Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên

  • rojane
  • 09:01 7 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesen diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser herêmê dixwaze li ser xeta stratejîk xwe li herêmê mayinde bike û got ku sedsal jî derbas bibe dê xeyalên Tirkiyeyê yên ji bo osmanîtiyê pêk neyên. 

Rayedarên AKP'ê, beriya hilbijartinê çend serdan li Iraq û Herêma Kurdistana Federe kirin. Di daxuyaniyên der barê hevdîtinan de jî îşaret bi êrişên nû hat kirin. Serdanên dewleta tirk ên li Herêma Kurdistana Federe û Iraqê berdewam dikin. Piştî ku Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan serdana Hewlêrê kir, Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di 22-28’ê çileyê de serdana Bexdayê kir. Dû re di 4’ê sibatê de şandeya ku Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî Metîn Gurak jî di nav de di asta bilind de serdana Iraqê kir. Dîsa bi malbata Barzanî ya di rêveberiya PDK’ê de jî hin hevdîtin hatin kirin. Herî dawî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin jî di nav de gelek rayedar çûn serdana Iraqê. Piştî hevdîtina li Bexdayê, danezaneke hevpar hat ragihandin. Di danezanê de peyama êrişeke nû hate dayin. 
 
Tê diyar kirin ku dewleta tirk li dijî Garê, Zap, Metîna û Avaşînê amadekariyeke êrişeke berfireh dike. Her wiha tê ragihandin ku dewleta tirk li ser xeta  Mûsil, Kerkûk û deşta Nînovayê jî bi heman armancê di nav hin amadekariyan de ye. 
 
 
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê Riham Hesenê der barê danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê û amadekariyê operasyona ku tê kirin de ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
'TEVGERA AZAD ŞERÊ AZADIYÊ DIDE'
 
Riham Hesenê diyar kir ku bi bi saya tekoşîna ku tê dayin civaka êzidî hebûna xwe li herêmê mayinde kiriye û wiha axivî: "Dewleta tirk li dijî tevgera azadiyê şerek daye destpêkirin. Lê belê ev şer ne tenê li hemberî du aliyane ev şer li dijî daxwaza azadiya gelê kurd hatiye destpêkirin. Dewletên desthilatdar niha dixwazin ku şerê xwe yê ku dide ferzkirin berfireh bike. Lêbelê tevgera azadiyê jî niha bi tekoşîna ku dide pêşengiya azadiyê dike û şerê aşitiyê û wekheviyê dide meşandin. Divê ku herkes vê bizanibe ku şerê ku tevgera azadiyê li vê derê dide nebûya dibe ku êzidî îro ne xwedî bi hêz ban û me nedikarî ku xwe birêxistin bikira. Ne tenê Şengal her çar perçeyên Kurdistanê jî projeya netewa demokratîk a xwesere. Heta roja îro jî ji bo avakirina vê pergalê bedel tên dayin. Hêza azadiyê hêza gel e."
 
'NEVIYÊN OSMANIYAN AMADEKARIYÊN KOMKUJIYÊN NÛ DIKIN'
 
Hesenê bi lêv kir ku di amadekariyên operasyoneke nû ya dewleta tirk de NATO piştgiriyê dide û got:" Ev şerê ku dewleta tirk li dijî gelê kurd daye destpêkirin şerê nasname û bawerî qetilkirine. Di van 74 fermanên ku li ser civaka me ya êzidî pêk hatin jî li dijî çand, ziman û nasnameya me pêk hatin. Lê civaka êzidî her tim li tevî van êrişan zimanê xwe, baweriya xwe û çanda xwe parastine. Di şerê ku îro amadekariyê wê tên kirin dewleta tirk ne bi tena serê xwe tevdigere. Gelek dewlet piştgiriyê didin dewleta tirk. Dewleta tirk nikare ku bi tena serê xwe vî şerî bide meşandin. Ji ber wê jî rehet tevdigere. NATO bi xwe jî piştgiriyê dide dewleta tirk. Heke ku îro ev piştgirî nehatiba dayin dewleta tirk evqasî çiyayên Kurdistanê bombardiman nedikirin û pêşengên gelê kurd qetil nedikirin. Di van hedef girtinan de gelek fermandarên YJŞ'ê û YBŞ'ê jî hatin qetilkirin. Neviyên Osmaniyan niha careke din dixwazin ku komkujiyekî pêk bînin. Lêbelê vê komkujiyê nikarin bi rehet pêk bînin. Çimkî gelê kurd êdî xwe birêxistin kiriye û dikare ku ne bi alikariya ti kesî bi tena serê xwe li dijî wan tebikoşe." 
 
'DIXWAZE KU LI SER VÊ XETÊ HETA ROJAVA BIÇE'
 
Hesenê bal kişand ser xeteriyên ku wê êrişên i ser herêmê wan bi xwe re bînin û wiha domand: "Niha Tirkiye leşkerên xwe aliyê Bakşiyê bi cih dike û dixwaze ku xwe bigihine Şengalê. Ev xet, xeteke stratejîk e û dikare li ser vê xetê bi rihetî xwe bigihîne Rojava jî. Dixwaze di vê operasyonê de heta Rojava û Helebê jî biçe. Amadekariyên şer ê dewleta tirk dê bi xwe re xeteriyên mezin bîne. Erdogan di her axaftina xwe de vekirî dibêje ku ew ê li dijî gelê kurd şereke mezin bide destpêkirin.Çend sal beriya niha dema ku nû ketine herêma Başûrê Kurdistanê Erdogan got ku,' ez ê mehekî de tevgera azadiyê nehêlim' lê wê hizrê nake ku gel pişt tevgera azadiyê ye û ew ê nekare bi hêsanî êriş bike. Wê nikare wê tirsê dilê gel de biçîne. Gotibû 'em ê mehekî de xelas bikin' lê ev sê sal derbas bûn jî ew xeyalê wan pêk nehat. Sedsal jî derbas bibe ev xeyalê wan dê pêk neyê. Geleke ku azadiyê daxwaz bike kesek nikare pêşiya wî bisekine. Ew kincê koletiyê yê ku hatiye qetandin dê careke din li xwe nekin."
 
'IRAQ WEKE SIFREYEKE Û HERKES DIXWAZE PARA XWE LI SER WÊ SIFREYÊ BIGIRE'
 
Hesenê da zanîn ku Tirkiye bi PDK'ê û Îran jî bi hêzên xwe yên Haşdî Şabî dixwazin hebûna xwe li herêmê mayinde bikin û ev tişt got: "Li dijî vî şerê ku bê destpêkirin tişta herî xurt têkoşîn û rêxistinbûyina kurde. Gel çiqasî xwedî helwest, xwedî îrade be dê bikaribe ku ev şerê ku li dijî hebûna wî hatiye îlankirin têk bibe. Dema ku DAIŞ'ê êriş anîn li ser Şengalê jî Hikûmeta Bexda û Hewlêrê bi Tirkiyeyê re bûn tifaq û hevkar. Lêbelê tekoşîna ku vê civakê da ev tifaqiye vala derxist. Ev tifaqiye berdewamiya desthilatariya wan e. Ew tifaqiya ku wan li dijî Şengalê çêkiriye ji wan re hêz e. Bi vê armancê siyaseta xwe didin meşandin. Beriya niha jî bi gelek rêbazên cuda xwestin ku armancên xwe bi cih bînin. Lê ew armacên li vir pêk nehatin. Hêza gel ji qanûnên wan mezintire.  Beriya niha di navbera Iraq û dewletên din de jî gelek hevdîtin çêdibin. Ev jî zexteke mezin li ser hikûmeta Iraqê dike. Aliyekî Îran, Tirkiye heye. Tirkiye bi rêya PDK'ê û Îran jî bi Haşdî Şabî xwe li vir bi nav dike. Ev jî li ser Iraaqê tesîra xwe dike. Di dîrokê de heta niha Iraq her tim weke navenda pirsgirêkan a Rojhilatanavîne. Dewletên serdest her tim ev der ji xwe re kirine qada şer. Ji ber wê cihê Iraqê bi xwe jî ciheke stratejîke. Weke sifreyekê ye û herkes dixwaze ku para xwe li ser wê sifreyê bigire."
 
'DI PLANA WAN DE ŞENGAL JÎ HEYE'
 
Riham Hesenê anî ziman ku piştî danezana hevpar a Iraq û Tirkiyeyê li herêmê jî hin hevdîtinên rayedaran zêde bûne û ev tişt anî ziman: "Tirkiye her tim li ser Iraqê gef dixwe. Beriya niha bi ser pirsgirêka avê gef lê dixwarin û dixwest ku Iraqê nêçari xwe bike. Di navbera wan de hevdîtin jî çêbûn. Piştî van hevdîtinan hatin serdana Sudanî kirin.Piştre serdana reîsê Iraqê li Şengalê çêbû. Ev serdana wan a Şengalê jî ne ji hevdîtina wan a bi Tirkiyeyê re qute. Di vê tifaqiya wan de hedefa wan de Şengal jî heye. Ev planeke amadekiriye û niha jî li gorî wê planê tevdigerin."
 
'LI DIJÎ VAN PLANAN DIVÊ ŞERÊ ŞOREŞGERÎ YÊ GEL BÊ BIRÊXISTINKIRIN'
 
Riham Hesenê diyar kir ku li dijî operasyonên dagirkirinê yê dewleta tirk pêwîstî bi şerê gel ê şoreşgerî heye û wiha pê de çû: "Piştî van hevdîtinan muhafizê Ninova jî hate Şengalê. Di bin navê serdanê de planekê dikin. Di vê hevdîtinê de jî bi eşîran re civîn li dar xistin. Piştre daxuyanî da û got,'bi vê peymana 9'ê cotmehê bê çêkirin' careke din kir rojev. Iraq her tim di gotina xwe de israr dike.  Dewleta Iraqê dixwaze ku Şengalê jî bike perçeyeke vê tifaqê û dagir bike. Iraq bi vekirî nabêje ku ez bi wan re bi tifaqim û vê bi şiklekî jî  qebûl nake. Daxwazên wan qebûl nake lê li dijî êrişên dewleta tirk jî xwe bêdeng dike. Dewleta tirk jî bi riya sixûrtiyê pêşengên me qetil dike. Lêbelê li dijî vê planê divê ku şerê gel ê şoreşgerî bê birêxistinkirin. Xeta şerê gelê şoreşgerî divê ku xeta xweparastinê ji xwe re esas bigire. Em niha di nava hebûn û tunebûnê de ne. Ev dê gelek bedel bixwaze lêbelê divê em dev jê bernedin.Wext ew wexte ku em xwedî li tekoşîna xwe ya cewherî derbikevin. Her dewletek ji bo berjewendiyên xwe tevdigere.Divê ku em jî ji bo berjewendiyên xwe tebikoşin û bizanibin ku berjewendiya me tifaqiya me ye. Rêyeke ku din em ji xwe re hilbijêrin nine, ev rê riya azadiyê ye û rêya birêz Ocalane. Divê ku em tekoşîna xwe di vê rêyê de bidomînin. Rêya çareseriyê rêxistinbûyina me ye û paradigmaya netewa demokratîke. Em ê bi tecrûbeyên berxwedanê bersiva van tifaqên qirêj bidin." 
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome