Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin

  • rojane
  • 16:25 6 Nîsan 2024
  • |
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvanên Nobeta Edaletê diyar kirin ku çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan derbasî qonaxeke nû bûye, peyama girtiyan a “mezinkirina berxwedanê” parve kirin û bang li raya giştî kirin. 
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk li gelek bajaran hatiye destpêkirin îro jî berdewam kir. 
 
AMED 
 
Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizikî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd di pêşengtiya Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtiyan re li Amedê hatiye destpêkirin di roja 124’an de ye. Di nobeta edaletê ya li avahiya Rêxistina DBP’a Rezanê ya Amedê hatiye destpêkirin de xizmên girtiyan pêşmalkên “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin.
 
Ji çalakvanan Sulhiye Sarûhan got ku îro cara dawî li ser telefonê bi kurê xwe Mahsum Saruhan ê ji adara 2016’an ve girtî re axivî ye û wiha got: “Çalakî derbasî qonaxeke nû kirin. Kurê min îro geriya û got ku dê êdî negerin û dernekevin hevdîtinê. Got; ‘Divê hûn berxwedanê hêj mezintir bikin. Êdî li derve tenê dengê me hûn in.’ Ez jî bang li tevahiya malbatên girtiyan û gelê me dikim ku her kes tişta ji dest tê bikin. Em naxwazin agahiyên nebeş ji girtîgehan bibihîsin. Em ê di cejnê de neçin serdana zarokên xwe. Divê her kes bike ku dengê wan bê bihîstin. Bila tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan tavilê rakin û bikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike.” 
 
ÊLIH 
 
Li Êlihê Nobeta Edaletê ya di avahiyê DBP’ê de hatiye destpêkirin, di roja 65’emîn de berdewam kir. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên DBP’ê, DEM Partiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek kesan serdana nobeta ku bi pêşengtiya TUAY-DER’ê hatiye destpêkirin. 
 
Sûltan Azboy têkildarî çalakiya li girtîgehan axivî û qonaxa nû ya çalakiyê bi bîr xist. Azboy, bang li hemû dayikên Kurdistanê kir ku xwedî li girtiyan derkevin û wiha got: “Di greva birçîbûnê ya berê de cenazeyên 9 zarokên me ji zindanan derketin. Hêj heman tişt neqewimî divê em pêşî lê bigirin.” 
 
Ji xizmên girtiyan Safûra Akin jî da zanîn ku zextên giran li ser girtiyan hene û ev tişt anî ziman: “Tundiya fîzîkî û psîkolojîk zêde bû. Pêhnan li deriyên odeyan didin. Dixwazin girtî ser pêyan bisekinin. Pergala leşkeriyê li wan ferz dikin. Em vê qebûl nain. Nahêlin derkevin hewşê û rojê bibînin.” 
 
Di nobetê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” hatin berzkirin. 
 
Nobet bi stranan bi dawî bû.
 
MÊRDÎN
 
Çalakiya Nobeta Edaletê ya li avahiya DBP’a Mêrdînê jî di roja 90’an de domiya. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşm hatin berzkirin. Di çalakiyê de qonaxa nû ya çalakiya li girtîgehan hate nirxandin. 
 
Ji xizmên girtiyan Fettah Tekîn got ku ev 3 meh in di çalakiyê de ne û ev tişt anî ziman: “Em ji bo birêz Ocalan di nobetê de ne. Ev 26 sal in di bin tecrîdeke giran de ye. Di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn tên tecrîdkirin. Piştî qonaxa dawî ya çalakiya li girtîgehan heke tiştek bi serê zarokên me were jî em ê nekarin agahiyê jê bigirin. Lewma divê ev dewlet û hikûmet tavilê ji xeletiya xwe vegere. Divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin û azad bibe. Em dixwazin Serokê me azad bibe. Heta ku ew azad nebe ne gelê me ne jî zarokên me û gelên Rojhilata Navîn dikarin azad bibin.” 
 
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome