Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî

img
AMED - Di daxuyaniya DFG, MKG û DÎSK Basîn Îş a têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de, azadiya rojnamegerên girtî hate xwestin.
 
Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Sendîkaya Xebatkarên Çapemenî û Çapxaneya Tirkiyeyê (Basin-Îş) a Nûnertiya Amedê li li ber deriyê DFG’ê ya li navçeya Bajarê Nû têkildarî 3'ê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê daxuyanî da. Parlamenter, nûnerên sazî û rêxistinan jî di nav de gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
 
‘TORA ÊRÎŞAN HER DIÇE BERFIREH DIBE’
 
Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek ve hat xwendin. Çîçek, wiha got: “Me rojnamegeran careke din 3’yê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê di nave şert û mercên êrişkar ên desthilatdarıyê de pêşwazî kir. Astengkirinên şopandina nûçeyan heta sansurê, binçavkirin û girtinên ji bo çêkirina nûçeyan heta serdagirtina malên rojnamigeran a tariya serê sibê de tora êrişan her diçe berfireh dibe. 
 
Di destpêka meha Nîsanê de mafê memnu yê Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan bi destê YSK’ê hat betalkirin. Gelê Wan’ê bi yekser daket kolanan û  xwedî li Şaredarê xwe derket. Rojnamegerên êriş û tundiya polîsan a li dij van çalekiyan dişopandin rastê tundiya polîsan a gazaza isotê, êrişa fişekên pilastî û ava şid hatin. Polîs wêne û dîmenên hevpîşeyên me jêbirin û rojnamegerê tundiyan polêsan kişand bi mirinê hat tehdîtkirin.  
 
‘ASTENGKIRIN LI DIJÎ MAFÊ WERGIRTINA RAGIHANDINÊ YE’
 
Di 1’ê Gulanê de li Stenbolê jî heman wêne derket holê. Polîsan rojnamegerên girseya kedkar û xebatkarên dixwestin bimeşin Taksîmê dişopandin derp kirin , destên hin ji wan kelepçe kirkin û ew kirin binçavan. Di Saraçhaneyê de li ser ferana amîrê polîsan a; ‘Çapameniyê durxin’ rojnameger rastê êrişeke berfire hatin. Di vî êrişê de hevpîşeyên me birîndar bûn, xebatên wan hatin astengkirin. 
 
Çewan ku êrişên polîsan ên bi ser çalakiyên gel ên civakî de pêk tên ne li gor zagonên dadgeha bingehîn in, di heman rengî de astegkirin û êrişkirina bi ser rojnamegerên hewl didin rewşê ji rayagiştî û cîhanê re ragihînin re jî ne li gor zagonên dadgeha bingenîn in û suc in! Ev kiryarên suç çiqasa li dij çapamenî û azadiya raman e ewqasa jî li dij mafê wergirtina ragihandinê ya gel e.  
 
’23 NÛÇE Û 16 NAVEROKÊN MEDYAYA DIJÎTAL HATIN ASTENGKIRIN’
 
Di vê mehê de jî astengiyên li dij medya dijîtal û xwe gîhandina nûçeyan dewam kir. Di rapora me de diyar dibe ku 3 malperên internetan hatin girtin. Xwegîhandina 23 nûçe û 16 navarokên medya dijîtal  hat astengkirin. Pirtirên van astengkirinan li ser daxwazên bersucên destdirêjiyê, îstîsmara zayendî, nelirêt û gendeliyê pêkhatin. Bi van rêbazan ser rastiyan naye perdekirin. 
 
‘ÇÊKIRINA NÛÇEYAN NE SÛC E’
 
Zexta herî giran a li ser rojnamegeran girtin û tewqufkirin e. Hedef bêdengkirina rojnamegeran û veşartina heqîqetê ye. Ji bo vê rojnameger tên girtin û wan davêjin nav çar dîwaran. Navenda xwe Stenbol di seetên girêdayê Roja Rojnamegerên Kurd de di destpêka 23’yê Nîsanê de li dij rojnamegeran êriş û operasyon pêk hat. Bi ser malên rojnamegeran de hat girtin. 9 rojnameger hatin binçavkirin. Piştî 4 rojan muhabîrê  Ajansa Mezopotamya Esra Solin Dal, Mehmet Aslan  û rojnameger Erdogan Alayumat hatin girtin. Di dozgerî û dadgeriyê de pirs nûçeyên ku rojnamgeran bi xwe çêkirine ji wan hat kirin. Fezlekeyên rojnamegeran bi nuçeyên li ser pirsgirêka Kurd, tecrîda li ser Serokê PKK’ê Abdulllah Ocalan û çalekiyên li ser van mijaran hatiye ristin. Tê xwestin ku rojnameger û mijarên nûçeyên ku rastiya civakê vedibêje  kiriminalize bikin. Em careke din destnîşan dikin ku mafê rojnamegeran nîn e  pirsgirêkên welatên ku lê dijîn re çavên xwe bgirin û ji nedîtî ve bên. Çêkirina van nûçeyan ne sûc e û ew ji ber van xebatên xwe yên aşkerakirina heqîqetê nayên darizandin. Peywira bingehîn a rojnameger ev e ku rastî û heqîqetê ji bo gel û rayagiştî aşkera bike. Her çend ev ‘nûçeyên rastiya jiyanê û civakê’ desthitadariya siyasî û dardorên hêzperest nerihet bike jî çêkirina van nûçeyan ne suc e. Ev bi peymanên navteweyî hatine ewlekirin. 
 
ZEXTÊN LI SER ÇAPEMENIYA AZAD
 
Bi operasyona navenda xwe Stenbolê re polîsên Belçîkayê bi rengeke korsanî avêtin ser Medya Haber û Stêrk TV’ê  jî. Derî hatin şikandin, xesar dan alavên teknîka weşanê, ji bo weşan bê astengkirin qabloyên cîhazan hatin birîn. Aşkera dibe ku zext û êrişên li ser rojnamegerên kurd di pêşengiya desthilatdariya nijadperest de li her derî didome. Van êrişên bêbext û dij mirovîn heta anha rojnamegerên Kurd, çapemeniya azad bêdeng nekir û dê ji vir û şûn ve jî bêdeng neke. 
 
Di 3’ê Gulanê Roja Azadiya Çapameniya Cîhanê de  careke din em van daxwazên xwe dubare dikin; Di serî de her 3 hevpîşeyên hevalên me yên rojnameger û bi giştî hevpîşeyên me yên girtî divê bê berdan. Rojnamegerî ne suç e. Di esasê xwe de darizandina wan sucê mezin e! Heta çapamenî azad nebe ne pêkane ku qala civakeke azad jî bê kirin.”
 
‘ROJNAMEGERÎ NE SÛC E’
 
Seroka MKG'ê Roza Metîna bal kişand ser wate û girîngiya rojê. Metîna, diyar kir ku rojnameger ne di rewşeke azad de ne û got ku îro gelek rojnameger di girtîgehan de ne. Metîna diyar kir ku rojnamegerên ku vê rojê di girtîgehan de pêşwazî dikin hene û wiha got: “Em îro li hemberî van zext û zehmetiyan li vir in, dengê wan in. Em careke din dibêjin rojnamegerî ne sûc e.”
 
‘EM AZADIYA ROJNAMEGERAN DIXWAZIN’
 
Nûnerê DÎSK Basin Îş yê Amedê Hakki Boltan di axaftina xwe de diyar kir ku di hilbijartinan de helwesta herî girîng helwesta rojnamegeran e. Boltan, diyar kir ku di hilbijartinê de desthilatdarî hilweşiya û li Saraçhaneyê jî mûxalefet. Boltan, anî ziman ku tenê rojnamegerî li ber xwe da û wiha dirêj kir: “Rojnamegerî rastî bi xwe ne. Ger îro krîzeke aborî û siyasî hebe, yek ji sedemên vê girtina rojnamegeran e. Heta ku rojnameger azad nebin ev krîz çareser nabin. Em azadiya rojnamegeran dixwazin.”
 
‘HETA TARÎ BELAV NEBE DÊ EV TEKOŞÎN BIDOME’
 
Dû re nûnerê TGS'ê Mahmût Oral axivî û got ku piştî AKP-MHP'ê di hilbijartinê de têkçûneke mezin dît, feraseta ku dê hikûmet dawî li van polîtîkayên çewisandinê bîne, derket holê. Oral diyar kir ku rejîma qesra faşîst a AKP-MHP’ê ti carî ji polîtîkayên xwe yên mêtingeriyê venagere û wiha berdewam kir: “Ev nayê wê wateyê ku em ê xwe paşde bixin. Heta ku tarî belav nebe dê ev têkoşîn bidome. Silav ji rojnamegerên li girtîgehê li ber xwe didin.”
 
‘DI VÊ SEDSALÊ DE GIRTIN Û ZEXT PIR E’
 
Parlamentera DEM'ê ya Amedê Sevilay Çelenk, diyar kir ku çapemeniya kurd xwedî dîrokeke 126 salî ye û di vê sedsalê de li ser çapemeniya kurd girtin û zext pir e. Çelenk, diyar kir ku tenê di salên 90’î de 40 xebatkarên rojnameyê hatin qetilkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê ev têkoşîn neqediyaye û di şert û mercên herî dijwar de jî didome. Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê li hemû rojnamegeran pîroz be."
 
‘MIJARA AZADIYÊ TENÊ ROJNAMEGERAN ELEQEDAR NAKE’
 
Di dawiyê de Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca axivî û wiha got: “Ez ji bo têkoşîna me ya mezin a ji bo bidestxistina azadiyê tevî van şert û mercên dijwar jî vê rojê pîroz dikim. Di nava 22 salên dawî de herî kêm 894 rojnameger ji ber ku çapemenî ne azad e di girtîgehan de hatin ragirtin. Azadiya çapemeniyê ne mijareke ku tenê xebatkarên çapemeniyê eleqedar dike. Heta roja ku yek hevalê me di girtîgehê de nemîne wê têkoşîna me bidome."
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû. 
 

Sernavên din

06/05/2024
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin