Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin

  • rojane
  • 17:35 2 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan da û wiha gotin: “Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bike.” 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. Di rojeva çalakvanan de encamên hilbijartinê hebûn. Her wiha çalakvanan bertek nîşanî nedayîna mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan dan. 
 
STENBOL
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya MATUHAY-DER’ê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sûltangazî ya Stenbolê hatiye destpêkirin di roja 114’an de didome. Li eywana çalakiyê pankarta “Em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî bibin dengê zindanan” hatibû vekirin û çalakvanan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
 
Nobet bi stranên berxwedanê yên kurdî dom kir û rêveberên DEM Partiyê yên Gazîosmanpaşayê, rêveberên DBP’ê û YAKAYDER’ê hatin serdanê. 
 
'TU HÊZ NIKARIN ÎRADEYA GEL XESP BIKIN’
 
Zubeyde Înce ya DEM Partiyî bertek nîşanî hewldana îktîdarê ya ji bo xespkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da û wiha got: “Heta pirsgirêka kurd bi muxatabên wê re neyê muzakerekirin, tu pirsgirêk çareser nabin. Li vî welatî siyaset û polîtîkayeke qirêjî heye. Mînaka wê ya herî dawî jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate jiyîn. Ne di ferqê de ne ku bi van hîle û polîtîkayên xwe yên qirêjî dikevin rewşke rezîlane. Şaredariyên li bajarên Kurdistanê ku nekarîn bi hîle û veguhestina hilbijêran bi dest bixin, îcar jî dixwazin vîna gel xesp bikin. Tu hêz nikare îradeya gel xesp bike.” 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya li avahiya DEM Partiyê ya navçeya Rezan a Amedê hatiye destpêkirin jî di roja 120’an de dom kir. Xizmên girtiyan pêşmalkên “tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Dayikên di çalakiyê de ji bo 4’ê Nîsanê roja jidayikbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirin û stran gotin. 
 
Xizmên girtiyan di çalakiyê de dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Rojbûna te pîroz be ey Serokê me” berz kirin. 
 
Di heman demê de dayikan ji bo Mûstafa Dag û Mahsum Karaoglan ên di meşa 4’ê Nîsana 2009’an a ber bi Amarayê ve de hatin qetilkirin jî stran gotin.
 
ÊLIH
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Êlihê hatiye destpêkirin jî di roja 61’an de li avahiya DBP’a Bajar dom kir. TUAY-DER pêşengtiya çalakiyê dike û îro aktîvîstên TJA’yê, endam û rêveberên DBP, DEM Partî, Platforma Ked û Demokrasiyê hatin serdanê. 
 
Çalakvanan bertek nîşanî hewldana xespkirina vîna gel dan. Çalakvanan gotin ku AKP’ê tehemûla serkeftina gelê kurd a li Wanê nekir û hewl dide xesp bike. Çalakvanan destnîşan kirin ku dê vê xespê qebûl nekin û serî netewînin. 
 
Çalakî bi dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû. 
 
MÊRDÎN 
 
Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê li avahiya DBP’ê hatiye destpêkirin di roja 86’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê û xizmên girtiyan nobet domandin û gelek kes hatin serdanê. Ji ziyaretvanan Mele Ahmet Akyol got ku gelê kurd têkoşîneke rewa dimeşîne û dê ev têkoşîn vala neçe. 
 
Çalakî bi serdanan dom kir. 
 

Sernavên din

03/04/2024
12:32 Yekitiye Ekolojiyê piştgirî da gelê Wanê
12:29 Yenî Şafakê tundiya biçek a AKP’iyan rewa kir
11:56 ‘Ji bo aştî û azadiyê em berê xwe bidin Amarayê’
11:34 Sonuk: Li Êlihê felsefeya ‘jin jiyan azadiyê’ ew têk birin
11:31 Li Wanê li dijî darbeya hilbijartinê bi deh hezaran kes li ber xwe didin
11:05 DFG: 6 rojnameger rastî êrişan hatin, 153 nûçe hatin astengkirin
11:02 Ji nûnerên partiyan berteka Wanê: Em parçeyekî berxwedanê ne
10:53 Parlamenterê berê yê AKP’î: Ji biryarê vegere
10:44 DEM Partiyê ji bo Wanê serî li YSK’ê da
10:42 TUÎK’ê enflasyona meha adarê eşkere kir
10:39 Li Wanê derabe nehatin vekirin, gel li kolana ye
10:36 Malbata penaberê îşkence dîtiye: Em îradeya xwe teslîmî MÎT’ê nakin
10:20 Eren: Tiştên diqewimin senaryoyeke plankirî ye
10:06 Hiqûqnasê Ceza Kanar: Dewleta tirk ji dewleta qanûnê derket
09:56 AKP’iyan hewl dan rojnamegerên dîmenan dikişînin lînç bikin
09:53 Ev 15 sal in faîlên Dag û Karaoglan nehatine dîtin
09:28 Li Tayvanê bi pileya 7,4’an erdhejek çêbû
09:28 Qileban li dijî xespkirina şaredariyê li ser pêya ye: Li wan ziqim be
09:18 Ji rojnameger Silêman Ehmed 162 roj in agahî jê nayên girtin
09:16 Greva birçîbûnê ya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 129’an de didome
09:01 Stenbolî: Berpirsê krîzê desthilat e
09:00 ROJEVA 3’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:39 Ji malbata Arvas ê AKP’î bertek: Di te de rûmet nîne!
08:24 Li ser îtîraza AKP’ê dê li Gazîosmanpaşayê deng jinûve bên hejmartin
08:23 Li Berwariyê di navbera DEVA û AKP’ê de şer derket: Kesek mir, du jî birîndar bûn
02/04/2024
23:25 Baroya Rihayê û OHD: Em ê rê nedin feraseta qeyûm
23:19 DEM Partî li Pirxusê dîsa bi ser ket
23:13 Ji hilbijartiyên Fransî banga li hemberî xespkirina Şaredariya Wanê
22:33 Gel li dijî darbeya hilbijartinê ya AKP'ê li ser pêyan e
22:14 Li Îdirê gel li dijî xespa AKP'ê ya li Wanê daket kolanan
21:30 Gelê Wanê piştî fitariyê dîsa daket kolanan
20:49 Ji DEM Partiyê banga çalakiya 'dengderxistinê'
20:25 CHP, wê şandeyekê bişîne Wanê
20:10 AKP û MHP'ê li Giyadînê ji bo encamên hilbijartinê îtiraz kirin
19:43 Li Pirxusê ray ji nû ve tên hejmartin
19:23 Şedal: Gelê Wanê wê li dijî vê xespê li ser pêyan be
Zeydan: Li dijî vê bêhiqûqîtiyê rabin ser pêyan
18:35 Arvasê AKP'î berî ku biryar bigihê Zeydan ji bo mazbatayê serlêdan kiriye
18:23 DEM Partiyê ji bo Şirnexê serî li Lijneya Hilbijartinê da
18:06 Di şewata li Stenbolê de 29 kesan jiyana xwe ji dest da
18:02 Li Curnê Reş berteka ji bo nûkirina hilbijartinê: Çi dibe bila bibe em ê li ber xwe bidin
17:58 Darbeya hilbijartinê li Kadikoyê tê protestokirin
17:41 Parêzera penaberê îşkence lê hat kirin: Li girtîgehê gef lê hatin xwarin
17:35 Di Nobeta Edaletê de bertek hat nîşandan: Tu hêz nikarin îradeya gel xesp bikin
16:57 DÎSK: Dê 1’ê Gulanê li Taksîmê were pîrozkirin
16:53 DEM Partiyê li Çêrmûgê ji bo dengên nederbasdar îtiraz kir
16:51 Li Amedê li ber YSK'ê daxuyanî: Li hemberî darbeyê bêdeng nemînin
16:34 Xelkê Şirnexê mudaxileya bi leşkerên ‘veguhestî’ protesto dike
16:30 Hejmara miriyên şewata Beşîktaşê derket 29'an
16:15 AKP’ê ji bo Bazarcixê îcar jî serî li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar da
16:12 DEM Partî: Em ê li dijî darbeyê li YSK’ê îtîrazê bikin
16:08 Ozgur Ozel: Li dijî îradeya gel kemîn hat danîn
16:07 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Ev darbeyeke siyasî ye
15:58 Rojnameger Evîn Buldan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:51 AKP hewl dide Bazarcixa ketibû destê DEM Partiyê xesp bike
15:46 Wan li dijî darbeya AKP’ê veguherî qada berxwedanê
15:33 Li Curnê Reş dê hilbijartin dîsa bê lidarxistin
15:24 Qeyûmê Mêrdînê dest bi revandina koliyên alîkariyê kir
15:23 Hiqûqnas: Tu aliyê hiqûqî ya biryara têkildarî Zeydan nîne
15:00 Dê darbeya AKP’ê li gelek bajaran bê protestokirin
14:50 Gunaydin ê CHP’î: Em hewldana li dijî îradeya gelê Wanê qebûl nakin
14:46 DEM Partiyê daxuyaniyeke nû da: Darbeya siyasî didome
14:23 Dê MYK’a DEM Partiyê li Wanê bicive
14:15 Li dijî îradeya gelê Wanê darbe hat kirin: Mazbata dan namzetê AKP’ê
13:56 19 baroyan bertek nîşanî leşkerên ‘veguhestî’ dan
13:48 Xelkê Wanê biryara têkildarî Zeydan protesto dike
13:45 Ji bo protestokirina biryara têkildarî Zeydan bang li xelkê Wanê hat kirin
13:43 Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê ji dadgehê dosyaya Zeydan xwest
13:37 Li dijî hewldanên xespkirina îradeyê li Curnê Reş meş tê lidarxistin
13:18 Ocalan bang li xelkê Rihayê kir: Werin Curnê Reş
13:10 Turkdogan: Di 4’ê nîsana 2023’yan de hemû mafên qedexekirî yên Zeydan lê hatin vegerandin
13:04 Li Bedlîsê li dijî bêusiliyên hilbiajartinê îtîraz hate kirin
12:33 Jiyana Abdullah Ocalan bû xêzeroman
12:08 Bertek nîşanî xespkirina îradeya hilbijêran dan: Ev darbe ye
11:52 Gelê kurd qeyûm paş ve şand!
11:34 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:27 Li Curnê Reş piştî 45 salan serkeftineke dîrokî
11:06 Li Amedê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
10:33 Mafê qedexeyê yê Zeydan li ser ‘telîmata’ Wezarata Dadê hat betalkirin
10:29 Hejmara şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî derket 78’an
10:28 Namzetên hevşaredariya spasiya xelkê Şirnexê kirin: Îtîrazên me didomin
10:07 Welatiyê digot ‘biaxive, tu ji ku yî?’: Bi ser neketin, îradeya gel dizîn
09:25 Li Îzmîrê tundiya mêr: Zarokek xwe kuşt yek jî birîndar kir
09:11 Asayîşa PDK’ê rojnameger Ehmed revand: Ev 161 roj in agahî jê nayên girtin
09:06 Greva birçîbûnê di roja 128’an de berdewam dike
09:02 Amara li benda mevananên xwe ye
09:01 ROJEVA 2’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:59 Pasûriyan serkeftina xwe pîroz kirin: Xwediyên vê axê em in
01/04/2024
23:32 Li Cizîrê pîrozbahiya serkeftinê
20:47 DEM Partî li dijî encamên li Hezroyê îtîraz kir
16:56 DEM Partiyê ji Yarkaya yê AKP’î re got: Di dîrokê de dê weke ‘diz’ bê zanîn
16:56 Bihevşaredariyê temsîliyeta jinan zêde bû
16:33 Namzetê hevşaredariyê yê Gêlê: AKP li vir bi ser neketiye
16:32 Li Agiriyê serkeftin hate pîrozkirin
16:31 Koçyîgît: Li Qersê qeyûm tayînî sindoqan hatin kirin
16:11 Ji bo mafê sewqê û tendirûstiyê 37 roj in di greva birçîbûnê de ne
16:10 Leşkerên ‘veguhestî’ ji Qersê derdikevin
16:10 Li Çermûgê DEM Partiyê li dijî encaman îtîraz kir
16:08 MYK’a DEM Partiyê dê di 3’yê nîsanê de bicive
15:54 Di Nobeta Edaletê de 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin
15:41 Li Qilebanê îtîrazî encaman kirin: Gel li dijî nelirêtiyan meşiya