Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne

  • rojane
  • 11:32 20 Nîsan 2024
  • |
ENQERE - Hevserokê PYD’ê Salîh Muslim destnîşan kir ku divê gelê kurd li dijî êrişan yekitiya xwe pêk bîne û destnîşan kir ku dewleta tirk PKK’ê dike hincet û Kerkuk, Mûsil û Silêmaniyê armanc dike. 
 
Li Rojhilata Navîn rewşa krîzê bi şer, dagirkirin û pirgirêkên civakî kûrtir dibe. Li aliyê din rageşiya di nava Îran û Îsraîlê de fikarên pêvajoya pevçûneke nû ya li herêmê jî bi xwe re anîn. Di pêvajoyeke wiha de desthilata AKP’ê jî polîtîkayên xwe yên dijberiya gelê kurd û israra xwe ya şer didomîne. Bi taybetî israra dewleta tirk a di pirsgirêka kurd de destkeftiyên kurdan ên li herêmên din jî hedef digire. Pêvajoya şer a di sala 2014’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bi êrişên hewayî yên dewleta tirk didome. Li başûrê Kurdistanê jî bi piştgiriya PDK’ê polîtîkayeke dagirkirinê ya pir alî di dewrê de ye. Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan dê vê mehê serdana Iraqê û di meha pêşiya me de jî dê serdana Amerîkayê bike. Ev her du serdan di nav serenavên girîng ên rojên pêşiya me de ne. 
 
Pirsa “Kurd wê bersiveke çawa bidin” hewldana “bênasnamekirinê” ya li her çar parçeyên Kurdistanê dewam dike jî di rojevê de ye. Hevserokê Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Salîh Muslum têkildarî geşedanên li Rojhilata Navîn û rewşa kurdan a li herêmê ya niha ji ajansa me re axivî. 
 
‘HERKES VAN PIRSGIRÊKAN BIKARTÎNE’ 
 
Muslum, bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn wiha got: “Li Rojhilata Navîn du pirsgirêkên mezin hene. Heta ku ev neyên çareserkirin aştî nayê Rojhilata Navîn. Lê herkes van her du pirsgirêkan jî li gorî plan, armanc, pêvajoyên xwe yên siyasî û hedefên xwe bikartîne. Mesele; pêvçûnên navxweyî hene û hinek kurdan digirin cem xwe û dibin sedemê nedayîn mafên wan. Pişt re bi rêya zextê li ser dewletan lîstikên cûr bi cûr ên weke gefê bên dîtin tên lîstin. Niha meseleya tu ferqa meseleya Filistînê jî ji van nîne. Niha herkes vê meseleyê bikartîne. Ereb û dewletên ereban ji bo gel hişyar nebe gotinên weke ‘Meseleya Filistînê ez ê çareser bikim, ez ê li ber xwe bidim, ez Filistînê xelas bikim’ gotin. Ew jî tê re nekir niha mesele veguherîne meseleyeke Îslamê.”
 
 ‘NE NETENYAHÎ NE JÎ HAMAS DIKARE VÊ PIRSGIRÊKÊ ÇARESER BIKE’ 
 
Muslum, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Niha van rojên dawî vê meseleyê herî zêde Îran bi kar tîne. Hamas heye; di sala 1982’yan de ew tesfiye kirin û dan koçkirin. Ji Lubnan, Filistîn û Urdunê derxistin û ew marjînal kirin. Lê meseleya misilmantiyê rêxistinên cîhadîst ên weke Hamasê hêj bikartînin. An ku projeyên herkesê hene. Herî dawî Îranê jî ev bikaranî. Ev rêya nû nayê hesaba Îran û Tirkiyeyê. Elbet ji bo vê li Tirkiyeyê hin kesên piştgiriya Hamasê dikin hene. Me di serî de got, heke bi rastî jî hûn çareseriyê bixwazin; ev çareserî bi van fikrên wiha çênabe. An ku ev meseleya dewletê ya netewî ye. Filistîn dewleteke oldar dixwaze, Îsraîl dewleteke oldar dixwaze. Ereb jî wiha ne, Hamas jî dewleteke îslamî dixwaze. Ev ji bo her duyan jî ne çareserî ye.”
 
 
Muslum, bi lêv kir ku vê pirsgirêkê ne Netanyahû ne jî nêrîna cîhadîst a îslama radîkal a Hamasê dikare çareser bike û wiha lê zêde kir: “Meseleya Filistînê gelek cuda ye. Divê weke daxwaza gelê Filistînê were çareserkirin lê mixabin kes van guhdar nake. Li aliyekî sosyalîzmeke hişk li aliyê din cihada îslama hişk. Ev ne çareseriyê encax hilweşînê bi xwe re bînin. Em weke Rojhilata Navîn dibin şahidê vê yekê. Herkes dibêje ‘te li konsolosxaneyê xist’ lê kes nabêje ‘çi karê evqas generalan li konsolosxaneyê heye. Ev hemû fermandarên ku şer bi rê ve dibinin’. Avahiya li konsolosxaneyê û avahiya li rex wê veguherandine baregeheke leşkerî û navenda rêvebirina şer. Îsraîlê jî li wan xist. Niha ev jî (Îran) tola wan dihilîne. Êdî em nizanin ka dê çi bibe, wiha didome. Lê bi rastî jî rewş gelek bixeter e. Hêvî dikim ku Rojhilata Navîn ber bi hilweşînekê ve nabin.
 
Bi gelê Filistînê re piştevaniya me heye. Em wan ji serî ve dizanin. Hevalên me ne, têkiliyên me jî hene. Lê fikrên Hamasê çareseriyê pêk naîne. Cihû ji xwe di dîrokê de parçeyekî Rojhilata Navîn in. Realiyeteke Rojhilata Navîn in. Em vê jî qebûl dikin. Beriya ku Îsraîl were avakirin ji xwe piraniya wan li Mezopotamyayê li Kurdistanê dijiyan. Di nava wan û kurdan de nakokiyek nebû. Em nakokiyeke wiha qebûl nakin. Ji ber wê yekê ne siyonîzm ne jî cîhadîzim ne rê ye. Her du jî ne ji Rojhilata Navîn re ne jî ji gelên vê derê re çareseriyê naînin. Bibe bibe dê zêdetir windahiyan bi xwe re bîne.”
 
‘MESELEYA KURDAN MESELEYA HEBÛNÊ YE’ 
 
Muslum, destnîşan kir ku şer hemû ji bo berjewendiyan tên derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji bo petrolê yek jî ji bo bazirganiyê dixebite. Têkoşîna kurdan gelekî cuda ye. Ji ber ku meseleya hebûnê ye. Hêj jî tu kes kurdan qebûl nake ku geleke û bi statuyê dikarin xwe bi rê ve bibin. Mînak weke li Başûr naxwazin kurdan nas bikin. Derdê me cuda ye. Em xwe bidin kîjan alî em ê winda bikin. Ji ber vê yekê divê xeta me cuda be. Divê xeta me rêya sêyemîn be. Projeyên me hene; projeya neteweya demokratîk. Heke em vê pêkbînin em ê hem li Rojava hem li cihên din bikarin xwe biparêzin. Ji xwe hêzên me jî di şerekî wiha de cih nagirin. Ji ber ku hêzên me ji destpêkê di çarçoveya xweparastinê de parastin. Heke bi ser me de neyên, em êrişê kesê nakin. Heke bi ser me de werin jî em ê xwe biparêzin û li ber xwe bidin. 
 
DIVÊ KURD YEKITIYA XWE PÊK BÎNIN 
 
Di rewşeke wiha de divê kurd di nava xwe de yekitiya xwe pêk bînin. Qet nebe ji bo ku xwe bi parêzin. Çi li Başûr be çi li Rojava an li cihekî din be em bikarin xwe biparêzin em nakevine nav rewşeke xetere. Hêvî dikim ku bikarin xwe wiha biparêzin. Gefên li ser me qet kêm nebûn. Di serî de jî yên dewleta tirk, faşîzma tirk. Projeya wan a Osmaniya Nû û misak-i mîllî heye. Dixwazin ji Rojava dest bi vê projeyê bikin. Beriya niha jî hewldanên wan çêbûn. Dagirkirina Efrînê, pişt re ya Girê Spî û Serê Kaniyê. Heke hûn rastiyê bixwazin ji sala 2016’an ve em di nava şer de ne. Tirkiye xwe avêtiye holê û şûna DAIŞ’ê girtî ye. Piştî ku DAIŞ têkçû ketin şûna wan û hêj jî hemû amûrên di destê xwe de ji bo vê yekê bikartîne. El Nûsrayê bikartîne. Komên din ên terorîst bikartîne. Li cihên ku dagirkirine baregeh û cihên wan ên perwerdehiyê hene. Hem li Serêkaniyê û Girê Spî, hem li Efrînê û Idlîbê. Hemû têkiliyan bikartîne. Kî ji Tirkiyeyê tiştekê bixwaze dibêjin ‘Tu dê dijminatiya kurdan bikî, pişt re vê yekê bikî’. Em li deriyê kê bidin an Tirkiyeyê girtî ye an jî hewl dide bigire. Êriş ji xwe nesekinîne. Êdî dê heta ku biçe nizanin lê em amade ne.” 
 
‘HERÎ ZÊDE LI SER BAŞÛR GEF HENE’ 
 
Muslum, bal kişand ser êrişên li dijî başûrê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Herî zêde li ser başûrê Kurdistanê gef hene. Dixwazin wan deran dagir bikin. Ji xwe projeya wan diyar e. Hincet tenê PKK nîne. Hem Kerkuk, hem Mûsil hem jî Silêmaniyê dixwaze. Dixwaze dagir bike û tev li projeyên xwe bike. Hem jî naxwaze ku li Rojava gelê kurd bibin xwedî statu. 8 salan dema biryara 2-2-54 Neteweyên Yekbûyî (NY) derket, herî zêde dewleta tirk li dijî vê derket. Naxwazin ev were pêkanîn. Ji ber ku dê ew der hinekê biîstîkrar bibe. Qet nebe kurd jî dê hinek mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin. Ji ber wê jî ev yek tê astengkirin. Em li her cihî li ber xwe didin. Şer nesekinî ye. Ji ber Tirkiye pirsgirêka kurd a di nava xwe de nikare çareser bike, heta ji ber naxwaze çareser bike êrişî me dike. Heke li wir çareseriyek pêk were, bi kurdên li wir hev bikin em jî dê rehet bibin. Ji ber vê yekê pirsgirêka kurd girêdayî hev e. Faşîzma tirk dijminê herkesî ye.”
 
Muslum, axaftina xwe wiha domand: “Em tişta ji destê me tê dikin. Rêveberiya Rojava, Rêveberiya Xweser, yên din em weke PYD tişta ji destê me tê dikin. Ji ber vê yekê em dikevin nava têkiliyê de lê Tirkiye bi taybetî Başûr bi dest xistiye. Bi taybetî meseleya PDK’ê hem ji bo şantajê hem jî ji bo berjewendiyan bi kar tîne. Elbet em vê dibînin û temaşe dikin. Rewşa li Başûr ji bo kurdan destkeftiyek e. Pergaleke federatîf heye. Divê ev jî teqez were parastin. Lê wisa xuya dike ku Tirkiyeyê ew xistine bin kontrola xwe û teslîm girtine. Weke ku ev tê re neke jî bi Bexdayê re têkiliyên xwe zêde dikin. 
 
Rêveberiya Başûr çiqas hişyar e? Ji ber ku divê hişyar bin. Heke êdî dê pir bibe dereng. Niha Tirkiye şer derxîne û bêje ‘Ez ji bo aştiyê hatime vir’ kî dikare li dijî wê tiştekê bike? Iraq dê asteng bike? Ji xwe di heman fikrî de ne. Ew jî her çiqas bi awayekî vekirî nebêjin jî dixwazin ji meseleya federasyonê xelas bibin. Anku tiştên li wir tên jiyîn gefan li pergala federatîf dixwin. Dibêjin ‘ev meseleya PKK’ê’ ye. Lê ne wisa ye. Ev ji sala 2014’an ve li Başîkayê ne û hemû çeteyên DAIŞ’ê li wir tên perwerdekirin û ji wir tên şandin. Kes nikare ji vê yekê re tiştekî bêje. Heta rêveberiya Bexdayê got ‘bila Başîka were girtin’ lê Tirkiyeyê got ‘ez nagirim’. Ji ber wê yekê tişteke gelekî bixeter e. Ji ber vê yekê yekitiya kurdan di vê pêvajoyê de gelekî girîng e. Heke rastî jî dê Başûr ji destan derkeve. Niha PDK girtiye cem xwe. Pişt re dest bi xwarina gefan a li YNK’ê kir. Heke ew jî serî bitewînin dê Başûr biçe. Ji xwe li wir dora 100 baregehên wan hene û leşkerên wan hene. Qet ne li cihên wisa çoltar. Tirkiye li hemû rastiyan û bajaran e. Di serî de Hewlêr her der xistiye bi destê xwe. Kes nikare van derxîne. Divê mirov gelekî bi baldar be. Divê biaqil tevbigerin.”
 
‘JI BO KU KURD TUNE BIBIN HEMÛ TIRKIYE FIROTIN’ 
 
Muslum, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tirkiye çima kete vê rewşê? Tirkiyeyê çima ji aliyê aboriyê ve îflas kir? Tirkiye çima ji Ewropayê dûr ket? Tirkiye çima nikare têkiliyan bisekinîne? Tirkiyeyê çima bi NATO’yê re alozî çêkir? Ev hemû niha têkildarî meseleya kurd e. Hûn lê dinêrin dewlet dikeve şer. Pişt re 10 salan hûn êşa wê dikişînin. Helbet nikare aboriya xwe çareser bike. 8 sal in tu di nava şerekî de yî, evqas mesref çêbû ye. Ji xwe wan bi xwe jî got; ku guleyek bûye çend lîre. Li dronên ku van rojên dawî hatine xistin binêrin. Her drone herî kêm 5 milyon dolar e. 100 milyon dolar ji vir re çû. Şerekî 8 salan aboriya Tirkiyeyê têk bir. Ev sedema ewil e. Ya duyemîn; Tirkiye 30-40 sal in li ber deriyê Ewropayê disekine. Çima nikare bikevê? Ji ber ku hin krîterên demokratîk ên li wir dê ji bo başiya kurdan bin, kurd dê rêveberiyên demokratîk bi dest bixe. Nêzî wir jî nabin. Ji ber wê ji Ewropayê dûr ketin. Kurdan ji xwe di mijara şer de xwe îspat kirin. Têkiliyên wan ên bi koalîsyona navnetewî re baş bûn. Têkçûna Tirkiyeyê ji ber pirsgirêka kurd e. Rast î ev e. Pirsgirêka kurd êdî bûye çalereşek, çi hebe daqûrtîne. Têkiliyan, aboriyê, siyasetê daqûrtîne. Kî ji kurdan re du gotinan bibêje Tirkiyeye berîka xwe vedike û çi dixwaze dide. Hemû Tirkiye firotin. Çima ji bo ku kurd tune bibin.”
 
MA / Firat Can Arslan
 
 

Sernavên din

22/04/2024
13:05 Berdevka DEM Partiyê: Em ê nexşerêya xwe bi rêya sêyemîn pêş bixin
13:04 Serokkomar Erdogan çû Bexdeyê
12:29 Walî 5 gundên Bagokê ji çûn û hatinê re qedexe kir
12:18 Rejîma Îranê 5 sal ceza li hunermendê kurd birî
12:01 Polîsan li Dêrsimê 5 û li Rihayê jî kesek binçav kirin
11:24 Ji bo Erdogan kolanên Hewlêrê bi alên tirk xemilandin
11:12 DFG: Salên 90'î bû destpêka serdemek nû
10:47 DEM Partî: Têkoşîna heqiwetê bênavber didome
10:28 Statûya Başûr di xetereyê de ye
10:07 Li Edeneyê qeza pêk hat: 3 kes mirin
09:53 Jinên êzidî dest bi xweparastinê dikin
09:51 Qeyûmê Geverê ji bo emniyet, pîrozbahî û şirînahiyê bi milyonan lîre xerc kiriye
09:15 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 148'an de didome
09:01 181 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:01 Prz. Demîr: Tecrîda li Îmraliyê dê bi têkoşîna hevpar ji holê rabe
09:01 Nivîskar Karacabey: Rika hunermendan desthilatê tîne xwarê
09:00 Rojnameger Karadaş: Dibe ku şer li Rojhilata Navîn ji kontrolê derkeve
09:00 ROJEVA 22’YÊ NÎSANA 2024’AN
08:28 Rojnameya Xwebûnê bi manşeta ‘Statû di xetereyê de ye’ derket
21/04/2024
23:43 Li Amedê mihrîcan didome
21:49 Li Erziromê qezaya trafîkê çêbû: Miriyek û 6 birîndar hene
20:05 Encamnameya Civata Giştî ya KNK'ê: Êdî dema yekitiyê ye
18:06 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 82’emîn de domiya
17:50 Amedspor alîgirên xwe xemgîn kir
16:54 KNK: Li dijî êrişan hewcehî bi helwesta seferberiyê heye
16:20 Astengdarê zihnî Gezer ê hedef hatibû nîşandan hate girtin
15:42 Li Turhalê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
15:36 Di lijneya KNK’ê de bal kişandin ser ‘yekitiyê’
15:32 Maça ‘şampiyoniyê’ ya Amedsporê dest pê kir
15:19 Kenan Bakay piştî 30 salan hate berdan
15:11 ‘Kesekî astengdar çawa dibe rêveberê partiyê’
15:01 Çandar: Rêzê ji bo îradeya gel bigirin
14:04 Li Amedê beriya maçê coşa ‘şampiyontiyê’
14:03 Di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 34 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan
14:03 Meclisa Jinan a DEM Partiyê: Jinan erdnîgarî bi rengê morê xemiland
12:49 Beriya maça Amedspor-Igdirsporê 2 kes hatin binçavkirin
11:50 Rejîma Îranê 10 sal cezayê hefsê da mamosteya kurdî
11:36 Metîna bi dijwarî tê bombebarankirin
10:56 Tirkiye ji hêla enflasyona bilind ve li cîhanê di rêza 4’emîn de ye
10:36 Dr. Pashang: Di krîza Rojhilata Navîn de tenê rêyeke kurdan heye ew jî yekitî ye
10:14 Amedsporê ji ber ‘bilêtên sexte’ hişyarî da
10:07 Kovara Jînê di hejmarê nû de bal kişand ser mafên zarokan
10:06 Beriya serdana Erdogan li dijî Metînayê êrişeke nû hate destpêkirin
09:21 Albayrak ê AKPî li Xelfetiyê 460 milyon û 601 hezar TL deyn hişt û çû
09:20 Jin wê her roj ji bo Abdullah Ocalan nameyan ji CPT'yê re bişînin
09:05 180 roj in ji rojnameger Silêman Ehmed agahî nayên girtin
09:04 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan didome
09:00 Mîrateya berxwedêran: Rojnamevaniya Kurd
09:00 Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê: Em qedexeyan pûç dikin
09:00 ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2024'AN
08:42 Li Fûara Pirtûkan a Îzmîrê bêtehemûliya li dijî ‘Kurdistanê’
08:41 Şaredariya Sûrê hedef hatibû girtin: Kesê hatiye binçavkirin astengdarê zîhnî ye
00:01 Tîma Jinan a Amedsporê hevrika xwe bi scora 3-1'an têk bir
20/04/2024
23:37 Li Baselê ji ciwanan panela 'azadiya Ocalan'
22:50 DEM Partî: Mîhadê siyaseta li ser ala û sirûdê derbas bûye
21:17 Hevşaredaran ji wezart û Dîwana Muhasebatê mufetîş xwestin
19:29 Ji endamê KNK'ê Ûzûn banga konferansa yekîtiya neteweyî
17:17 Şaxa OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû diyar kir
16:54 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne
16:54 Gelek rêxistinên pîşeyî serdana Emîne Şenyaşarê kirin
16:28 Li Geverê deynên ji qeyûm mane hatin daliqandin
16:20 Derbarê 15 girtiyan de lêpirsîna dîsiplînê hate destpêkirin
16:10 Der barê Şaredariya Sûrê de lêpirsîn hate destpêkirin
15:48 ÎHD'ê Ermenên windakirî bi bîr anî û got: Xwedî li mafên zanînê derkevin
15:42 Hate xwestin ku girtiyên nexweş Kaya û Guvel bên berdan
15:13 Ji bo bendava Cizîrê biryara ‘îstîmlaqkirina lezgîn’ a 255 parselan
15:02 Malbatên windakiriyan li 3 bajaran hatin bahev: Bila faîl bên darizandin
14:58 Civîna Dema Navberê ya KNK’ê dest pê kir
14:25 Mihrîcana Şanoyê ya Amedê: Gotubêja ‘Di şanoyê de dîroka guherînan’
14:02 Aqûbeta Keremoglû yê beriya 29 salan hate windakirin hate pirsîn
12:09 Şaredarê YRP’î bi micirkirina pêşiya avahiyê xwe dest bi kar kir
12:07 Li Colemêrgê hezaz çêbû: Pez di bin axê de man
11:32 Muslim: PKK hincet e, armanc Kerkuk û Silêmanî ne
10:36 Meleyê li zarok daye hate berdan
10:36 Bakirhan: Perspektîfa me ya serdema nû zelal e; em ê xwe birêxistin bikin, mezin bibin
10:22 Midûrê dibistanê yê 9 xwendekar tacîz kirine hate girtin
10:05 Wanî: Bi rêvebirina bajar a bi hev re em dikarin texrîbatên qeyûm ji holê rekin
09:34 Ne bikaranîna tiryakê pirtûka Ocalan sûc hat dîtin!
09:16 Rojnameger Silêman Ehmed 179 roj in di destê îstîxbarata PDK’ê de ye
09:15 Girtiyên siyasî bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan 146 roj in di çalakiyê de ne
09:13 ÎHD: Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Kurkçulerê 3 sal in nayên dermankirin
09:09 Nameyên girtiyê wekî hincet hatin nîşandan û berdana wê 11 mehan hat taloqkirin
09:07 Navnîşana 1'ê Gulanê Qada Taksîmê ye
09:06 Ji Demîrê banga 'têkoşîna hevpar': Werin em bi hev re deriyên Îmraliyê vekin
09:02 Gotibû 'wê meseleya avê çareser bikin', lê di hefteya ewil de ava bajêr birîn
09:00 ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN
19/04/2024
22:16 Eleqeyeke zêde ji bo Mîhrîcana Şanoyê ya Şanoya Bajêr a Amedê
22:05 Ji DEM Partiyê bertek ji bo şandina mufetîşan
19:39 Şaredariya Serêkaniyê kargeha hilberînê vekir
19:37 Rapora Girtîgehên Anatolyaya NavîN. Herî kêm 42 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
16:59 Halîse Aksoy ji girtîgehê derket: Dil û hişê min li ser girtîgehê ye
16:45 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 80’yan de ye
16:38 Di doza êrişê ya Dedeogûllari de cezayên kêm dan bersûcan
16:32 8 kesên binçavkirî hatin berdan
16:31 Di Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê de ‘Şanoya Başûr’ hat nirxandin
15:52 DEM Partiyê girtina Huda Kayayê bir rojeva Meclisê
15:47 Banga ‘bila girtîgehên bi ewlekariya bilind bên girtin’ hate kirin
15:25 Giliyê Tanjû Ozcan kirin
15:14 Sîteya 186 kesan lê jiyana xwe ji dest dayî qaçax hatiye çêkirin
15:05 Derbarê welatiyê got ku ‘Biaxive tu ji kû yî’ de lêpirsîn hate destpêkirin