Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne

img
STENBOL/ENQERE - Hêzên Ked û Demokrasiyê li Enqere û Stenbolê bertek nîşanî girtin û binçavkirinên 1’ê Gulanê dan û wiha gotin: “Taksîm em in, em li cem hevalên xwe ne.”
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqereyê bertek nîşanî girtina 38 kesên ku dixwestin di 1’ê Gulanê de li Stenbolê ber bi Taksîmê ve bimeşin dan. Di daxuyaniya li ser Cadeya Sakaryayê hate dayîn de pankartên “Taksîmê azad bihêle, em ê hevalên xwe bi paş ve bigirin” û “Bila girtî bên berdan” hatin vekirin û dirûşmeyên “Ji kesên Taksîmê ketin û şer kirin re hezar silav” û “Serhildan, şoreş, azadî” hatin berzkirin. 
 
Endama MYK’ya Halkevlerî Sevîl Ûlaş a daxuyanî xwend, diyar kir ku bi 42 hezar polîsan re hate xwestin ku 1’ê Gulanê were qedexekirin û wiha got: “Tevî hemû astengî, tundî û propagandaya reş jî vîna bi hezaran kesî ya meşa ber bi Qada Taksîmê ve nekarî bê şikandin.”
 
‘XWESTIN HEVALÊN ME KRÎMÎNALÎZE BIKIN’ 
 
Waliyê Stenbolê Davût Gul bi gotina “Dewlet ji sibê re dihêle lê jê re nahêle” kesên di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê ve meşiyan hedef nîşan dan û wiha berdewam kir: “Roja 1’ê Gulanê û pişt re zêdetirî 270 kesan hatin binçavkirin. Wezîrê Karê Hundir Alî Yerlîkaya bi derewa ‘ji cihên reviyan hatin girtin’ hewl da hevalên me yên ji malên xwe hatin binçavkirin krîmînalîze bikin û bi gotina ‘tişta pêwîst hate kirin’ îşkenceya polîsan veşartiye. Taksîm Qada 1’ê Gulanê ye. Maf e ku bimeşin Taksîmê. Pîrozkirina 1’ê Gulanê ya li Taksîmê rewa ye, yekane sûc qedexekirina Qada Taksîmê ya ku qada azadiyê ya bi milyonan e. Taksîm em in. Em li pişt hevalên xwe ne. Daxwazên hevalên me yên hatin girtin, daxwaza bi milyonan kesan e. Hûn nikarin bi milyonan darizînin. Bila hevalên me bên berdan. Heta ku hevalên me neyên berdan, heta ku em ji talankarên dest danîne ser ked û mafên gel xelas nebin dê têkoşîna me bidome.”
 
STENBOL
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê ji bo girtina 38 kesên piştî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran hatin girtin û binçavkirina 12 kesên di saetên serê sibê de şermez bikin li avahiya Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdehiyê (Egîtîm-Sen)  ya Hejmara 2’yan a li Kadikoyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna çapemeniyê ya gelek sazî û kes tev li bû de pankarta “1 Gulanê nikare were girtin. Meşa ber bi Taksîmê ve maf e, em ê hevalên xwe bigirin” hate vekirin. 
 
‘EM Ê DIJBERIYA BARÎKATAN BIDOMÎNIN’ 
 
Endama Partiya Kedkarên Sosyalîst (SEP) Demet Koca ya daxuyanî xwend, anî ziman ku barîkatên di 1’ê Gulanê de li dijî kesên daxwaza jiyaneke mirovî kirin hatine danîn. Koca, da zanîn ku dijberiya kesên alîgirên aştî, kedê, demokrasiyê dijberiya barîkatan bidomînin. Koca, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Duh bi şev 38 hevalên me ji ber 1’ê Gulanê li Taksîmê pîroz kirin hatin girtin. Di saetên serê sibê jî 12 hevalên me bi serdegirtina malan hatin binçavkirin. Serdegirtinên we yên malan, binçavkirin û girtinên we, nikarin vîna ku di 1’ê Gulanê de ber bi Taksîmê ve meşiya bisekinîne û têkoşîna li dijî vê pergalê asteng bike.”
 
‘MEŞA BER BI TAKSÎMÊ VE MAF E’ 
 
Koca, destnîşan kir ku dê xwedî li vîna ku ber bi Taksîmê ve meşiya derkevin û anî ziman ku dê têkoşîna hevalên xwe yên hatine binçavkirin mezin bikin. Koca, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Çawa ku me di 1’ê Gulanê de mil bi mil li ber xwe dan, em ê vê têkoşînê bi hev re li kolan, kargeh, dibistan û meydanan mezin bikin. Em ê hemû barîkatên li pêşiya gel hatine danîn bi têkoşîna xwe derbas bikin. Meşa ber bi Taksîmê ve maf e. Sûcê esasî, girtina Taksîmê ya li karker, kedkar, jin û xwendekaran e. Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye. Tevlibûna berxwedana 1’ê Gulanê rûmet e, em ê hevalên xwe paş ve bigirin. Bi tena serê xwe xelasî nîne, an em hemû an jî ne yek ji me.”
 
Civîna çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

06/05/2024
09:06 Hevserokê PADÊ Hecî: Li dijî tifaqên qirêj Şengal xwedî helwest e
09:05 Eren Keskîn: Em di pêvajoyeke ku her cure rexne qedexene de derbas dibin
09:04 Li parêzer doza ‘te çima parêzerî kir’ hate vekirin
09:00 ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN
08:12 Li Amedê serdegirtinên malan: Rojnamevan hatin binçavkirin
07:40 Xwebûn bi manşeta “Hiqûqa dijminantiyê” derket
05/05/2024
23:40 Li Wanê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
22:55 Di êrişa li dijî Minbicê de zarokek birîndar bû
22:47 Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
21:45 Bertek nîşanî binçavkirin û girtinên 1’ê Gulanê dan: Bi tena serê xwe xelasî nîne
21:05 Pisporan ji bo erdheja gengaz a li Çewligê hişyar kirin
19:43 Lawê midûrê polîsan di şaredariyê de bi rêk û pêk meaş digire!
19:19 Li Kenya û Brezîlyayê lehî rabû: 294 kesan jiyana xwe ji dest da
18:58 Dîroka Festîvala Mûnzûrê diyar bû
18:48 Li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba ceza hate birîn: Çavtirsandina elewiyan e
17:52 Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar di roja 94’emîn de ye
17:42 Li Mereşê cînayeta kar
16:22 Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê tev li pîrozbahiya Paskalyayê bûn
15:57 Li Amedê Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
15:39 Denîz Gezmîş û hevalên wî li Mêrsînê hatin bibîranîn
15:30 Şaredariyên DEM Partiyê ji bo Cizîrê seferber bûn
15:30 Ji bo bîranîna Kenan Mak dê pêşbirka helbest û çîrokan bê lidarxistin
14:37 Dewleta tirk û komên paramîlîter êrişî Minbicê dikin
13:37 Li Hesekê teqîn
12:56 Li gelek bajaran Cejna Paskalyayê hat pîrozkirin
12:55 DEM Partî: Girtiyên 1’ê Gulanê berdin
11:49 Bakirhan û Hatîmogûllari çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
11:15 Li Stenbolê bi ser malan de hate girtin
11:14 Li 6 bajaran dê çalakiya ‘Deng bide azadiyê’ bên destpêkirin
10:55 Gundên Şêrawa û Şehbayê hatin topbarankirin
10:20 Rejîma Îranê hunermend Hamza Cehferî binçav kir
10:05 Şaredariya Artukluyê li xebatkarên xwe yên ‘winda’ digere!
09:29 Hejmara 62’yan a Kovara Jînê derket
09:21 Weşanxaneyên kurd di dorpêça krîza aborî û qedexeyan de ne
09:17 Mehmet Ocalan: Ger tecrîd tune be, çima em nikarin hevdîtinê bikin?
09:15 'Berê xebera mirinê ji girtîgehan bê divê em berpirsiyariyê hilgirin'
09:06 Çalakiya bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan berdewam dike
09:05 Ji rojnamegerê PDK’ê revandî 194 roj in agahî nayên girtin
09:04 Nîqaşên ji bo mufredata nû: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî divê
09:03 Piştî DEM Partî bi ser ket, wezaretê doza wesayîta xwe ya çopê kir
09:01 Bolunmezê AKP'î bîrên avê yên gundiyan teqand: Mehek e gundî bê av in
09:00 ROJEVA 5’Ê GULANA 2024’AN
08:51 Meteorolojiyê ji bo 18 bajaran bi koda zer hişyarî kir
08:17 Ji binçavkiriyên Stenbolê 38 jê hatin girtin
04/05/2024
23:19 Di meha Nîsanê de 32 jin hatine qetilkirin
22:07 Banga hevrûbûyîna bi Komkujiya Dêrsimê re
20:51 Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşarê di roja 93'yan de ye
18:22 Bayindır: Wekî Seyîd Riza û hevrêyên wî gelê Dêrsimê jî li ber xwe dide
17:08 Amedspor bû şampiyon
16:53 Berdana Nûrettîn Çelebî yê 30 sal in girtî ye hate astenkirin
16:45 Kemal Zengîn piştî 30 salan hate berdan
16:35 Ji Edeneyê bang kirin: Ji Seda, Sîbel û Solînê re azadî
16:32 Li Cizîrê tax û kolan di bin avê de man
16:17 Li Edeneyê 2 kes hatin girtin
16:06 Aktîvîstên mafên mirovan: Guvel û Odabaş bila bên berdan
15:49 Li 2 bajaran bangawaziya ‘binçavkiriyan berdin’
15:14 Li 4 bajaran aqûbeta windayan pirsîn
15:01 Maça Amedspor û Menemenê dest pê kir
14:57 Meclisa Jinan a Egîtîm Senê: Em mufredata zayendperest red dikin
14:41 Li Cizîrê 3 kes hatin girtin
14:36 Di bîranîna Komkujiya Dêrsimê de banga ‘hevrûbûnê’
14:29 ÎHD: Bi Komkujiya Dêrsimê re hevrû bin
13:54 Parêzeran bersiva wezareta got ‘tecrîd nîne’ da: Li Îmraliyê hemû maf tên binpêkirin
13:52 Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman ê ev 32 sal in winda ye pirsîn
13:23 Rojnameger Dal ev 9 roj in di hucreyê de tê ragirtin
12:50 Woman Press Freedom: Di girtîgehê de 92 rojnamegerên jin hene
11:42 Hêzên Îranê kolberek bi giranî birîndar kirin
11:02 Kurê Qureshiya hatiye qetilkirin hate girtin
11:01 Li komeke cigareyê zam hate kirin
09:56 Pîroglû: Divê darbeya li AKP’ê hatiye xistin, bi îstîfaya Erdogan dawî bibe
09:48 Di êrişa DAIŞ’ê de 17 leşkerên Şamê hatin kuştin
09:46 Parêzerê Hatîce Yildizê: Divê demildest emeliyat bibe
09:18 Gef li girtiyên hatin îşkencekirin hat xwarin
09:16 'Tecrîd tenê ne meseleya kurdan e'
09:14 Li Hênê cîsmek teqiya: Ciwanekî jiyana xwe ji dest da
09:13 Ji rojnameger Silêman Ehmed 193 roj in tu agahî nayên girtin
09:12 Çalakiya girtiyan a bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan di roja 160'an de didome
09:03 Çalakiya madenê di roja 13'an de ye
09:03 Gergerlîoglû: Rojnameger ji ber desthilatê rexne dikin hedef tên girtin
09:03 Berwarî: Çawa Sedam têk çû wê Erdogan jî wiha têk biçe
09:00 ROJEVA 4'Ê GULANA 2024'AN
08:15 Li Licikê cenazeyên 2 karkerên din jî hatin dîtin
03/05/2024
20:55 Qeymeqam wêneyên der barê komkujiya Dêrsîmê de rakir
19:39 Ji DFG, MGK û DÎSK'ê têkildarî roja azadiyê ya çapemeniyê daxuyanî
18:23 Waliyê Hewlerê serdana şaredariya Cizîrê kir
16:37 BES-AR: Enflasyona giştî ji sedî 102,80 ye
16:20 Ciwanên binçavkirî hatin berdan
16:18 Hevşaredarê Êlihê diyar bû
16:10 Şandeya EMEP’ê çû serdana dezgehên çapemeniyê
16:03 Baroya Wanê ji bo parêzerên nû ‘Buroya Ofîsê ya Ciwan’ vekir
15:39 Ji bo Seyîd Riza û rêhevalên wî 40 şitil hatin danîn
15:33 Ji ÎHD’ê nobeta ‘Aştiya civakî û rêzgirtina li vîna gel’
14:23 Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê: Ji bo destûra bingehîn pêdivî bi samîmiyetê heye
14:07 Li Mêrsînê daxuyaniya 3’yê Gulanê
13:36 27 saziyên çapemeniyê: Dev ji hedefgirtina çapemeniya kurd berdin
13:20 Li pêşiya TUÎK’ê bang kirin: Reqemên rast parve bikin
13:07 Hevdîtina CHP’ê û DEM Partiyê dest pê kir
12:18 DÎSK Basin-Îş’ê serdana MA’yê kir
12:17 Hevşaredarên Wanê bi rojnamegeran re hatin gel hev
11:31 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin