Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

  • rojane
  • 11:21 5 Nîsan 2024
  • |
img
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girava Îmraliyê tên ragirtin bi boneya Cejna Remezanê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.  
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 37 meh in tu agahî jê nayên girtin. Birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Her wiha birayê Omer Hayrî Konar, Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş, Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinên serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan. Her wiha parêzer Rêzan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç jî bi boneya Cejna Remezanê ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe re di navbera 8 û 12 nîsanê serlêdan kirin. 
 
DI DU SALAN DE HERÎ KÊM 10 CEZAYÊN ‘DISIPLÎNÊ’ HATIN BIRÎN 
 
Mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan ê bi malbat û parêzeran re bi hincetên “cezayên disiplînê” tên astengkirin. Di navbera salên 2021-2023’yan de her yek jê ji bo 3 mehan herî kêm 10 cezayên disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatin birîn û mafê wan ê hevdîtinê hate astengkirin. Sedema van cezayên dîsiplînê û nimreyên dosyayê tevî hemû serlêdan û îtîrazan bi parêzeran re nayê parvekirin. 
 
Di encama serlêdanên ku parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê kirin de ji aliyê dadgehê ve hate diyarkirin ku di 18'ê tebaxa 2021'an de 3 meh, di 3'yê sibata 2022'yan de 3 meh, di 31'ê gulana 2022'yan de 3 meh, di 9'ê îlona 2022'yan de 3 meh cezayên dîsiplînê hatine dayîn. 
 
BIRYARA QEDEXEYÊ YA DAWÎ
 
Parêzeran di 10’ê tîrmeha 2023’yan de serlêdan kir û dadgeriyê di 19’ê tîrmehê de bersiv da parêzeran. Dadgerî, bêyî ku dîroka wê destnîşan bike got ku cezayê disiplînê yê ji bo 3 mehan hatiye birîn. Parêzeran herî dawî jî di 10’ê cotmeha 2023’yan de serî li dadgeriyê da. Ji bo hevdîtina bi malbatan re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê hate dayîn û dadgehê di 13’ê cotmehê de bersiv da serlêdanê. Dadgehê got ku cezayekî nû yê disiplînê li Abdullah Ocalan û girtiyên din hatiye birîn. 
 
Dadgeriyê, sedema parvenekirina hejmara dosyaya cezayê disiplînê jî weke “dê li ser çapemeniyê were parvekirin” nîşan da.

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome