Nobeda Edaletê didome: Em ê paş de gav neavêjin

  • rojane
  • 19:18 8 Nîsan 2024
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN – Dayikên Aştiyê ku Nobeda Edaletê didomînin, diyar kirin ku heya deriyên Îmraliyê venebin wê çalakiya xwe bidomînin û paş de gav neavêjin. 
 
Nobeda Edaletê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi awayekî demokratîk çareserkirina meseleya kurd, li gelek bajaran didome. 
 
ÊLIH
 
Nobeda Edaletê ya li Êlihê hat destpêkirin, di roja 67'an de li avahiya DBP'ê ya bajêr didome. Nobeda ku bi pêşengiya TÛAY-DER'ê hat destpêkirin, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), rêveberên bajêr ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û rêxistinên civaka sivîl ên bajêr serdana wê kirin. Nobeda îro bi dirûşmeya “Jin, jîyan, azadî”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.
 
MÊRDÎN 
 
Nobete Edaletê ya bi daxwaza azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pisrgirêka kurd li avahiyê rêxistina DBP’ê Mêrdînê hatiye destpêkirin, di roja 92’emîn de berdewam dike. Gelek kes serdana nobeta bi stran û dirûşman tê domandin kirin. 
 
Ji ziyaretvanên Nobeta Edaletê Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Necla Acibuca anî ziman ku ew tecrîda ser Ocalan qebûl nakin, şermezar dikin û wiha axivî: “Em ê li dijî vê pergala qirêj sekna xwe nîşan bidin. Bi qasî ku tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd bidome em ê serî netewînin û dê nesekinin.” Acibûca diyar kir ku ew çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan silav dikin, cejna girtiyan û çalakgerên Nobeta Edaletê pîroz dikin. 
 
ÎZMÎR
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya EGE TUHAYDER û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin di roja 48’emîn de li nûnertiya DEM Partiyê ya li Taxa Çîmentepeyê berdewam kir. Çalakger di çalakiyê de pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Gelek welatî serdana  çalakiya nobetê kirin. 
 
Dayika Firat Yagmekan ê di Girtîgeha Hejmar F-2 ya Kiriklara Bucaya Îzmîrê tê ragirtin Sultan Yagmekan di çalakiyê de axivî. Yagmekan anî ziman ku kurê wê jê re gotiye ku ew ê 3 mehan bi malbatê re hevdîtina telefonê pêk neyne û wiha got: “Ez bi kurê xwe re axivîm. Silavên wî ji her kesê re hebûn û ji min re wiha got, ‘Em ji ber bêhiqûqî bi dawî nebûn, çalakiyê dikin’. Em jî wek dayîk dê Nobeta Edaletê bidomînin. Heya ku tecrîda ser Ocalan tê rakirin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Divê bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Heya ku em ji Ocalan agahiyekê digirin, em ê nesekinin. Difikirin ku em ê biwestin û bêhnteng bibin. Lê belê tiştekî wisa nîn e. Em gavekê jî paş de navêjin. Tenê ji dayikan re bimîne jî em ê li vî cihê xwe nesekinin.”  
 
MÊRSÎN
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 127’emîn de berdewam kir. Parlamenterê Mêrsînê yê DEM Partiyê Alî Bozan, Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li nobetê bûn. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. 
 
BILA DERÎ BÊN VEKIRIN, HEVDÎTIN DEST PÊ BIKIN
 
Di çalakiyê de Dayika Aşityê Meryem Erbey anî ziman ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd divê demildest deriyên Îmraliyê bên vekirin û got pêwîst e bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin dest pê bikin. Erbey da zanîn ku ew xwedî li grevên birçîbûnê yên li girtîgehan tên domandin derdikevin û dan zanîn ku daxwazên girtiyan di heman demê de daxwazên wan in jî. Erbey bi bîr xist ku ew ê heya deriyên Îmraliyê werin vekirin dê çalakiya xwe bidomînin. 
 
‘DIVÊ TECRÎD DAWÎ BE’
 
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan axivî. Bozan destnîşan kir ku tevahî pirsgirêkên li welat tên jiyîn, girêdayî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin e û desthilatê vexwend pêvajoya diyalogê ya sala 2015’an. Bozan axaftina xwe wiha domand: “Tecrîd bandora xwe ser 84 milyon welatiyan dike. Bi qasî ku tecrîda li Îmraliyê dom dike, neçareserkirina pirsgirêka kurd jî didome; bi qasî ku neçareserkirina pirsgirêka kurd didome, li Tirkiye û Rojhilata Navîn jî pevçûm berdewam dike. Heke li welatekê pevçûn û krîz hebe, di wî welatî de aramî û pêşketin çênabe. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.” Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê û dehan kes li pêşiya avahiyê komeleyê daxuyaniya çapemeniyê dan. Bozan di bin dorpêça polîsan de daxuyanî da û ji bo tecrîda li Îmraliyê dawî bikin, bang li rayedaran kir. 
 
ŞITIL DANÎN
 
Piştî daxuyaniyê, Dayikên Aştiyê bi wesîleya rojbûna Abdullah Ocalan li Parka Yilmaz Guney a li navçeya Akdenîzê şitilên daran danîn. Çalakî piştî danîna şitilan, bi dawî bû.
 

Sernavên din

09/07/2024
13:31 MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
13:03 Ji konfederasyonên karkeran danezana hevpar
13:01 Şaredariya Xelfetiyê giliyê qeyûm Şeref Albayrak kir
12:44 Bakirhan ji bo hilbijartinê bang li AKP’ê kir
12:38 Rojnamevan Gonul Yilman Saygan hate binçavkirin
12:24 Baroya Amedê giliyê îdiayên ‘kobayê’ kir
12:15 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:55 Ciwanê hewl da zarokê li ber avê ketî xelas bike jiyana xwe ji dest da
11:52 Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir
11:09 Li Stenbolê herî kêm 19 kes hatin binçavkirin
10:57 Bi hinceta ‘Te çima emojî danî ser wêneyê Erdogan’ doz hat vekirin
10:31 Li gundê Bilexşê ji ber bombebarana helîkopterê şewat derket
09:56 Ji partî û rêxistinên kurd û suryan nameya vekirî: Êrişan rawestînin, ji bo çareseriyê bikevin tevgerê
09:54 Rojnamevan Rojava: Li Îranê tu bandora hilbijartinan tune ye
09:40 Li Qelqeliyê lehî rabû
09:25 Leşkeran avêt ser gundê Marînê: Îşkence li welatiyan hat kirin
09:24 Ji bo 8 bajaran hişyariya bi qoda zer
09:23 Di 6 mehan de 250 jin hatin qetilkirin: Divê desthilat bes êrişan rewa bike
09:19 Bîlmez: Li gorî DMME'yê muwekîlên me ji sala 2014'an ve di bin îşkenceyê de ne
09:11 Levent: Zehmete ku navbera Enqere-Şamê baş bibe
09:05 'Li cihekî ku muxatab bê bêdengkirin çareserî ne pêkan e'
09:02 Surçiyê YNK'î: Berpirsê dagirkirinê PDK ye
09:01 Girtiyê nexweş Mehmet Darga di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 9'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08/07/2024
23:56 Nobeda li Îzmîrê: Banga têkoşîna hevpar
22:52 Li Stenbolê nobeda li dijî qeyûm: Hûn ê winda bikin
20:39 Ceza hatin protestikirin: Em her tim binivîsin
17:06 Bayindir: Bila ev çiya şahidên me bin wê berxwedan berdewam bike
16:56 Elîşer û Zerîfe di salvegera 87’emîn a qetilkirina xwe de hatin bibîranîn
16:42 Xizmên girtiyan: Em ê serî netewînin
16:29 Qada şewat lê derketî weke ‘herêma karesatê’ hate ragihandin
16:06 ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ temam bû: Li gorî destûra bingehîn tevbigerin
16:02 Hevrazê Colemêrgê derbas kirin û gihiştin navendê
15:58 Ji bo azadiya Ocalan bi sedan name ji CPT’ê re hatin şandin
15:56 Zarokên ketin Çemê Dîcleyê hatin xelaskirin
15:46 Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin
14:23 Jinan got: Em serhildana xwe ya li dijî qeyûman mezin dikin
14:09 Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn
13:49 Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre: Li dijî qeyûm banga têkoşîna hevpar
13:39 Hêzên rejîma Îranê kolberek qetil kir, 4 kolber birîndar kirin
13:37 Koçyîgît: Li gorî TUÎK’ê her tişt erzan e
13:36 Îdiayeke girîng: Di dema koronayê de xelkê Amedê weke ‘kobay’ hat bikaranîn!
12:52 Li gelek bajarên herêma Serhedê lehî rabûn
12:36 Hejmara hilbijêrên Herêma Kurdistanê hatin eşkerekirin
12:23 Ji bo Açik Radyoyê kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin
12:22 Di meşa li dijî desteserkirina îradeyê de roja dawî
11:43 Li Şirnexê ji bo heqê rê zem hate kirin
11:42 Li deriyê sînor heqê parkê û kişandinê hat bihakirin
11:40 Kurd li aliyekî artêşên cîhanê li aliyekî
11:22 Di navbera polîsan û ajokarekî de nîqaşa rêdayînê
11:05 Şêniyên gundê Bilexşê: Qiyamet li ser serê me rabû
10:26 Ehmed: Heke çareserî ji bo tevahiya Sûriyeyê be dê pêkan be
10:16 Wesayîtê li keriyê pez xist: Şivanî jiyana xwe ji dest da
10:10 Ji bo 13 bajaran hişyariya barîna baranê
09:48 Nivîskar Karadaş: Ji bo Îranê divê kes li benda guherînên bingehîn nemîne
09:47 HSD'ê bîlançoya 6 mehan a êrişên Tirkiyeyê eşkere kir
09:46 Rêveberiya Girtîgeha Kirşehîrê li 20 girtiyan ceza birî
09:12 Leşkeran bi ser mala Yildirim de girtin
09:08 Namzetê AKP’ê yê têkçûyî der barê şaredariyê de 30 doz vekirin
09:05 Koma Agirê Zerdeşt xebata xwe ya 28 salan dike albûm
09:03 Xelk ji ber bihabûnê bêzar bûye: Em nikarin hewcedariyên xwe bikirin
09:02 Odeya Bijîşkan a Amedê li dijî germê hişyariya parastinê kir
09:01 Dayik û bavên şagirtên Zarok Ma’yê: Zarokên me bi nirx û dîroka xwe mezin dibin
09:00 ROJEVA 8'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:20 Xwebûn bi manşeta ‘Dê dagirkerî têk biçe’ derket
07/07/2024
21:50 Li Mêrdînê desteserkirina îradeyê hat protestokirin
21:39 Nobeda li dijî qeyûm di roja 28'an de ye: Em ê bi paş ve gav neavêjin
21:29 'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû
21:00 Li nêzî Girê Mirazan şewat derket
20:47 YEWKURD ava bû û xwe ji bo damezrandina komeleyê bi rêxistin dike
20:10 DEM Partiyê serdana cotkarên tûtinê kir
19:57 Li Milazgirê jinek ciwan bi lehiyê re çû û mir
19:34 Li Tetwanê MEDYA-DER hat damezrandin
19:21 Serokê nû yê TTB'ê diyar bû
19:07 Şandeyek serdana gundê Bilêxşê kir
18:55 Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir bi devera Rêkanyan ket
18:39 Şandeya jinên femînîst serdana Şaredariya Wanê kirin
18:36 CJP: Herî kêm 108 rojnamevan li Filistîn û Îsraîlê hatin kuştin
18:09 Îfadegirtina 14 binçavkiriyên li Êlihê dest pê kir
17:05 Polîs û bekçî li Mêrdînê tundiyê li welatiyekî kirin
16:51 Têkoşerê kurd Vedat Aydin hat bibîranîn |
16:08 Hatîmogûllari di ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’ de got: Rêzê ji bo hilbijêran bigirin
15:51 Li pêşiya girtîgehê çalakiya ‘azadiyê’ hat lidarxistin
15:21 Erdogan ji bo Esad got ‘dibe di carekê de em vexwînin’
14:36 Gelek leşker û wesayîtên zirxî sewqî Amediyeyê hatin kirin
14:08 Li Meletiyê tundiya mêr: 3 kes hatin kuştin
13:20 Rapor: Li qawîşa ji bo 28 kesan 40 kes tên ragirtin
12:47 Di bagera li Çînê de 5 kes mirin
11:19 Li Zapê ‘Meşa rêzgirtina ji îradeyê re’
11:10 JINNEWS’ê çeteleya tundiyê ya hezîranê parve kir: 37 jin hatin qetilkirin
10:41 Malbata jina bi awayekî guman mirî: Hevjînê wê tundî lê dikir, divê bê girtin
10:18 Weke polîtîkayeke dewletê êrişên li dijî cenaze û goristanan
10:01 Ji bo 8 bajaran hişyariya barînê hat kirin
09:52 Hejmar nû ya kovara Jinê derket
09:50 Bi rojaye di rê de ne: Dê meşa me bi serkeftinê tacîdar bibe
09:32 Qeyûman parkên Şaredariya Cizîrê jî dewr kirine
09:24 Parêzer Sumelî: Hinek girtiyên jehrî bûn nebirine nexweşxaneyê
09:05 Cerdevanên ku naxwazin tev li operasyonê bibin çekê datînin
09:04 Ji ber gefa sîstematîk a gardiyanan di greva birçîbûnê de ye
09:02 Ji bo qada parkê ya tehsîsî midûriyeta polîsan hat kirin biryara 'rawestandina rêvebirinê'