Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin

  • rojane
  • 11:45 1 Nîsan 2024
  • |
img
ŞIRNEX - Şandeya ewropî ya ji bo hilbijartinên herêmî yên Şirnexê hatibû navçeya Qilebanê, diyar kir ku binpêkirinên mafan ên giran pêk hatin û wiha got: “Gef li xelkê navçeyê hatine xwarin û zextên lê hatine kirin. Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokrakîk de nehat kirin.”
 
Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi milyonan kes çûn ser sindoqan û dengê xwe dan. Li bajarên bakurê Kurdistanê hilbijartin ji saet 07.00’ê ve dest pê kir û saet di 16.00’ê de jî sindoq hatin girtin. Ji kêliyên ewil ên hilbijartinê ve bêusûlî û binpêkirin jî dest pê kirin. Li rexekî îktîdara AKP-MHP’ê zêdetirî 46 hezar hilbijêrên “veguhestî” ku ji leşker û polîsan pêk dihat xwest bandorê li encamên hilbijartinê bike, li rexa din jî bi zext û rêbazên cuda xelkê Bakur ji sindoqê dûr bixe. 
 
Yek ji cihên ku bêhiqûqî,listîk û hîle lê herî zêde hatine kirin jî navçeya Qileban a Şirnexê bû. Bi hezaran leşker û polîsên “veguhestî” ji bo dengdayînê ji bajarên Tirkiyeyê bi otobûsan anîn navçeyê û binpêkirin jî di tevahiya rojê de dom kirin. Li navenda navçeyê 27 sindoq hatibûn danîn, bi dehan leşker û polîs di baxçeyên dibistanan de hatin bicihkirin. Tevî hemû nerazîbûnên DEM Partiyê jî leşker ji dibistanan nehatin derxistin. 
 
ŞANDEYA EWROPÎ RAPORA BINPÊKIRINAN AMADE KIR
 
Şandeya ewropî ku ji endamên Partiya Çep a Ewropayê yên fransî, swîsreyî, almanî û lîdvanyayî pêk dihat, ji bo çavdêriya hilbijartinê hatin Şirnexê. Şande hate astengkirin û destûr nehat dayîn ku bikevin dibistanan. Şandeyê jî têkildarî binpêkirinan raporek amade kir. Endamên şandeyê çavdêriyên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re parve kir. 
 
 ‘BI SEDAN LEŞKERAN DENG DAN’
 
Ji endamên şandeyê Zelal Zalatustra diyar kir ku di hilbijartinê de binpêkirinên giran ên mafan hatine kirin û wiha got: “Em ji bo şopandina hilbijartinê hatin vê derê. Weke du kom em li navçeyan belav bûn. Yek ji me li Elkê û yek ji me jî li Qilebanê hilbijartin şopand. Şandeyeke me jî weke çavdêr li hemû navçeyên Şirnexê geriya. Bi taybet piştî şerê sala 2015’an li Şirnexê binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk hatin û li herêmên bakurê Kurdistanê sewqiyateke mezin a leşkeran çêbû. Ji ber zextên siyasî û leşkerî, bi taybetî me xwest em li Şirnexê hilbijartinê bişopînin. Me dît ku gelek leşkerên ji derve roja hilbijartinê de ber bi van herêman ve hatin sewqkirin. Hate xwestin ku rêjeya dengê gelê sivîl kêm bikin.”
 
Bi domdarî Zalatustra anî ziman ku ew bûn şahid ku hewldana xespkirina vîna gel çêbûye û wiha pê de çû: “Em li vir li 7 dibistanan geriyan. Li her dibistanekê bi dehan leşker ketin deriyên sereke yên dibistanan, deng dan û leşkeran bi unîformayên xwe zext li hilbijêran kirin. Her wiha sindoqên dengdanê nehatin mohrkirin. Ji ber ku sindoq nehatin mohrkirin, ev tê wê wateyê ku her kêliyê dikarin deriyê wê sindoqê vekin û bigrin. Binpêkirinên cidî hebûn. AKP bi vî rengî, bi awayeke neheq û bi awayeke neadilane bi ser ket.” 
 
‘ZEXT LI GEL KIRIN Û GEF LÊ XWARIN’
 
Endama şandeyê Sosin Sonnenberg jî daxuyand ku encamên hilbijartinê dê bi xwe re xetereyên mezin bîne û ev tişt anî ziman: “Dema ez Almanyayê didim ber, nikarim bibêjim li vir hilbijartineke demokratîk pêk hatiye. Li Kurdistanê hilbijartineke ne demokratîk hat kirin. Gelek leşker û polîs bi çekên xwe li baxçeyên dibistanan disekinîn û gef li hilbijêran xwarin. Em çûn malên hin malbatên AKP'î. Ji me re gotin ku zext li wan hatine kirin, gef li wan hatine xwarin û bi bedela pereyan de jî dengê xwe dane AKP’ê. Heke AKP li Qilebanê bi dest bixe, dê rapora me jî piştrast bibe.”
 
MA / Zeynep Durgut
 

Sernavên din

01/04/2024
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya
15:08 Li Wanê bi deh hezaran serkeftina 14 şaredariyan pîroz kirin
14:54 Bi ser koça dawî ya rojnameger Evîn Buldan re 7 sal derbas bûn
14:19 Encamên Dibistana Seretayî ya Tumgeneral Omer Keçecîoglû ya Şirnexê
13:58 Li Wan û Agiriyê pîrozbahiya hilbijartinê
13:56 Bakirhan: Şirnex, Bedlîs û Qersê gel bi ser ket
13:53 Kadîr Înanir ji beşa çavdêriya awarte hate derxistin
13:26 Serokê YSK’ê Yener: Rêjeya tevlibûna hilbijartinê ji sedî 78,11 e
13:25 Li Amedê ji sindoqê berteka li dijî cînayetên jinan derket
12:35 ‘Hilbijêrên’ veguhestî yên li Bedlîsê parve kir
12:33 Prz. Seydaoglû ji dosyaya KCD’ê beraet kir
12:32 Bajarên bakurê Kurdistanê bi rengên DEM Partiyê xemilîn
11:45 Şandeya ewropî: Li Kurdistanê hilbijartin di şertên demokratîk de nehat kirin
11:22 Şaredariyên bi rêya leşker û polîsên ‘veguhestî’ hatin xespkirin
11:01 Tevî 'hilbijêrên' veguhestî jî DEM Partî li Pasûrê bi ferqekî mezin bi ser ket
10:56 Navçeyên Kurdistanê yên DEM Partiyê bi ser ji sedî 70’ê deng standî
10:45 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Rêwîtiya ber bi Rojê ve’ derket
10:22 Namzetên hevşaredariyê yên bi ser ketin: Me tişta aydê xwe stand
10:08 Li Mêrsîn û Toroslarê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ser ket
09:53 Şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî
09:24 Ji DEM Partiyê li Wanê serkeftina dîrokî: Her 14 şaredarî jî bi dest xist
09:15 Girtiyên siyasî ji bo azadiya Abdullah Ocalan 127 roj in di greva birçîbûnê de ne
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 160 roj in agahî nayên girtin
09:01 Her kes di 4'ê Nîsanê de vexwend Amarayê
09:00 ROJEVA 1’Ê NÎSANA 2024’AN
08:46 Li Xelfetiyê serkeftina hilbijartinê: Em diyarî Ocalan dikin
08:43 DEM Partî dê li Bedlîsê li dijî dengên nederbasdar îtîraz bike
08:41 Li Esenyurtê ‘lihevkirina bajar’ bi ser ket
08:38 DEM Partiyê 77 şaredarî bi dest xist
08:15 Li kolanên Îdirê serkeftina hilbijartinê: Bijî Serok Apo
02:53 Ji Bayindir berteka Şirnexê: Em rê nadin faşîzma AKP'ê û MHP’ê
02:32 Gel li Colemêrg û Geverê ji bo pîrozbahiyan daket kolanan
02:23 Li Rihayê bayê DEM Partiyê
01:37 Ji Temellî daxuyaniya Bedlîsê: Em ê destûra xespkirinê nedin
01:37 Li Sêrta di bin rêveberiya qeyûm de ferqeke dîrokî
01:19 Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê: Me her 14 şaredarî jî bi dest xistin
01:10 Manşeta Hilbijartinê ya Yenî Yaşamê: Serkeftina gel, têkçûna şer
01:05 Mêrdînê serkeftina xwe bi dirûşmeya Bijî Serok Apo pîroz kir
00:27 Hevserokê Şirnexê hate berdan
00:15 Gelê Qilebanê li pêşiya lijneya hilbijartinê di nobetê de ye
00:15 Çepnî: Polîtîkayên AKP’ê yên şer û mêtingeriyê têk çûn
Beştaş: Bila Îmamoglû nebêje ‘ev deng ên min in’
00:11 Li Pasûrê polîsekî gef li peywirdarên li ser sindoqê xwar
00:09 AKP’ê bi dengên ‘veguhestî’ xesp kir
31/03/2024
23:34 Xelkê Çermûgê li dijî ber bi edliyeyê ve meşiya
23:32 Li Esenyûrtê encam bi dirûşma ‘Jin jiyan azadiyê’ tên pîrozkirin
23:30 Tulay Hatîmogûllari daxuyaniyê dide
23:15 YSK: Ji sedî 51.2’yê sindoqan hatine vekirin
23:14 Hilbijêrên veguhestî feyde nekir: DEM’ê Dep wergirt
23:01 Li Cizîrê wesayîta zirxî wergeriya
22:56 Tevî hilbijêrên ‘veguhestî’ jî: Kerboran derbasî DEM Partiyê bû
22:55 CHP li tevahiya Egeyê li pêş e
22:48 Bakirhan: Yên dixwestin bi kurdan bidin windakirin welêt winda kirin
22:44 DEM Partî: Dixwazin encamên li Şirnex û Bedlîsê biguherînin
22:44 Li Akdenîzê DEM Partî li pêş e
22:43 AKP’iyên li Curnê Reş hilbijartinê winda kirine agir berdan sindoqê
22:35 DEM Partî li Mûşê serkeftina xwe pîroz dike
22:33 DEM Partî: Li Şirnexê berxwedan heye, divê çavê herkesê li vir be
22:06 Ozel bertek nîşanî hilbijêrên veguhestî da
22:04 Li Marmarayê dengên AKP’ê kêm dibin
21:51 Qeyûm û veguhestinê feyde nekir, DEM Partiyê serkeftineke mezin bi dest xist
21:47 Ji bo Qers, Bedlîs, Colêmerg, Şirnex û Rihayê bang: Xwedî li dengên xwe derkevin
21:44 Li dijî berpirsyarê dibistanê yê DEM Partiyî êrişa çekdarî hat kirin
21:43 Polîsan êrişî DEM Partiyiyan kir, hevserokê bajar hate binçavkirin
21:28 Li Gundê Fîsê DEM Partî ji sedî 89 deng girt
21:19 DEM Partî bi ferkeqe mezin li Tetwanê bi ser ket
21:13 DEM Partiyê bang kir: Lijneyên hilbijartinê yên navçeyan terk nekin
21:12 Li Amedê rewşa dawî
21:07 Têkoşera ekolojiyê Nejla Işik li Akbelenê bi ser ket
20:57 Bajarên Serhedê gotin: DEM Partî
20:52 Dora li pêşiya Edliyeya Amedê çêbûye dirêjtir dibe
20:48 Koçyîgît: Li Qersê em hezar û 200 dengan li pêş in
20:38 Berdevka DEM Partiyê: Li bajarên ji me hatine dizîn em li pêş in lê sindoqan neterikînin
20:26 Li Dêrsimê DEM Partî bi ser ket
20:25 Li Roboskê DEM Partî bi ferqekî mezin bi ser ket
20:14 Li Esenyurtê ‘Lihevkirina Bajar’ bi ferqakî mezin li pêş e
20:10 Ji Îmamoglû daxuyaniya ewil: Em ji wêneyê niha keyfxweş in
19:49 Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê CHP li pêş e
19:36 DEM Partî li 11 bajaran li pêş e
19:32 DEM Partî li gundê Abdullah Ocalan bi ferqekî mezin ser ket
19:20 YSK'ê qedexeya weşanê rakir
19:14 Sakik ji bo Agiriyê daxuyanî da
19:12 Oy ve Otesiyê banga girtekan ji hilbijêran kir
19:06 Hevserokên DEM Partiyê: Li dijî hîleyan hişyar bin!
18:30 Li Amedê torbeyên dengan tên edliyeyê
18:29 Rapora ÇED’ê ya Hewzaya Sarimê hat betalkirin
18:24 Banga ‘Sindoqan terk nekin’ hate kirin
18:11 Şaredarê AKP’î û 150 kesên pê re li 5 cihên cuda bi komî deng dan
18:00 Rapora ÎHD’ê: Leşker hatin veguhestin û şande hatin astengkirin
17:58 YSK’ê kişandina dîmenan li rojnemegeran qedexe kir
17:35 Ji bo muxtariyê şer kirin: 2 kes mirin 4 kes birîndar bûn
17:27 Balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyeyê DAIŞ`ê bombebaran kir
17:27 TÎP û EMEP’ê bertek nîşanî hilbijêrên ‘gerok’ dan
17:04 Berdevka DEM Partiyê: Niha ya herî girîng parastina sindoqan e
17:00 Dengdayîn bi dawî bû
16:30 YSK’ê ji bo qedexeya weşanê daxuyanî da
16:00 Li 32 navendandan dengdayîn bi dawî bû
15:57 Hatîmogûllari: Werin dengê xwe bidin