Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan

  • rojane
  • 16:38 19 Nîsan 2024
  • |
img
ENQERE - Di danişîna doza êrişa li dijî malbata Dedeogûllari de dadgeha ku biryara xwe aşkere kir, derbarê bersûcan de cezayên kêm dan. 
 
Danişîna 3’yemîn a doza jinûve derbarê 9 kesan de têkildarî êrişa ewil a di 30’ê tîrmeha 2021’an de li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari hate kirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê hate lidarxistin. Ji malbata Dedeogûllari, Çetîn Dedeogûllari, endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) tev li danişînê bûn. 
 
BIRYAR: DAXWAZA KEŞFÊ NEHATE QEBÛLKIRIN 
 
Danişîn, bi xwendina evraqên li dosyayê hatin zêdekirin dest pê kir. Piştî ku dozger mutalaya xwe dubare kir, dadgehê biryara xwe aşkere kir. Dadgehê daxwazên keşfê û wergirtina raporê ya derbarê bersûcên tev li bûn de qebûl nekir. 
 
CEZAYÊN KÊM 
 
Li bersûc Lutfî Keleş salek û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Ji ber ku ev kiryar bi darekî ku weke çekê tê nirxandin û di bedena mexdûr de bû sedema şikestina hestiyan, ceza salek û 24 mehan hate zêdekirin. Piştre dadgehê bi hinceta “Di bin bandora hêrs û êşa giran de ye” ev ceza daxist salek û 15 mehan û bi hinceta “bandorên gengaz ên li ser pêşeroja bersûc” salek û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li bersûc birî.
 
Li Keleş ji be sûcê “birîndarkirina biqestî” ya li dijî mexdûr Serap Dedeogûllari salek û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. Dadgehê heman zêdekirin û daxistin di vî cezayî de jî pêk anî û salek û 7 meh û 20 roj cezayê hefsê da. Derbarê Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” ya li dijî hemû mexdûran biryara beraetê hate dayîn. 
 
Derbarê bersûc Alî Keleş de (lawê Velî Keleş) şûna sûcê “teşebus kiriye ku biqestî bikuje” ji sûcê “birîndarkirina biqestî” ceza hate birîn. Heman zêdekirin û daxistin ji bo Alî Keleş jî hatin kirin û 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate dayîn. Derbarê Keleş de ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Li Velî Keleş jî 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Cezayê li Velî Keleş hatiye birîn bi hinceta “qaneh bûne ku dîsa sûc nake” hate taloqkirin. Derbarê Keleş de ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Derbarê bersûc Alî Keleş (lawê Lutfî Keleş) de 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Derbarê Alî Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpikirina destnedayîna avahiyê” beraet hate dayîn. 
 
Derbarê bersûc Ayşe Keleş de jî ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Derbarê Îbrahîm Keleş de de 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Derbarê Îbrahîm Keleş de ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Derbarê bersûc Yahya Çalik de salek û 7 meh û 20 roj cezayê hefsê hate dayîn û cezayê Çalik hate taloqkirin. Her wiha ji sûcê “birîndarkirina biqestî” bi biryarên zêdekirin û daxistinê 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê li Çalik hate birîn. Çalik ji sûcê “binpêkirina destnedayîna avahiyê” beraet kir. 
 
 
Derbarê bersûc Ramazan Çalik û Alî Çalik de ji sûcên “birîndarkirina biqestî” cuda cuda salek û 7 meh û 20 roj cezayên hefsê hate dayîn û ev ceza hatin taloqkirin. Derbarê her du kesan de jî ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
Derbarê Alî Çalik de jî ji sûcê “birîndarkirina qestî” ya li dijî Metîn Dedeogûllari bi biryara zêdekirin û daxistinê re 5 sal û 3 meh û 22 roj cezayê hefsê hate birîn. Derbarê Alî Çalik de jî ji sûcê “gefa bi çekê û binpêkirina destnedayîna avahiyê” biryara beraetê hate dayîn. 
 
BIRYARA QEDEXEYE DERVEYÎ WELAT A ÇALIK HATE RAKIRIN
 
Dadgehê biryar da ku qedexeya derveyî welat a derbarê Alî Keleş (lawê Lutfî Keleş), Îbrahîm Keleş, Velî Keleş, Alî Keleş (lawê Velî Keleş), Lutfî Keleş, Yahya Çalik, Alî Çalik de berdewam bike û qedexeya derveyî welat a derbarê Ramazan Çalik de were rakirin. 
 
Daxwaza girtina bersûcan hate redkirin. 
 

Sernavên din

22/04/2024
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin