Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê

  • rojane
  • 18:04 5 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de, destnîşan kirin ku heya daxwazên wan bên qebûlkirin wê li ber xwe bidin. 
 
Nobeda Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin, didome. 
 
AMED
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re li Amedê hatiye destpêkirin di roja 123’yan de ye. Di nobeta edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê ya Amedê hatiye destpêkirin de xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. 
  
Reşahat Adar ya di çalakiyê de axivî, wiha got: “Heta ku Serokê me Abdullah Ocalan azad nebe, zarokên me azad nabin. Bila zarokên me bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê bikin. Heta ku ev yek pêk neyê dê çalakiyên zarokên me bidomin. Dê dest ji doza xwe bernedin. Ez bang li herkesê dikim ku tev li vê têkoşîna mafdar bin. Em heta dilopa xwîna xwe ya dawî li pey birêz Ocalan û zarokên xwe ne. Ji vir û şunde hewce bike em ê têkoşîna xwe li kolanan bidomînin. Bila cenazeyên zarokên me ji girtîgehan dernekevin.”
 
JI GIRTÎGEHA JINAN A SÎNCANÊ NAME
 
Di nobetê de namzeya ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê jî hate xwendin. Nameya ku ji aliyê jinên girtî ve hatiye şandin wiha ye. Dayikên me jiyana me bi we dest pê kir. Hezkirin û heqîqet bi we dest pê kir. Hûn bûn mamosteyên me yên ewil. Hûn bûn mamosteyên jiyana me. We her tim bi sekna xwe hêz da me. Îro jî li dijî hemû zextan ji sekna we hêzê digirin. Em ê bi saya ruhê we yê berxwedêr û têkoşer serbikevin.
 
Em azadiyê dixwazin. Em azadiya Serokatiya xwe, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dixwazin. Yekitiya me qasî agirê Newrozê mezin be em jî dê ewqa nêzî azadiyê bin. Em dizanin ku ev têkoşîn bi germahiya dilê we weke agirê Newrozê gur dibe. Berxwedana we ji bo me baweriya herî mezin e. Em jî bi ruhê berxwedanê têkoşîna we silav dikin.”
 
Hamza Dogrûl ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin jî di nameya xwe ya şand de berxwedana dayikan silav kir. 
 
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi berdewam kir. 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 64’emîn de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP’ê, DEM Partiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobeta ku di pêşengtiya TUAY-DER’ê de hatiye destpêkirin bûn. Di nobetê de bang hate kirin ku ji bo tecrîda li girtîgehan têkoşîn bê mezinkirin.
 
Di nobetê de her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” , “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê serbikevin” hatin berzkirin. Nobeta Edaletê bi stranên hatin gotin bi dawî bû. 
 
WAN
 
Nobeta Edaletê ya ku li Wanê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 123’yan de li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajar berdewam kir. Hevşaredarên DEM Partiyê yên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdûllah Zeydan piştî ku mazbataya xwe wergirtin serdana malbatên di nobetê de kirin. 
 
‘BI SAYA HEVALÊN ME’ 
 
Şedal a li vir axivî, wiha got: “Dîroka Nobeta Edaletê ya di pêşengtiya dayikan de hatiye destpêkirin îro dest pê nekir. Dayikên me bi laçikên xwe yên spî ji bo avakirina jiyaneke azad demekî dirêj e têdikoşin. Gelek caran jî aştiya civakê dayikan pêk anîn. Îro jî ji bo tecrîda li zindanan were rakirin û pirsgirêka kurd were çareserkirin têkoşîn didome. Berxwedana li zindanan jî berdewam dike. Em berxwedana wan silav dikin. Weke gelê kurd ji bo pirsgirêkên di civakê de çareser bibin demekî dirêj e têdikoşin. Heke îro me serkeftinek bi dest xisti be saya hevalên me yên têkoşer e. Çi bikeve berê me em bi ruhê dayikan soz didin we ku em ê bikin.”
 
‘BERSIVEKE MEZIN DAN QEYÛMAN’ 
 
Zeydan ê di serdanê de axivî, wiha got: “Me di pêşengtiya gelê xwe de hilbijartinek derbas kir. Gelê Wanê berxwedaneke mezin nîşan da û me temamê 14 şaredariyan wergirt. Gelê Wanê dîrok nivîsand. Ez hemû gelê Wanê pîroz dikim û spasiyên xwe pêşkeşî wan dikim. Ji ber ku me saya wan bi dest xist. Her tim jî me anî ziman ev hilbijartin dê bibe sembola aştiyê û rê li ber aştiyê veke. Di vê oxirê de gelek caran dilê dayîkan şewitî û yekane tişta ku pêdiviya me pê heye aştî ye. Ji ber vê yekê Gelê Wanê bi awayekî zelal daxwazên girtiyan ên di zindanan de û daxwaza gelê kurd di hilbijartinan de nîşan da. Gelê kurd xwest ku pêşî li azadî û aştiyê were vekirin. Tecrîda li ser birêz Ocalan dê were rakirin û pêşî dê li aştî û muzakereyan were vekirin.”
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome