Hevberdevka HDK'ê Demîr: Divê em encamên hilbijartinê veguherînin biserketineke polîtîk a rêxistinî

  • rojane
  • 09:27 9 Nîsan 2024
  • |
STENBOL- Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr diyar kir ku divê mirov motîvasyona biserketina encamên hilbijartinê, veguherîne biserketineke polîtîk. 
 
Di hilbijartinên 31'ê Adarê de desthilata AKP'ê ku li bajarên Kurdistanê tevî hemû hewldanên binpêkirinê jî bi ser neket. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) 3 şaredariyên mezin, 7 şaredariyên bajaran, 58 navçe û 10 bajarok bi dest xistin. Li Wanê jî ku hat xwestin darbeyeke hilbijartinê bê kirin, bi berxwedana gel hat tepisandin.
 
Dîsa hikûmeta AKP'ê bi armanca ku şaredariyên ku di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de winda kiribûn, bi taybetî li Stenbol û Enqereyê yên li rojava dîsa bi dest bixe, zêdeyî 4 mîlyon deng winda kir û hin şaredariyên bajar, parêzgeh û navçeyan ên ku beriya hilbijartinê bi rê ve dibir, winda kir. û piştî 20 salan cara yekem bû partiya duyemîn li Tirkiyê.
 
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr encamên hilbijartinên 31’ê Adarê û encamên wê yên li ser siyaseta giştî nirxandin.
 
‘AKP'Ê DERBEKE MEZIN XWAR'
 
Demîrê diyar kir ku desthilat bi hêviya ku encameke wekî ya hilbijartinên 14-28'ê Gulanê bi dest bixe, amadekariya hilbijartinên herêmî kiriye, lê AKP'ê derbeke mezin xwariya û bi encama hilbijartinên herêmî û di warê siyasetê de paş ve çûye. Demîrê got: “Ber bi hilbijartinê ve krîzeke mezin a aborî hebû, di warê karker û kedkaran de binpêkirinên mezin hebûn û helbet dîmeneke ku kurd li derî vê tabloyê bê hiştin û hin nîşaneyên xeta neteweperest-nijadperest ku heyama berê nehiştibû muxalefet bê cem hev du hebû. Li gel vê êrişên li Sûriye û Iraqê û amadekariyên şer hebûn. Û di encama vê de me dît ku AKP'ê gelek deverên ku di sala 2019'an de bi dest xistibû, winda kirin. AKP li Kurdistanê derbeke mezin xwar û li rojavayê Tirkiyeyê jî muxalefet bi ser ket û AKP di Anatolyaya Navîn de hat asêkirin." 
 
BERTEKA LI DIJÎ HEGEMONYAYA QEYÛM
 
Demîrê destnîşan kir ku hilbijêrên kurd bi taybet li hemberî binpêkirinên hilbijartinê yên li Kurdistanê, bi armanca parastina vîna xwe helwest nîşanden. Demîrê da zanîn ku hilbijêrên kurd li her derê bi motîvasyoneke ku desthilatdarî winda bike çûne ser sindoqan û got: "Motîvasyona hilbijartinê ya li Kurdistanê di serî de ev bû ku îradeya wan 2 heyaman ji aliyê qeyûman ve hatibû desteserkirin û bajarên Kurdistanê di şertên Rewşa Awarte (OHAL) de bûn. Ji ber vê yekê ev motîvasyon, motîvasyoneke girîng e. Em dizanin ku di roja hilbijartinê de li metropolên Tirkiyeyê bi hezaran kes bi balafir û otobusan sewqî bajarên Şirnex, Colemerg, Amed û Serhadê hatin kirin. Em dikarin bêjin ku berteka gel a wê rojê ya li hemberî hilbijêrên veguhastî û parastina sindoqan, daketina wan a kuçe û kolanan û nîşaneyên hilweşandina hegemonyaya qeyûmtiyê ne." 
 
ENCAMÊN HILBIJARTINÊN GEL
 
Demîrê, civînên gel ên DEM Partiyê yên piştî hilbijartinên 2023’yan li dar xistibûn bibîr xistin û wiha got: “Di van hevdîtinan de me kêmasiyên xwe yên rêxistinî û her wiha êrişên desthilatê gengeşekirin. Me pêşniyazên gel tomar kirine û me hewl da em kêmasiyên xw etemam bikin. Paşê pêşhilbijartin çêbûn. Bi hezaran mirov daxilî vê pêvajoyê bûn. Ev motîvasyoneke pir girîng û mezin bû. Gelê herêmê di warê diyarkirina namzetê xwe de vîna xwe nîşan da."
 
BERTEKA LI DIJÎ TECRÎDÊ
 
Demîrê diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 3 sal in tu agahî jê nayên girtin veguheriye bertekeke civakî û ev yek bandor li hilbijartinan kiriye. Demîrê bilêv kir ku bi milyonan kes beriya hilbijartinê li qadên Newrozê li dijî şert û mercên tecrîdê rabûna û daxwazên ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bi eşkereyî derketiye holê. 
 
Demîrê îşaret bi wê yekê kir ku tevî van hemû encaman jî desthilat di neçareserkirina meseleya kurd de israr dike û bal kişand ser axaftina Erdogan a şeva hilbijartinê. Demîrê bilêv kir ku çendî piştî hilbijartinê meseleya qeyûm hatibe berterefkirin jî lê wer xuya ye wê di warê siyaseî de zextên li ser tevgera siyasî ya kurd û yên li cem wê bidomin. 
 
‘KURDAN BERXWEDANEKE MEZIN NÎŞAN DA'
 
Demîrê diyar kir ku guherandina polîtîkayên şer ên desthilatê yên li hemberî meseleya kurd bi têkoşînê pêkan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yanî desthilata ku me bi hilbijartinên herêmî kir ku paş de gav biavêje, êdî hêza erêkirinê ya ji piraniya civakê winda kiriye. Em dikarin bêjin ku wê piraniya civakê ray nede vê siyaseta şer. Ji bo DEM Partiyê jî, ew e ku dîsa xwe di ber çavan re derbas bike, kêmasiyên xwe tespît bike û nîqaşeke zelal û rêxistinî bike. Ji bilî vê, gelê kurd ku bi salan e bi berxwedaniya xwe ya li hemberî êrişên ku tên kirin bedêlên giran dide, di van hilbijartinan de jî berxwedaneke civakî nîşan da û ji muxalefeta Tirkiyeyê re bû mînak û moral û motîvasyoneke mezin da muxalefetê. Lewma pêwîst e mirov di serdema nû de vê serketina motîvasyonî veguherîne serketineke rêxistinî û polîtîk." 
 
MA/ Îbrahîm Irmak
 

Sernavên din

17/07/2024
15:38 Mamosteyan ‘Nobeta xwe ya Perwerdehiyê’ bi dawî kir
15:24 NY’ê ji Tirkiyeyê parastin xwest: Sedema rewşa li Îmraliyê çi ye?
14:46 Li Sûrê bertek nîşanî vekirina avahiya PTT’ê ya dîrokî ya ji rantê re dan
14:43 ÎHD 38 salî ye: Dê têkoşîn bidome
14:24 Rapora ÎHD’ê ya 6 mehan: 3 hezar û 895 binpêkirinên mafan hatin kirin
14:20 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
14:14 Beyoglû yê AKP’î ku ji bertîlê dihate darizandin hate girtin
13:31 Ji TEV-DEM’ê peyama 19’ê Tîrmehê: Têkoşînê mezin bikin
13:05 Hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê taloqî cotmehê hatin kirin
12:52 Di madena bêrûxset de hezaz çêbû: Karkerek di bin de ma
12:52 Ji bo Beyoglû yê AKP’î biryara girtinê hate dayîn
11:30 DEM Partiyê bertek nîşanî birîna daran da: Vê talanê rawestînin
10:45 Hevserokê KNK’ê li Hewlêrê serdana partî û aliyên siyasî kir
10:16 Li qada dewleta tirk bombebaran kir şewat derket
09:24 Meteorolojiyê ji ber barîna zêde hişyarî da hinek bajaran
09:23 Di dozeke din de jî polîs hatin parastin: Di bûyerê de qestîbûn tune ye
09:18 ‘Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya PDK'ê berfireh dibin’
09:16 Prof. Ozturkmen: Heke krîza avhewayê bidome dê qitûtiya avê biqewime
09:13 Çîftyûrek bang li Barzanî û PDK’ê kir: Li dijî projeya dagirkeriyê helwesta xwe nîşan bidin
09:07 Malbatên girtiyan: Girtiyên me dixwazin tavilê tecrîd bê rakirin
09:05 Li ser rêyekê di rêzekê de 40 aş: Xwedî dîrokeke kevnar in
09:02 Kargeha romanên kurdî: Jin û mêr bi hev re wêjeya kurdî nîqaş dikin
09:00 ROJEVA 17'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:35 Li Dîlokê maça fînalê ya Tûrnûvaya Gulistan Dokû hate lîstin
08:34 Wêneyê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi sûrên dîrokî ve ne
16/07/2024
23:06 Li Colemêrgê 'Nobeda rêzgirtina ji îradeyê re' di roja 12’emîn de ye
22:31 Li Serdeştê kolberek hat kuştin
22:17 Rapora bîlançoya êrişên mehekî hat eşkerekirin
22:06 Li Stenbolê nobeda dijqeyûm: Divê em bi têkoşîna yekgirtî rabin
21:50 Li kursiyê Meclisê, Girtîgeha Îmraliyê wek 'dojeh' pênase kir
21:23 OHD'ê der barê fermandarê îşkencekar de gilî kir
21:10 Li gundê Faxrikan ê Semsûrê şewat derket
21:02 Besê Hozat: Rayedarên AKP'ê dixwazin tecrîda li Îmraliyê bikin mijara bazariyê
19:48 Pankarta Berxwedana 14'ê Tîrmehê bi sûrên Amedê ve hat daliqandin
18:43 Li Hezexê du kes hatin binçavkirin
18:20 Rojnamevan Topaloglû di rojeva Meclisê de ye: Hûn wî bernedin wê çavên wî kor bibin
16:40 Şaredariya Curnê Reş tabelayên kurdî daliqandin
15:59 Ozel mûxalîf vexwendin qadan
15:20 Li gelek bajaran çalakiya ‘Em ê radestî hejariyê nebin’
14:41 Danişîna doza tecawizê ya li cemaetê hate taloqkirin
13:39 Mûçeyê herî kêm ê teqawidan diyar bû
12:53 Derbarê tenduristvanê pirsgirêka nexweşxaneyê kir rojev de lêpirsîn hate destpêkirin
12:45 Hatîmogûllari: 15’ê tîrmehê komployeke li dijî gelan e
12:24 Di 6 mehên ewil de bûdçeyê 747 milyar lîre li kêmiyê da
11:58 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:51 Endamê Meclisa DEM Partiyê Ayten hate berdan
11:47 Li Şirnexê dîsa gelek dever hatin qedexekirin
11:00 Cotkar dê di Mitînga Çandiniyê de daxwazên xwe biqîrin
10:33 Di êrişa Îsraîlê de karsazê nêzî Esad jiyana xwe ji dest da
10:32 Kaya ya hatiye girtin tu caran li ber zilmê serî netewand
10:27 Îşkence li karkerê rihayî yê mafê xwe xwest hate kirin
10:20 Girtî Barik: Bi kuştinê gefê li min dixwin
10:08 Ji pênûsa girtiyekî 30 salên Kelekê
09:48 Nûnerên rêxistinên jinan: Li dijî êrişan dem dema yekbûna li kolanan e
09:38 Li Başûr di 6 mehan de 30 jin hatin kuştin: Pêdivî bi qanûnên parastina jinan heye
09:26 9 sal in xaniyên wan nehatine çêkirin: Dewlet me ceza dike
09:24 Yilmaz: Îşkence û muameleya xerab berdewamiya konsepta 2015’an e
09:16 Gundên Licê niha jî di bin metirsiya madenê de ne
09:12 Endamê OHD’ê Durmaz: Divê girtîgehên tîpên Y û S bên girtin
09:10 Komxebeta Jinan û Aboriyê: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî bersivê bidin krîzê
09:09 Rojnamevan Altan: Tirkiyeyê dest bi dagirkeriyê kiriye
09:03 Dîroka 6 hezar salan di bin xetereya bendavê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê TÎRMEHA 2024'AN
00:38 Li Pîranê welatiyek di êrişa çekdarî de hat kuştin
15/07/2024
23:40 Ciwanên Geverê ji bo 14'ê Tîrmehê daketin kolanan
22:35 Nobeda dijqeyûm a Stenbolê: Bi înkarkirina îradeyê pirsgirêka kurd çareser nabe
21:40 Zarokên dilîstin û hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:48 Hevşaredar Zeydan û Uzunay serdana Îmamoglû kirin
20:21 Koma 6'emîn nobedê dewr girt: Qeyûm talan e
20:11 Ekolojistan li Amedê nerazîbûn nîşanî pêşniyarqanûna kuştina heywanan dan
17:34 Li Îzmîrê şewata daristanê: 3 kes mirin
17:22 Li Cizîrê 4 zarok hatin binçavkirin
17:02 IFJ’ê ji bo rojnamevan Mîrza bang li Tirkiyeyê û Iraqê kir
16:45 ‘Ji bo ku polîtîkayên şer bi dawî bibin tecrîdê rakin’
15:44 DEM Partî li dijî Paketa Darazê ya 9’emîn derket û şerh danî
15:33 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê bi Talabanî re civiya
15:07 Dayikan bang kirin ku 9 kesên hatine girtin bên berdan
15:02 DEM Partiyê bangî 2 wezaretan kir: Têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
14:24 Zarokên wesayîtê lêxistibû jiyana xwe ji dest dan
14:10 Partiya Komunîst a Iraqê: Divê êriş demildest bên rawestandin!
13:33 ‘Iraq dikare êrişên dewleta tirk bibe Laheyê’
12:43 Sînorê birçîtiyê bû 19 hezar ê xizaniyê jî derket 65 hezar lîreyan
12:15 Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Iraqê Erecî li Silêmaniyê ye
11:10 Li Mûsilê gora komî hate dîtin
11:06 MYK ya DEM Partiyê civiya
11:05 Li Amedê êrişên li dijî kargehan: Dewlet araste dike
10:17 Dewleta tirk navendên gundan bombebaran kir
10:17 AYM’ê xwest doza îstîsmarkirina zarokê dîsa bê lidarxistin
10:13 Parastvanê Seyît Riza: Şah Îsmaîl
09:55 Li Amediyeyê liv û tevgereke zêde ya leşkerî heye
09:55 Êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li NY’ê bên nîqaşkirin
09:49 Şanar Yurdatapan: Divê rewşenbîr bibin yek û li dijî şer bisekinin
09:12 ‘Pêlavên ku berê diçûn çopê ji ber krîza aboriyê tînin tamîrê’
09:11 Bariyerên qeyûm bûn sedema mirina çûkan
09:07 Ditirsin bikevin malên xwe yên ji ber lehiyê xerabûne
09:03 'PDK û dewleta tirk li Şengalê sîxurtiyê li xebatkarên çapemeniyê ferz dikin'
09:02 Rojnamevan Seyda: PDK, bi çeteyên DAIŞ’ê re di heman mewziyê de ye
09:00 ROJEVA 15'Ê TÎRMEHA 2024'AN
08:44 Cenazeyê Ogmen li Geverê hate veşartin
08:30 Ji bo 6 bajaran hişyariya bikoda zer