Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir

img
AMED - Derket holê ku namzetê AKP’ê yê Xana Axparê Davut Arzu ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re bi bihayê 2 milyon TL’an peyman îmze kiriye. 
 
Hat îdiakirin ku namzetê AKP’ê yê navçeya Xana Axpar a Amedê Davut Arzu li gundên Xalîviran, Dar, Dogruk û Îltaşê ji bo hezar û 200 dengan bi keya û melayan re peyman mohr kiriye. Li gorî belgeya bi îmzeya şil a li ser hesabên medyaya dijîtal hatiye parvekirin, mela jî tev li vê peymanê bûne. Di belgeya hatiye mohrkirin de hatiye gotin ku heke ji namzetê AKP’ê re hezar û 200 deng derbikevin, weke temînat dê 2 milyon TL pere ji melayê gundê Haliorenê Mahfûz Bîlgîç were bên şandin. 
 
Di peymana tê îdiakirin duh hatiye mohrkirin de îmzeyên keyayê gundê Xalîvîranê Kamîl Bulbulcu, melayê Haliorenê Mahfûz Bîlgîç, keyayê gundê Darê Sabah Ozpinar, keyayê gundê Dogrukê Mahmût Ozgulter, kesekê paşnavê wî Duman lê navê wî baş nayê xwendin û namzetê AKP’ê Davut Arzu hene. 
 
KEYA: AGAHIYA MIN JÊ TUNE YE
 
Têkildarî mijarê em li keyayê gundê Dogrukê Mahmût Ozgulter geriyan û wiha got: “Agahiya min jê tune ye. Nizanim kê amade kiriye. Ev, gotinên derew in û tu agahiya min jê tune ye. Agahiya min jê tune ye.” 
 
'HEKE BELGEYEKE WIHA HEBE NIHA YA RAST JÎ HEYE’
 
Keyayê gundê Haliorenê Kamîl Bulbulbu ku îmzeya wî ya şil jî li ser peymanê heye û weke ewil got “Na.” Keyayî pirsa “Belge li ku hatiye dîtin?” kir û wiha got: “Tiştekî wiha tune ye. Kê wisa kiribe, dê çima li ser medyaya dijîtal parve bike?” Heke belgeyeke wiha hebe, niha belgeya rast jî heye. Peymanekî wiha niha teqez heye. Divê em kesên ev yek kirin derxin holê. We jixwe belge dîtiye.” Bi van gotinên xwe jî piştrast kir ku belgeyeke wiha heye. 
 
NAMZETÊ AKP’Î: ÎMZEYA MIN NÎNE
 
Herî dawî jî em li namzetê AKP’ê Davut Arzu geriyan. Arzu, wiha got: “Madem wisa ye bila 3 roj berê parve bikirana. Çima di şeva hilbijartinê de parve dikin. Tiştekî wisa tune ye. Ev meheke li ser hesabên medyaya dijîtal her derew tên parvekirin. Em dibêjin bila hilbijartin bêqeza û bêbela derbas bibe. Ji bo hilbijartinê êrişeke wiha nemerdane nabe. Ma me berê çekê daye serê kê. Yên dengê xwe didin didin yên nedin jî nadin. Ewqas derew jî nabin.” 
 
Arzu, got ku ji ber lihevnekirina ser erd di navbera wî û keyayan de axaftinek derbas bûye û wiha bi dawî kir: “Ma em bibêjin hev bikujin? Di navbera du malbatan de li ser erdî nelihevkirinek heye. Hûn jî ji heman malbatê ne. Min got ku dema ez hatim hilbijartin dê vê meseleyê çareser bikim. Îmzeya min hatiye teqlîdkirin. Hinek kesan nivîsandine û xêz kiriye. Nizanim ewqas pereyan bide, ewqas tiştan bike. Hilbijartineke ewqas nemerdane nabe.” 
 

Sernavên din

31/03/2024
15:55 ‘Di sindoqan de bersiva xespkirina îradeyê bidin’
15:42 Welatiyan bertek nîşanî namzetê AKP’ê dan: Hişyar bin diz heye!
15:37 Dogan ji bo hilbijêrên veguhestî bang li muxalefetê kir: Divê hûn bibêjin ‘na’
15:28 Hinek kes li ser kursiya biteker hinek jî li ser gopal çûn ser sindoqê
15:07 Di sindoqa 120 hilbijêrên wê hene de tenê hilbijêrek ji Qersê ye
15:06 Polîs xaza îsotê berda namzeta DEM Partiyê
15:05 Bi gotina ‘ez ê bibim alîkar’ mohr li AKP’ê da
15:04 Bi hilbijêrên veguhestî nikarin bi ser kevin: Ev hilbijartin rewa nîne
14:50 Ahmet Turk: Ji Rûsyayê jî hilbijêr veguhestin
14:42 Namzetê Şaredariyê yê AKP’î berpirsyarê sindoqê derb kir
14:37 Hilbijêrên li dijî ‘veguhestinê’ çûn ser sindoqê: Em ê bi ser kevin
14:36 Şandeya navneteweyî çû serdana dibistanên Pasûrê
14:28 Li Kaşê bi pileya 4.2’yê erdhej çêbû
14:14 Berdevka DEM Partiyê: Sindoqan neterikînin, roj roja serkeftinê ye
14:12 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê ji bo dengdayînê bang kirin
13:53 Sancar: Em îradeya xwe nadin xespkirin
13:53 Li dijî dorpêça leşker û polîsan nexweş diçin ser sindoqan
13:50 Ji ciwanan heta kal û pîran li Kurdistanê eleqeya gel a ji bo hilbijartinê zêde dibe
13:33 Dengdayîna li konteyneran berdewam dike
13:29 Ser û çavên Bahçelî ku dengê xwe da reş û şîn bûne
13:18 Li bajarên bakurê Kurdistanê dê sindoq saet 16.00’an de bên girtin
13:17 Li Serhedê gel diherike ser sindoqan
13:01 Bajar bi bajar binpêkirinên mafan
12:55 Di 94 saliya xwe de çû ser sindoqê
12:54 Li Stenbolê ji bo hilbijartinê eleqeyeke zêde heye
12:45 Bakirhan: Bila gelê me biçe ser sindoqan û dengê xwe bide
12:38 Berdevka DEM Partiyê: Hêrsa xwe bi çûyîna ser sidoqan û dengdayînê derxînin
12:36 Leşkerê ku Koçyîgît pirsa ‘Hûn ji ku hatine?’ jê kirî: Em derveyî bajar hatin
12:29 Qeymeqam bi namzetê AKP’ê re li ser sindoqan geriya
12:28 Namzetên hevşaredariyê yên Amedê: Em biçin ser sindoqan û xwedî li vîna xwe derkevin
12:26 Peywirdarê sindoqê yê gef lê hatibû xwarin hate kuştin
12:15 Ahmet Turk: Hewl didin vîna gel tune bihesibînin
12:00 Namzetê AKP’î ji bo dengan bi bihayê 2 milyon TL’an peyman mohr kir
11:53 Namzetên hevşaredariyê yên Wanê: Em deng bidin û xwedî li sindoqan derkevin
11:44 Sakik bertek nîşanî dengdayîna komî da: Diz heye diz!
11:43 DEM Partî: Em ê rê nedin tu hîleyan
11:19 Li Şirnexê rêza leşkerên ‘veguhestî’
11:09 AKP’î êrişî ÎYÎ Partiyiyan kirin
10:55 Hatîmogûllari li Edeneyê deng da: Gel dê serbikevin
10:48 Dengên xwe firotin, di komên WhatsApp'ê de parve kirin
10:41 Serokê YSK’ê binpêkirin nedîtin: Hilbijartin bêpirsgirêk didome
10:08 Hat tespîtkirin ku peywirdarê sindoqê du caran deng da
10:07 Li Xelfetiyê hîleyên hilbijartinê dest pê kir: DEM Partiyê îtîraz kir
09:35 Dîmenên ‘hilbijêrên gerok’ ên AKP’ê!
09:27 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 126’an de didome
09:22 Hejmartina dengan dest pê kir
09:17 Dayika ku kurê wê girtî: Gardiyanan axaftina bi tirkî li me ferz kir
09:06 'Girtina Yildiz a 75 salî deraqilî ye'
09:05 Ji rojnameger Silêman Ehmed 159 roj in agahî nayên girtin
09:04 Li Licê di navbera malbatan şer derket: Kesek mir, 5 kes birîndar bûn
09:01 Uçar û Bayindir dengê xwe dan: Em xwedî li sindoqên xwe derkevin
09:00 ROJEVA 31'Ê ADARA 2024'AN
08:33 Çawişê pispor pitika 4 mehî qetil kir
08:00 Li 49 bajarên Tirkiyeyê hilbijartin dest pê kir
07:00 Hilbijartin dest pê kir
30/03/2024
20:31 Girtî Tozûn ê jiyana xwe ji dest da hat definkirin
18:24 Qedexeyên hilbijartinê dest pê kir
18:06 Hatîmogullari: Bi awayekî rêxistinkirî sindoqan biparêzin
18:03 Ji bo berdana girtiyên nexweş bangawaziya edaletê hate kirin
17:51 Bayindir li Misircê axivî: Çareserî birêz Abdullah Ocalan e
17:49 'Her raya ku ji partiyên pergalê re biçe dê wekî zilmê vegere'
17:28 Şandeya ku dê hilbijartinê bişopîne li Amedê bi rojnamevanan re civiya
16:53 Boz: Gelê me dê bi serkeftina xwe ya di hilbijartinê de tecrîdê rake
16:34 Zana: Nasnameya me hebûna me ye em xwedî lê derkevin
15:57 Li Amed û Êlihê konvoya wesayîtan: Xwedî li Sindoqan derbikevin
15:56 Li navçeya Qulp a Îdirê mitîng: Xwedî li sindoqê derkevin
15:54 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran dengên xwe bilind kirin
14:55 Li pêşiya Şaredariya Akdenîzê protesto: Ev bariyer dê nikarin we xelas bikin
14:53 Birazî û pisxaletê xwe xist kar, bêyî biçin kar pere distînin
14:29 Dayikên Şemiyê: Talat Turkoglu li ku ye?
14:01 Petrol tev li ava bendavê bû: Sewal jehrî bûn
13:55 Hatîmogûllari li Çûkûrovayê, Bakirhan jî dê li Enqereyê dengê xwe bikar bîne
13:47 Dê ji bo ewlehiya sindoqan hezaran kes li qadê bin
13:26 Bi hezaran kes di mitînga DEM'ê ya li Misirc û Milazgirê de hatin bahev
13:17 Girtiyê 30 salan ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan, jiyana xwe ji dest da
12:34 Di Şaredariya Rihayê de mikurhatina ‘karmendê bankamatîkê’
12:11 Zana: Roboskî birîna Kurdistanê ya nayê cebirandin e
11:50 Namzetên hevşaredariyê yên Akdenîzê: Xwedî li dengê xwe derkevin!
11:42 ‘Hûn ê li dijî kesên ku hewl didin vîna we xesp bikin bêdeng bimînin?’
11:29 Komeleya Şêx Seîd: Li dijî qeyûman li rex mazlûman bisekinin
11:14 Dest danîn ser cil û bergên netewî yên ciwanên ku hatin binçavkirin
10:53 Malbatên Haci Lokman Bîrlîk û Fatma Uyarê: Em deng nedin kujerên zarokên xwe
10:53 ‘Li cihekî ku bi milyaran dolar tên fihêlkirin, 5 qûrişên ji girtîgehê re tên şandin dibin mijara sûc’
10:06 Qeyûm guh neda Dîwana Çavdêriya Darayî: Îhaleya 2 milyonan bi bazarkirinê çêkir
10:04 Pîlotê teqawidbûyî Altan: Ewlehiya sînor ne bi çekan, bi aştiyê pêkan e
10:03 DEM Partî wê li Rihayê bi 9 hezar û 422 kesan sindoqan biparêze
09:38 Di konteynirên ku karker lê diman de şewat derket
09:18 Yekitiya Xwendekaran a Mêrdînê hate damezrandin
09:05 Banga ji bo 'dengdanê'
09:04 Ji namzeta Êlihê ya DEM Partiyê bang: Em xwedî li sindoqan derkevin
09:03 Li Akdenîzê seferberiya hilbijartinê: Ji bo 550 sindoqan hezar û 500 peywirdar
09:02 Bi daxwaza 'Azadiya Ocalan' 125 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:01 Edîtorê Rojnewsê Ahmet ev 158 roj in di destê îstixbarata PDK'ê de ye
09:00 ROJEVA 30'Ê ADARA 2024'AN
29/03/2024
23:14 DEM Partiya Sêrtê bal kişand ser ewlehiya sindoqan
21:38 Li Bedlîsê coşa DEM Partiyê
20:46 DEM Partî ji bo 15 hezar û 249 'hilbijêrên qaçax’ gilî kir
20:17 Mikaîl Aslan piştgiriya xwe ya ji bo DEM Partiyê ragihand: Kuleka hin kesên din me germ nake
19:38 Belgefîlma 'Dargeçît' wê beşdarî pêşbirka Mihrîcana Fîlman a Stenbolê bibe
19:29 Leyla Zana li Qilebanê ye: Bi destê Serok Apo bigirin