Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin

  • rojane
  • 11:55 7 Nîsan 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li deverên bêusuliyên weke hilbijêrên veguhestî lê hatine kirin îtîrazên DEM Partî û CHP’ê hatin redkirin lê hemû îtîrazên AKP’ê hatin qebûlkirin. 

 
Tevî hilbijêrên veguhestî û bi dehan bêusuliyan jî di hilbijartinên 31’ê Adarê de li bajarên bakurê Kurdistanê gelemperiya rengê nexşeyê guherî. Di hilbijartinê de AKP-MHP’ê şikestinek xwar û piştî hilbijartinê jî binpêkirin û bêusulî berdewam kirin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Wanê bi ferqekî mezin şaredarî bi dest xist û AKP’ê xwest li dijî hilbijartinê darbeyê bike lê bi saya berxwedana gel rê li ber hate girtin. Li cihên ku AKP’ê tevî bêusuliyan jî winda kirî, hewldanên ji bo xespkirina vîna gel didomin. Tevahiya îtîrazên AKP’ê yên ji bo encamên hilbijartinê tên qebûlkirin lê îtîrazên DEM Partî û CHP’ê yên li cihên tevî hilbijêrên veguhestî jî bi ferqekî biçûk winda kirin tên redkirin. 
 
DÊ ÎTÎRAZÊN LI YSK’Ê BIDOMIN
 
Dema îtîrazê ya ji bo lijneyên hilbijartinê yên bajaran bi dawî dibe. Îtîrazên ji bo lijneyan dê îro saet di 17.00’an de bi dawî bibin û biryar bên dayîn. Li dijî biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajar, dema îtîrazê yên li YSK’ê jî dê di 10’ê nîsanê roja çarşemê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. Îtîrazên awarte yên li dijî biryarên lijneyên hilbijartinê yên bajaran jî dê di 14’ê nîsanê roja yeşkemê saet di 17.00’an de bi dawî bibe. 
 
LI RIHAYÊ JI BO 2 NAVÇEYAN BIRYARA DUBAREKIRINA HILBIJARTINAN 
 
Me îtîrazên partiyan û encamên wan dane ber hev. Îktîdarê têkçûna herî mezin li bajarên Bakur jiya. Li vê derê hilbijêrên veguhestî yekser bandor li 12 herêman kir. AKP hewl dide cihên nekarî bi hilbijêrên veguhestî bi dest bixe jî bi rêya îtîrazan xesp bike. Di hilbijartinên Rihayê de DEM Partî li 7 navçeyan bi ser ket û AKP’ê li dijî 6’an îtîraz kir. Ji bo Serêkaniyê biryara jinûvehejmartina dengan hate dayîn, îtîrazên ji bo Pirsûs û Wêranşarê hatin redkirin. Ji bo Xelfetî û Curnê Reş jî biryara nûkirina hilbijartinan hate dayîn. DEM Partiyê ji bo her du navçeyan serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Li Sêweregê jî hat îdiakirin ku AKP bi ferqekî 64 dengan bûye partiya yekemîn. Li ser îtîraza Partiya Yenîden Refahê (YRP) biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. 
 
MHP A KU 69 DENG STANDÎ ÎTÎRAZ KIR
 
Her wiha ji bo gelek şaredariyên DEM Partiyê bi dest xistî îtîraz hate kirin. Tevî dengên polîs û leşkerên veguhestî jî DEM Partiyê şaredariya Colemêrgê bi dest xist. AKP’ê ji bo jinûvehejmartina dengan li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kir. Li Giyadîn a Agiriyê DEM Partî ji sedî 57,43’yê dengan stand û MHP a ku 69 deng standî îtîraz kir. AKP’ê jî ji bo endamtiya meclisa giştî ya bajar îtîraz kir. DEM Partiyê hinceta biryarê xwest lê nehate dayîn. Hat zanîn ku lijne dê sibe bicive û biryarê bide. Li Kerboran a Mêrdînê ku DEM Partiyê bi dest xist, li ser îtîraza AKP’ê dê deng jinûve bên hilbijartin. 
 
DEM Partiyê Şaredariya Pirxus a Xelata Bedlîs bi 9 dengan ferq bi dest xist û li ser îtîraza YRP’ê deng jinûve hatin hejmartin. DEM Partiyê şaredarî bi ferqekî 6 dengan şaredarî bi dest xist. AKP’ê ji bo Şaredariya Bajaroka Bazarcixê ya Dîgor a Qersê ku DEM Partiyê bi dest xistî jî ji bo dubarekirina hilbijartinê îtîraz kir. 
 
LI AMEDÊ JI BO DENGÊN NEDERBASDAR ÎTÎRAZ HATE KIRIN 
 
Îtîrazên AKP’ê tên qebûlkirin lê yên DEM Partiyê hatin redkirin. DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar ku girteka wan nehatiye girtin û ji bo sindoqên deng bi komî hatine bikaranîn ên navçeya Çermûgê ya Amedê îtîraz kir. Li navçeya Gêlê jî namzetê AKP’ê bi ferqekî 217 dengan bi ser ket û ji bo 2 hezar û 218 dengên nederbasdar îtîraz hate kirin. Piştî îtîraza DEM Partiyê li lijneya hilbijartinê ya navçeyê hate redkrin, li lijneya hilbijartinê ya bajar îtîraz hate kirin. Hêj lijneyê biryara xwe nedaye. Yek ji navçeyên bi hilbijêrên veguhestî di rojevê de ye jî Hezro ye. Namzetê AKP’ê bi ferqekî 371 dengan bi ser ket. 904 deng jî nederbasdar hatin qebûlkirin. DEM Partiyê ji bo dengên nederbasdar jinûve bên hejmartin îtîraz kir lê lijneya navçeyê red kir. Li ser vê yekê li lijneya bajar îtîraz hate kirin. 
 
HÊJ PÊVAJO NEQEDIYAYÎ MAZBATA HATIN DAYÎN 
 
Îtîrazên DEM Partiyê yên li bajar û navçeyên leşker û polîs weke hilbijêr lê hatibûn veguhestin hatin redkirin. Li navenda Bedlîsê namzetê AKP’ê bi ferqekî 198 dengan bi ser ket û 2 hezar û 18 deng jî nederbasdar hatin hesibandin. Rêxistina DEM Partiyê ji bo tevahiya dengan jinûve bên hilbijartin, serî li lijneyên hilbijartinê yên navçe û bajar da lê hate redkirin. DEM Partiyê serî li YSK’ê da. Hêj pêvajoya îtîrazê didome lê mazbata dan namzetê AKP’ê Nesrûllah Tanglay. 
 
ÎTÎRAZA DEM PRTIYÊ HATE REDKIRIN
 
Serlêdana DEM Partiyê ya ji bo betalkirina hilbijartina li navçeya Stewrê ya Mêrdînê ji hêla lijneya hilbijartinê ya navçeyê ve hate redkirin. DEM Partiyê jî li lijneya bajar îtîraz kir û ew jî hate redkirin. Di heman demê de ji bo dubarekirina hilbijartina li Qersê ku gelek hîle û bêusulî hatin kirin jî îtîraza DEM Partiyê ya di 2’yê nîsanê de ji hêla lijneya navçeyê ve hate redkirin. Li ser vê yekê li lijneya bajar îtîraz hate kirin. Lê hem lijneya bajar hem jî YSK’ê îtîraz red kirin. 
 
Li navenda Şirnexê jî îtîraza DEM Partiyê ji hêla lijneya hilbijartinê ya navçeya navendî ve hate redkirin. DEM Partiyê îcar serî li lijneya bajar da. DEM Partiyê û xelkê bajar, giliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bajar kir ku îtîrazên li dijî hilbijêrên “veguhestî” bi cih ne anî. DEM Partiyê ji bo navçeyên Şemzînan û Çelê û bajaroka Bajêrgê yên Colemêrgê, ji bo navçeyên Hawêl û Dihê yên Sêrtê jî bi daxwaza betalkirina hilbijartinan îtîraz kir. Îtîrazên ji bo Çelê, Hawêl û Dihê ji hêla lijneyên navçe û bajar û YSK’ê ve hatin redkirin. 
 
AKP’Ê LI DIJÎ HEMÛ REQÎBÊN XWE ÎTÎRAZ KIR 
 
Li gel şaredariyên DEM Partiyê, AKP’ê li dijî şaredariyên CHP’ê jî îtîraz kir. Di vê çarçoveyê de li ser îtîraza AKP’ê, biryara dubarekirina hilbijartina bajarokê Periyê ya Dêrsimê ku CHP bi ser ketibû hate dayîn. Ji bo şaredariyên Erdexanê jî îtîraz hate kirin û lijneya navçeyê biryara dubarekirina hilbijartinan da. Lê lijneya bajar ev biryar red kir. Li navçeya Çildirê jî namzetên AKP û CHP’ê 452 deng standin. Serlêdana namzetê CHP’ê ya ji bo dengên nederbasdar hate redkirin û biryar hate dayîn ku pişk were avêtin. Ji pişkê namzetê AKP’ê bi ser ket. 
 
Li navçeya Guzelyurt a Aksarayê jî namzetê Partiya Îyî bi dengekî bi ser ket û AKP’ê îtîraz kir. Lijneya bajar biryara dubarekirina hilbijartinê da. 
 
MHP’Ê JÎ HEMAN TIŞT KIR
 
MHP’ê ji bo şaredariya Pinarbaşi ya Kayseriyê ku CHP bi ser ketibû îtîraz kir û lijneya navçeyê biryara dubarekirina hilbijartinê da. Îtîraza CHP’ê ya li dijî biryarê hate redkirin. Li navçeya Urgup a Nevşehîrê jî CHP bi ser ket û li ser îtîraza MHP’ê îtîraz kir û biryara nûkirina hilbijartinê hate dayîn. CHP’ê li dijî vê biryarê li YSK’ê îtîraz kir. 
 
YÊN AKP’Ê QEBÛL KIRIN YÊN CHP’Ê RED KIRIN
 
AKP’ê li Stenbolê têkçûneke mezin jiya û li dijî şaredariyên CHP’ê bi dest xistî îtîraz kir. Li ser îtîrazan ji bo şaredariya Gazîosmanpaşayê, Tuzla, Beykoz û navçeya Yûsûfelî ya Artvînê biryara jinûvehejmartina dengan hate dayîn. Îtîrazên CHP’ê yên ji bo navçeyên Arnavutkoy, Bahçelîevler, Fatîh, Pendîk, Umraniye û Zeytînburnuyê hatin redkirin. Her wiha îtîraza CHP’ê ya ji bo Bajarê Mezin a Hatayê jî hate redkirin. CHP’ê serî li YSK’ê da. Lê hêj serlêdan nehatiye nirxandin, mazbata dan namzetê AKP’ê. Her wiha îtîrazên CHP’ê yên ji bo dubarekirin û jinûvehejmartina dengan ên ji bo navçeya Besnî ya Semsûrê, Korfez a Kocaeliyê û Karapinar a Konyayê jî hatin redkirin. 
 
DI NAVBERA AKP-MHP’Ê DE ŞERÊ ÇEKDARÎ
 
Li navçeya Keban a Xarpêtê ku MHP bi ser ket AKP’ê îtîraz kir, li navçeya Axînê ku AKP bi ser ket jî MHP’ê îtîraz kir. AKP’ê li navçeya Sîvrîceyê jî ku YRP bi ser ket, îtîraz kir. Li Gumuşhaneyê MHP bi ser ket û AKP’ê îtîraz kir, li Bayburtê jî AKP bi ser ket û MHP’ê îtîraz kir. Li her du bajaran jî deng hatin hejmartin lê encam neguherîn. 
 
Li navçeya Ugurludag a Çorumê AKP bi ser ket û MHP’ê îtîraz kir. Piştî îtîraza MHP’ê hatî redkirin, serî li YSK’ê da. Li navçeyê di navbera her du partiyan de şerê çekdarî derket. 
 
PARTÎ Û NAMZET TEVLIHEV BÛN 
 
Tevî ku Partiya Memleketê û DSP tev li hilbijartina Bafra ya Samsunê nebûbûn jî di pusulayê de logo û navên namzetên wan hebûn. CHP, Partiya Îyî, Partiya Memleketê, YRP û DSP’ê îtîraz kirin. Daxwaza betalkirina hilbijartinê ji hêla lijneya bajar ve hate redkirin. 
 
MA / Tolga Guney
 

Sernavên din

07/04/2024
19:56 Rapor: Li Girê Spî 83 kes hatin qetilkirin
18:17 Amedsporê, Înegolspor 5 û 2 têk bir û gaveke din nêzîkî şampiyoniyê bû
17:49 Ji YSK’ê biryara Xelfetiyê: Hilbijartin nayê nûkirin
16:14 CHP’î li pêşiya YSK’ê ne: Hilbijêrên mirî çawa deng didin?
15:53 Di Nobeta Edaletê de bang li dayikan hate kirin
15:23 Hatîmogûllari: Em ê pêşiyê li dizan bigirin
15:02 YSK’ê gelek îtîraz red kir
14:39 Ji bo Abdullah Ocalan şitil hatin danîn
14:11 TJA: Sekna me êrişên li dijî pergala hevserokatiyê pûç kir
13:43 YSK’ê biryara xwe ya têkildarî Kerboranê da
13:40 Talabanî: Hilbijartin dê di dema xwe de bên lidarxistin
13:33 AKP’iyê ku pusulayên dengan şewitandî hate girtin
12:21 Qeyûm beriya biçe navenda etutê dewr kir
11:55 Cotstandartiya lijneyên hilbijartinê: Îtîrazên AKP’ê qebûl kirin ên DEM Partî û CHP’ê red kirin
11:02 Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê civiya: Em ê ji bo faşîzmê her derd bin
10:55 Can: Dê ‘nexşerêya’ muxalefetê siyasetê diyar bike
10:04 Kovara Jînê di hejmara nû de bal kişand ser cînayetên jinan: Êdî bes e
09:30 Qeyûm di salekê de 23 milyon û 958 hezar TL faîz da
09:29 Hevşaredarên Dîgorê ji bo xizmetê zend û bend badan
09:24 Tanhan: Bi destê darazê li Bedlîsê darbe hate kirin
09:17 Li Sêrtê welatî nikarin ji bo cejnê tiştekî bikirin
09:17 Rojnamevan Sezgîn ê ku polîsan îşkence lê kirin: Em ê tim li qadan bin
09:06 Qeyûma Cizîrê di 2 mehan de 101 kes girtiye kar
09:05 Berxwedana girtiyan bi qonaxa nû û di roja 133’yan de didome
09:04 PDK’ê 166 roj berê rojnameger Silêman Ehmed revand: Agahî jê nayên girtin
09:01 Hevseroka Rêveberiya Xweser a Şengalê: Wê xeyalên neviyên osmaniyan pêk neyên
09:00 ROJEVA 7’Ê NÎSANA 2024’AN
08:44 Li Norşînê rageşiya hilbijartinê
06/04/2024
23:59 Li Sêwregê hilbijartin hat betalkirin
23:52 Li Swîsreyê meşa 4’ê Nîsanê
23:47 DEM Partî ji bo Xelfetiyê serî li YSK’ê da
21:53 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 70'yemîn de ye
21:09 Jinan 4’ê Nîsanê pîroz kir
21:02 Wê li Kerboranê ray ji nû ve bên hejmartin
19:35 YSK'ê îtirazên ji bo 5 cihan red kir
17:00 Deriyên Şaredariya Serêkaniyê li gel hatin vekirin
16:59 YSK’ê biryara bihincet a derheqê Zeydan de eşkere kir
16:35 DEM Partî ji bo Bedlîsê li ser pêya ye: Em ê dev ji vê meseleyê bernedin
16:25 Girtiyên ji bo nobetê peyam şandin: Divê berxwedan bê mezinkirin
16:00 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê efû hate ragihandin
15:56 Li Curnê Reş gel bi dirûşma ‘AKP diz e YSK şirîk e’ meşiya
15:47 Di qezaya li Amedê de 6 jê zarok 9 kes birîndar bûn
15:47 Li Rihayê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
15:38 Xwestin girtiyên nexweş Demîr û Yaman bên berdan
15:17 Xizmên Windakiriyan: Em ê dev ji daxwazkirina edaletê bernedin
14:39 2 hunermendên kurd ên rojhilatî jiyana xwe ji dest dan
14:12 YSK ji bo nirxandina îtîrazan civiya
14:09 Dayikên Şemiyê aqûbeta nivîskar Sabahattîn Alî pirsîn
13:29 Ji ber şewata ku 29 kes tê de miribûn 8 kes hatin girtin
13:28 Bi îdiaya ku pusulayên navçeyên din li Sasonê hatine bikaranîn îtîraz hat kirin
13:04 Torena dewkirinê hat kirin: Roj roja xizmetkirina xelkê berxwedêr ê Wanê ye
12:48 Parastvanên mafên mirovan: Hêzên ewlekariyê bi îşkencekirina zarokan sûc kirine
12:29 Bi rakirina kulubeya ewlehiyê dest bi peywirê kirin
12:06 Uçar: Em li Wanê bi ser ketin û dê li Curnê Reş û Xelfetiyê jî bi ser kevin
11:06 Parêzerê Kahyaoglu: Şopa qebzeya çekê li serê wî hebû
10:44 Li Edeneyê êriş li jinekê hate kirin
09:43 Kurkçu: Berpirsiyariya me divê em di 2028'an de dawî li heyama AKP'ê bînin
09:32 Qeyûm şaredariya Mêrdînê şêlandiye: Sînorê deynkirinê 4 qet derbas kiriye
09:05 Berxwedana girtiyên siyasî di roja 132’yan de didome
09:03 165 roj in tu agahî ji rojnameger Silêman Ehmed nayên girtin
09:03 Efrîniyên hêviyê bi ruh û can dikin
09:01 Wanî: Êdî kes wê newêribe vîna me xesp bike
09:00 ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2024’AN
05/04/2024
22:03 DEM Partiyê ji bo nûkirina hilbijartina Qersê serî li YSK'ê da
20:24 Rojnamevan hatin berdan
18:35 Li Şirnexê îtîraza ji bo betalkirina hilbijartinê hat redkirin
18:04 Ji xizmên girtiyan ên di Nobeda Edaletê de biryardariya têkoşînê
17:38 Platforma Azadiya Parastinê hat avakirin
16:33 DEM Partiyê ji bo hilbijartinên Bedlîsê serî li YSK’ê da
16:31 Di Nobeta Aştiyê de bertek nîşanî darbeya hilbijartinê dan
16:18 Di lêpirsîna şewata Beşîktaşê de dozger xwest 9 kes bên girtin
15:47 Mazbata wergirtin û deriyê şaredariyê jê kirin
15:38 Di 2 avahiyên li Beyogluyê de şewat derket
15:25 Tirkiye ji peymana AKKA’yê vekişiya
15:24 Ji bo Xelfetiyê jî biryar hat dayîn ku hilbijartin ji nû ve bê lidarxistin
15:00 Tanal ê CHP’î: AKP’ê li Hîlwanê li dijî DEM Partiyê winda kiriye
14:46 Hevşaredarên Wanê li avahiya şaredariyê ne
14:44 Rêxistinên Çapameniyê: Rojamegerên binçavkirî berdin
14:18 Vaye tundiya polîsan a li dijî nûçegihanê me Sezgîn
14:04 4 jê rojnameger 86 kes sewqî edliyeyê hatin kirin
14:02 Partiyên siyasî yên li Qersê têkildarî ‘hilbijêrên veguhestî’ daxuyanî dan
13:27 Rojnamevan Metîn Alataş li ser gora xwe hate bibîranîn
13:12 Dema gulîk û kerengên hat
13:02 Xêzeromana Abdullah Ocalan vedibêje li Berlînê hate danasîn
12:57 DEM Partî li 2 navçeyan îtîraza encamên hilbijartinê kir
12:50 Li Silopiyayê 4 kes hatin binçavkirin
12:41 Hevşaredaran cîhazên X-ray û têlên direhî yên li şaredariyê rakirin
11:58 Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger hate girtin
11:41 Li Wanê hevşaredaran mazbatayên xwe wergirtin
11:21 Malbat û parêzeran bi boneya cejnê ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:20 Rojnameger Murat Verîm hate berdan
11:13 DEM Partiyê ji bo betalkirina hilbijartina Qersê serlêdan kir
11:11 Dayikên di Nobeta Edaletê de: Em bibin dengê girtiyan
11:10 Kesên li Amed û Mêrdînê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:48 Qeyûm saetek berî mazbatayê bidin hevşaredaran, 30 mîlyon xerc kirin
10:42 Cenazeyê zarokê winda hate dîtin
10:24 Li navçeya ku av lê nîne, qeyûm 45 milyon lîre ji karên cuda re xerc kiriye
10:02 Difina nûçegihanê me yê polîsan tundî lê kiribû şikestiye
09:58 Serokê CHP’a Qersê: Bi hilbijêrên veguhestî dest danîn ser îradeya gel
09:37 Çalakiya girtiyan a ‘ji bo azadiya Abdullah Ocalan’ di roja 131’an de didome