min re’. Bila her kes hişê xwe bîne serê xwe. Bila ji Xwedayê xwe û doza xwe şerm bikin. Yên ji doza xwe şerm nekin dê ji Xwedê jî şerm nekin.”   
 
Bîrlîk têkoşîna gelê kurd a bi dehan sal in dom dike bi bîr xist û wiha derbirî: “Ewqas xwîna ciwanan li ser vê axê hate rijandin. Li Kurdistanê tu mirova dûrî vê dozê nîn in. Ev her kesekê eleqedar dike.”
 
ZAROKÊN ME LI BAJARÊN ME QETIL KIRIN’
 
Dayika Fatma Uyara endama Kongreya Jinên Azad (KJA) ku di demên qedexeyên derketina derve de li Silopiyaya Şirnexê hate qetilkirin, Hatîce Uyar jî ji bo hilbijartinên herêmî bangawazî kir. 
 
Uyar diyar kir ku AKP dijminê kurdan e û ev tişt gotin: “AKP heqaretê li gelê kurd dike, neheqiyan dike. Zarokên me dikuje, xwezaya me talan dike, bajarên me xera dike, zimanê me qedexe dike. Em bi tu awayî dengê xwe nadin wan. Ji ber di bajarên me de zarokên me hatin qetilkirin. Yên ku ji AKP’ê re hevaltiyê dikin bêîman û bêwijdan in.”
 
‘EM DEST BIDIN HEV’
 
Uyar got ku divê gelê Şirnexê xwedî li îrade û gelê xwe derkeve û axaftina wiha domand: “Divê em ji vê zilmê xelas bibin. Em dest bidin hev û dengê xwe bi kar bînin. Ev vê carê bajarê xwe ji hin kesên din re nehêlin. Kolan kolan digerin kanepe û koliyên xurekan belav dikin. Pereyan didin hin kesan. Bila bikin ji bo me tu wateya vê yekê nîn e. Çi bidin bila bidin, mafê gel e. Malê bavê xwe belav nakin, heqê gelê me yê xizan belav dikin. Bila insanên me malzemeyên tên belavkirin bigirin lê belê dema ku deng didin, bila destê xwe danin ser wijdana xwe. Ew ne hevalê gel in, dijminê gel in. Bila gelê me bi vê zanebûnê dengê xwe bikar bîne. Em xwediya axa xwe û doza xwe ne. Her ku em bijîn, em ê di nava têkoşîna xwe de bin. AKP şev û roj bigere jî em bi tu awayî deng nadin wan.” 
 
‘EM JI BO ZIMAN Û NASNAMEYA XWE DENG BI KAR TÎNIN’
 
Uyar di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Dema em diçin ser sindoqan, em tenê dengê xwe nadin kesekê an jî şaredariyê. Em ji bo kurdayetiyê, ziman û axa xwe deng xwe bi kar tînin. Em wek kurd hatin dinyayê û zimanê me jî kurdî ye. Em ziman, nasname û fikra xwe naguherînin.”
 

Sernavên din

31/03/2024
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin